Nivîs: Rûmet Med
Fikr, hest û ramanên mirovan li gorî şert û mercên serdema jiyanê teşe digirin. Hiş û bîrên mirovan di herikîna jîyanê de derdikevin holê, bi bandora gelek tiştan, bi demê re diguherin û cuda dibin.
Lewma; fikr, hest û ramanên wan wekî berê namînin û bi demê re diguherin û nû dibin û bi awayên cuda geşedanên xwe didomînin.
Divê mirov, mirov û jiyanê li gorî şert û mercên dem û atmosfera çaxên wan binirxîne. Kesên ku dîyalektîkê nizanibin nikarin ruhê herikîna jiyanê fam bikin, bawerîya xwe her bi gotegotan tînin û dikevin nava xeletî û şaşîyan.
***
Bêyî etîk, xweşbînî, qencî û wicdan tu tişt mafdar nîne û di ti qadê de ti carî bi rastî nikare pêşve biçe. Çanda baviksalarî (patriyarkal), lînç, bêrêzî, pêşdarazî û heqeretê bi tenê xirabî û nezanî diafirîne û xwe di valahîyeke tarî de winda dike. Ruhê qencîyê biheştê tîne.
Wêne: pexels.com@chuck
Hiç yorum yok: