9 Aralık 2019 Pazartesi

Jiyan û fîlmên Golshifteh Farahanî

Nivîs: Rûmet Med

Lîstikvan, çalakvan (aktîvîst) û stranbêja navdar a cîhanê Golshifteh Farahanî, di 10’ê Tîrmeha sala 1983-an li Tehrana Îranê ji dayik bûye, heta niha di dehan fîlman de lîstine û bi gelek fîlmên xwe li festîvalên fîlman xelat girtine. Dayika Golshifteh Farahanî, Fahimeh Farahanî hunermend û bavê wê Behzad Farahanî derhênerekî şanoyê û stranbêj e, xwişka wê Shaghayegh jî wekî Farahanî lîstikvana sînemayê ye û birayekî wê yê din ê bi navê Azarakhsh heye.

Hunermenda piralî Golshifteh Farahanî, di 5 saliya xwe de perwerdehiya pîyano û muzîkê dîtiye û di 6 saliya xwe de dest bi şanoyê kiriye. Li gorî hin çavkanî, tê zanîn ku zaroka malbateke kurd e. Lîstikvan demekê li dibistaneke muzîk a Tehranê xwendiye û 14 saliya xwe de, di fîlmekî bi navê “Derakht-e Golabî” (1998) yê Dariush Mehjuî de lîstiye û bi rola xwe ya vî fîlmê, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Fajr a Têhranê, di beşa Fîlmên Navneteweyî de xelata “Lîstikvana Herî Serketî” (Teyrê Sîmir a Krîstal) girtiye. Lîstikvana navdar Farahanî di gelek festîvalên fîlman ên neteweyî û navneweyî de ji zêdetirî 15 xelat girtine.

Dema ku ew keçeke ciwan bû, ji dibistanê vegeriya malê, şelpeya xwe derxistiye û bi duçerxeya xwe, li kolanên Tehranê bi cilûberga mêrê geriyaye û ji ber ku çi kesî fêm nekin ku ew jin e, pirçên (por) xwe kurt kiriye. Piştî çend salan mîna qedera helbestvan û derhênerê navdar ê Îranê Furûx Feroxzadê dilê wê şikestiye û bi mecbûrî ji warê xwe çûye li Fransayê. Golshifteh Farahanî, li ser nefî dibêje ku 'Nefî hêza min e' û 'Nefî wekî mirinê ye, tu yê nikarî wê fêm bikî heta ku ew bê ba te' bi van peyvan hest û ramanê xwe tîne zimên. Jiyana wê di nav hesretî û keser de derbas bûye û bo sînemaya cîhanê lîstikvaneke bîrawer bûye.

Yek ji lîstikvanên herî serketî yên sînemayê Golshifteh Farahanî nêzîkî rêbaza Sînemaya Serbixwe ye, fikr û ramanên xwe yên der barê sînemayê de wiha rave dike; "Sînemaya Serbixwe bêhtir biraman û narîn e.."

Hunermend, di sala 2006’ê de bi rola xwe ya di fîlmê bi Kurdî “Niwemang/Nîvê Heyvê” (Derhêner: Behmen Qubadî) de, li Festîvala Fîlman a San Sabastianê xelata Best Film girt. Farahanî, di sala 2006’ê de di fîlmê “Mim Mesle Madar” yê Rasool Mollahholi Poor de lîst û di 2007’ê de ji nû ve di fîlmê “Santurî” yê Dariush Mehjuî de cih girt. Mim Mesle Madar, di sala 2008’ê de ji aliyê Îranê ve bo beşa Baştirîn Fîlmê Bi Zimanê Biyanî yê Xelatên Akademiyê weke berendam hate nîşandan. Farahanî, di sala 2008’ê de di fîlmê “Body of Lies” (Li Ser Derewan) yê Ridley Scott de lîst û bi vî fîlmê, di fîlmekî Hollywoodê de û digel lîstikvanên navndar ên Amerîkayê Leonardo Di Caprio û Russell Crowe re di heman fîlmê de rol girtin, û ji ber vê fîlmê, terikandina wê ya ji Îranê hate qedexekirin. Lîstikvana navdar Golshifteh Farahanî, bi fîlmê xwe yê bi navê “Derbare-i Elyy, 2009” (Derhêner: Asgar Ferhadî) re, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê xelata Hirça Zîv û li Tribecayê Çîroka Fîlmê Herî Serketî girtin. Fîlmê “Derbare-i Elyy” di heman demê de li Berlînê xelata Derhênerê Herî Serketî girt.

Di navbera salên 2004 û 2014’ê de çêkerê fîlman a bi navê Amîn Mahdavî re zewicî maye. Golshifteh Farahanî di sala 2015’ê de, bi Christos Dorje Walker re zewicî ye. Di 2012’ê de, bo kovara Fransayê Madame Figaro pozeke tazî daye û bal kişandiye zextên li ser jinan û ji ber vê yekê ketina wê ya Îranê hatiye qedexekirin. Hunermend ji wê demê bi vir de li Parîsê dijî. Farahanî di der barê van rojên dijwar û zor de bo koverekê axaftibû û di hevpeyvîna xwe de qala vê pêvajoyê kiribû. Farahanî ji ber ku di fîlmê Ridley Scottî lîstiye, 7 mehan hatiye pirsyarîkirin û hate tawambarkirin û pişt re dadger posaporta wê lê vegerand û lîstikvana navdar bi du valêzên xwe mecbûr ma bi lez Îranê terikand û çû li Fransayê. Golshifteh Farahanî, di sala 2013’ê de di fîlmê “Warê Min ê Îsota Şêrîn” yê derhênerê navdar ê Herêma Kurdistanê Hiner Saleem de lîst û fîlm, li beşa Nerineke Diyarkirî ya Cannesê û Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê hate nîşandan. Farahanî, di sala 2016’ê de di fîlmê “Paterson” yê derhênerê navdar ê Amerikayê Jim Jarmusch de lîst û di sala 2017’ê de di fîlmên Hollywodê yên “Santa & Cie” (Derhêner: Alain Chabat) û “Pirates of The Caribbean: Dead Men Tell No Tales” (Derhêner: Joachim Ronning, Espen Sandberg) de cih girtin.

Lîstikvana navdar a cîhanê Golshifteh Farahanî zimanên Farsî, Fransî û Îngîlîzî dizane û li Parîsa Fransayê dijî. Farahanî yek ji lîstikvanên herî serketî ya îranê bû û mecbûr maye ku çûye Ewropayê û xebatên xwe yên der barê sînemayê de li Ewropa û Amerîkayê didomîne û hunermenda sînemayê, di heman demê de stranan distre (digel hunermendê navdar ê kurd Mohsen Mamjoo re di strana 'Hamash Delam Migire' de duet kirine û strana wê ya 'Shahzadeye Rohaye Man' li ser platforma înternetê gelek hatiye guhdarî kirin û amûra muzîkê bi navê 'Hang' lê dixe.

Çavkanî:

https://www.imdb.com/name/nm0267042/bio

https://www.theguardian.com/film/2012/sep/06/golshifteh-farahani-exile-iran-like-death

hwww.fandango.com/people/golshifteh-farahani-202873/biography

www.rotka.org/bir-tutam-sac-golshifteh-farahani/

www.kundir.net/kurt-sanatcilari/golshifteh-farahani-hayati.html

www.starsunfolded.com/golshifteh-farahani/

Amadekar û Nivîs: Rûmet Med

Fîlmografiya Golshifteh Farahanî:

"The Angel" (1998)

"Haft Parde" / Melek” (2000)

"Zamaneh" (2001)

"Azar / Deux Fereshte" (2003)

"Jayi Digar" (2004)

"Boutique / Eti" (2004)

"Ashk-e Sarma / Ronak" (2004)

"Mahiha ashegh mishavand / Touka (2005)

"Bab'Aziz: Ruhunu Tefekkür Eden Prens / Nour" (2005)

"Be name pedar / Habibeh" (2006)

"Niwemang / Nîvê Heyvê" (2006)

"Mim Mesle Madar / Sepideh" (2006)

"Gis Borideh / Mariam" (2006)

"Santuri / Hanieh" (2007)

"Chacun son cinéma ou Ce petit coup au coeur quand la lumière s'éteint et que le film commence" (2007)

"Divar / Satareh" (2008)

"Hamisheh paye yek zan dar mian ast / Maryam" (2008)

"Shirin / Woman in audience" (2008)

"Body of Lies / Aisha" (2008)

"Derbar-i Elly / Sepihed" (2009)

"Si tu meurs, je te tue / Siba" (2011)

"There Be Dragons / Leila" (2011)

"La règle de trois / Marie" Short Film (2011)

"Poulet aux Prunes / Irâne" (2011)

"Syngué sabour, pierre de patience / The woman" (2012)

"Just Like a Woman / Mona" (2012)

"My Seet Pepper Land / Govend" (2013)

"Rosewater / Maryam" (2014)

"Eden / Yasmin" (2014)

"Exodus: Gods and Kings / Nefertari" (2014)

"Les deux amis / Mona Dessaint" (2015)

"Go Home / Nada" (2015)

"Les malheurs de Sophie / Madame de Réan" (2016)

"Altamira / Conchita" (2016)

"Paterson / Laura" (2016)

"Pirates of the Caribbean: Dead Men Tell No Tales / Shansa" (2017)

"The Song of Scorpions / Nooran" (2017)

"Shelter / Mona" (2017)

"The Upside / Maggie" (2017)

"Santa & Cie / Amélie" (2017)

"The Night Eats the World / Sarah" (2017)

"Les filles du soleil / Bihar" (2018)

"Human Rights Day Global Broadcast" (Video) 2018.

"Gen: Lock" (TV Series short) Yasamin 'Yaz' Madrani - 2019

"L'angle mort / Elham" (2019)

"Arab Blues / Selma" (2019)

"Dhaka (post-production)

Çavkanî:

https://www.imdb.com/name/nm0267042/

Sînemaya Serbixwe - www.sinemaserbixwe.com


2 Aralık 2019 Pazartesi

Peresîn û Geşedana Peyvan: Peyva "Stêrk/Star"


Ziman û peyvan jî wekî her tiştî di nav guherîneke domdar de ne, weke encama xwezaya jiyanê diguherin û vediguherin, û li gorî şert û mercên cîhanê teşe digirin. Li ser erdnîgariya cîhanê tu tiştî wekî berî namîne û encama dîyalekikê ye ku her tişt bi demê re, wekî pelekî payîzê an jî pitikeke/î nû hatiye cîhanê, diguhere û vediguhere, xwe nû dike û şikleke nû digire û bi awayên cuda geşedana xwe didomîne.

Zimanê Kurdî, yek ji zimanên qedîm ên malbata zimanên Hind-Ewropyayê (Aryan) û ên cîhanê ye û di navbera zimanên Arî yên Hindî de cih digire. Malbata Zimanên Aryan, ji du beşên bingehîn; Ewropa û Asyayê; bi sedan ziman û zaravayan pêk tê. Ev du beşên bingehîn jî di nava xwe de ji 4 komên zimanan; Zimanên Hînd û Ewropa, Zimanên Latîn, Zimanên Germen û Zimanên Silav ve pêk hatiye. Zimanên Hînd û Ewropa jî di nava xwe de weke du beşên bi navên "Zimanên Hîndî" û "Zimanên Îranî" têne binavkirin. Li cîhanê ji zêdetirî 2.5 milyar kes bi zimanên Hind-Ewropayê diaxivin.

Li gorî hin Ziman û Zaravayên ên Hind-Ewropayê, Peresîn û Geşedana Peyva "Stêrk/Star"ê

Stêrk (Kurmancî / Kurdî)
Estêre (Soranî / Kurdî)
Estare (Zazakî / Kurdî)
Hesare (Hewramî / Kurdî)
Asare (Lekî / Kurdî)
Estrella (Îspanyolî)
Estrella (Katalanî)
Estrela (Portûgalî)
Sitaara (Hindî)
Sitāra (Ûrdûyî)
Stār (Sanskrîtî)
Star (Îngîlîzî)
Star (Farsî)
Star (Îskoçî)
Star (Îrlandî)
Ster (Avestayî)
Ster (Afrîkanî)
Ster (Flemanî)
Ster (Holendî)
Stern (Almanî)
Stora (Tacikî)
Stórey (Peştûyî)
Stjärna (Swêdî)
Stjarna (Îzlendî)
Stjerne (Norweckî)
Stjerne (Danmarkî)
Stea (Romenkî)
Stella (Îtalî)
Stilla (Maltayî)
Astgh (Ermenkî)
Aster / Stella (Latînî)
Astre (Fransî)
Astéri (Yewnanî)

(Nîşe: Histêrk/Hêstirk/Hêsir jî bi Kurdî tê wateya stêrk/stêr û maneya wê ava ji çavan tê, bi taybetî dema mirov digirî. (Çavkanî: WQFergeng)

Her wiha peyva "Stêrk" li zimanê Sumerî tê wateya "Aashtara" (Ronîya Rûyê Asîman).

Çavkanî: 

“Ferheng” / D. Îzolî – Weşanên Deng. (1992)

“Ferheng (Sözlük)” / Zana Farqînî – Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. (Çapa Nehemîn, 2015)

Ferhenga Kurdî – WQFerheng

https://ku.wikipedia.org

https://ku.wiktionary.org

“Comprehensive Turkish English Dictionary” / Dr. Pars Tuğlacı – Abc Kitapevi. (1991)

“Macmillan Dictionary” / Willam D. Halsey – Abc Kitapevi. (1988)

https://ku.wikipedia.org/wiki/Ziman%C3%AAn_hind_%C3%BB_ewrop%C3%AE


Nivîs-Amadekar: Rûmet Med

30 Kasım 2019 Cumartesi

Jiyan û Berhemên wêjekarê cîhanê Jack Londonî


Nivîs: Rûmet Med 

Romannûs, çîroknivîs û rojnamevanê navdar ê Amerîkayî Jack London (John Griffith Chaney), bi eslê xwe ji Îrlandayî ye û di 12’ê Rêbendana sala 1876’ê de li bajarê San Francisco ya Californiayê ji dayik bûye. Wêjekarê cîhanê London, romanên wekî îkonî û kurteçîrokan nivîsandine, aktîvîstî kiriye, li gelek herêm û bajaran geriyaye û li qada wêjê û hunerê de di nava 17 salan de, bi qasî 50 cîld berhemên wejêyî afirandine.

Berhemên Jack Londonî heta niha li seranserî cihanê bi sedan ziman û zaravayan hatine wergerandin û wî di heman demê de, yek ji nivîskarên herî zêde hatiye wergerandin ên cîhanê ye. Roman û çîrokên Londonê ji bo sînemayê hatine kişandin, bûne fîlmên anîmasyon û weke lîstikên radyo û şanoyê hatine lîstin. Hema bêje di hemû hunerên jiyanê de cih girtine û di bîr û mêjiyên mirovan de asoyên nû kûr kirine.

Nivîskar Jack London berhemên xwe bi fikr û ramanên sosyalîst, meteryalîzma dîrokî û darwînîst ve afirandine. Ango London nivîskarekî rastîbîna civakî ye û di berhemên xwe de, bi nêrineke dîyalektîk; qala jiyan û pirsgirêkên mirovên karker, rêncber û bindestan kiriye û rengê xweza, hez û û kolanên jiyanê nexşandine û bûye hilm û dengê rastînê. Di berhemên Jack Londonê de vebêjaneke rastîbîn û atmosfereke derasayî û bêhempa hene û hin berhemên xwe bi hêmanên pevxistina zanistî ve honandine. Nivîskarê navdar London 22’yê Mijdara sala 1916’ê de li bajarê Glen Ellen a Californiayê li gorî hin çavkanî ji ber nesaxiya gurçikê hin çavkanî jî dibêjin wî ji ber dilrawestanê jiyana xwe ji dest daye. Di derbarê jiyana wî de hin rîwayetan jî têne gotin lê rast in an nerast in nediyar in.

Jiyana Jack Londonî:

Jack London di sala 12’ê sala 1876’ê de li San Francisco ya parêzgeha Californiayê weke pitikekî derî zewacî hatiye dinê. Xwendina pêşîn li bajarê Oaklandê qediyaye, salên zarokatiya wî di nav xizanî de derbas dibe. Qasî ku tê zanin dayika wî Flora Wellman mamosteya muzîkê û bavê wî William Chaney profesorê stêrzanê bûn. Gava Jack London zarok bû bavê wî dayika wî terikandiye û ew ji hev veqetiyane û bavê wî Londonî qebûl nekiriye. Piştî demekê dayika wî bi xazîyekî şerê yê bi navê John London re zewicî û paşnavê wî bûye London. Dema ku wî 5 salî bû hinî xwendin û nivîsandinê dibe, 8 salî bû rojname firot, masîvanî, teyfetî, dewriyetiya beravê kirin, di 14 saliya xwe de li cotgeh û fabrîkaya konserveyê şixulî û korsantîya istîrîdyeyê û cilşotî kir û di gelek karên din de xebitîne. Jack London di derbarê van de gotiye; “Ez nizanim ka zarokatî çi ye, zarokatiya min qet çênebû”. London ji ber sedema xizanî dev ji xwendina dibistanê berdide û digel pêvajoya ked û xebitînê çîna karkeran a Amerîkayê nas kiriye. Jack London di sala 1895’ê de dest bi xwendina xwe ya dibistana amadeyî dike û piştî salekî li Zanîngeha Berkeley qezenc kiriye, lê xwendina wî ji ber bêderfetiyên maddî nîvçe maye.

Jack London demekê li girtîgehê dimîne û bûye nûçegihanê şerê, di sala 1893’ê de bi nûçeya xwe ya “Bager”ê xelata rojnamevanî wergirtiye. London ji bo debara xwe çûye parêzgehên Amerîka û Kenedayê û bi riya zeryayê jî li Sîbîrya û Japonyayê û li gelek herêmên cîhanê geriyaye, di kanên maden û keştîyan de xebitîne û rêwîtiyên dirêj kirine. London, di sala 1897’ê de li herêma Klondikeyê beşdarî kesên ku zêr digerin ve bûye û piştî demekê ji wir bêkar vegeriya. Bi saya vê bûyera dijwar yekem çîrokên xwe yên biserketî afirandine.

Nivîskar London ji pirtûkan gelek hezdikir û li Pirtûkxaneya Cihî ya Oaklandê gelek klasîkên wekî Madam Bovary û Anna Karenina xwendine û xwe bi xwe perwerde kiriye. Di bin bandora hest û ramanên pirtûkên rewşenbîr, feylesof û nivîskarên; Karl Marx, Charles Darwin, Friedrich Nietzsche û Herbert Spencer’ê de mane û digel van lênerîna jiyanê û berhemên xwe nivîsandine. Nivîskar di 20 saliya xwe de bûye Sosyalîst. London, di sala 1898’ê de yekem çîroka xwe bi navê “Overland Monthly” û li dû wê berhemê jî “Çîrokên Alaskayê” weşandiye. Di 1900’ê de hemû çîrokên xwe bi navê “The Son of the Wolf” kiriye pirtûk. London di jiyana xwe ya wêjeyê de 50 berhem nivîsandine û herî zêde bi pirtûkên xwe yên wekî; Paniya Hesin, Martin Eden, Banga Wehşetê, Diranê Spî, Beriya Ademê, Agir Vêxistin, Gura Zeryayê û Gerokê Stêrkê ve hatiye naskirin û berhemên wî li seranserî cîhanê bi sedan zimanan hatine wergerandin. Du berhemên Londonî yên bi navê “Zaroka Şevê”  (Ji Kurteçîrokên: “Zaroka Şevê”, “Xwêdana Eniyê” û “Yê Meksîkî” ve pêk tê. Wergêr: Mustafa Aydogan, 1995, Weşanxaneya Nûdem) û “Banga Wehşetê” – Wergêr: Serdar Roşan, Weşanxaneya Azad -, ji bo zimanê Kurdîya Kurmancî hatine wergerandin û weşandin.

Mijarên ku di berhemên Jack Londonî de cih digirin; li ser çîrokên hewl û şerên jiyanê yên karker û rêncber û gelên bindestan in û wêjekarê mezin bi heza dilê xwe hêviyê hêşîn dike û hevokên wî dibin rengê biharê. London bi nêrîneke dîyalektîk; dijwariya xwezayê, axwîna (kelecan) zeryayê û kolanên jiyanê nîşan dide. Karekterên ku di berhemên wî de cih digirin, mirovên ku di nava şert û mercên dijwar û zor de dijîn in; çermsorek azadîxwaz, karker, cotkar û bêkaran in, hin caran karakterên wî rêwî û gur in û hin caran nivîskar û şoreşgerekî ye. Di pirtûkên wî de rexneya kapîtalîzmê heye û zimanekî bêhempa û atmosfereke derasayî xwe didin der, di hin berhemên wî de cih bi cih vêbejaneke pevxistina zanistî tê dîtin û wî nivîskarekî piralî ye. Wêjekarê proleteryayê û civakparêz Jack London li cîhanê yek ji nivîskarên herî zêde hatiye xwendine û yek ji nûner û pêşengên cureya pevxistina zanistî ye.

Pirtûkên Jack Londonî li Amerîkayê û li her derê cîhanê gelek hatine xwendin, hezkirin û weşandin. Nivîskar bi dahatê ku ji pirtûkên xwe qezenc kiriye, cotgehek kirîye û li wir xebitîye. Jack London 22’yê Mijdara sala 1916’ê de jiyana xwe ji dest daye û terma wî bi dawaza wî hatiye şewitandin/sotin, xweliya wî li cem gora jina wî Charmian re li Parka Dîroka Parêzgeh a Jack Londonê hatiye veşartin. Gora nivîskar gelek sade ye û têde tenê kevirekî kevz girtî hatiye danîn.

Hin hevokên ku ji romanên Jack Londonî hatine girtin:

“Hemû van pirtûkan, hînî çi ji min re dikin hûn dizanin? Zagon tişteke din, Maf, Dad tişteke din e…” Ji romana “Paniya Hesin” /Romanı.

”Ji ber vê sedemê nenasber tişteke tirsehêz bû. Ji ber ku, yek ji hêmanên bingehîn ku tirsê pêk tîne jî, tiştê nenasber bû…” Ji romana “Diranê/Didan Spî, ji rûpelên 15 û 16.

”Di dawiyê de rojekê tirs û rajêrî, bi herikîna jiyanê wekî lehîyekê, ji navê rabû û bi dawî bûn…” Ji romana Diranê Spî, ji rûpela 15.

Berhemên Jack London:

Romanên Wî:

A Son of the Snow (1900)
Children of the Frost (1902)
The Call of the Wild (Banga Wehşetê) (1903)
The Kempton-Wace Letters (1903). Ji aliyê Jack London û Anna Strunsky hate nivîsandin, weke bênav weşandine.
The Sea Wolf (1904)
The Game (1905)
White Fang (1906)
Before Adam (1907). Di kovara Everybody’s de weke rêzenivîs hat weşandin.
The İron Heel (1908)
Martin Eden (1909)
Burning Daylight (1910)
Adventure (1911)
The Scarlet Plague (1912)
The Abysmal Brute (1913)
The Walley of the Moon (1913)
The Mutiny of the Elsinore (1914)
The Star Rover (1915). Bi sernavê “The Jacket” hate weşandin.
The Little Lady of the Big House (1916)
Jerry of the Islands (1917)
Michael, Brother of Jerry (1917)
Hearts of Three (1920, novelization by Jack London of a movie script by Charles Goddard)
The Assassination Bureau, Ltd (Di sala1963’ê de ji aliyê Robert Fishh re hat xilaskirin.)

Berhevokên Çîrokan: 

Tales of the Fish Patrol (1906)
Smoke Bellew (1912)
The Turtles of Tasman (1916)

Bîranînên Xwejînenîgerîya Wî:

The Road (1907)
The Cruise of the Snark (John Barleycorn) (1913). Di navbera 1907-1909’ê de hatiye nivîsandin û bîranîna li geşt û rêwîtîyên Pasîfîk ên Jack û Charmian London’ê ne.

Berhemên Ji Derveyî Pevxistinê û Gotarên Wî:

The People of the Abyss (1903). Qala jiyan û mercen xîzanên Brîtanyayê dike)
Revolution, and other Essays (1910)
The Cruise of the Snark (1913)
How I became a socialist

Kurteçîrokên Wî:

“By The Turtles of Tasman”
“Diable-A Dog”
“An Odyssey of the North”
“To the Man on Trail”
“To Build a Fire”
“The Law of Life”
“Moon-Face”
“The Leopard Man’s Story” (1903)
“Negore the Coward” (1904)
“Love of Life”
“All Gold Canyon”
“The Apostate”
“In a Far Country”
“The Chinago”
“A Piece of Steak”
“Good-by, Jack”
“Samuel”
“Told in the Drooling Ward”
“The Mexican”
“The Red One”
“The White Silence”
“The Madness of John Harned”
“A Thousand Deaths”
“The Rejuvenation of Major Rathbone”
“Even unto Death”
“A Relic of the Pliocene”
“The Shadow and the Flash”
“The Enemy of All the World”
“A Curious Fragment”
“Goliah”
“The Unparalleled Invasion”
“When the World was Young”
“The Strength of the Strong”
“War”
“The Scarlet Plague”
“The Seed of McCoy”
“The Sundog Trail”
“Batard”
“The King of Mazy May”
“South of the Slot of fun”

Lîstik:

The Acorn Planter: a California Forest Play (1916)

Lîsteya Fîlmên ku ji fîlmên Jack Londonê bo sînemayê hatine kişandin: 

https://www.imdb.com/name/nm0518711/

Çavkanî:

https://jacklondonpark.com/
https://www.britannica.com/biography/Jack-London
http://london.sonoma.edu/writings/

Jack London Museum


http://bnk.institutkurde.org/catalogue/detail.php?pirtuk=198

https://www.wikiwand.com/ku/Jack_London
http://www.tirsik.net/index.php?mijarid=16200
http://www.biyografi.net.tr/jack-london-kimdir/amp/
https://www.edebiyatla.com/gunce/jack-londonin-hayati-ve-eserleri-302010
https://www.biyografi.info/kisi/jack-london
https://www.listelist.com/jack-london-kimdir/amp/

29 Kasım 2019 Cuma

Fîlmê Pevxistina Zanistî/Fezayî “Aliens”


Di fîlmê duyemîn a rêzeya "Alien"ê de, peywirdara keştiya fezayê serpel Ellen Ripley piştî bobelata ku li Nostromoyê qewimîbû, li cîhanê tê hişyarkirin û li nexweşxanê dibêjin ku li ser vê bûyerê ji zêdetirî 50 salan derbas bûye.

Piştî demekê agahiyan tên, li gerstêrka Nostromoyê ku mirovan têde dijîn û afirandîyan kolonî avakirine û ji mêj ve ji kolonî xeber nayê.

Serpel Ellen Ripley û koma wê ji bo rizgarkirina mirovan û vekolandina vê bûyerê derdikevin rêwîtiyeke fezayê.

Fîlmê pevxistina zanistî/fezayî "Aliens" yek ji fîlmên herî serketî û bandorker ên dîroka sînemayê ye ku li Xelatên Akademiyê di 7 beşan de weke berendam hatiye nîşandan û xelatên Efekta Dîmen a Herî Serketî û Efekta Deng a Herî Serketî girtine.

"Aliens" (1986) / Derhêner: James Cameron û Senaryo: James Cameron, Walter Hill, Ronald Shusett, Dan O'Bannon, David Giler

Nivîs: Rûmet Med

4 Ekim 2019 Cuma

Konsera Koma “Heray” / Wan (2016)


Koma muzîka Kurdî "Heray" ji 5 Jinên Kurdên Herêma Xorasanê pêk tê û di van salên dawî de bi peyv û newayên kilamên xwe yên resen û balkêş û herêmî ve tê naskirin. Heray, li gelek dever û bajarên cîhanê beşdarî li bernameyên festîvalan dibin û konseran didin.

Herêma Xorasanê weke bawerî Yarsanî (Kakeyî, Ehlê Heq, Şiî)* ne û ritûel, çand û jiyanên wan nêzîkî bawerîya Elewîtîyê ye. Xorasan ji gelek aliyan herêmeke dewlemend e û li ser cîhanê bi wêje, xalîçe (mafir), muzîk û hwd. xwe ve tê zanîn û di van salên dawî de ji aliyê lêkolîner û nivîskar û akamîsyenan ve li ser çand, jiyan û muzîka Kurdên Xorasanê gelek lêkolînan têne kirin.

Koma muzîka Kurdî "Heray" wekî hunermendên din ên Herêma Xorasanê; Yalda Abbasî, Kayhan Kelhor û Sîma Bîna li ser cîhanê gelek tê naskirin. Koma Heray di meha Cotmeha sala 2016'ê di çarçoveya bernameya 3'yemîn Festîvala Fîlman a Axtamara ya Wanê de konserek dabûn û kilamên xwe yên herêmî û resen gotibûn.

Çavkanî: https://ku.m.wiktionary.org/wiki/yarsan%C3%AE

Nivîs: Rûmet Med

Nûçe - Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

4 fîlmên Derhênera navdar a Arjantînî Lucrecia Martelê


Derhênera navdar a Arjantînî Lucrecia Martel ligel derhêner Pedro Almodóvar yek ji derhênerên herî bandorker û serketî yên sînemaya Spanî û sînemaya serbixwe ye û mora xwe li hunera heftemîn daye.

Derhêner, senarîst û çêker Lucrecia Martel weke fikr û ramanê auteur e û di fîlmên xwe bi taybetî qala pirsgirêkên keç û jinan û rewş û mercên civakî ve dike û yek ji nûnerên herî serketî yên "Sînemaya Arjantinê ya Nû" ye. Di fîlmên Lucreci Martelê de; derbîr, xewn, têgihîştin, sehekî û cihên diyar cihekî gelek girîng digirin û wê di sînemayê de zimanekî resen û bandorker afirandiye.

Lucrecia Martel di jiyana xwe ya sînemayê de gelek fîlmên metraj dirêj, kurtefîlm û belgefîlman kişandine. Fîlmê "La Cienaga" yê Lucrecia Martelê di sînemaya nêzîk de yek ji fîlmên herî bandorker tê pejirandin. Lucrecia Martel li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê de îsal weke Seroka Juriya Festîvalê hatibû eşkerekirin.

"La Ciénaga" (2001) / Derhêner û Senaryo: Lucrecia Martel
Lîstikvanan: Mercedes Morán, Graciela Borges, Martín Adjemiá

Yekem fîlmê dirêj ê derhêner Lucrecia Martelê "La Ciénaga" li Herêma Saltayê ya girêdayî bakurê rojavaya Arjantinê, qala rojên malbeteke burjûva dike û rojên wan ên li herêma hêmî nîşan dide.

Hin sehneyên fîlmê "La Ciénaga" wekî belgefîlmê hatiye kişandin û li ser rewşa civakî disekine. Derhêner bi alegorîyan (metafor) atmosfereke resen û rastîbîn afirandiye.

"La Niňa Santa" (2004) / Derhêner: Lucrecia Martel û Senaryo: Lucrecia Martel, Juan Pablo Domenech
Lîstikvanan: Mercedes Morán, Carlos Belloso, Alejandro Urdapilleta

Fîlmê "La Niňa Santa" li ser çîroka jiyana rahîbeyeke piçûk a bi navê Amalia ye û ciwantiya wê, veguherînên cîhanê û rewşa gerdîşên civakî nîşan dide. "La Niňa Santa" di civakî de qala rewş û halên keç û jinan dike. Cureya fîlmê derûnnasî-dram e û li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê ji bo Palmîyeya Zerîn weke berendam hatiye nîşandan.

"La Mujer Sin Cabeza" (2008) / Derhêner û Senaryo: Lucrecia Martel
Lîstîkvanan: María Onetto, Claudia Cantero, Inés Efron

Li dû fîlmên "La Ciénaga" û "La Niňa Santa"yê, fîlmê dawî yê "Sêbareya Saltayê", "La Mujer Sin Cabeza" di sala 2008'ê hate kişandin. Derhênera navdar Lucrecia Martel bi vî fîlmê xwe jî li ser hest û têgihan û rewşa civakî disekine û zimanekî alegorîk afirandiye. Fîlmê "La Ciénaga" qala pirsgirêkên çînî, rewşa civakî, kirûya têgihanê dike û di jiyana rojane de rûyê bandorên teknolojî û paranoyayê nîşan dide. Di fîlmê de Veronica bi erebeya xwe qezeyek dike û ji ber vê qezayê rojên zor derbas dibe.
 

"Zama" (2017) / Derhêner û Senaryo: Lucrecia Martel
Lîstikvanan: Daniel Giménez Cacho, Lola Dueñas, Matheus Nachtergaele

Fîlmê "Zama" di sedsala 18'ê de li Paragûayê ku wê demê girêdayî welata Îspanyayê ye de derbas dibe û behsa dadgerekî bi navê Don Diego De Zama ku li benda tayîn û terfîyê ye, dike û li ser çîroka wî bi nerîneke rexneyî dîroka mêtinkariyê nîşan dide. Lucrecia Martel wekî fîlmên xwe yên din bi vê fîlmê xwe jî atmosfereke resen û sehekî afirandiye û temaşevanên xwe di serpêhatîya rêwitiyeke li xwezaya rengîn a Amerîkaya Başûr de digere.

Çîroka fîlmê "Zama"yê ji romana wêjekar Antonio di Benedettoyî bo sînemayê lê hatiye kişandin û di navbera çêkerên fîlmê de Pedro Almodóvar û Gael GarcíaBernal jî hene.

Fîlmografiya Lucrecia Martelê: https://m.imdb.com/name/nm0551506/

Nivîs: Rûmet Med

15 Eylül 2019 Pazar

Fîlmên Stanley Kubrick û Andreî Tarkovsky


Derhênerên navdar ên Stanley Kubrick û Andreî Tarkovsky bi fikr û ramanên fîlmên xwe ve morên xwe li dîroka hunera heftemînê dayîne û bûne nemir.

Her du derhêner jî li ser hunera sînemayê û temaşevan û xwendavanên sînemayê de bandoreke diyarker û girîng kirine û fîlmên wan bo hunera heftemîn riyeke nû û resen vekirine, bûne rênîşander.


Vîdyoyeke bi navê “KUBRICK / TARKOVSKY” derbarê fîlmên yên Stanley Kubrick û Andreî Tarkovsky’ê amade kirine û li ser Youtube weşandine. Vîdyo hin sehneyên fîlmên Derhêneran bi hev re nîşan dide û temaşevanan bi vîdyoyê kurt ve di navbera fîlmên Derhênerên Stanley Kubrick û Andreî Tarkovsky’ê de derdikevin rêwîtiyeke xweş û rengîn.

Nivîs: Rûmet Med

Dîrok: 10'ê Îlona 2019'ê

Di Sînemaya Ingmar Bergmanê de: Xewn û Rastîn!


Ingmar Bergman yek ji Derhênerên herî mezin ên dîroka sînemayê ye û mora xwe li “Hunera Heftemîn” daye. Derhênerê navdar ê Swêdî Bergman, fîlmên xwe bi dîmen û zimanekî helbestkî ve kişandine.

Di sînemayê de ramaneke heye û bi kurtayî weke “Xewn sîtava rastînê ye û ji wê sîtavê rastîneke nû derdikeve holê…”, têne rave kirin. Mirov dikare vê ramanê bi hevokên “Kesê ku xewn nabîne nikare fîlm bikêşîne..” re îfade bike.


Di gerdûn û xwezayê de, weke encama dîyalektikê hemû tişt diguhere û veguhure. “Hunera Heftemîn” ango sînema; bi hemû huner, zanist û dîsîplînên jiyanê ve di nav têkîliyeke de ye û wan ji bo hunera heftemîn hem çavkanî ne, hem jî hebûna xwe digel wan xurttir dike. Sînema herî zêde bi zanistên Derûnnasî û Civaknasî û hunerên wekî Wêje, Muzîk, Şano û Wêne we di têkiliyeke xurt de hebûna xwe didomîne û xwe ji nû ve diafirîne. Sînema li gorî hunerên din ciwantir e û  van hemî dîsîplînên jiyanê di bin sîwana xwe de dihewîne.

                                                       (Smultronstället – 1957)

Çavkaniya fîlmên Ingmar Bergmanê “xewn” e û li gorî wî bi tenê sînema ji bo veguhestina xewnê, di nava hunerên din de hunereke herî serketî û bandorker e. Derhêner Ingmar Bergman bi fîlmên xwe ve; êş, hez, hêvî, şahî, rewşa ruhî, şayîş hwd. mirovan bi awayekî herî baş tîne zimên.

  (Vargtimmen – 1968)

Di sînemaya Derhênerê cîhanê Ingmar Bergmanê de bandorên wekî rêmanên; xewn, bîranîn û rastîn, diyarker û girîng in. Fîlmên Bergmanê bi piranî di nava atmosfera xewnê de derbas dibin û rewşên ruhî yên qehremanên (karakter) fîlmên xwe diguhêze. Vîdeoya bi navê “Bergman’s Dreams” qala zimanê vebêjana fîlmên Igmar Bergmanê ve dike û bandorên xewnê ku li ser fîlmên wî çawa ye, wê vedikole.

(En passion – 1969)

Herîkina Fîlmên Ingmar Bergmanê bi atmosfer û zimanekî ve helbestkî derbas dibin û bi nerîn û tevgerên xwe temaşevanên xwe di nava rêwîtiyeke efsûndar û aram de digerîne. Fîlmên wê wekî fîlmên Derhênerê navda ê cîhanê Andreî Tarkosvkyê li dijî lez û bêruhiya çaxê dengekî bilind û watedar derdixe.


Vîdeoya “Bergmans Dreams” ku di der heqê sînemaya Ingmar Bergmanê de hatiye kişandin, fîlmên wî yên wekî; “Smultronstället” (Wild Strawberries) – 1957,”Vargtimmen” (Hour of the Wolf) – 1968, “En passion” (The Passion of Anna) – 1969, “Viskningar Och Rop” (Cries and Whispers) – 1972, “Höstsonaten” (Autumn Sonata) – 1978, “Fanny och Alexander” (1982), bi nerîneke ruhî û Derûnnasî ve vedikole.



Nivîs: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

Dîrok: 16'ê Tîrmeha 2019'ê

Çavkanî: https://youtu.be/JFQtlSvdWxQ
https://www.criterion.com/shop/collection/5-ingmar-bergman






31 Ağustos 2019 Cumartesi

Yekem Fîlmê Pevxistina Zanistî/Fezayê: "Rêwîtiya Ber Bi Hîvê" (1902)


Yekem fîlmên cîhanê di dawiya sedsala 19. de ji aliyê derhênerên wekî Birayên Auguste-Louis Lumière û Alice Guy-Blaché ve li Frensayê hatin kişandin.

Yekem fîlmê Pevxistina Zanistî/Fezayê bi navê "De La Terre A La Lune" (1902) ji aliyê Derhênerê Frensayê Georges Méliès ve hatiye nivîsandin û kişandin. (Ev fîlm ji aliyê hin lêkolîner û dîroknasên sînemayê ve weke yekem fîlmê bisenaryo tê pejirandin.)

https://youtu.be/9m830jhUi3E

Ji destpêka hunera sînemayê bi vir de di dîrokê de gelek fîlmên Pevxistina Zanistî/Fezayê wekî yên; "A Trip to the Moon" (1902), Derhêner: Georges Méliès. "2001: A Space Odyssey (1968), Derhêner: Stanley Kubrick. "Solaris" (1971) Derhêner: Andreî Tarkovsky, "Alien" (1979) Derhêner: Ridley Scott. "Apollo 13" (1995) Derhêner: Ron Howard. "Sunshine" (2007) Derhêner: Danny Boyle. "Moon" (2009) Derhêner: Duncan Jones. "Gravity" (2013) Derhêner: Alfonso Cuarón. "Interstellar" (2014) Derhêner: Christopher Nolan û "The Martian" (2015) Derhêner: Ridley Scott, hatine kişandin.

Mijara kurtefîlmê "Rêwîtiya Ber Bi Hîvê" (1902), li ser çîroka komeke stêrgeran (anstronot) û profesorê ye, ji cîhanê ber bi fezayê derdikevin rê û li wir ji aliyê xwecihên ku li hîvê dijîn ve têne dîl kirin. Fîlm, hewlên rêwiyên ên Hîvê ku ji bo vegera cîhanê û pêvajoya serpêhatiyên wan nîşan dide.

Yek ji fîlmên herî kevin ên sînemaya cîhanê "Rêwîtiya Ber Bi Hîvê", di şert û mercên dema xwe de fîlmeke balkêş e û ligel ku hemû negengazî, fîlm bi gelek efektên dîtbariyên xwe yên resen û afmosfera xwe ve, di dîroka sînemayê de ji bo temaşevan, xwendevan û lêkolînerên sînemayê fîlmeke girîng e.

Senaryoya fîlmê "Rêwîtiya Ber Bi Hîvê" ji çîroka nivîskarê navdar ê cîhanê Jules Verneyê ji bo sînemayê lê hatiye anîn.

"De La Terre A La Lune" (Rêwîtiya Ber Bi Hîvê / A Trip To The Moon) - 1902 / Derhêner û Senaryo: Georges Méliès

Çavkanî:
"Fîlm" - Michael Wood / Weşanên Dost, Rûpel: 31, 32 û 34. Ji Beşa "Hızlı Bir Tarihçe"

“Sinema Tarihinin Ilk Kadını: Alice Guy-Blache” / Ceyda Canbey (Gotar)

"Sedsala Sînemayê" (Sinemanın Yüzyılı) - Nivîskar: Giorgio Vincenti / Weşanên Evrensel, Rûpel: 28.

https://rumetmed.blogspot.com/2019/02/yekem-derhenera-jin-alice-guy-blache.html

https://ceotudent.com/uzay-filmleri-sevenlerin-mutlaka-izlemesi-gereken-10-film

Nivîs û Amedekar: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

5 Ağustos 2019 Pazartesi

Du gotinên Şêx Bedreddîn


"Min ne di axareş de, di dilên mirovên ku rastînê famkirinê de bigerin.."
"Rastîn ji me re dibêje ku mirovan ne li gorî hebûnên wan, olên wan, zimanên wan veqetînin, wê dibêje ku mirovan bikin yek (bigihînin hev)..."


("Beni kara toprakta değil, hakikati anlamış insanların yüreklerinde arayın!..."
"Hakikat bize insanları varlıklarına, dinlerine, dillerine göre ayırmamızı değil, birleştirmemizi buyurur...")

Şêx Bedreddîn

Wergêr: Rûmet Med

10 Fîlmên Herî Serketî yên Krzysztof Kieślowskîyî


Derhênerê navdar ê Polonî Krzysztof Kieślowskî yek ji derhênerên herî serketî yên dîroka sînemayê û rêbaza "Sînemaya Helbestkî" ye.

Derhênerê cîhanê Krzysztof Kieślowskî li ser cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; "La Double Vie De Veronique" (1991), "Trois Couleurs: Bleu" (1993), "Trois Couleurs: White" (1994), "Trois Couleurs: Rouge" (1994) û Dekalog - Deh Kurtefîlm (1988) ve tê naskirin.

Di fîlmên Krzysztof Kieślowskî de bikaranîna ronî û muzîkan ciyekî girîng û taybet digirin û bi hevokên zimanekî alegorîk û helbestkî ve xwe dide der... Mijar û çîrokên fîlmên Krzysztof Kieślowskîyî cuda û resen in, wekî xewneke xweş û spî diherikîn û me di rûyê kolanên jiyanê de digerin...

Di fîlmên Krzysztof Kieślowskî de babet û kirûyên derûnî girîng in û derhêner, qala sîtavên reng û dengên jiyanê, rêwîtî, xweza, rastîhevhatinan dike û li ser hest û ramanên mirovî disekine.. Derhênerê navdar ê Polonî Krzysztof Kieślowskî yek ji nûnerên herî serketî yên rêbaza Sînemaya Helbestkî ye û di sala 1996'ê de jiyana xwe ji dest da. Kieślowskî heta niha bi dehan fîlm û fîlmên televîzyonê kişandine û senaryoyan nivîsandine.

Di vê lîsteyê de, li gorî min "10 Fîlmên Herî Serketî" yên Krzysztof Kieślowskîyî ji bo temaşevanên sînemayê û sînemahezan weke pêşniyar hatine nivîsandin:

1. "La Double Vie De Veronique" (1991)

2. "Trois Couleurs: White" (1994)

3. "Trois Couleurs: Bleu" (1993)

4. "Trois Couleurs: Rouge" (1994)

5. "Dekalog" - Deh Kurtefîlmên Televîzyonê (1988)

6. "Camera Buff" (1979)


7. "Przypadek" (1987)

8. "Bez Końca" (1984)

9. "Personel" - Fîlmê Televîzyonê (1976)

10. "Krótki Film o Zabijaniu" (1988)

Nivîs û Amadekar: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

(Ev nivîs di malpera www.sinemayserbixwe.com'ê hate weşandin)

28 Temmuz 2019 Pazar

Rengê Evînê û Hêviyê; "Los Amantes Del Círculo Polar"


"Ez ê tavê temaşe bikim û ez ê tim li benda hatina te bibim..."


"Roj wê derkeve, roj dê biçe ava; ez li ciyekî tenya, di tenêtiya xwe de; ez ê bi hêviya xwe ya veşarî re li benda hatina te bibim..."


Çîroka mijara Fîlmê "“Los Amantes del Círculo Polar”, li ser jiyan û rastîhevhatina Anna û Otto ye û qala rengê dilê evînê wan dike... Çîroka fîlmê balkêş e û yek ji fîlmên herî serketî yên dîroka sînemayê tê qebûlkirin...


"Los Amantes Del Círculo Polar" (1998 ) / Derhêner û Senaryo: Julio Medem

Nivîs û Wergêr: Rûmet Med