Derhênerên navdar ên Stanley Kubrick û Andreî Tarkovsky bi fikr û ramanên fîlmên xwe ve morên xwe li dîroka hunera heftemînê xistine û bûne nemir.
Her du derhêner jî bandorên diyarker û girîng li ser hunera sînemayê û temaşevan û xwendavanên sînemayê kirine û fîlmên wan bo hunera heftemîn riyeke nû û resen vekirine, bûne rênîşander.
Vîdyoyeke bi navê “KUBRICK / TARKOVSKY” derbarê fîlmên yên Stanley Kubrick û Andreî Tarkovsky’ê amade kirine û li ser Youtube weşandine. Vîdyo hin sehneyên fîlmên derhêneran bi hev re nîşan dide û temaşevanan bi kurtevîdyoyê re di navbera fîlmên Stanley Kubrick û Andreî Tarkovskyî de derdikevin rêwîtiyeke xweş û rengîn.
Nivîs: Rûmet Med
Dîrok: 10'ê Îlona 2019'ê

Yorumlar
Yorum Gönder