Kayıtlar

Berhemên Zanyar-Ramangêr Yuval Nûh Hararî Û Wergerên Ji Bo Kurdî

Resim
Nivîs: Rûmet Med (Onur Kaya)   Zanyar, rewşenbîr, dîroknas û nivîskarê navdar ê îbranî prof. Yuval Nûh Hararî   (Yuval Noah Harari)   di sala 1976an de hate dinyayê, bi eslê xwe cihû ye û yek ji akademîsyenên Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Îbranî ya Qudsê ye. Li ser gelek mijarên wekî mirovnasî, cureyên mirovan, dîroka mirovahîyê, peresan, bîyoteknolojî, torên agahîyê, civaknasî, nijadnasî, aştî, qeyranên cîhanî, îradeya azad, pêşeroj, rabirdû, hişmendîya mirovan, Şoreşên Çandînî û Zanînî, hişê çêkirî, teknolojî, torên agahîyê dixebite ku fikr û ramanên xwe di konferansan de jî dide der. Di berhemên xwe de pêkhatin û geşedana cureyên mirovan ên wekî Homo Sapiens, Neandertal û cureyên din ên Homo Sapiensê vedikole û li ser Şoreşa Neolîtîk (Şoreşa Çandinê, 9 hezar sal-12 hezar sal berê) û Şoreşa Zanînî (70 hezar sal-30 hezar sal berê) û Serdema Hişê Çêkirî û Serdema Nûjen dinivîse.  Hararî vegan e û dibêje ku ev encama lêkolîna wî jî tê de nerîna wî ew e ku bi...

Rih Û Jiyana Gêrikan: Berî 66 Milyon Salan Cotkarî

Resim
Nivîs: Rûmet Med (Onur Kaya)   “Gêrik” bi navên din “Mûrî,” “Morî”. Li ser rûyê erdê ji bilî parzemîna Antarktîkayê, li hemû parzemînên cîhanê dijîn. Tê zanîn ku van candarên piçûk di nava ajalan de digel mêşhingivan, candarên herî kedkar û jêhatî ne ku li erdnîgarîya cîhanê bi texmînî ji zêdetirî 20 katrilyon gêrik jiyanên xwe didomînin. Li gorî hin agahîyên zanistî, gêrik qet nakevin xewê û di navberên kurt de bêhna xwe didin, hin lêkolînan jî dibêjin ji bo demeke kurt dikevin xewê. Gêrikan, candarên gelek bihêz in û dikarin tiştên ku ji giraniyên xwe 50 caran mezin in, rabikin û bar bikin. Gêrik li gel kolonîyên xwe dijîn, li axên dinyayê heta niha bi deh hezaran cureyên gêrikan hatine dîtin. (Li gorî hin çavkanî jî ev hejmar ji zêdetirî 13 hezar e.) Rengên gêrikan cûr bi cûr in û navên cureyên wan ên herî zêde tê zanîn; Gêrikên Reş, Sor, Hingiv, Zer, Dartiraş, Şervan (Lejyoner), Agir, Palehî, Cûmker, Şivan, Pelbir, Fîrewn, Xemirî (Mor), Bibask, Gêrikên Mezin û gelek cureyên din...

Yek Ji Destanên Antîk, Epîk Û Mîtolojîk A Herî Qedîm “Odysseia” Weke Fîlmê Sînemayê Derdikeve Li Pêşberî Sînemahezan

Resim
  Nûçe-Nivîs: Rûmet Med (Onur Kaya) Yek ji destanên antîk, epîk û mîtolojîk ên herî qedîm a dîroka wêjeyê Odysseia qala serpêhatîyên Odîseûsî dike. Odîseûs piştî Şerê Troyayê (deh sal didome) vedigere warê xwe Îthakayê. Tê texmînkirin ku her du destanên Homerosî yên Odysseia û Îlyada di nav sedsalên 7ê an jî 8ê de hatine berhevkirin û nivîsandin. Destanên Odysseia û Îlyada bi şêweya helbesta epîk hatine nivîsandin û her du berhemên mîtolojîk jî ji aliyê gelek nivîskar ve wek pirtûkên çîrok û roman jî hatine nivîsandin, û wek lîstikên şanoyê hatine lîstin. “Odysseia” di sala 1997ê de ji aliyê derhêner û senarîst Andrey Konchalovskiy ve bi navê “The Odyssey” (ji du beşan pêk tê) weke rêzefîlmê televîzyonê hate kişandin. Christopher Nolan bi fîlmê xwe yê nû re ji nû ve derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. Destana dîrokî Odysseia ji aliyê derhênerê hoste Christopher Nolan ve weke fîlmê sînemayê hate nivîsandin û kişandin. Hate ragihandin ku fîlmê “The Odyssey” di 17ê Tîrmehê de d...