Çîrok: Rûmet Med (Onur Kaya)
Wek her rojan, ew roj jî zû şiyar bûbû. Taveroja berbangê, di ser ax û avên bajêr re digeriya, rengê germahî û ronîya xwe hêj nû dida hîskirin.. Bendikên pêlavên xwe bi lez û bez girêda û bi sê tekerê xwe yê li ber derî amede re kete rê…
Tîrêjên tavê, hêdî hêdî dirêj dibûn û xwe nû didan nîşandan. Siya gavên wî û sê tekerê bi hev re diçûn. Bayê rojên dawî yên payîzê diwezî û pelên darên cur bi cur li erdê ketibûn, ku mîna pêlên ku li ser beravên behrekê digerin.
Gava ku li pêşberî dibistana xwe ya berê derbas bû, ew rojên xweş hatin bîra wî, herî zêde jî bêrîya hevalên xwe kiribû. Malbatên hin hevalên wî malên xwe ji wê derê barkiribûn. Bi hin hevalên xwe re selpakfiroşî û boyaxkerî kiribû, hin rojan di kolanên bajêr de av firotibûn û hin caran jî kêşvanî kiribûn. Hêj jî gelek hevalên wî, di van rojan de dixebitin û carinan jî rastî hev hatibûn. Kenên wan dihat bîra wî û dilê xwe bi wan bîranînan germ kir. Bişirên wan wekî wêneyekî zelal, hatin ber çavên wî. Nêzîkî du saetan derbas bûbû ku westiya û li cem dîwarekî mezin hinekî sekinî û bêhna xwe dida.
Zarok, bi gavên biçûk û westiyayî li kolanên taxên bajêr digeriya û dengê wî heta şeqama din a bajêr dihate bihîstin. Di nava bêdengî û dirêjbûna taxê de dimeşiya, gavên wî zêde lezgîn nebûn. Li ber derîyên malan û cihên qirşan derbas bû, hin hesin, dar û qenepeyên kevn ên avêtî dîtin û hinek ji wan hilgirtin, li ser sê tekera wî ya ku têde karton û çar-pênc heb jî hesin û xurdeyan xuya dikirin.
Firavîna xwe dikarî encax piştî nîvro xwar, nanê wî sandwîçeke biçûk ku ji mala xwe anîbû, li ser kevirek rûnişt û sandwîça xwe di demeke kurt de xwar. Stranek hate bîra wî, ew strana qedîm ku bapîra wî hertim ji wan re distrand, ku bapîra wî li bajêr dengbêjekî binav bû, gelek çîrok, stran û kilaman dizanîbû û berhemên wî yên bi xwe jî hebûn.
Wext hêdî hedî derbas bû û hewa jî tarî dibû. Ji ciyekî ku nêzîk e an jî dûr e tam ne diyar e, dengên nîvdiyar hatibûn. Danê êvarê bû, dem diherike û rengê hêvîyê li ser ax û kolanên bajêr digeriya…
*Ev çîrok cara yekem di Mijdara 2017ê de hate nivîsandin û di 2019ê de di e-pirtûka Rûmet Medî ya bi navê “Dilê Xwezayê” de hatibû weşandin ku hin hevokên çîrokê hatin serastkirin û ji nû ve hate amadekirin.
Çavkanî: https://theraisingofkurds.com/xurdefiros-u-se-teker/







Hiç yorum yok: