kovar etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
kovar etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

6 Nisan 2026 Pazartesi

Hejmara Nû Ya “Psychology Kurdî” û Têkilîya Wêje û Derûnnasî

Nivîs-Nûçe: Rûmet Med (Onur Kaya)

 Wêje û derûnnasî du warên cuda ne ku hewla famkirina ruhê navxweyî yê mirovan didin der û girêdayî hev in. Derûnnasî; tevger, hest û pêvajoyên zîhnî yên mirovan bi rê û rêbazên zanistî ve vedikole, wêje jî bi riya ziman, vegotin û karakter ve li ser wan disekine û bi awayekî azmûnî dide der. Ji ber vê yekê, wêje gelek rewş û têgihên derûnnasîyê bi çîrokên mirovan ên şênber û bi awayên cur bi cur vedibêje.

Di berhemên wêjeyî de rewşên navxweyî yên karakteran, herikîna hişmendîyê, trawma, arezû û tirsên wan, bi mijarên bingehîn ên derûnnasîyê ve rasterast pevgirêdayî ne. Bi taybetî di kevneşopîya roman û çîrokên nûjen de nêzibûn û arastebûna rewşên navxweyî yên karakteran, bi bandora teorîyên derûnnasîyê yên wekî derûnnasên Sigmund Freud, Alfred Adler, Carl Gustav Jung ve kûrtir bûye. Nivîskar li ser têmayên binbîr, tepeserdin û lêgerîna nasnameyê disekinin û bi vî awayî kûrahîyên ruhê mirovan keşf dikin. Xwîner jî bi riya van metnan him nêzîkî zîhnên din dibin him jî rewşên xwe yên naxweyî nas dikin.


Ji aliyê din ve, derûnnasî jî îlhama xwe ji wêjeyê digire. Metnên wêjeyî, wekî arşîveke dewlemend a bîranîn, serpêhatî û azmûnên mirovan in, ku ji bo derûnnasan mînakên girîng ên li ser hevxemî (empatî), nasnameya vegotinê û derbirîna hestî pêşkêş dikin. Di warên wekî bîblîyoterapî de, wêje wekî amûreke başker û dermankirinê tê bikar anîn; ji ber ku vegotin alîkarîya mirovan dike da ku ji jiyanên xwe baştir fam bikin. Bi kurtasî wêjê û derûnnasî du rê û rêbazên temamker in ji bo têgihiştina mirovan: derûnnasî bi riya dahûrîna zanistî û wêje bi riya pêjna hunerî ve li ser ruhê mirovan disekinin. Dema ku mirov her duyan bi hev re bifikire, mirov dikare tevlihevîya ruhê mirovan kûrtir û baştir fam bike.


Hejmara 21ê ya kovara “Psychology Kurdî” bi mijara dosyeya “Wêje û Derûnnasî” derket li pêşberî xwîneran. Di rûpelên hejmara nû ya kovarê de; nivîs, hevpeyvîn û gotarên li ser têkilîya Wêje û Derûnnasîyê cî digirin.


Kovara Derûnnasiyê bi Kurdî “Psychology Kurdî” ji sala 2016ê bi vir de tê weşandin, ku nivîs, gotar û hevpeyvînên ku di derbarê mijarên Derûnnasî û Tendurîstîyê de hatine nivîsandin-amadekirin diweşîne. Di edîtoryaya kovara Psychology Kurdî de Abdulsittar Özmen, Siyabend Aslan, Samed Doğan, Gülperi Gündüz, Azad Dildar û Leyla Turhan cih digirin ku kovar ji sala 2020ê (hejmara 11emîn) bi vir de di bin sîwana Weşanên Avestayê de derdikeve.


Di nivîsa edîtorîya hejmara nû ya kovarê de balê dikişîne li ser têkilî û girîngîya her du dîsîplînên bi hev ve girêdayî ne û hate gotin ku “Ev her du dîsîplîn ku di navenda wan de mirov heye, bi kûrahî bi hev ve girêdayî ne û alozî û kûrahiya ruhê mirov radixînin ber çavan.  Dema derûnnasî cîhana hundirîn a takekesî analîz dike û alîkariyê dike ku takekes xwe nas bike, wêje jî dibe dengê vê cîhana hundirîn. Êş, bextewarî, xwestekên tepisandî û trawmayên mirovan di metnên wêjeyê de bi kûrahiya hunerî derdikevin holê. Wêje ji bo mirov, ji bo tenêtiya wî, ji bo bêwatebûn û nediyariya wî atlaseke xeyalî ya dewlemend pêşkêş dike û têgihîştinekê dide. Wêje, wekî qadeke terapiyê, êşê vediguherîne û dike ku meriv bikaribe biaxive.”


Naveroka hejmara nû ya Psychology Kurdî: 


Wêje û Psîkanalîz: Diyalogeke Bêdawî di Neynika Giyanî de

Azad Dildar


Çîroka Şengê û Pengê: Tirsa Dûrketina ji Dayikê

Ramazan Pertev


Girîngiya Pırtûkan ji bo Geşedana Zarokên 0-6 Salî û Wêjeya Zarokan a Kurdî

Gülbeyaz Bozan


Hevpeyvîn bi Fatma Savcı, Gulîzer, Kenan Subaşı, Hesen Ildız û Mehmet Hanifi re

Psychology Kurdî


Temsîlîyeta Çîrokan di Psîkopatolojiyê de: Lehengên Çîrokan û Taybetmendiyên wan ji aliyê Sîndromên Psîkolojîk ve

Mûrad Dildar


Nirxandineke Psîkanalîtîk, Civakî û Çandî ya Romana Helîm Yûsiv

Leyla Turhan


Binqonaxên Trawmaya Civakî di Çîrokên Bavê Nazê de

Enver İleri


Xizmeta Civakî, Dîlemayên Etîk û Pêvajoya Biryardayîna Etîk

Gülperi Gündüz


Tenêtiya Psîkopatolojîk

Ali İhsan Yaka


Mekanîzmayên Noral ên Guhertina Ziman: Çavkaniyên Duzimanî

Nûjen Yüksel


Huner û Zanist Ji bo Xwenasînê

İlyas Tunç


Adolescence: Lêgerîna Nasnameyê Û Tenêtî

Elîxan Bozan


Pirs û Bersiv

Bi Aslîka Qadir re

Psychology Kurdî 


Termên Derûnnasiyê

Psychology Kurdî


Çavkanî: https://theraisingofkurds.com/hejmara-nu-ya-psychology-kurdi-u-tekiliya-weje-u-derunnasi/

7 Şubat 2026 Cumartesi

Çîrokeke Nejibîr “Qral Tazî”

Nivîs: Rûmet Med 

Hebû tune bû, demekê li herêmekê Qralek hebû. Ev Qral gelek çavbirçî û bêbext bû. Çavên wî ji bilî cil û bergên xwe tiştek din nedîdit. Siya wî ya tarî li ser axa hemû deverên herêmê, mîna ewrekî bêreng digeriya.

Rojekê, Qralê herêmê cîran, bi riya peyamnerê xwe peyamek jê re şandiye û gotiye ku ew ê di demeke nêzîk de were serdana te. Li ser xebera nû Qral di nav xwe de, xwe bi xwe demeke dirêj axivîye, “Ez ê di dema serdanî de çi cil û bergan li xwe bikim”.


Qral, zû bi zû gazî xizmetkarên xwe kiriye û gotiye, “Bila ji hemû deverên cîhanê ve xeber bişînin û bibêjin ku, “Ez cil û bergên wisa dixwazim ku li ser cîhanê divê bêhempa bibe û cêwîkên wê jî qet tune bin. Ger cildirûyeke/î wisa hebe ez ê wî/ê bikim xwedî dewlemendî û bextewar.”


Di demeke kurt de agahî li hemû deverên cîhanê gihîştiye û belav bûye. Cildirûyên herî baş ên dinyayê, yeko yeko hatine ji avahîya qesrê re, qor bi qor qala kar û kirinên xwe kirine û mînakên kincên xwe nîşan dane.. Lê belê Qral cil û bergên wan ên ku li ber destên wan, zêde ne ecibandiye.


Piştî vê rewşê, Qral bi awayekî bêsebr sekinîye û dotira rojê eşkerekiriye ku “Divê cil û bergên ku ji min re tên gelek baş û xweştir bibin.” Piçekî wext derbas bûye, di dawiyê de cildirûyekî ciwan hatiye, ketiye nava salona qesrê û derketiye li hemberê Qralî. Qral demeke kurt li wî nihêriye û pirsê xwe lê kiriye, “Ka bibêje cildirûyê ciwan, te ji min re çi anîye?” Cildirû bêyî bêhn didan û bilez bersiva xwe daye, “Ew cawê rengdar ê ku hûn di destê min de dibînin, min ji bo we anîye, qumaşekî taybet e û li ser rûyê cîhanê zû bi zû peyde nabe. Min dil heye ku ez ê vê qumaşê li gorî we bidirûnim ku hûn jî bibînin ku wê çi qas xweş bibe.”


Qral bi vê gotinan pir mat maye û nezaniye çi bike û bibêje. Cildirû gotina xwe berde wam kiriye, “Qralê mezin şertekî min heye”, Qral bersivandiye û gotiye, şertê te çi ye cildûrê ciwan? Wî bersiv daye, “heta ku ez cil û bergên we xilas bikim divê tu kesî têkilî ji karê min re nebin û bêdengî dixwazim.” Qral, li ser vê gotinan hinek kêfxweş bûye, şertên Cildirûyê qebûl kirine. Du kîsikê ku têde tijî zêr in ji bo heqê destpêkirina karê weke diyarî jê re daye û paşê gotiye, “Divê karê xwe zû xilas bike.”


Cildirûyê ciwan yekser dest bi karê xwe kiriye û piştî sê rojan ji Qralî du kîsikên zêr ên din jî xwestine û Qral xwesteka ciwanê bi cih anîye. Li ser vê rewşê rojan û hefteyekê derbas bûye, meraqa Qralî her ku diçe zêdetir bûye û ew pêşî serokwezîrê xwe li cem Cildirûyî rêkirîye, wî çûye û bi hêdîka ketiye mezela xebatkirinê, lê belê wî çi bibîne, ji nişka ve dîtiye ku mezela xebatkirinê vala ye û wî nikariye li ser vê rewşê çi bibêje û çawa rave bike. Cildirû hatina Serokwezîrî bihîstîye û wî dîtiye ku di destên wî de çi tişt tune, ji serokwezîr re pirsiye, “Cil û berg çawa bûye, li gorî te Qralê mezin jî vê kincê biecibîne?” Serokwezîr li ser pirsa wî, kêliyekê di cihê xwe de heyîrî maye, lê ji bo ku nekeve rewşeke xirab û pêşkenî bêdil gotiye ku “Erê te gelek baş çêkirîye, destên te sax bin”. Wî, ji mezelê derketîye û çûye li ba Qral. Qral bi çavên meraqdar pirsîye, “Cil û bergê min çawa xuya dike?” Serokwezîr wiha bersivandiye, “Qralê min, ew gelek baş bûye, min di umr û jiyanê xwe de cil û bergê ev qas xweş nedîtibû. Ew tam li gorî we ye, li ser xêrê be. Piştre Serokwezîrî ji bo dîtina cil û bergê Wezîrê xwe rêkiriye, ew jî çûye û dîtiye ku li mezelê çi tişt diyar nake, hatiye û li ser cil û bergê Qralî heman tiştan gotiye.


Herî dawî jî Qral çûye mezela xebatkirinê û dîtiye ku Cildirûyê ciwan di hundur de bêrawest û bêwestan karê xwe dike, lê belê Qral li mezelê ji bilî valahîyê tiştek din nedîtiye. Qral ji nişka ve pirsîye, “Te ev qas demê rûniştiye û çi tişt nekiriye, ez vê du kîsikê tijî zêr in cihê beredayî didime ji bo te?” Cildirû bîskek bêdeng maye, bi rewşeke jixwebawer gotiye, “Qralê mezin, ev qumaşî di destên min de, bi tenê mirovên biaqil dikarin bibînin, ka binêrin çiqas xweş û nerm e, neqşên wê resen in, bila bi destên xwe re bigirin, ma ne welê ye?” Qral dîsan mat maye û nezaniye çi bibêje. Wî, ji bo nekeve rewşeke ecêb, weke bêdil ew jî gotiye, “Belê belê pir xweş bûye, bi taybetî ji neqşên wê gelek baş in, min pêşdetir tişteke wiha ne dîtibû” û ji odê derketiye.


Cil û bergê nû yê Qralî li herêmê di devên hemû kesan de belav bûye. Li herêmê hin kes gotine ku bi tenê kesên biaqil dikarin cil û bergên Qralî bibînin û ji ber ku ew bi qumaşekî cuda re hatiye çêkirin. Her ku diçe meraqên hemû kesan zêde bûne.


Di dawiyê de roja serencam hatiye û amadekariyan jî temam bûne. Gelê herêmê kom bûne. Cildirûyê ciwan, cil û bergên li ser Qralî derxistine û wekî ku di destên wî de hebûya cil û bergên nû, li wî kiriye. Pişt re jî gotiye, “Cil û bergên we gelek xweş bûn Qralê mezin, ew gelek li we hatî..”


Qral ji bo gotinên Cildirûyê ciwan, bêdil û bi awayekî şaşbûyî sekiniye, spas kiriye û gotiye ku “Destên te sax bin, gelek xweş û baş bûye..” Qralî bi cil û bergê xwe yên nû re derketiye li derveyî qesrê. Gelên ku gava Qralî dîtine gelek heyirî mane û pêşî bi çavên xwe bawer nekirine. Qralî di vê rewşê de li herêmê geriyaye, lê tu kesan nikarine ji Qral re rastiyê bibêjin, di nav xwe de kenîne.


Qral demekê li kolanên herêmê geriyaye, ji nişka ve dengê zarokekê piçûk hatiye bihîstin û tilîya xwe ber bi jorê ve rakiriye û di nav bêdengiyê de gotiye, “Qral Tazî!..”


Piştî gotina zarokê piçûk, dengên ken û bişirîna gelê belav bûne. Qral di cihê xwe de wek mat mayî, bedena xwe bi destên xwe ve veşartiye û hema bêdeng rawestiye…


Nivîskarê çîroka resen: Hans Christian Andersen


*Ev çîrok cara yekem di Tîrmeha 2018ê de hate nivîsandin û di 2019ê de di e-pirtûka Rûmet Medî ya bi navê “Dilê Xwezayê” de hatibû weşandin ku hin hevokên çîrokê hatin serastkirin û ji nû ve hate amadekirin.


Çavkanî: https://theraisingofkurds.com/cirokeke-nejibir-qral-tazi/

6 Ocak 2026 Salı

Xurdefiroş û Sê Teker

Çîrok: Rûmet Med (Onur Kaya) 

Wek her rojan, ew roj jî zû şiyar bûbû. Taveroja berbangê, di ser ax û avên bajêr re digeriya, rengê germahî û ronîya xwe hêj nû dida hîskirin.. Bendikên pêlavên xwe bi lez û bez girêda û bi sê tekerê xwe yê li ber derî amede re kete rê…

Tîrêjên tavê, hêdî hêdî dirêj dibûn û xwe nû didan nîşandan. Siya gavên wî û sê tekerê bi hev re diçûn. Bayê rojên dawî yên payîzê diwezî û pelên darên cur bi cur li erdê ketibûn, ku mîna pêlên ku li ser beravên behrekê digerin.


Gava ku li pêşberî dibistana xwe ya berê derbas bû, ew rojên xweş hatin bîra wî, herî zêde jî bêrîya hevalên xwe kiribû. Malbatên hin hevalên wî malên xwe ji wê derê barkiribûn. Bi hin hevalên xwe re selpakfiroşî û boyaxkerî kiribû, hin rojan di kolanên bajêr de av firotibûn û hin caran jî kêşvanî kiribûn. Hêj jî gelek hevalên wî, di van rojan de dixebitin û carinan jî rastî hev hatibûn. Kenên wan dihat bîra wî û dilê xwe bi wan bîranînan germ kir. Bişirên wan wekî wêneyekî zelal, hatin ber çavên wî. Nêzîkî du saetan derbas bûbû ku westiya û li cem dîwarekî mezin hinekî sekinî û bêhna xwe dida.


Zarok, bi gavên biçûk û westiyayî li kolanên taxên bajêr digeriya û dengê wî heta şeqama din a bajêr dihate bihîstin. Di nava bêdengî û dirêjbûna taxê de dimeşiya, gavên wî zêde lezgîn nebûn. Li ber derîyên malan û cihên qirşan derbas bû, hin hesin, dar û qenepeyên kevn ên avêtî dîtin û hinek ji wan hilgirtin, li ser sê tekera wî ya ku têde karton û çar-pênc heb jî hesin û xurdeyan xuya dikirin.


Firavîna xwe dikarî encax piştî nîvro xwar, nanê wî sandwîçeke biçûk ku ji mala xwe anîbû, li ser kevirek rûnişt û sandwîça xwe di demeke kurt de xwar. Stranek hate bîra wî, ew strana qedîm ku bapîra wî hertim ji wan re distrand, ku bapîra wî li bajêr dengbêjekî binav bû, gelek çîrok, stran û kilaman dizanîbû û berhemên wî yên bi xwe jî hebûn.

Wext hêdî hedî derbas bû û hewa jî tarî dibû. Ji ciyekî ku nêzîk e an jî dûr e tam ne diyar e, dengên nîvdiyar hatibûn. Danê êvarê bû, dem diherike û rengê hêvîyê li ser ax û kolanên bajêr digeriya…


*Ev çîrok cara yekem di Mijdara 2017ê de hate nivîsandin û di 2019ê de di e-pirtûka Rûmet Medî ya bi navê “Dilê Xwezayê” de hatibû weşandin ku hin hevokên çîrokê hatin serastkirin û ji nû ve hate amadekirin.


Çavkanî: https://theraisingofkurds.com/xurdefiros-u-se-teker/

Di Herikîna Demê de Dengên Çivîkan


Nivîs: Rûmet Med (Onur Kaya)

"Bi tenê dema ku her tişt bêdeng dibe, wê demê tu dikarî rastîyê bibihîsî.."¹

Çivîk kom bûne, ber bi ciyekî ve diçin.

Dengên wan dê bimînin li xwezayê.

Rêz bi rêz mezin dibin, di herikîna jiyanê de

Dengên wan jiyan bixwe ne.

Bi tenê deng dimîne ji bo jiyanê.

Deng di valahîya hewayê de digere,

Wekî xeyaleke germ a ronîyê.

Deng dimîne, pirî caran bêdengî jî dengekî ye.


Deng; sîtava rengê ye, siyên hîvê ye, pelên daran e, pêlên behran deng e, peyvên axaftinên mirovan deng in, di bêdengîyê de jî dengekî xwe dide der û deng jiyan bixwe ye…


Ba diwezîne, pelên daran dihejînin, çivîk difirin û dengên xwezaya jiyanê têne bihîstin û li benda reng û dengê biharê ne. Jiyanê xwe tim ji nû ve diafirîne û deng û rengên nû tîne.


Helbestvanekî di risteyeke xwe de gotibû, “Deng, deng, bi tenê deng dimîne…”*  û di helbesteke xwe ya din de jî digot, “Firînê ji bîr neke, Çûk fanî ye…”** Helbestvanekî jî dibêje ku “Jiyan kurt e, çivîk difirîn…”***


Di hêwirzeya jiyanê de carinan dengên hinek tiştan nêzîk dibin. Mirov wexta dengê bêdengîyê dibihîse, hinek dengan jî nêzikê mirov dibin.. Mirov ruhê xwe di nav wan dengan de winda dike, têde xwe peyde û nas dike, û rengên xwerû û zelal ên sirûştî dibihîse. Deng bi tena serê xwe deng nînin, ew, reng û awazê jiyanê bixwe ne û tiştî ku mezin dike jiyanê germ û ronîya dengê ye.


Deng rastî û rastîna jiyanê ye. Tîpên peyvên zimanan ji dengan pêk tên. Helbestvanekî di helbesta xwe de dibêje “Ji elfabêtan tîpek kêm dibe ku dimirim….”**** Jiyan, bi dengan xwe mezin û nêzîk dike… Ku deng nebe kolanên jiyanê kêmasî û nîvçe dibin.. Hebûn û wateya jiyanê di nav dengan de ye û peyvan ligel dengan ve hene. Ji ber ku deng him çavkanî ye, him jî sîtav e…


Jiyana me ji reng û dengan pêk tê.. Deng dimîne, bi tenê dengên hezkirin û evînê mayînde ne… Jiyana me bi tenê di dengên wan de xwe nas dike û rastîn bi tenê di dengên wan de veşarî ye… Jiyana me li vir e.. Helbestvanekî jî gotîbû “Hebûna min li wir e di jiyana me de…”*****


Nîşe:

¹Amador (2010) / Derhêner: Fernando León de Aranoa.

*Ji helbesta Furûx Feroxzad.

**Ji helbesta Furûx Feroxzad, Wergêr: Muhsîn Ozdemîr.

***Ji helbesta Cemal Sureya.

**** Ji helbesta Rênas Jiyan.

*****Ji helbesta Gulten Akin.


— Ev helbest-nivîs cara yekem di Reşemîya sala 2018ê de hate nivîsandin û di 2019ê de di pirtûka Rûmet Medî ya “Dilê Xwezayê” de hatibû weşandin ku hin hevokên wê hatin berfirehkirin û ji nû ve hate amadekirin. 


Çavkanî: https://theraisingofkurds.com/di-herikina-deme-de-dengen-civikan/



13 Eylül 2025 Cumartesi

Hewleke Li Dijî Bêdadî, Tirs Û Nezanîyê: Don Kîşot


 Nivîs: Rûmet Med (Onur Kaya)

Don Kîşot bi serpêhatîyên xwe ve li seranserê cîhanê gelek hate naskirin û îro jî gelek navdar e. Yek ji romanên herî balkêş û girîng a wêjeyê Don Kîşot weke romana yekem a nûjen tê qebûlkirin. Bi metaforên xwe qala hin tiştan dike, mirovan dide fikirandin û dide kenandin ku dibe neynikeke di herikîna demê de.

Romana wêjekarê navdar Miguel de Cervantes Saavedrayî ya “Don Kîşot”, bi zimanê resen Spanî: “Don Quijote de la Mancha”, ji du beşan pêk tê ku yek ji berhemên damezirîner a wêjeya nûjen a Rojavayê (Ewropa) tê qebûlkirin. Cilda yekem a berhemê di sala 1605ê de û cilda duyem jî di sala 1615ê de hatine weşandin ku berhema navdar ji salên weşanê heta niha bandoreke mezin li ser wêjeya cîhanê kiriye û li seranserê dinyayê Kurdî jî têde ji bo ji zêdetirî 80 zimanan hate wergerandin, weke fîlmên sînemayê hate kişandin û bû lîstikên şanoyê. Don Kîşot, di sala 2007ê de bi wergera Serdar Roşanî (Du cild) ji Weşanên Dozê û di sala 2023yê de bi wergera M. Reşît Aktayî ji Weşanên Aramê bi Kurdîya Kurmancî hate weşandin.


Di romanê de, Alonso Quixano malmezinekî ji herêma Manchalî ye, xwînerekî baş e û di jiyana xwe de gelek roman xwendine. Bi taybetî jî ji ber tesîra romanên romantîk ên qala jiyanên şovalyeyan dike, bi demê re xwe weke şovalyeyek dibîne û wisa hîs dike. Dixwaze di nava civaka şovalyetîyê de bijî û ji bo vê xiyala xwe tevdigere. Lê xiyal û rastî êdî ne nêzîkî hev in, lê dema şovalyetîyê derbas bûye, ango civakeke wisa tune. Alonso Quixano di rastîya xwe de dîn e û hişê wî ne li cih e, wek şovalyeyekî tevdigere û henekên xwe bi pergalê dike.



Alonso Quixano di xiyalên xwe de cîhaneke nû afirandiye, li ser hespek bêhêz û lawaz diçe, li ser wî taseke kevn heye, di destê wî de çoveke dirêj, bi zirxek jengar girt, bi navê xwe yê nû Don Kîşot re derdikeve rê. Çîroka romanê di şatoyeke xeyalî de diqewime, lê şûna şatoyê xanîyek kevn heye, navê hespa wî ya xeyalî “Rossînante” ye. Piştî demekê ligel hevalê xwe Sancho Pancho re, her du “şovalye” jî li dijî tarîtîya xirabîyê dimeşin û dikevin qada şerê. Bi ser aşên bayî de diçin, di xiyalên wan de cengeke dijwar diqewime. Rastî nasên xwe û keşeyê dêrê tên, ligel wî diçin mala wî, hinek aram dibin.


Lê belê piştî demeke kin Don Kîşot û hevalê wî, di heman demê de alîkarî wî Sancho Pancho ji nû ve dikevin rê, ji ber ku divê ji bo wan serpêhatî hebe. Hemû kes hay ji çîrokên wan dibin, hin dewlemenên wê demê ji bo wan lîstikek amade dikin. Don Kîşot û Sancho Pancho gazî dikin û tînin şatoya xwe, weke şovalyeyan qîmet û hurmet didin wan. Sancho Pancho dikin parêzgerê giravekê (di rastîyê de ev der cotgeh e), piştî demekê Sancho Pancho têdigihêje ku ew nikare cotgehê bi rêve bibe û dest ji peywira xwe ber dide. Don Kîşot jî dikeve duelloyekê û têk diçe. Her du heval jî bi mecbûrî vedigerin gundên xwe. Piştî demeke kin Don Kîşot nexweş dikeve, lê êdî dîn nîn e, hişê wî li serê wî ye. Keşe diçe li mala wî û ji bo ku wî ji gunehên wî azad bike. Piştî vê yekê jî Don Kîşot diçe ser dilovanîya xwe.


Don Kîşot li gorî lêkolîna Xelata Nobelê ya Norwêcê romana herî hezkirî ya wêjeya nûjen e. Don Kîşot bi vegotineke alegorîk-metaforîk li dijî sitemkarî, neheqî, newekhevî, tarîtî, bêdadî, tirs û nezanîyê têdikoşe. Karakterê Don Kîşot bû sembolekî, sembolê qencî û ronahîyê, di dîroka wêjeyê de dê her tim rêya xwînerên wêjeyê ronî bike.


Ji bo fîlm û rêzefîlmên ji berhema Don Kîşotî hatine kişandinhttps://m.imdb.com/find/?q=DonQuixote

 

Çavkanî:

https://ku.wikipedia.org/wiki/Don_Kîşot

https://tr.wikipedia.org/wiki/Don_Kişot

https://en.wikipedia.org/wiki/Don_Quixote


*Ev nivîs cara yekem di hejmara 8emîn a e-kovara "The Raising of Kurds"ê hate weşandin.