29 Kasım 2021 Pazartesi

Zanyarê Navdar Yuval Nûh Hararî û Çar Berhemên Wî


Nivîs: Rûmet Med

 Rewşenbîr, dîroknas û profesorê navdar ê îbranî Yuval Nûh Hararî (Yuval Noah Harari) di sala 1976ê de ji dayik bûye û yek ji akademisyenên Zanîngeha Îbranî ya Qudsê ye.

 Lêkolînên zanyarê cihû Yuval Nûh Hararî heta niha bi dehan zimanan hatiye wergerandin û wî li seranserê cîhanê herî zêde bi pirtûkên xwe yên; “Sapiens: Kurtedîroka Mirovahiyê (2014), Homo Deus: Kurtedîroka Sibê (2016) û 21 Dersên Sedsala 21-an (2018) ve tê naskirin. Lêkolînên wî di derbarê mijarên mirovnasî, cureyên mirovan, dilxweşî, êşê, jîrbûnî, nijadnasî, îradeya azad, rabirdû, dahatû û hişmendîya mirovan û şoreşa nasnameyî de ne. Hararî vegan e, û dibêje ku ev encama lêkolîna wî, di nav de dîtina wî ku bingeha pîşesaziya şîraniyê têkiliya di navbera ga dayik û golikê de qut dike.*

 Yuval Nûh Hararî, ji sala 1993ê heta 1998ê li Zanîngeha Hebrewbranî ya Orşelîmeyê li ser mijarên dîroka serdema navîn û dîroka leşkerî de xebitî ku di van beşan de bû pispor. Di sala 2002ê de li Zanîngeha Jasussa û Oxfordê bawernameya doktoraya xwe hilgirt. Di 2005ê de jî xwendina postdoktorayê xilas kir. Nivîsar Jared Diamondî bandoreke mezin li ser fikr û ramanên Harirî kir û wî di jiyana xwe ya akademikê de ji ber Afirînerî û Resebûnê xwe, di navbera salên 2009 û 2012ê de du caran Xelata Polonskyê girtin. Di 2011ê de xelata Moncado ya Civaka Dîroka Leşkerî wergirt û piştî salekê ji bo Akademiya Zanistî ya Ciwan Israelê hate hilbijartin. Di sala 2017ê de bi pirtûka xwe ya Homo Deusê Xelata Pirtûka Aboriyê ya Germenî ya Handelsblattê stend. Hararî di axaftineke xwe ya li salona Enstîtuya Berggruenê de got, “Diamond’s Guns û Germs û Steel ji bo jiyana min a akademiyê gelek girîng bûn û di vê demê de min fam kir û têgihîşt ku ez dikarim pirtûkên wisa binivîsim.” Ji bilî pirtûkên Yuval Nûh Hararî, heta niha gelek gotarên wî yên zanistî jî hatine weşandin. Di dema şewba pandamiye Coronayê de, Hararî ragihand ku em ê bi navê malbata xwe, bi riya Sapienshipê ji bo fînansmana saziya WHOyê 1 milyon Dolar bexş bikin.

 Hararî, di berhemên xwe de bi taybetî dema 70.000 sal berê û derketina cureyên mirovan ên wekî Homo Sapiens, Neandertal û cureyên Homo Sapiensê yên din vedikole û di derbarê mijarên pêvajoya pêkhatin û geşedana zimanên mirovahî û demên şoreşa çandinê û şoreşa nasnameyî de dinivîse. Xebatên wî nêzîkî bi zimanê wêjeyî hatine nivîsin û ji lêkolînên zanist ên bingehîn ên wekî jiyannasî-peresan, mirovnasî, nîjadnasî, civaknasî, hwd. ve pêk tên. Piraniya çavkaniyên rastîn ên hemû van zanistên bingehîn; xebat û lêkolînên giranbiha yên zanyar Charles Darwînî ne, loma jî ji fikr, hest û ramanên ên zanistên diyalektîk, materyalîzma dîrokî û felsefeyê derketine holê û bi roniya riya wan pêşveçûn û geşedana xwe didomîne.

 Ez di vê nivîsa xwe de hin pirtûkên Yuval Nûh Hararî yên ku li ser dîroka mirovan û dahatûya mirovahiyê hatine amade kirin, ji bo xwîneran bi kurtasî didim naskirin.

 "Kurtedîroka Nîjad (Cure) a Mirovan" / Jêza û Geşedanên 'Sapiensan'

 Di xwezaya erdnîgariya cîhanê de, cureya yekem a mirovan ya bi navê “Sapiensçawa pêkhatî ye û cureyên Homo Sapiensan çawa derketine holê û kengê li cîhanê belav bûne? û belavbûna wan a li parzemînên cîhanê çawa bûye?.. Dîroka cureyên Sapiensan, pêvajoya pêkhatina zimanên qedîm û yekem, dîrok, jiyan û çandên erdnîgariya mirovahiyê.. Bersivên hemû van pirsan dide pirtûka bi navê; “SapiensA Brief History of Humankind (Kurtedîroka Nîjad a  Mirovan)

 Lêkolîn, ji aliyê lêkolîner, zanyar, dîroknas û nivîskarê navdar Yuval Noah Hararî ve bi zimanê îbranî hatiye nivîsin û di sala 2014ê de li bajarê Londonê ji Weşanên Harvill Secker derket. Di mijara zanista mirovnasî (antropolojî), dîroka mirovahî û xwezaya jiyanê de, pirtûkeke zanistî û raveker e û di vê babetê de yek ji çavkaniyên girîngtir e. Rûpelên pirtûkê têr û tije ye û her agahiyên nû, di hiş û bîra mirovan de asoyan kûr dike.

Lêgerîna pirtûkê, qala pêvajoya qewimîn û derketina holê ya yekem mirovan (Sapiens) û Homo Sapiens, Neandertal û cureyên din ên mirovan, rêwîtiyên wan ên ber bi hemû parzemînên cîhanê ve, pêvajoya pêkhatin, derketin û geşedana zimanên yekem, jiyan û çandên wan dike.  "Homo Sapiens", guherîn, veguherîn û geşedanên mirovahî û xwezayê, bi nerîna fikr û ramana diyalektîk rave dike.

Pirtûk, piştî weşandina xwe, li hemû cîhanê bi gelek zimanan hate wergerandin û weşandin. Zimanê pirtûkê fehmbar, vekirî û zelal e, rûpelên  wekî belgefîlmekî didome.

“Homo Deus: Kurtedîroka Sibê”

 Berdewama lêkolîna rêza “Homo Sapines”ê ya Hararî, pirtûka duyemîn a bi navê Homo Deus: A Brief History of Tomorrow (Kurtedîroka Sibê) di sala 2016ê de ji aliyê Weşanên Vintageyê hate çap kirin û nivîskar di lêkolîna xwe de li ser rewşa îroyîn û dahatûya mirovahî û xwezaya jiyanê disekine. Hararî di rûpelên pirtûka xwe de agahiyên zanistî dide me û hest û ramanên xwe yên derbarê jiyan û çandên mirovahiyê û geşedan û encamên nûjeniyê (modernîzmê) de tîne zimên.

21 Dersên Sedsala 21-an”

Pirtûka sêyem a rêza Homo Sapiensê di sala 2018ê de bi navê 21 Lessons for the 21st Century" (21 Dersên Sedsala 21-an) li Londonê û ji aliyê Weşanên Jonathan Cape ve hatibû weşandin û di rûpelên xwe de qala mijarên geşedanên teknolojîk û zanistî dike û li ser aborî û encamên wan disekine ku rewşa îroyîn ên mirovahiyê, xwezayê û cîhanê vedikole.

Sapiens: Dîroka Grafîk - Cilda Yekem / Pêkhatina Nîjad a Mirovan

Pirtûka “Sapiens: A Graphic History - Volume 1, The Birth of Humankind (Sapiens: Dîroka Grafîk - Cilda Yekem, Pêkhatina Nîjad a (Cure) Mirovan”, di meha Cotmeha sala 2020ê de ji Weşanên Harper Perennialê derket li pêşberî xwîneran. Berhem ji aliyê Yuval Noah Hararî, David Vandermeulen, Daniel Casanave ve hatiye amade kirin.

“Pêkhatina Nîjad a Mirovan” pirtûka yekem a lêkolîneke nû ye ku ji çar cildan pêk tê û wekî pirtûkên din ên Hararî heta niha li hemû dinyayê ji aliyê bi milyonan xwîneran ve hatiye xwendin. Nivîskarên pirtûkê, di vê berhemê de bi formateke nû qala dîroka mirovahiyê dikin.

“Pêkhatina Nîjad a Mirovan”; digel çîrokên pêkenî/mizahî û lehengên rengîn û wêne û vegotinên derasayî, hêza Sapiensê ya hemû cîhanê veguherandiye dide ber çavan.

Pirtûk, xwînerên xwe derdikeve rêwîteyeke bêhempa û kûr, û li ser mijarên peresana mirovan û bobelata ekolojîkê ku bi destên cureyên Homo Sapiensê derketiye holê, disekine. Biyolojî û dîrok çawa teşe dane li mirovahiyê?, şoreşa nasnameyî û yek ji encamên wê yên; pêkhatibûna sêwirî û hêza bêpîvan a mirovan çawa bûne? û bandorên vê rewşê yên rûxîner çi ne? Ev lêkolîn, bersivên hemû van pirsan dide û sedem-encamên van rave dike.

Ev lêkolîna giranbiha û herîkbar, di rûpelên xwe yên têr û tijî de helwest û nerînên zanistên cuda dihewîne û bal dikişîne li ser mijar û pirsgirêkên dijwar ên mirovahiyê. Li ser dîroka mirovahiyê çavkaniyeke bêhempa û serpêhatiyeke herîkbar e.

(20.09.2021)

Pirtûkên Yuval Noah Harari yên weşandî:

Renaissance Military Memoirs: War, History and Identity, 1450–1600 (Bîranînên Leşkerî yên Ronesansê: Şer, Dîrok û Nasname, 1450–1600, Woodbridge: Boydell & Brewer, 2004)

Special Operations in the Age of Chivalry, 1100–1550 (Operasyonên Taybet di Serdema Serkeftinî, 1100-1550', Woodbridge: Boydell & Brewer, 2007)

The Ultimate Experience: Battlefield Revelations and the Making of Modern War Culture, 1450–2000 (Ezmûna Dawîn: Daxuyaniyên Qada Battleerê û Çêkirina Çanda Modernerê Nûjen, 1450–2000', Houndmills: Palgrave-Macmillan, 2008)

Sapiens: A Brief History of Humankind (Sapiens: Kurtedîroka Mirovahiyê, Harvill Secker, 2014)

Homo Deus: A Brief History of Tomorrow (Homo Deus: Kurtedîroka Sibê, Vintage, 2016)

Money: Vintage Minis (select excerpts from Sapiens and Homo Deus) (Drav: Vintage Minis (perçeyên ji Sapiens û Homo Deus hilbijêrin, Penguin Random House, 2018)

21 Lessons for the 21st Century (21 Dersên Sedsala 21-an, Jonathan Cape, 2018)

“Sapiens: A Graphic History - Volume 1. The Birth of Humankind (Sapiens: Dîroka Grafîk - Cilda Yekem, Pêkhatina Nîjad a Mirovan, Harper Perennial, 2020) Nivîskar: Yuval Noah Hararî, David Vandermeulen, Daniel Casanave

“Sapiens: A Graphic History - Volume 2. The Pillars of Civilization” (Sapiens: Dîroka Grafîk - Cilda Duyem, Stûnên Şaristaniyê. Harper Perennial, 2021) Nivîskar: Yuval Noah Hararî, David Vandermeulen, Daniel Casanave

Çavkanî:

https://www.ynharari.com/

*https://ku.wikipedia.org/wiki/Yuval_Noah_Harari

https://en.wikipedia.org/wiki/Yuval_Noah_Harari

https://tr.wikipedia.org/wiki/Yuval_Noah_Harari

https://rumetmed.blogspot.com/2018/08/diroka-kurt-nijadi-cure-ya-mirovan-jeza.html

*Ev nivîs cara yekem di hejmara 6'emîn ya kovara Bernamegehê de hate weşandin û beşeke wê ji aliyê nivîskarê nivîsê ve hat berfireh kirin.

8 Kasım 2021 Pazartesi

Pêşengê Sînemaya Rêbaza Rastîbîniya Nû: Vittorio De Sica

Nivîs: Rûmet Med

Dema ku behsa sînemagerê mezin Vittorio De Sicayî tê kirin, fîlmê klasîk ê bi navê “Ladri Di Biciclette” tê bîra mirov ku ev fîlm li ser jiyana zarokekî û bavê wî ye û bandoreke mezin li hunera sînemayê kiriye.

Derhêner û lîstikvanê navdar ê Îtalyayê Vittorio De Sica bi gelek fîlmên xwe yên ku di navbera dawiya salên 40 û destpêka 50an de hatine kişandin, tê naskirin û li gor rexnegir û derdorên sînemayê  yek ji pêşengên sînemaya rêbaza Rastîbîniya Nû tê qebûl kirin.

Vittorio De Sica li bajarê Sora ya Îtalyayê hatiye dinyayê û hêj 16 saî bû dest bi sînemayê kiriye. Di navbera salên 1932-43an de, deh salan di gelek fîlmên komediyê de û bi giştî ji sala 1917ê heta 1974ê ji zêdetirî 140 fîlman weke lîstikvan cih girtine. De Sica derhêneriya ji zêdetirî 30 fîlman kirine.

“Rose scarlette” (1939) yekem fîlm e ku ji aliyê Vittorio De Sicayî ve hatiye kişandin. Piştî vî fîlmê derhêner hin fîlmên civakî û rexneyî birêvebirin ku tê de li ser jiyanên zarok û karekterên ciwan ên marjînal sekinî. Yek ji mînakên vê demê “I bambini ci guardano” (1942) ye û ev fîlm ji hêla realîstîkê gelek girîng e ku De Sicayî li dû vî fîlmê, piraniya projeyên fîlmên xwe digel senarîst Cesare Zavatini re çêkirine.

Derhêner Vittorio De Sicayî di fîlmên xwe yên vê demê de qala xizaniya mirovan a ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn (1946-1950) derketibû holê kir û bi fîlmên wî li seranserî cîhanê deng vedan. Sicayî wekî derhênerên Rossellini û Visconti yek ji nûnerên herî serketî yên rêbaza Nerorealîzmê ye. Sînemager di vî fîlmên xwe de li ser mijarên çînî û xizanyên rojane ya mirovan sekinîne.

Fîlmê wî yê bi navê “Sciuscia” ku di sala 1946ê de hatibû kişandin, behsa jiyanên du boyaxvanên Romayî dike. Derhênerê navdar Vittorio De Sicayî dû vî fîlmê, di 1948ê de fîlmê xwe yê klasîkê sînemayê “Ladri Di Biciclette” dikêşîne ku ev fîlm yek ji mînakên baştirîn ên Rastîbîniya Nû ye kû bandoreke mezin li hunera heftemînê kiriye. Di fîlmê de Antonio Ricci bêkar e, rojek bi xwe karekî peyda dike û ji bo vî karê duçerxeyeke/bisîklet dikire. Ev duçerxeya wî di karê çêkirina seywanê/afîş de ji aliyê kesek nenas ve tê dizîn. Piştî vê buyerê bi zarokê xwe yê 10 salî ye, kolan bi kolan duçerxeya xwe digerin. Fîlmê “Ladri Di Biciclette” li bernameya gelek Xelatên Fîlman ên wekî BAFTA, Rûmeta Akademî, Gilovera Zêrîn û Bodilê di gelek beşan de xelat wergirtin. Fîlm bi giştî bi lîstikvanên amator ve li taxên bajarê Romanyê hatiye kişandin û atmosfera rastîn a jiyanê diguhêze li sînemayê.


De Sicayî di sala 1951ê de bi fîlmê yê nû yê “Miracolo a Milano” re derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê ku tê de hêmanên çîrokî û vegotina civakî ya nûjen cih digirin. Piştî salekê jî fîlmê wî yê bi navê “Umberto D”yê tê û ev fîlm ji hêlên rexnekirina civakî û estetîkê balkêş e.

Piştî salê 1953yê ji bo derhêner Vittorio De Sicayî  heyameke cuda dest pê kiriye û lê fîlmên wî yên berê car caran bandorê li fîlmên wî yên nû dikin. Fîlmên vê heyamê; “Stazione Termini”(1953), “L’oro di Napoli” (1954), “II tetto” (1956) ne.

Derhêner, piştî salên 50an êdî ji bo çêkerên fîlman ên Amerîkayê fîlman kişandin. Di despêka salên 60an de du fîlmên wî yên “II Guidizo Universale” (1961), “I sequestrati di Altona” (1962), gelek têne ecibandin ku mijara fîlmê “I sequestrati di Altona”yê ji romana wêjekar û nivîskarê navdar ê Frensayê  Jean-Paul Sartreyî ji bo perdeya spî lê hatibû anîn.

Sînemagerê biserketî Vittorio De Sicayî di sala 1974ê de fîlmê xwe yê dawîn ê “II vaggio”ê kişandiye ku di nav fîlmê de lîstikvanên navdar ên Sophia Loren û Richard Burton dilîzin. Ev fîlm qala çîroka du evîndarên ku ji ber rewşa civakê nikarin bigihîjin hev, dike. Derhêner û lîstikvanê mezin Vittorio De Sicayî di sala 1974ê de li Parîsê çûye dilovaniya xwe. Fîlmên wî li dîroka sînemayê bûne klasîk û gelek fîlmên wî li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê û li Xelatên Fîlman ên Akademiyê (Oscar), Gilovera Zêrîn, BAFTA, David di Donatello, Bodil û Jussiyê xelat girtine.

 Fîlmên din ên derhêner Vittorio De Sicayî : “Maddelena... zero in condotta” (1940), “Teresa Venderni” (1941), Un garibaldino al convento” (1942), “I bambini ci guardano”  (1943), “La porta del cielo” (1944), “Coure” (1948), Anna di Brooklyn” (1958), “La ciociara” (1960), Boccaccio '70” (episodio La riffa, 1962), “Il boom” (1963), “Ieri, oggi, domani”  (1963), “Matrimonio all'italiana” (1964), “Un mondo nuovo” (1966), “Caccia alla volpe” (1966), “Le streghe” (1967), “Sette volte donna” (1967), “Amanti” (1968), “I girasoli” (1970), “Il giardino dei Finzi Contini” (1970), “Le coppie (episodio Il leone, 1970), “Lo chiameremo Andrea” (1972), “Una breve vacanza” (1973).

 Çavkanî:

https://www.imdb.com/name/nm0001120/

https://tr.wikipedia.org/wiki/Vittorio_De_Sica

https://en.wikipedia.org/wiki/Vittorio_De_Sica

“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (Rûpel: 46, 47). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç. Afa Yayınları. (1999)

(28.06.2021)

*Ev nivîs cara yekem di hejmara pêncemîn a kovara Bernamegehê de hate weşandin.