30 Ocak 2019 Çarşamba

Dilê Wêneyên 'Vincent Van Gogh'ê

 "Otoportre" (1887)

Wênesazê navdar ê cîhanê Vincent Willem Van Gogh, di dîroka 1853'yê de li Gundê bi navê Groot-Zundert'ê girêdayî herêma Brabanta Holendayê ji dayîk bû. Van Gogh yek ji wênesazên herî navdar ê rêbaza Post Empresyonîstê ye. Dayîka Van Goghê bermalî, bavê wî keşîşê gundê bû û 3 zaroka qizîn û 3 zarokê kurîn, 6 zarokên wan hebûn.

                    

"The Red Vineyard" (1888)

Vincent, ji ber hin sedeman jiyana xwe ya perwerdehiyê nîv hêla. Piştî çend salan li Hayeyê û paşê jî li Brukselê bavê wî ji bo wî di Galeriyên "Goupil"ê de kar peyda kir û di sala 1873'yê de jî ji şaxa Londonê hate pîşandin. Li Londonê bû dildar û xwest ku bizewice, lê teklîfa wî nehate pejirandin û tengazar bû. Vincent piştî vê rewşê ji Londonê dûr ket û derbasî şaxa Parîsê bû. Li Parîsê jî hin nema û ji karê xwe derketî.

               "Wheatfield With Crows" (1890)

Demekê bêkar ma, pişt re alîkarîya keşîşê, pirtûkfiroşî, di madenan de keşîşî kir. Vincent mirovekî baş bû, her tim xwest û hewl dida ku alîkariya gundî û karkeran bike û wênesaz Vincent gelek hate hezkirin. Di wêneyên wî de; kirûya ked, hez, evîn, jiyanên gundî û karkeran, azadî, kolanên rengîn, xweza û bergehan ciyekî girîng digirin.

                   

"The Potato Eaters" (1885)

Birayê wî weke madî û manewî alîkariya Vincentê kir û wî xwe da wênesaziyê û wêneyên xwe yên herî serketî çêkirin û bû yek ji wênesazên navdar ê cîhanê, û bi wêneyên xwe yên resen û girîng ve bû nemir. Wênesaz Van Gogh, di jiyana xwe ya hunerê de 860 boyaxa neftî, bi tevahî 2.100 wêneyan çêkirin û piraniya wan ev du salên dawiya jiyana xwe de afirandin.

                    "Almond Blossom" (1890)

Vincent Van Gogh, di jiyana xwe de gelek tengasî dîtin û pir caran nexweş ket û dildariyên wî bêgerew man. Çîroka jiyana Van Gogh, weke roman hate nivîsandin, bû belgefîlm, gelek fîlm û lîstikên şanoyê. Li ser cîhanê bêhejmar texlîdên berhemên wî hatin çêkirin. Wênesazê navdar, di 29'ê Tîrmeha 1890'ê de jiyana xwe ji dest da.

      

"The Starry Night Over the Rhône" (1888)

Ji sala 1948'ê heta roja me li ser jiyan û hunera Van Goghê gelek fîlm hatine kişandin. Di van salên dawiyê de fîlmên ku di der heqê Wênesazê navdar ê cîhanê Vincent Van Goghê de hatine kişandin; "Loving Vincent" (2017) û "At Eternity's Gate" (2018) derdikevin pêş.

Fîlmê "Loving Vincent" qala salekê ku piştî mirina Van Goghî derbas bûyî, dike û fîlm ji 65 hezar lewheyên (tablo) ku ji aliyên 115 Wênesazan ve hatine çêkirin, pêk tê...

Di wêneyên Van Goghî de bandora rêbaza Post Empresyonîzmê ciyekî girîng digire û diyarker e.. Vincent Van Gogh, wênesazekî navdar bû, di jiyana xwe de gelek jan û êşan kişandin û hêviya dilê wî hertim zîndewer bûye..

"Loving Vincent" (2017) / Derhêner: Dorota Kobiela, Hugh Welchman û Senaryo: Dorota Kobiela, Hugh Welchman, Jacek Dehnel

Fîlmê bi navê "At Eternetiy's Gate" (Li Deriyê Bêdawîtiyê) ku behsa rojên dawî yên jiyana wênesazê mezin Vincent Van Goghî dike, di dîroka meha Reşemî (Sibat) ya 2018'ê de ketibû vîzyonê.

Derhêner: Julian Schnabel û Senaryo: Julian Schnabel, Jean-Claude Carrière

 Nivîs: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

Dîrok: 30'ê meha Rêbendanê - 2019

Çavkanî: https://www.vangoghmuseum.nl/en/
http://www.ressamlar.gen.tr/vincent-van-gogh-kimdir-hayati-biyografisi/

Wêneyên din ên Van Gogh:
https://www.vangoghmuseum.nl/en/search/collection?Q=painting










Li ser Çand, Huner û Jiyanên Kurdan hin Pirtûkan


- "Şivanê Kurmanca" 1935 - Ereb Şemo / Weşanên Lîs
- "Pirtûka Zimanê Kurmancî" (1937), Ermenistana Sovyetê
- "Kürtler ve Stalin" (2013) - Hüseyin Can. Weşanên İşçi Kolektifi
- "Mêmê Alan" (1997) - Berhevkar: Roger Lescot / Weşanên Avesta
- "Kürtler" (1994) - Bazil Nikitin / Weşanên Deng
- "Di Radyoya Êrîvanê de Dengê Kurdî" (2017) - Zerî Înanç / Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî
- "Eski Sovyetler Birliği'nde Kürtler" (2001), Herman Taels / Weşanên Pêrî
- "Dimdim" (2007) - Ereb Şemo / Weşanên Lîs
- "Sosyalist Sovyetler Birliği'nde Kürtler: 1917-1956!" (2005) - Hüseyin Can / Weşanên Pêrî

26 Ocak 2019 Cumartesi

Li gorî Andrei Tarkovsky 10 Fîlmên Herî Serketî


Andrei Tarkovsky di 4'ê avrêla 1932'yan de hatiye dinê û di sala 1986'an de wefat kiriye. Tarkovsky, di dîroka sînemayê de derhênerekî navdar e û fîlmên wî nayên ji bîr kirin. Gelek sînemager û derhêner ketina bin bandora wî. Fîlmên wî li her derê cîhanê de ji aliyê gelek temaşevanên sînemayê ve têne temaşe kirin.
Derhêner Tarkovsky li welatê Rusyaya Sovyetê hatiye dinê û perwerdehiya xwe ya sînemayê li dibistana fîlman a Rusyayê (VGIK) hilgirtî ye. Derhênerekî Auteur e û di nava pêşengê rêbaza sînemaya helbestkî de cih digire. Wî fîlmên xwe wekî ramanî bi hestên civakî û hunerî kişandine. Sehneyên fîlmên Andrey Tarkovskî wekî xewnekî diherîkin û bi awayekî surrealîst hatine kişandin.
Tarkovsky di jiyana xwe de ji kîjan fîlman gelek hez kiriye û ketiye bin bandora wan? Wî kijan fîlman ji xwe re wekî rêber dîtine?
Li ser vê yekê derhêner di sala 1972'yan de lîstekî dabû dîroknasê sînemayê Leonid Kozlov. Di wê lîsteyê de "Li gorî Andrei Tarkovsky 10 Fîlmên herî serketî" hatibûn nivîsandin û ji bo temaşevanên sînemayê hatibûn eşkere kirin. Di vê salvegera rojbûna Tarkovsky de me ew lîste ji bo we amade kir.

Vaye Lîsteya Anderi Tarkovsky û ew 10 fîlmên herî serketî:

1- Journal D'un Cure De Campagne / Derhêner: Robert Bresson
2- Nattvardsgästerna / Derhêner: Ingmar Bergman, 1963
3- Nazarin / Derhêner: Luis Buñuel, 1959
4- Smultronstället / Derhêner: Ingmar Bergman, 1957
5- City Lights / Derhêner: Charlie Chaplin, 1931
6- Ugetsu Monogatari / Derhêner: Kenji Mizoguchi, 1953
7- Shichinin No Samurai / Derhêner: Akira Kurosawa, 1954
8- Persona / Derhêner: Ingmar Bergman, 1966
9– Mouchette / Derhêner: Robert Bresson, 1967
10– Suna No Onna / Derhêner: Hiroshi Teshigahara, 1964

Amadekar: Rûmet Med

Nîşe: Ev nivîs di dîroka 03. 04. 2018'ê de, di malpera www.diyarname.com'ê de hatibû weşandin.

24 Ocak 2019 Perşembe

"Warê Min ê Îsota Şêrîn"; Dengê Qîrîna Qencayî, Xweşikahî û Rastînê...


  Fîlmê "Warê Min ê Îsota Şêrîn", ji hêla çîrok û mijarê ve wekî filmên din ên derhênerê navdarê kurd Hiner Saleem fîlmeke girîng û watedar e û derhêner bi kamera xwe û zimanê sînemayê ve atmosfereke bandorker û resen afirandiye.

Di nav herikîna çîroka filmê de, mirov rengê dilê çar zaravayên zimanê Kurdî dibîne. Hilm û rengên xwezayê, dengê avên Robarê û piran, siyên Sînor û Jiyanê qor bi qor xuya dibin. Serlîstikvanên filmê  "Govend" û "Baran", dengê qîrîna qencayî, xweşikahî û rastînê ne. Di herikîna fîlmê de çavên dilê evîneke jidil şîn tê û rengê bihara xwe tîne.

Di van salên dawiyê de min gelek fîlman temaşe kirin û li ser van difikirîm. Fîlmê "Warê Min ê Îsota Şêrîn", wekî çîrokên fîlmên; "Kilama Dayîka Min", "Kaygı", "Zer: Evîna Kî?", "Teredût", "Baskên Bavê Min", "Bîranînên Li Ser Kevirî", "Dengê Bavê Min", "Bekas", "Nefesim Kesilene Kadar", "Gênco", "Derbûyina Ji Buhiştê", "Toz Bezi", "Koca Dünya" bandorên mezin bi min kirin.

"Warê Min ê Îsota Şêrîn"; weke çîrok, mijar û pevxistinê fîlmeke resen û jidil e û êş, şadî, hêvî û bêrîkirinên ên jiyanê nîşan dide û di hiş û bîrên temaşevanên sînemayê de asoyên nû vedike...

Fîlmê "Warê Min ê Îsota Şêrîn"; di warên xwezaya jiyanê de, bi peyv û newayên ên zimanê rastînê û wijdanê ve diaxive... Dengê rengê dilê wê dibe ronahî û wekî biharê vedibe...

Di fîlmê "Warê Min ê Îsota Şêrîn" de lîstikvanên navdar; Golshifteh Farahani, Aslan Korkmaz, Suat Usta dilîzin.

Derhênerê navdar ê Kurd Hiner Saleem bi fîlmên xwe yên wekî "Votka Lemon" (2003), "Kilometre Zero" (2005), "Dol" (2007), "Dar Elbise" (2016) ve tê naskirin.

Fîlmê dawî yê Derhêner Hiner Saleemê "Qui a tué Lady Winsley ?" di sala 2018'ê de hatibû kişandin.

Fîlmografîya Derhêner Hiner Saleem: https://m.imdb.com/name/nm0757954/

"Warê Min ê Îsota Şêrîn" (My Sweet Pepper Land / Tatlı Biber Diyarım) - 2013 / Hiner Saleem û Senaryo: Hiner Saleem, Antoine Lacomblez

Nivîs: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)


22 Ocak 2019 Salı

Xewn û hêviya Ingmar Bergmanî...


Dengekî spî û ronahî bilind dibe, xwe bi hest û fikrên xwe ve hêdîka xuya dike û rûyê wî qor bi qor mezin dibe.. Dengê ku tê bihîstin, li pêşber derketina lez û beza wextê ye û qîrîna awazên wî, li dijî windabûna peyv û çîrokên jiyanê me derdikeve û neynika ruhê demê nîşan dide.


Ingmar Bergman, di nav dîroka sînema û hunerê de derhênerekî navdar û girîng e û gelek sînemavan û şanoger di bin bandorê hunera wî de mayîne. Derhênerê cîhanê Bergman li Serbajarê Swêdê Stokholmê hatiye dinê. Digel derhênerên Andreî Tarkovksy, Akira Kurosowa, Theodoros Angelopoulos, Krzysztof Kieslowskî ve pêşengê bizava Sînemaya Helbestkî ye.


Rêbaza Sînemaya Helbestkî; di herîkîna mijara filmê de, zimanekî helbestkî û felsefî bikar tîne û xweza û atmosfera jiyanê hin bêtir xuya dike. Ev dengeke ku li dijî derketina lez a bêwateya jiyanê nûjenê ye û ruhê xwezaya jiyanê nîşan dide.

Rewş û pirsgirêkên ên civakî, kesanî û xwazayî, bi awayî bi giştî ango wek gerdûnê rave dike û di hişê mirovan de asoyên nûyî vedike.


Xewn sîtava rastînê ne, ji nav vê sîtavan rastînên nû derdikevin.. Filmên Ingmar Bergmanê mîna xewnê diherîkîn û peyvên wî dilê ronî û hêviya rastînê ne. Derhênerê navdar Ingmar Bergman, di nav jiyana xwe ya sînemayê de bi dehan filman û rêzêfilmê televîzyonê kişandine, senaryoyan nivîsandine û temaşayên şanoyan birêvebirine. Derhêner bi filmê xwe yê bi navê "Mohra Heftemîn" re di warên sînema û hunerê de gelek deng veda û hate nasîn. Di filmên xwe de; qala mijar û kirûyên (diyarde); hez, dilsozî, evîn, têkiliyên malbat, bawerî, xweza, mirovahî, şer, hêjarî, penaberî, aşîtî, dîrokî û jiyanê' kir û hest û ramanên ên êş, şadî, hesret û hêviyê mirovahiyê û nîşan dida.

Bi filmê xwe yê "The Virgin Spring (1960)" re, ji Xelatên Oscarê Xelata 'Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî" wergirt. Heman serkeftin di filmên din ên derhêner Ingmar Bergmanî de jî berdewam kir. Bi filmê xwe yê "Persona (1966) bandoreke mezin li ser sînemayê kir.

Filmên derhênerê cîhanê Ingmar Bergmanî yên gelek tê zanîn û nasîn;

"Through a Glass Darkly (1961)", "Fanny and Alexander (1982)", "Cries & Whispers (1972)", "Wild Strawberries (1957)", "The Seventh Seal (1957)", "Winter Light (1963)", "Tystnaden (1963)", "Shame (1968", "Höstsonaten (1978)", "Saraband Sarabanda (2003"

Nivîs: Rûmet Med


Nîşe: Ev nivîs di hejmara yekemîn a Kovara "Di Pêş" (Rezber / 2018) de hate weşandin.

15 Ocak 2019 Salı

Dilê Robîn Hood û Jiyana Wî...


Robîn Hood, di çîrokên gelê Îngilîz û wêjeya cîhanê de ciyekî gelek girîng û mezin digire û bi texmînî di sedsalên 12-13-14an de derketiye holê. Heta niha li ser jiyana Robîn Hoodî gelek pirtûkan hatiye nivîsandin, serpêhatiyên wî bûne wêneçîrok û helbest û bi dehan zimanan hatine wergerandin. Çîroka jiyana wî weke filmên sînema û xêzefilman hatiye kişandin û li gelek cihan weke lîstikên şanoyê hatiye lîstin û bûye mijara lêkolînên akademiyê.


Cihê çîroka Robîn Hoodê di wêjeyên zarok û ciwanan de jî pir girîng e. Pirtûkên herî navdar û belavbûyî yên di derbarê çîroka jiyanê Robîn Hoodê de, ji aliyê wêjekarên navdar Howard Pyle û Richard Brassey ve hatine nivîsandin. Nivîskar û wergêrê Kurd Idrîs Hiso pirtûka "Robin Hood" ya Richard Brasseyê, di sala 2016'ê de bi navê "Robên Hûd" ji zimanê Îngilîzî wergerandîbû bo Kurdî.


Robîn Hood, di hemû erdnîgarîya cîhanê de gelek hate hez kirin û çîroka wî ziman bi ziman belav bû. Di rastiyê de Robîn Hood kî bû? jiyana wî çawa derbas bû? û ew çawa dijiya? di vê mijarê de heta niha gelek tişt hatine gotin.


Li gorî çîroka "Robîn Hood" ya Howard Pyle, Robîn Hood bi gelek hevalên xwe ve li daristana Sherwoodê girêdayî Nottinghamsire'yê dijîyan û Robîn tîravêjekî baş bû, her tim ji alî/li cem xizanan û rêncberan bûye, li dijî serwerên wî çaxî bûye ew di heman demê de romantîkekî jidil e.


Robîn Hood bi hez û hêviya dilê xwe bûye dengê qencayî, rastîna jiyanê û şînbûna biharê.. Navê Robîn Hood li ser hemû cîhanê simbola dadwerî û mirovatiyê ye...

Nivîs: Rûmet Med

Wêneya Yekemîn: Ji Filmê "Robîn Hood" (2010) / Derhêner: Ridley Scott û Senaryo: Brian Helgeland

Wêneya Çaremîn: Ji Filmê " The Adventures Of Robin Hood" (1938) / Derhêner: Michael Curtiz, William Keighley û Senaryo: Norman Reilly Raine, Seton I. Miller

Hejmara 6'emin a Kovara 'Dilop' bi dosyeya T.Ziya Ekîncî derket!


Hejmara Şeşemîn a kovara çand, huner û polîtikayê "Dilop" bi dosyeya û rêzdariya Rewşenbîr û Nivîskarê Kurd Tarik Zîya Ekincî re derçû.

Hejmara nû (Rêbandan-Reşemî) ya Kovara bi Kurdî û Tirkî 'Dilopê' bi dirûşmê "Bi evîna rastiyê, bo sala nû..." derket û di rûpelên vê hejmarê de, hevpeyvîna bi Tarik Ziya Ekîncî, gotara Zeyneb Yaşê ku li sernavê "Dayika Muzîka Kurdî: Elmas El Kurdî", heyvpeyvîna bi Nivîskar û Akademîsyenê Kurd Selîm Temo re li ser pirtûka wî ya nû "Kurdên Xoresanê" (Horasan Kürtleri), nivîsa bi navê "Termînolojiya Bebikan" ya Reşo Ronahî, nivîsa bi navê "Li Ser Şevê, Heyvê û Lêgeranê" ya Çîdem Baranê ku li ser tabloyên Wênesazê Kurd Fewzî Bîlge, nivîsa bi navê "Teyr û Tûr" ya Dûrzan Cîrano cih digirin.


Nivîs û Gotarên din ên di nav vê hejmara Kovarê de: 
Vedat Îlbey, M.Ender Ondeş, Ruşen Takva, Tahir Şîlkan, Îsmaîl Dîndar, Adem Şenturk, Selîm Temo, Mehmet Oncu, Recep Maraşli, Mehmet Bayrak, Mehmet Çelîk, Ulku Bîngol, Enver Ozkahraman, Bariş Avşar bi nivîsên xwe; Eyşana Beravî, Melayê Bateyî, Furûx Feroxzad (Werger Muhsin Ozdemîr), Qedrî Sipranî, Rizgar Elegez, Îlhamî Sîdar jî bi helbestên xwe cih girtiye. 
Ji bo têkilî û agahî: dilopdergisi@gmail.com
Hejmara Kovara Dilop wek du mehan carekê derdikeve.
Nivîs-Nûçe: Rûmet Med

11 Ocak 2019 Cuma

Qîrîna êş û hêviyê; Romana "Bûmê Kor", "Kundê Kor"


Deng û rengê qîrînekî ye Romana "Bûmê Kor", "Kundê Kor", ji bo dilê evînê û warê wêjê çavkaniyekê mezin û tiptije ye... Qala êş û hêviya hezê ve dike, peyv û newayên xwezaya jiyanê dirêj û xuya dike...

 

Sadiq Hidayet
Wergêr: Muhsîn Ozdemîr / Weşanên Na - 2014
Wergêr: Edîb Polat / Weşanên Kora - 1995

9 Ocak 2019 Çarşamba

Belgefîlma "Ji Akademiyê Re Du Rapor"


Mijara Belgefîlmê ’Ji Akademiyê Re Du Rapor ’’, li ser lîstika Nivîskarê navdar Kafkayê û rewşa lîstikvanê Şanoyê Tuncay Ozelî ye û qala hewldan û xebatên Şanogerê re dike. Belgefîlma "2 Rapor bo Akademiyê", ji aliyê Derhêner û Şanogerê Kurd Mamoste Bilal Korkut ve hate kişandin. Lîstika Şanoyê ’Ji Akademiyê Re Reporek ’, di bernameya saziya Çand û Hunerê "Şa Performans"ê de cih digre. @sa_performans / Rûmet Med



Dokûmantera "Ji Akademiyê Re Du Rapor " di bin navê mîzahê û tinazên ku mirov bi xwe dike, bi îlhamgirtina ji rapora Kafka ku mirovayetî û şaristaniyê sûcdar dike; têkiliya wî kesê ku ev rapor aniyê ser dike bi şanoyê re bi performansa wî bo ku vê lîstike li Stenbolê bilîze nîşanî me dide. Ango bi gotineke kurt, şano şaxekî kollektîf yê hûnerê ye lê Tuncay mecbur maye hemû karî hilgirê mile xwe. Ew dokûmanter vê rewşe tine pêşberî me. 

Akademiye İki Rapor belgeseli, Mizah ve kendiyle dalga geçme kisvesi altında, insanlık ve medeniyete dönük bir itham sunan Kafka'nın raporundan ilham alarak, bu raporu sahneye taşıyan kişinin tiyatro ile yakından ilişkisini, bu oyunu İstanbul'da oynamak için gösterdiği performansı ve netice olarak, kolektif bir sanat dalı olan tiyatronun bütün işlerini tek başına üstlenmek zorunda kalan Tuncay'ın durumunu raporlar. 

The documentary Two Reports to the Academy is inspired by the work of Kafka. Offering a blistering critique of humanity and civilization under the guise of humor and self-deprecation, it documents the life of Tuncay, the individual who brings the work to the stage. This documentary explores his close relationship with theater and how owing to his desire to be based in Istanbul, he is required to assume all the roles of the theater, a collective art, on his own. 

Çavkaniya nivîsa danasînê: https://www.instagram.com/p/BsV6jSUAj0X/


Belgefîlmê "2 Rapor bo Akademiyê re" dê di dîroka 13'ê meha Çileyê, di demjimêra 20:00ê de li saziya çand û hunerê Şa Performansê bê nîşandan. Çavkanî: Bianet Kurdî

8 Ocak 2019 Salı

Peyv û Newayên Ji Dilê Jiyanê: Yunus Dîşkaya


Hunera muzîkê, di dîroka mirovahiyê de wekî wêje û şanoyê yek ji hunerên herî kevn û qedîm e û sîtava xwezaya jiyanê ye. Newayan; bi hest û ramanan ve pêk tên û mezin dibin, ev derbirina jiyanî û xwezayî, di ruh û canê mirovan de mîna avên çavkaniyeke zelal diherikînin. Muzîk jî wekî her tiştî diguhere, xwe ji nû ve pêk tîne û her ku diçe xwe bêtir xuya dike. Deng û rengên nû dibin roniya bihara jiyanê..


Di nav tariyê de, ronahiyeke rengîn e muzîk, bihareke bêdemsal e ku awazên wê dibe hêvî û ji nişka ve vedibe.. Dengê stranên hunermendê kurd Yunus Dîşkaya mîna rengê hêviyeke vedibe, bi peyv û newayên xwe yên jidil ve dibe çavkaniyeke zelal û xweş. Ez demeke dirêj e ku stran û kilamên hunermend Yunus Dîşkayayê guhdarî dikim. Mirov di nav peyv û newayên muzîkên wî de jiyanê bi xwe dibîne; newayên wî di rêwîtiyeke dirêj û kurt de, di demsalekî germ an jî sar de û di kolan û warên xwezaya jiyanê de, di nav bîranîn û êşan de. rûyê rastînê bi bîr tîne, hêviya dilê mezintir dike..


Hunermendê muzîkê Yunus Dîşkaya ji xwe re dibêje "Hunermendê Mal" (Ev Sanatçısı), mîna orkestrayeke bi tena serê xwe, xebatên xwe yên muzîkê didomîne. Hunermend heta niha bi Kurdî û Tirkî ji 10'î zêdetir albûmên muzîkê derxistine û stran û kilamên xwe di platforma înternetê de parvekirine. Yunus Dîşkaya gelek helbestên Cegerxwîn, Arjen Arî, Sabahattîn Alî, Kamiran Alî Bedirxan, Can Yucel, Omer Xeyyam û hwd. kiriye stran û beste.



Yunus Dîşkaya kî ye;

Hunermendê Kurd Yunus Dîşkaya li Navçeya Kahtayê girêdayî ya Semsûrê dayîk bû, li Zanîngeha Stenbolê di beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî xwendiye û weke Akademîsyen dixebitî.


Yunus Dîşkaya li ser helbestên helbestvanê Kurd Ferîd Xan, albûmeke nû ya bi navê " Çîroka Kûçikên Birçî " amade kiriye û li ser înternetê parvekirî ye.

Nivîs: Rûmet Med
Dîrok: Meha Berfanbarê / 2018

4 Ocak 2019 Cuma

Pirtûka "Muzîka Kurdî"


Pirtûka "Muzîka Kurdî" (Kürt Müziği), 7 gotarên ku li ser Çand û Muzîka Kurdî hatine nivîsandin ve pêk tê.

Ev xebata xweş û girîng, ruhê dewlemendiya newayên ên stranên û kilamên Kurdî nîşan dide.. @avestayayin

"Kürt Müziği"
Weşanxane: Weşanên Avesta
Rûpel: 127 - Çapa Yekemîn: 1996