Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » » Xewn û hêviya Ingmar Bergmanî...


Dengekî spî û ronahî bilind dibe, xwe bi hest û fikrên xwe ve hêdîka xuya dike û rûyê wî qor bi qor mezin dibe.. Dengê ku tê bihîstin, li pêşber derketina lez û beza wextê ye û qîrîna awazên wî, li dijî windabûna peyv û çîrokên jiyanê me derdikeve û neynika ruhê demê nîşan dide.


Ingmar Bergman, di nav dîroka sînema û hunerê de derhênerekî navdar û girîng e û gelek sînemavan û şanoger di bin bandorê hunera wî de mayîne. Derhênerê cîhanê Bergman li Serbajarê Swêdê Stokholmê hatiye dinê. Digel derhênerên Andreî Tarkovksy, Akira Kurosowa, Theodoros Angelopoulos, Krzysztof Kieslowskî ve pêşengê bizava Sînemaya Helbestkî ye.


Rêbaza Sînemaya Helbestkî; di herîkîna mijara filmê de, zimanekî helbestkî û felsefî bikar tîne û xweza û atmosfera jiyanê hin bêtir xuya dike. Ev dengeke ku li dijî derketina lez a bêwateya jiyanê nûjenê ye û ruhê xwezaya jiyanê nîşan dide.

Rewş û pirsgirêkên ên civakî, kesanî û xwazayî, bi awayî bi giştî ango wek gerdûnê rave dike û di hişê mirovan de asoyên nûyî vedike.


Xewn sîtava rastînê ne, ji nav vê sîtavan rastînên nû derdikevin.. Filmên Ingmar Bergmanê mîna xewnê diherîkîn û peyvên wî dilê ronî û hêviya rastînê ne. Derhênerê navdar Ingmar Bergman, di nav jiyana xwe ya sînemayê de bi dehan filman û rêzêfilmê televîzyonê kişandine, senaryoyan nivîsandine û temaşayên şanoyan birêvebirine. Derhêner bi filmê xwe yê bi navê "Mohra Heftemîn" re di warên sînema û hunerê de gelek deng veda û hate nasîn. Di filmên xwe de; qala mijar û kirûyên (diyarde); hez, dilsozî, evîn, têkiliyên malbat, bawerî, xweza, mirovahî, şer, hêjarî, penaberî, aşîtî, dîrokî û jiyanê' kir û hest û ramanên ên êş, şadî, hesret û hêviyê mirovahiyê û nîşan dida.

Bi filmê xwe yê "The Virgin Spring (1960)" re, ji Xelatên Oscarê Xelata 'Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî" wergirt. Heman serkeftin di filmên din ên derhêner Ingmar Bergmanî de jî berdewam kir. Bi filmê xwe yê "Persona (1966) bandoreke mezin li ser sînemayê kir.

Filmên derhênerê cîhanê Ingmar Bergmanî yên gelek tê zanîn û nasîn;

"Through a Glass Darkly (1961)", "Fanny and Alexander (1982)", "Cries & Whispers (1972)", "Wild Strawberries (1957)", "The Seventh Seal (1957)", "Winter Light (1963)", "Tystnaden (1963)", "Shame (1968", "Höstsonaten (1978)", "Saraband Sarabanda (2003"

Nivîs: Rûmet Med


Nîşe: Ev nivîs di hejmara yekemîn a Kovara "Di Pêş" (Rezber / 2018) de hate weşandin.

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply