Nûçe: Rûmet Med
Fîlmê herî dawî yê derhênerê hoste Christopher Nolanî di sala 2023yê de ket vîzyonê û di gîşeya cîhanê de eleqeyeke mezîn dît, "Oppenheimer" li gelek beşên Xelatên Oscar, BAFTA, Girovera Zêrîn xelat girtibû. Christopher Nolan bi fîlmê xwe yê nû re ji nû ve derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. Derhênerê navdar Nolan vê carê yek ji berhemên herî qedîm a dîroka wêjeyê, destana navdar a Homerosî tîne li ser perdeya sînemayê. Fîlmê "The Odyssey" di 17ê meha Tîrmehê de dê li seranserê cîhanê bikeve vîzyonê.
"The Odyssey" ji destana antîk Odisseiayê hate kişandin ku sala par wêne û posterên fîlmê hatibûn weşandin û di Berfanbara 2025ê de ji fîlmê fragmana yekem jî parvekiribûn. "The Odyssey" ji aliyê Christopher Nolan ve hate kişandin, lîstikvanên navdar di fîlmê de lîstine û ji hêla teknîk ve balkêş e. Sînemahez bi meraq û kelecaneke mezin li benda fîlmê mîtolojîkê ne.
Yek ji kitekitên herî girîng a fîlmê ev e ku hemû sehneyên "The Odyssey"ê bi kamerayên IMAX 70mmê ve hatine kişandin. Nolan fîlmê xwe yê nû jî li şûna dîjîtal bi formata fizîkî kişandiye. Sehneyên fîlmê li cihên rastîn, sehneyên piranîya lîstikvanan di şert û mercên xwezayî de, behra bêbal û pal, di erdnîgarîyên dijwar de hatin kişandin.
Lîstikvanên navdar di kadroya fîlmê The Odysseyê de cî digirin. Matt Damon (Qralê Ithakayê Odysseus) weke serlîstikvan, Anne Hathaway, (Hevsera Odysseusî, Penelope), Tom Holland (Telemachus, Kurê Penelope û Odysseus), Zendaya (Xwedawenda zanatîyê, Athena), Robert Pattinson (Antinous) û Charlize Theron (Xwedawend Circe) di fîlmê de weke lîstikvan lîstine.
Fîlmê nû li welatên Mexrib, Yewnanistan, Îtalya, Îskoçya û Îzlandayê hate kişandin û ji bo afirandina atmosfera erdnîgarî û mîtolojîk a destanê, cihên berfireh û xwezayî hatin hilbijartin.
Temeşevanên sînemayê bi meraq û kelecaneke mezin li benda fîlmê Christopher Nolanî yê "The Odyssey"ê ne. Fîlmê antîk û mîtolojîk di heman demê de dê di 17ê Tîrmeha 2026ê li seranserê cîhanê bikeve vîzyonê. "The Odyssey" him ji hêla teknîk, him jî bi vegotina xwe ya destanî (epîk) fîlmekî balkêş e, tê gotin ku yek ji projeyên herî mezin a sînemaya nûjen e.
Tê texmînkirin ku destanên Odysseia û Îlyada ji aliyê Homeros ve di sedsalên 7ê an jî 8ê de hatine berhevkirin û nivîsandin. Odysseia û Îlyada bi şêweya helbesta epîk hatine afirandin û her du berhem jî ji aliyê gelek nivîskar ve weke çîrok û roman jî hatine nivîsandin. Destana "Odysseia" di 1997ê de ji aliyê derhêner Andrey Konchalovskiy ve bi navê "The Odyssey" (du beş) weke rêzefîlmê televîzyonê hatibû kişandin.
Çavkanî: Wikipeia, Beyaz Perde, İmdb








Hiç yorum yok: