27 Şubat 2020 Perşembe

Li Amedê û Stenbolê Konsertên Siya Şevê



Koma muzîka kurdî Siya Şevê li Stenbolê û Amedê di meha Adarê de du konsertan li dar dixe û derdikeve li pêşberî guhdarên xwe.


Koma rock a muzîka kurdî Siya Şevê li bajarên Stenbolê û Amedê di du konsertan li dar dixe û derdikeve ser dikê. Siya Şevê, di dîroka 6ê meha Adarê de li Yuri Gagarin a li Stenbolê û di 13ê Adarê de li Pirayeya Amedê derdikeve li pêşberî guhdarên xwe û stranên xwe yên têne hezkirin distire.


Koma Siya Şevê yek ji komên muzîk ên herî serketî yên muzîka kurdî ye û herî dawî di sala 2018'ê de albûmeke bi navê “Li Pey Siya Xwe” derxistine. Siya Şevê, heta niha 4 albûmên muzîk ên Kurdî bi navê; “Zeng”, “Pûç”, “Bêyom” û “Li Pey Siya Xwe” belav kirine. Hêjayî gotinê ye ku endamên komê, Gokçe Selîm û Serhat Temel di lijneya kovara muzîkê ya Ziryabê de cih digirin ku kovar niha amadekariya hejmara çaremîn dike. (Ziryab)

Nûçe - Rûmet Med


20 Şubat 2020 Perşembe

Hejmara 10'emîn a Kovara Derûnnasiyê bi kurdî "Psychology Kurdî" derket


Hejmara 10'emîn a Kovara Derûnnasiyê bi kurdî "Psychology Kurdî" bi mijara dosyeya "Zayendî û Civakê" li pêşberî xwendevanên xwe ye û hejmara nû bi aweyekî berfireh li ser mijarên ‘zayend, zayendî, zayendîtî, bêpergaliyên erka zayendiyê’ disekine. Di hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê "Psychology Kurdî" de, nivîseke bi navê ‘Seksûalîzasyona Kurdîtiyê di Sînemaya Tirkî de’ yê Sebahattîn Şen ku ji aliyê Siyabend Aslan re ji bo kurdî hatiye wergerandin, jî cih digire.

Kovara Derûnnasiyê "Psychology Kurdî" bi hejmara xwe ya nû derket. Mijara dosyeya vê hejmarê "Zayendî û Civakê" ye û bi awayekî berfireh li ser mijarên ‘zayend, zayendî, zayendîtî, bêpergaliyên erka zayendiyê’ disekine û hin pirsên civakê bibersivînin. Di rûpelên hejmara 10'emîn a kovarê de, nivîs û gotarên ku gelek pisporên vê qadê de hatine nivîsandin cih digirin û hewl dane ku di vî warî de pirsgirêkên sereke rave bikin.

Kovara Derûnnasiyê bi kurdî "Psychology Kurdî" ji sala 2016'ê bi vir de çar mehan carekê derdikeve û kovar di rûpelên xwe de; nivîs, gotar û hevpeyvînên ku li ser mijarên Derûnnasî û Tendurîstiyê hatine nivîsandin û amadekirin diweşîne. Kovara "Psychology Kurdî" bi hejmara xwe ya nû 10em 4 saliya xwe pîroz dike.

Nûçe: Rûmet Med



Ji Edîtor

KOVARA DERÛNNASIYÊ PSYCHOLOGY KURDÎ BÛ 4 SALÎ

Hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derçû. Weke ku tê zanîn kovar di sala 2016an de bi dest bi weşanê kir û aniha bi hejmara xwe ya nû ya 10em 4 saliya xwe pîroz dike. Edîtorên kovarê di vê hejmara xwe ya nû de wekî dosyayê berê xwe dane mijara ‘Zayendî û Civakê’. Xwestine ku bi vê dosyeyê bi awayekî berfireh li ser mijarên ‘zayend, zayendî, zayendîtî, bêpergaliyên erka zayendiyê’ hûr bibin da ku hin pirsên civakê bibersivînin. Bi vê armancê cih dane gelek pisporên vê qadê û hewl dane ku di vî warî de pirsgirêkên sereke rave bikin.

Di vê hejmara 10em de;

Prof. Dr. Dr. Jan Ilhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya “Dîn, Trawma û Bêpergaliya Obsesîf-Kompulsîf -Hevbandoriya Trawma, Reftara Şûştinê ya Kompulsîf û Girêdaniya Dînî bi Jinên Penaber ên Tecawizkirî re- Xebateke Berawirdkirî” ku Fexriya ADSAY ji îngilîzî wergerandiye, cih dide xebateke xwe ya zanistî û rê û rêbaz, analîza daneyên xebatê û encama lêkolînê bi xwendevanan re parve dike.

Slavoj ŽIŽEK bi nivîsa xwe ya “Qaşo Bihêzbûna Jinê û Herikbariya Zayenda Civakî Amûrên Dawî yên Kapîtalîzma Şirketî ne” ku Necat KESKİN ji îngilîzî wergerandiye, behsa wê dike ku kapîtalîzm zayendiyê çawa dixe bin bandora xwe û rê li ber xwe-objekirina jinê vedike.

Doç. Dr. Burhanettin Kaya bi nivîsa xwe ya “Êdî Dinya Bû Qirêj” ku Mahmut CEYLAN ji tirkî wergerandiye, li ser qirêjiya gelek tiştan radiweste û bersiva pirsa ‘divê em bo vê qirêjiyê çi bikin’ê ji xwendevanan re vedibêje.

Prof. Dr. Arşaluys KAYIR li ser mijarên ‘zayend, zayendî, zayendîtî û pirsgirêkên zayendiyê’ yek ji wan kesan e ku gelek xebat û lêkolîn kirine. Li ser van mijaran bi mamoste re hevpeyvîneke berfireh kir da ku xwendevanên kovarê jê sûd werbigirin.

Prof. Dr. Doğan ŞAHİN bi nivîsa xwe ya “Orgazm û Azadî”yê ku Kenan ÖRMEK ji tirkî wergerandiye, dide dû pirsa gelo di navbera orgazm û azadiyê de peywendiyek heye an na? Heger hebe ev peywendiyeke çawa ye? Şahin li ser vî esasî disekine û bi awayekî hurgilî serê xwe bi vê mijarê diêşîne.

Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi nivîsa xwe ya ‘Hevzayendî û Bêpergaliyên Zayendî û Zayendîtiyê’ bi awayekî berfireh li ser mijarên hevzayendî, bêpergaliyên zayendî û zayendîtiyê û dermankirina van bêpergaliyan radiweste.

Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya “Vajînîsmûs û Mêrên Vajînîsmûsê, Zayendî û Bêpergaliyên Fonksiyonên Zayendî”yê bi hurgilî li ser vajînîsmûs, bêpergaliyên fonksiyonên zayendî hûr dibe.

Prof. Dr. Cebraîl KISA bi nivîsa xwe ya “Şeva Pêşî Çawa Dibe Sedema Tirsê?” ku Şengul OGUR ji tirkî wergerandiye, bi awayekî berfireh li ser tirsa şeva pêşî radiweste û sedemên vê ji me re rave dike.

Dr. Nurettin BELTEKİN bi nivîseke kirmanckî tevlî me dibe û bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Ruhê Însanan de Nuqteyê Tarî’ behsa girîngiya zimanê dayîkê di perwerdehiyê de û rûdanên trawmatîk yên têkildarî vê mijarê dike.

Dr. Sabahattin ŞEN bi nivîsa xwe ya ‘Seksûalîzasyona Kurdîtiyê di Sînemaya Tirkî de’ ku Siyabend ASLAN ji tirkî wergerandiye, bi hurgilî û bi mînakan behsa sekzûalîzekirina kurdîtiyê ya di sînemaya tirkî de dike.

Herwiha Antropolog Welat RAMÎNAZAD bi nivîsa xwe ya ‘Peywendîya Zayendî û Bedenî de Rijnayişê Ferasetê Bedeno Arzûnêbîyaye’, Derûnnas Baran GÜRSEL bi nivîsa xwe ya ‘Em Hemû Penaber in, Em Hemû Karker in, Em Hemû Civak in’ ku Reşo RONAHÎ ji tirkî wergerandiye, Derûnnas Leyla NISÊBÎNÎ bi nivîsa xwe ya ‘Pratîk û Polîtîkayên li ser Zayendiyê’, Derûnnasê Klînîkî & Terapîstê Pirsgirêkên Zayendiyê Murat CAYMAZ bi nivîsa xwe ya ‘Zayendî û Derûniya Jinan’, Derûnnas Gulistan BARIK bi nivîsa xwe ya ‘Bi Nêrîneke Dîrokî û Civakî Keçanî’, Şêwirmendê Derûniyê Emrah AKBAŞ bi nivîsa xwe ya ‘Saw û Cûreyên Wê’ di kovarê de cih digirin û mêvanê wan yê ‘Pirs û Bersiv’ê jî şa’ir Berken BEREH e.

Hûn dikarin Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî ji pirtûkfiroşan û ji malperên   www.pirtukakurdi.com, www.ajansjj.com,  www.kitebakurdi.com peyda bikin.

14 Şubat 2020 Cuma

Sê Pirtûkên Sînemayê bi Kurdî


Dilazad Art lêkolîner, nivîskar û derhênerekî kurd e û berhemên hunera sînema, wêje, helbest jî têde û di gelek warên jiyanê de pirtûkan nivîsandine û lêkolînan amadekirine.
Sê pirtûkên nivîskar Dilazad Art:

"Sînemaya Kurdî"

"Sînemaya Cîhanê"

"Destpêk û Dîroka Sînemayê"

Weşanxane: Weşanên Zaningeh - Çavkanî: zaningehpress.wordpress.com

8 Şubat 2020 Cumartesi

Çend nîşe; li ser hest, fikr û ramana Diyalektîkê


"Tiliyên destan ne wek hev û din in.."*

Li seranserê cîhanê, tu netewe û gel homojen nînin û ev nepêkane jî. Her kes bi herikîna demê re; li gor zanîn, dîtin, agahî, têkilî, rastîhevhatînên xwe cuda difikirin û dihisin. Lewra rih û hişên mirovan, bi bandora şert û mercên jîyanê teşe digirin. Hest, fikr û ramanên wan jî di vê pêvajoyê de pêk tên û diguherin. 

Dema ku kesek di derbarê mirovan an jî kirûyekê de diaxive û şîrove dike, divê şert û mercên wê/î û ruhê wê demê, li ber çavên xwe bigire. Ji ber ku ji bo têgihîştin û famkirina xweza û jiyanê, nerîneke diyalektîk (materyalîst) divê/pêwîst e. Nerîneke diyalektîk; wate û rastîna jîyanê ye û weke dîrokî, têkiliya ku di navbera sedem û encam de girîng û diyarker e. 

Li jiyanê, her tişt li gor mercên jiyanê û bi demê re diguhere û veguhere, û lewma tu tişt wekî berê namîne ku her tim di nava guherîn û veguherînê ne. Vê yekê ji ber zagona xwezaya jiyanê û ruhê diyalektîkê wisa ye. Binesazî û seravayî ya civakên cîhanê bi vî awayî pêk tê û a ku seravayîyê diyar dike (destnîşan dike) rewşa têkiliyên binesaziya civakekê ye ku civak ji van her du diyardeyan pêk were û di navbera van de têkiliyeke beramber a domdor heye. 

"Ji ber ku ez baweriya xwe bi qencayî/qencîyê tînim.. Ji ber şert û mercên jîyanê qenc an jî xirab derdikevin holê.."**

Ji ber ku, bi nerîna dîyalektîka dîrokî ve tiştê ku rih, bîr û hişa mirovan diafirine û teşe dide wan, şert û mercên jiyanê û dîrokî ne. Ya girîng jî ev e ku divê şert û mercan herî mirovî bêne avakirin.
Rewşenbîr û ramangerê mezin Karl Marx dibêje ku "Ji ber ku, şert û mercên jiyanê teşe didin mirovan. Divê şert û mercên jiyanê bi awayekî herî mirovî bên avakirin.."

Nivîs: Rûmet Med

*Gotina Pêşiyan
**Ji fîlmê "Dekalog 8" (1989) / Derhêner û Senarîst: Krzysztof Kieślowski

Berfanbara 2019'ê
Nûvejan kirin: 04.08.2021


“Biz ekmek istiyoruz! Ama gül de istiyoruz!”


Öyle filmler, kitaplar, hikâyeler ve düşünceler vardır ki hayatta, seslendikleri sözcükleri-imgeleri hem hayatın gerçeklerini merkezinden yansıtırlar hem de oluşturdukları anlatım biçimleri ile zihnin bilincinde yeni ufuklar açarlar.
“Biz Ekmek istiyoruz!”,“Ama Gül de istiyoruz!”,”Bütün güzellikleri, güzel olan her şeyi istiyoruz!…”, Ufuklar açıp çok şey anlatan ve hayatı en kapsamlı şekilde aktaran cümleleri ile sesleniyor ünlü yönetmen Ken Loach “Ekmek ve Güller” (2000) filmi ile en doğal hakları için mücadele veren insanların sesinden. Çoğu memleketlerini bırakıp başka bir ülkede göçmen olarak çalışmaya gelmiş işçilerin yürüyüş sahnesinde, sigortalı olarak çalışma talepleri, güvenlik kaygısının en yoğun biçimde yaşandığı günümüz dünyasında “güvenceli bir hayat” olarak kendisini açığa çıkarıyor.

‘Loach umudun sesini yükseltiyor’
Her çektiği filmde kamerasını hayatın gerçeklerine çeviren Ken Loach; Yılmaz Güney, Behmen Qubadî, Yeşim Ustaoğlu, Roman Polanski, Semira Makhmelbaf, Andrei Tarkovsky, Sarah GavronAkira Kurosawa ve nice toplumsal gerçekçi bağımsız sinemacı gibi toplumun dertlerini ve sıkıntılarını yansıtıp umutlarından yana seslenerek tüm ezilenlerin, ötekileştirilenlerin ve emekçilerin penceresinden dünyaya bakıyor.
Ken Loach sineması yeryüzünde yaşanan savaşlar ve yoksulluklar sonucunda oluşan; ölümler, acılar, kendi yurduna ve diline özlem, sürgün, göçmenlik, kadınların yaşadığı sorunlar, işsizlik, gelecek kaygısı, metropollerde nüfus artışına bağlı olarak ortaya çıkan sorunlar, barınma sorunu, bireysel dertler, düşük ücretli ve güvencesiz çalışma ve birçok boyutlarıyla hayatın yaşanan gerçeklerini, meselenin tam içinden anlatarak umudun sesini yükseltiyor. Loach’ın yansıttığı hikâyelerde, özgürlük tutkusu ile eşit bir geleceğin özleminin düşü, çabası ve güzel bir geleceğin yaşanacağı günlerin mayasının hayata katılmasının izleri var.

‘Ama ben burada olmakla umudumun yeşerdiğini hissediyorum’
Filmlerinde sade ve günlük hayatın içinden sözcüklerle anlatım oluşturan yönetmen Ken Loach, doğal bir sanatsal form ile toplumsal bakış açısını birlikte yansıtıyor. Filmleri gerçeğin dilinin sınırları ile konuşarak, anlattığı hikâyelerin olay örgüsünü kurarken, üzerinden asırlar geçmiş bir William Shakespeare şiiri gibi sinema ve insanlık tarihi boyunca güncelliğini her zaman hissettirecek ve gerçeğini sesini hatırlatacaklar.
Umudun hiç bir zaman bitmediğini ve diri olduğunu filmlerinde anlatan yönetmen Ken Loach’ın “Ekmek ve Güller” filminin bir sahnesinde geçen “Ama ben burada olmakla umudumun yeşerdiğini hissediyorum” şeklindeki hayatın içinden cümleler ile baharın, tıpkı ünlü edebiyatçı Victor Hugo‘nun “Gecenin en karanlık olduğu zaman, Sabaha en yakın olduğu andır” cümlesinde anlattığı gibi yakın olduğunu dile getiriyor.
Hayatı değiştirip dönüştürebilmek için verilen çabalar ile uzun yıllar devam eden süreçlerin elbette gün ışığını doğurarak baharı getireceğini ve sonunda acılardan oluşan sancıların yeni günlerin sabahlarının rengi ve sesi ile sona ereceğini ve güzel bir gelecek düşünün yeşerip gerçekleşeceğini müjdeliyor.
Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)
17 Ocak 2018 / www.presshaber.com

Tereddüt, erkek egemenliğinin kayalarına vuran dalgalar!


Tarihin en eski çağlarından beri binlerce yıldır, kadınlar ve çocuklar yeryüzünde yaşanan savaşların ve yaşanan ağır süreçlerin sonucunda meydana gelen sürgün, göç ve yoksulluk hallerinde en çok acı çeken ve büyük bedeller ödeyerek; uzun bir zaman diliminde oluşan ekonomik, sosyal ve kültürel sistemlerin şekillendirdiği erkek egemenliğinin gölgesinde yaşamak zorunda bırakılmış kesimlerdir.
Savaşların ve acıların sarmalında kendilerini saran eril egemen dünyada her türlü dışlanmanın ve özgürce yaşayıp kendini ifade edememenin sancılı süreçlerinde yaşamak zorunda kalan kadınlar, çocuklar ve toplumsal cinsiyet normları dışındaki cinsel yönelimler ve cinsiyet kimliklerinden olanlar; günümüz dünyasında da geçmişte olduğu gibi yaşanan acıların sarmalı ile karşılaşıyor, öldürülüyor, cinsel baskıya uğruyor, şiddetin her türlüsüne maruz kalıyor ve istediği gibi bir hayatı yaşayamıyor.
Geçmişten bu yana sürüp devam eden bu acıları ortaya çıkaran nedenleri ve yanlışlarını dile getirip mahkûm eden kadın mücadelesi tüm zorluklarına rağmen devam ediyor. Sinema da kadınların hak arama mücadelesinde, hayatın ve sanatın diğer dalları gibi bir mecra olarak şekilleniyor.
Sinema gerçeği cesur bir şekilde göstermek ve geniş kitlelere aktarmak bakımından çok önemli ve etkili bir bilinçlendirme aracı olarak yayılıyor.

Bir arayış hikâyesi olarak Ustaoğlu sineması!
İşte bu mecrada Yeşim Ustaoğlu sineması da her bir filmi bir arayış hikâyesi olarak;  ezilen, emekçi ve ötekileştirilenlerin sesi soluğu olup var olan sistemin ortaya çıkardığı acıları dile getiriyor.
Meseleleri toplumsal açılardan değerlendirip bir kurtuluş reçetesi sunan yönetmen Ustaoğlu, sanatsal kaygıları gözeten ve farklı bakış açılarının ufukları genişlettiği bir dil yaratarak seyircisi ile buluşuyor. Filmleri ulusal ve uluslararası birçok film festivalinde en iyi film, senaryo ve yönetmen ödülleri dâhil birçok ödüle layık görülen Ustaoğlu sineması, günümüz sinemacılarını derinden etkileyen, sinema sanatı ve kuramı ile ilgilenenlerin en çok yazı yazdığı, araştırmalar yaptığı ve fikir beyan ettiği bir noktada duruyor.
İnsana, doğaya ve hayata odaklanan sinema!
Kamerasını insana, doğaya ve hayata dair olana odaklayan Yeşim Ustaoğlu, 1994 yılında çektiği İz filminde yüzü yok olmuş halde intihar eden bir müzisyenin sırlarla dolu hayatını beyaz perdeye aktararak, seyirciyi İstanbul’un bilinmeyen ve görülmeyen mekânlarına ve insanlarının acılarına doğru bir yolculuğa çıkarıyor.
Ustaoğlu, 1998 yılı yapımı ikinci uzun metrajlı filmi olan Güneşe Yolculuk’ta büyük şehirde büyüyen bir gencin bir karşılaşma sonrası hayatında meydana gelen değişimleri konu alıyor. Diasporada oluşan Kürt Sineması açısından bir ‘dönem filmi’ olarak görülen film; kendini bulma isteğini, benliğinin farkına varışı, gurbeti, aşkı, arayışı, empati duygusunu, acıların boyutlarını ve dostluğu anlatan en anlamlı filmlerden biri olarak halen güncelliğini koruyor.
Güneş’e Yolculuk’tan bir fotoğraf
2004 senesinde sinema seyircisi ile buluşan Bulutları Beklerken filmi ile yaşamlarını sürdürdükleri Karadeniz coğrafyasında yaşanmış sürgün sonrasında bir Türk ailesine evlatlık olarak verilen bir Rum kızının ve kardeşinin hayatını beyaz perdeye aktaran yönetmen Ustaoğlu, Rum kızının evlatlık olarak verildiği ailenin kızı olan ve en yakını olarak gördüğü arkadaşının ölümünün ardından, 50 yıllık sırrını ve kardeşini arayışını konu alıyor.
2008 yılında vizyona giren Pandora’nın Kutusu filminde de büyük şehirde yaşamlarını sürdüren üç kardeşin, sonradan Alzheimer hastası olduğu öğrenilen annelerinin kaybolduğu haberini aldıktan sonra memleketleri Karadeniz’e gidiş hikâyesini konu ediniyor. Film ile büyük şehirlerin, insanları yalnızlaştıran, ilişkileri olumsuz etkileyen ve kendine yabancılaştıran etkilerini anlatan yönetmen Yeşim Ustaoğlu, Alzheimer hastası Büyükanne ile torunun karşılaşmasını beyaz perdeye aktarıyor.

2011 yılında sinema izleyicisi ile buluşan Araf filminde, benzin istasyonunda bulunan bir lokantada çalışan iki arkadaşın yaşamını sinemaya aktaran Ustaoğlu; aşkı, beklentileri, umudu ve hayatın getirdiği olumsuzlukların sonuçlarını ele alarak,  teknolojinin ve televizyonun gençler üzerinde oluşturduğu olumsuz etkileri ve yabancılaşma olgusunun boyutlarını anlatıyor.
Tereddüt, erkek egemenliğinin kayalarına vuran dalgalar!
Binlerce yıllık bir zaman süresince; sosyal, ekonomik ve kültürel sistemlerin etkisi ile oluşup eril egemenliğine dayanan günümüz dünyasında geçmişten bu yana kadınlar, çocuklar ve farklı cinsel yönelimleri olanlar; toplumsal yaşamda en çok ezilen, sömürülen ve baskı altında kalan kesimler olarak öldürülüyor, şiddetin her türlüsüne maruz kalıyor ve hayatı istedikleri gibi yaşayamıyor. Yönetmen Ustaoğlu, 2016 yılında vizyona giren Tereddüt filminde erkek egemenliğinin toplumsal yaşamda şekillenen boyutlarını sinema perdesine aktararak bir karşı çıkış çığlığı olarak seyirciye sesleniyor.

Karanlığa, fırtınaya ve soğuğa karşı bir bahar güneşi olup açıyor!
Farklı yaşam tarzlarının ve sınıfsal farklılıkların olduğu kesimlerden gelen, 16 yaşında istemediği bir adamla evlendirilen Elmas adındaki genç kadınla, mecburi hizmetin ardından İstanbul’dan bir kasabaya yerleşen Psikiyatrist Şehnaz’ın hayatlarına odaklanan Tereddüt filmi, erkek egemen dünyayı farklı boyutları ele alıyor. İki kadının soğuk ve fırtınalı bir günün sabahında hastanede karşılaşmalarının ardından birbirlerinin hayatlarında yeni bir dünyayı keşfetme sürecini aktaran yönetmen Ustaoğlu, filmin başlangıcında suyun derinlik hissi ile yer yer film boyunca deniz ve su imgesini bir anlatım biçimi olarak kullanıyor.

İki kadının yaşadıkları acı dolu günlerin ardından yeni bir hayata kavuşmak için mücadelelerini ve kurtuluşlarını konu edinen film deniz kenarındaki kayalara vuran dalgaların sahneleri, ses efektleri ve müziğin tonu ile imgesel çağrışımlar yaratıyor. Eril egemenliğinin kıyılarının kayalarına vuran dalgalar; karanlığa, fırtınaya ve soğuğa karşı bir bahar güneşi olup açıyor…
Yönetmen Yeşim Ustaoğlu’nun Kısa Filmleri:
  • Bir Anı Yakalamak(1984)
  • Magnafantagna(1987)
  • Düet(1987)
  • Otel(1992)
Yazı: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

22 Şubat 2017 / www.Presshaber.com

5 Şubat 2020 Çarşamba

Fîlmê Dirêjtirîn ê Dîroka Sînemayê


Fîlmê dirêjtirîn/herî dirêj ê dîroka sînemayê "Ambiancé" yê Anders Weberg, dê di roja dawiya 2020'ê de bikeve vîzyonê.

Hunera heftemîn "sînema" û bi giştî fîlman ji gelek cure û rêbazan pêk tê û wan li gorî dem, hest û raman û atmosterê jî ji hev cihê ne. Di dîrokê de, ji 1985'ê bi vir de heta niha bi deh hezaran fîlm (fîlmê dirêj, belgefîlm, kurtefîlm, metraja nîvek, metraja dirêjtirîn) hatine kişandin û hejmarên fîlmên reklam û nasandin û geştê jî zêde ne. Bi demê re, bi bandora teknolojî û geşedanên nû ve, di herîkina jiyanê de cureyên fîlmên nû û cuda derdikevin holê û fîlmên nû têne kişandin.

Fîlmê dirêjtirîn ê dîroka sînemayê yê bi navê "Ambiancé" yê derhêner Anders Weberg, hatibû ragihandin ku dê di roja dawiya vê salê de bikeve vîzyonê. Tenê fragmana belgefîlmê 7 demjimêr û 20 xulek e û bixwe jî 720 demjimêr didome.

Salên borî ji belgefîlmê "Ambiancé" yê Anders Weberg, 'fragmaneke kurt' hatibû weşandin û bi tenê fragmana wê 7 demjimêr û 20 xulek e û bixwe jî 720 demjimêran didome û ev jî dike 30 rojan.

https://www.youtube.com/watch?v=RLevgVmZ8rE

Belgefîlmê "Ambiancé" ji aliyê derhênerê Swêdê Anders Webers ve hate kişandin û dê di roja dawiya sala 2020'ê de bikeve vîzyonê. Belgefîlm, dema ku bikeve vîzyonê, dê bibe fîlmê dirêjtirîn/herî dirêj ê cîhanê û 30 rojan bidome ku bi awayekî rastîder û derasayî qala rêwîtiya feza û demê dike.

Lîsteya Hin Fîlmên Dirêjtirîn/Herî Dirêj ên Dîrokê:

"Ambiancé" (2020), 720 demjimêran / Derhêner: "Ambiancé"

"Modern Times Forever" (2011), 240 demjimêran / Derhêner: Jakob Fenger, Rasmus Nielsen

"Cinemataion-Cinématon" (1978), 201 demjimêran / Derhêner: Gerard Courant

"Beijing" (2003, 2004), 150 demjimêran / Derhêner: Ai Wei Wei - Belgefîlm

"Untitled #125 (Hickory), 2011, 120 demjimêran / Derhêner: Josh Azzarella

"Matrjoschka" (2006), 95 demjimêran / Derhêner: Karin Hoerler - Dîmen

The Cure for Insomnia (1987), 87 demjimêran / Derhêner: John Henry Timmis û Senaryo: L.D. Groban

"The Longest Most Meaningless Movie in the World" (1968), 48 demjimêran / Amadekar: Anthony Scott - Proje

"****" (1967), 25 demjimêran / Derhêner û Senaryo: Andy Warhol

"The Clock" (2010), 24 demjimêran / Derhêner: Christian Marclay - Clîp

"Happy" (2013), 24 demjimêran / Derhêner: Kolektîf - Vîdyo Klîp

"Berlin Alexanderplatz" (1980), 15 demjimêran / Derhêner û Senaryo: Rainer Werner Fassbinder

"Resan/The Journey" (1987), 14 demjimêr û 33 xulek (deqîqe) / Derhêner: Peter Watkins - Belgefîlm

"Crude Oil" (2008), 14 demjimêran / Derhêner: Bing Wang

"Ebolusyon ng isang pamilyang Pilipino-Evolution of a Filipino Family" (2004), 10 demjimêr û 43 xulek / Derhêner û Senaryo: Lav Diaz

"Shoah" (1986), 9 demjimêr û 26 xulek / Derhêner û Senaryo: Claude Lanzmann

"Tie Xi Qu: West of the Tracks (2002), 9 demjimêr û 18 xulek / Derhêner û Senaryo: Wang Bing

"Death in The Land of Encantos" (2007), 9 demjimêran / Derhêner û Senaryo: Lav Diaz

"Heremias" (2006), 9 demjimêran / Lav Diaz

"Taiga" (1992), 8 demjimêr û 21 xulek / Derhêner: Ulrike Ottinger - Belgefîlm

"A Lullaby to the Sorrowful Mystery" (2016), 8 demjimêr û 5 xulek / Derhêner: Lav Diaz

"Melancholia" (2008), 8 demjimêran / Derhêner û Senaryo: Lav Diaz

"Satantango" (1994), 7 demjimêr û 30 xulek / Derhêner: Béla Tarr û Senaryo: Béla Tarr, László Krasznahorkai

"War And Pecae-Voyna i mir", (1967), 7 demjimêran / Derhêner û Senaryo: Sergey Bondarchuk

"Les Vampires" (1915), 6 demjimêr û 40 xulek

"Florentina Hubaldo, CTE" (2012), 6 demjimêran / Derhêner û Senaryo: Lav Diaz

Siglo ng pagluluwal (2011), 6 demjimêran / Derhêner û Senaryo: Lav Diaz

"Carlos The Jackal" (2010), 5 demjimêr û 40 xulek

"From What Is Before" (2014), 5 demjimêr û 38 xulek / Derhêner û Senaryo: Lav Diaz

"Batang West Side" (2001), 5 demjimêr û 15 xulek / Derhêner û Senaryo: Lav Diaz

Çavkanî: https://www.imdb.com/list/ls058680475, https://tr.wikipedia.org/wiki/En_uzun_filmler_listesi, www.perafilm.com, www.listefilm.com, www.filmloverss.com www.fikriyat.com www.onedio.com

Nivîs û Amadekar: Rûmet Med

4 Şubat 2020 Salı

Derhêner, senarîst û lîstikvana navdar Larisa Shepitko


Yek ji derhêner, senarîst û lîstikvanên herî serketî yên sînemaya Sovyetan Larisa Yefimovna Shepitko, bi fîlmên xwe yên wekî; "Znoy" (1963), "Krylya" (1966), "Nachalo Nevedomogo Veka" (1967), "Ty i ya" (1971), "Voskhozhdenie"(1977), ve tê naskirin û di sala 1979'ê de jiyana xwe ji dest da.

Fîlmografiya Derhêner Larisa Yefimovna Shepitkoyê: https://m.imdb.com/name/nm0791899/

Amadekar: Rûmet Med

Sê Pirtûkên Lêkolîn ên Sînemaya Jinan


Sê Pirtûkên Lêkolîn ên Sînemaya Jinan (Kadın Sinemasına Dair Üç Kitap)

Nivîs û gotar û lêkolînên ku di sê pirtûkan de cih digirin ji aliyê gelek derhêner, lêkolîner û nivîskarên sînemayê ve hatine amadekirin û berhevkirin û qala dîrok û xebatên derhêner û sînemavanên jin ên cîhanê dikin.


"Jinên Bêdeng: Pêşengên Sînemayê" ("Sessiz Kadınlar: Sinemanın Öncüleri")



"Derhênerên Jin ên Cîhanê" ("Dünya Kadın Sinema Yönetmenleri")


"Nerîna Jinan: Fîlmên Bingehîn ên Ji Aliyê Derhênerên Jinan ve Hatine Kişandin" ("Kadınların Bakışı: Kadın Yönetmenlerin Çektiği Temel Filmler")

#Derhêner #Jin #HuneraHeftemîn #Senaryo  #SînemayaCîhanê #Fîlm #Pirtûk #Lêkolîn #Jiyan #Dîrok #Sînema #Cinema
Rûmet Med