17 Aralık 2020 Perşembe

Dilê Peyv û Hevokên Mezin; "Furûx Ferroxzad"

  


Nivîs: Rûmet Med

"Sînema ji bo min şêwazeke derbirinê ye. Min bi dirêjiya jiyana xwe helbestan nivîsandin û xwendin, û helbest, bi tenê rêyeke derbirinê ye. Ez ji sînemayê hez dikim û dikarim di hemû warên din de jî bixebitim. Ku helbest nebe di şanoyê de bilîzim, ku şano nebe ez fîlman bikişînim. Dewamkirina vê jî girêdayî berdewama gotinên min e. Helbet, ku gotinên min hebe.."*

Furûx Feroxzad yek ji helbestvanên baştirîn ên wêjeya cîhanê ye û di heman demê de bi hunerên sînema, şano û resm re jî eleqedar bûye. Di helbestên wê wekî straneke ahengdar û geş diherikin û tê de wateyên kûr û mezin xwe dide der. Yên ku peyv û hevokên Feroxzadê dixwînin kûrahiya zimanê risteyên (şewane) wê dibînin. Helbestvana navdar a cîhanê Furûx Ferroxzad di sala 1935'ê li Îranê hatiye dinyayê û di temeneke ciwan de (di sala 1967'ê) jiyana xwe ji dest daye. Ferroxzad di wêjeya cîhanê de rêçên mezin hiştiye û bandorên kûr û felsefî li hunerê kiriye..

Pencereyek ji bo dîtinê, Pencereyek ji bo bihîstinê”**

https://www.youtube.com/watch?v=XJGABtligKk

Pirtûk û helbestên helbestvana Îranê Furûx Ferroxzad, li ser cîhanê bi dehan zimanan hatine wergerandin. Helbestvan, di heman demê de bi hunerên sînema û şanoyê re jî eleqedar bûye, edîtorî, asîstanî, derhênerî û wênesazî kiriye û bi belgefîlma xwe ya bi navê "Khaneh Siyah Est" (Xanî Reş e / The House is Black, 26 deqîqe, 1963) re bi serketî ye, mijara vê belgefilmê li ser jiyanên nesaxên belweşînê ne ku di derbarê nexweşiyê de hin agahiyan dide, û belgefîlm, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Oberhausenê Xelata Belgefîlma Baştirîn girtiye.

Ferroxzad, di navbera salên 1961 û 1965an de edîtoriya gelek fîlm û belgefîlman kirine û di sala 1962ê de bi belgefîlma xwe ya "Agirek" li Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya li Îtalyayê Xelata Mezin (xelata Yekemînî) wergirtiye. Helbestvana mezin, pencereyeke nû û zelal vekir ji bo dîtin û ji bo bihîstinê, û gelek derhênerên sînemayê û hunermend ji helbestên Feroxzadê îlham girtin/digirin.

“Birînên Min Ji Ber Evînê ne”***

Birînên Furûx Ferroxzadê ji ber evînê bûn û jiyana wê di nav gelek janên êşan de derbas bû, lê ew bi dileke birîndar, roniya hez û hêviya xwe hertim mezin û bilind kir. Helbestvan di berhemên xwe de bi zimanekî resen û metaforîk ; qala êş û birînên jinan kirin û li ser rewş û pirsgirêkên civakê sekinî. Di helbestên Ferroxzadê de hest û ramanên hez, êş, keser, azadî, hêvî, evîn û veteqanê derdikevin pêş û hevokên wê mîna rûyê demsala biharê vebûn û bûn rojên cejnên bihuştê... Helbestvan Furûx Ferroxzad, di zeryaya helbestê de bi rengên peyv û hevokên xwe ve bû nemir û dengê newayên risteyên helbestên wê dê di dîrokê her tim bimînin..

Helbest û pirtûkên helbestvana navdar Furûx Feroxzad (1934 – 1967), li seranserî cîhanê bi dehan zimanan hatine wergerandin û weşandin. Nivîskar, lêkolîner û wergerên kurd Muhsîn Ozdemîr û Cewad Pale pirtûka helbestan a Furûx Feroxzad, bi navê “Em Baweriyê Bi Destpêka Demsala Sar Bînin” (2013) wergerandin bo Kurdî. Di sala 2014ê de, Muhsîn Ozdemîr hemû berhemên Furûx Feroxzadê, bi navê “Hemû Berhem” wergerandin ji bo zaravaya kurmancî ya Kurdî û du pirtûk ji aliyê Weşanên Ronahî ve hate weşandin. Di Meha Pûşpera 2020ê de hate ragihadin ku werger Hatîce Kiliç hemû helbestên Furûx Ferroxzadê ji bo Kurdî wergerandî ye û wergera berhemên helbestvanê ji aliyê Weşanên Avestayê bête weşandin.

https://www.youtube.com/watch?v=OKq5OBUbMEo

Şanonivîs Şebnem Îşîguzel lîstikeke şanoyê ya li ser jiyana Furûx Feroxzad nivîsibû û lîstika bi navê “Yaralarım Aşktandır” (Birînên Min Ji Ber Evînê ne*) di sala 2019ê de bi derhêneriya Berfîn Zenderlîoğlu re û ji aliyê hunermenda şano û sînemayê Nazan Kesal ve hatibû lîstin. Herwiha hat ragihandin ku jiyana helbestvana navdar ji aliyê derhêner Cihnagir Kevserî ve ji bo sînemayê bête kişandin û senaryoya fîlmê Naîme Îslamî nivîsiye.

Çavkanî:

* Furûx Ferroxzad

* ** Ji Pirtûka “Hemû Berhem” ya Furûx Feroxzad. Ji Farsî: Muhsîn Ozdemîr. Weşanên Ronahî 2014.

https://www.imdb.com/name/nm1265720/?ref_=tt_ov_dr

https://sinemayaserbixwe.com/jiyana-helbestvan-furux-feroxzad-dibe-film/

https://rumetmed.blogspot.com/2018/01/ruyeke-nevesarti-furux-feroxzad.html

https://rumetmed.blogspot.com/2018/10/dile-peyv-u-hevoken-furux-ferroxzad.html

https://tr.wikipedia.org/wiki/F%C3%BCru%C4%9F_Ferruhzad

(Ev nivîs di meha Cotmeha sala 2018ê de hatibû nivîsandin ku hin beşên wê ji aliyê nivîskarê nivîsê ve bikitekit hate nivîsandin û sererast kirin.)

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

Li Sovyetan 7 fîlmên li ser jiyana Kurdan


Nivîs: Rûmet Med / Bianet Kurdî (6ê Mijdara 2020ê)

Di hemû welat û herêmên Sovyetan de jiyana çandî, hunerî, zanistî û aborî geş bûbû. Her netewe û gel dikaribûn bi zimanê xwe kovar û rojname û pirtûkên xwe derbixin, fîlm û belgefîlman bikişînin û frenkansa radyo û televîzyonan bi zimanên xwe temaşe bikin.

Li erdnîgariya Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst, gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava kiribûn. Di jiyana civakî de hemû kes dikaribûn ji dibistana pêşî heta zanîngehê bi zimanê zikmakî perwerdehî bibînin û di her warê jiyanê de xwe bi zimanê xwe îfade dikirin. Jin, zarok, her nasnameyên zayendî, karker, gundî, rêncber û hemû civakê azad bûn, û bêkarî û xizanî tune bû.

Di hemû welat û herêmên Sovyetan de jiyana çandî, hunerî, zanistî û aborî geş bûbû. Her netewe û gel dikaribûn bi zimanê xwe kovar û rojname û pirtûkên xwe derbixin, fîlm û belgefîlman bikişînin û frenkansa radyo û televîzyonan bi zimanên xwe temaşe bikin.

Yekem romanên kurdî (Şivanê Kurd yekem romana kurdî ye ku ji aliyê nivîskar û rewşenbîrê kurd Erebê Şemo ve hatiye nivîsîn), li Sovyetan hatin weşandin û rojnameyeke bi navê “Riya Teze” ya kurdî dest bi weşanê kir û weşana radyoyê ya kurdî cara yekem li wir li Radyoya Yêrîvanê destpêkir û stran û klamên kurdî li piraniya erdnîgariya kurdan hate guhdarî kirin. Bi heman awayî yekem fîlm-belgefîlmên ku qala jiyana kurdan dikin li Sovyetan hatin kişandin. Li herêma Kurdistana Sorê (Navenda wê Laçîn bû) û di warên din ên Sovyetan ku kurd li wir dijîn; xebatên Kurdolojî, ziman, tenduristî, çand, perwerdehî, rêziman, radyo, huner, zanist, folklor, aborî û di her qadê jiyanê de gelek pêşveçûn.

7 filmên derbarê kurdan de

Di vê lîsteya fîlman de, 7 fîlmên ku li Ermenistan û Azerbaycanê, ango Yekîtiya Sovyetan li ser jiyana Kurdan kişandin cih digrin.

Fîlmê "Namûs" (66 deqîqe ye) di sala 1926ê de ji romana nivîskar Alêksandr Şîrvanzadêyî ji aliyê derhênerê ermenî Hamo Bêknazaryan ve bo sînemayê hate kişandin û di derbarê çîroka evîndarîya Sêyran û Sûsanê de ye ku li ser û kevnoşopiya civakê disekine. Fîlmekî bêdeng û spî-reş e.

"Zerê" (Zarê, 69 deqîqe ye). Mijara fîlmê "Zerê" jî li ser jiyana Kurdan e û di sala 1926an de ji romana bi navê "Lazo" ya Hakob Xazaryanî dîsa ji aliyê Hamo Bêknazaryanî ve bo sînemayê lê hatiye anîn. Mijara fîlmê li ser jiyan û kevneşopiyên kurdên Elegezê ye û qala evîndarî û veqetîna Zerê û Seydoyî dike.

Fîlmê "Kurdên Êzîdî" (51 deqîqe ye) di sala 1932/3yan de ji aliyê derhêner A. Martîrosyaneyî ve hatiye kişandin ku li gundekî Kurdan diqewime û behsa damezrandina kolxozê* dike. Senarîstên fîlmê P. Barxûdaryan û G. Balasanyane ne, û fîlmekî spî-reş e û weke bêdeng kişandine. 

*Milkê kolektîv

Kurtebelgefîlma "Li Kurdistanê" (12 deqîqe ye) di 1938ê de li ser herêma "Kurdistana Sor"ê ye û li Azerbaycanê hatiye kişandin. Di belgefîlmê de muzîk, reqs û hunera şanoya kuklayê ya kurdan jî cih digrin.

"Kurdên Ermenistana Sovîyetê" (12 deqîqe ye) kurtebelgefîlmeke ye ku di sala 1947ê de li ser jiyana kurdan hatiye kişandin. Derhêneriya belgefîlmê Y. Koçaryaneyî kiriye û senaryoya wê jî aliyê Hecîyê Cindî û Y. Koçaryan ve hatiye nivîsandin û ev fîlm jî bêdeng û reş-spî ye

Belgefîlma "Kurdên Ermenistanê" (21 deqîqe ye, 1959) li ser çand û jiyan kurdan e ku ji aliyê C. Jamharyane ve hatiye kişandin û senaryoya wê jî wêjekarê navdar ê kurd Erebê Şemo nivîsandiye.

"Dostê minî qedîmî" (Dostanî, 50 deqîqe ye) di sala 1988ê de hatiye kişandin û li ser dostanîya kurdan û ermenîyan disekine û qala jiyana kurdan dike. Di fîlmê de derhêner L. Grîgoryane ye û senaryoya wê jî ji aliyê L. Grîgoryan û K. Zakaryan ve hatiye nivîsîn.

Her wiha heta niha li ser jiyana kurdan gelek fîlm hatine kişandin. Belgefîlma bi navê "Grass: A Nation's Battle For Life" (1925, 71 deqîqe) yên Merian C. Cooper û Ernest Schoedsackî ji aliyê nivîskar û lêkolînerên sînemayê ve yekem fîlm tête qebûl kirin ku li ser jiyana kurdên lekî hatiye kişandin û senaryoya wê jî Richard Carver, Terry Ramsaye bi hevre nivîsandine.

Bi qasî ku em dizanin li Îtalyayê derhêner Guido Bringo di fîlmê xwe yê bi navê "Ivan, Son of the White Evil"ê (1953) de behsa Kurdan dike. Her wiha di sala 1967ê de derhênerê Elmanyayê Franz Josef Gottlieb ji romana wêjekarê navdar Karl Mayî fîlmê bi navê "Durchs Wild Kurdistan" (1965) û dewama vî fîlmê kişandine ku van fîlman jî qala Kurdan dikin. Fîlmên derhêner û senarîstê navdar ê kurd Yilmaz Guneyî yên "Seyithan" (1968), "Endîşe" (1974), "Umut" (1970), "Sürü/Kerî" (1978) û "Rê/Yol" (1982) li ser çand û jiyana Kurdan hatine kişandin û di hin sehneyên van fîlman de dîyalog, stran û kilamên kurdî jî cih digrin û navên karekterên fîlman bi kurdî ne. Fîlmên Yilmaz Guneyî li Festîvalên Fîlman ên Netewî û Navneteweyî xelat wergirtine.

Çend fîlmên din ên ku di nêzîkî 30 salên dawî de li ser çand û jiyana Kurdan li Tirkiyeyê kişandine û ewilî tên bîra mirovan wisa ne; fîlmê "Mem û Zîn" (1991) yê Umît Elçîyî, fîlmê "Siyabend û Xecê" (1993) yê Şahîn Gokî û fîlmê "Işıklar Sönmesin" (1996) yê Reîs Çelîkî qala çîrok û jiyana Kurdan dikin. Fîlmên “Güneşe Yolculuk” (1999) yê Yeşîm Ustaoglû, “Büyük Adam Küçük Aşk” yê Handan Îpekçî û “Fotoğraf” yê Kazim Ozî bi kurd û bi tirkî hatine kişandin û qala jiyana kurdan dikin.

Yekem fîlmê bi kurdî "Klamek ji bo Beko" ye ku di sala 1992ê de ji aliyê hunermendê kurd Nîzamettîn Arînç ve hatiye kişandin û piştî vî fîlmê di çar parçê Kurdan û dîasporayê ji aliyê gelek derhênerên kurd ên wekî Behmen Qubadî, Hiner Saleem, Mizgîn Müjde Arslan, Kazim Oz, Samira Makmelbaf, Şawkat Amin Korkî, Erol Mintaş, Jano Rosebiani, Hüseyin Karabey, Orhan Eskîkoy, Zeynel Doğan, Jamil Rostami, Karzan Kader ve bi sedan fîlm hatin kişandin û têne kişandin, û fîlmên metrajdirêj, belgefîlm û kurtefîlmên ên sînemaya Kurdî li bernameyên Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên wekî Cannesê, Venedîkê û Berlînê têne nîşandayîn û xelat werdigirin.

Çavkanî:

“Kürt Sineması: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm" Rûpe: 5, 6. Amadekar: Mizgin Müzde Arslan. Agora Kitaplığı (Çapa yekem, 2009)

http://avestakurd.net/blog/2012/05/31/li-ermenistana-sovyet-flmn-li-ser-kurdan/

Yeşim Ustaoğlu “Su, Ölüm ve Yolculuk”. Nivîskar: Mizgin Müzde Arslan. Agora Kitaplığı (2010)

“Bütün Filmleriyle Yılmaz Güney”. Nivîskar: Agah Özgüç. Agora Kitaplığı (2005)

https://twitter.com/RAlakom/status/1324086444898635776

https://commons.m.wikimedia.org/w/index.php?title=File%3ASovyet_K%C3%BCrdistan%C4%B1_belgeseli_1938.webm

https://m.imdb.com/title/tt0015873/

Bianet Kurdî

4 Kasım 2020 Çarşamba

Li gorî Akira Kurosawayî 100 fîlmên herî serketî yên dîroka sînemayê

Nivîs-Amadekar: Rûmet Med

Derhêner-senarîstê mezin ê cîhanê Akira Kurosawa yek ji sînemavanên mezintir ên dîroka cîhanê û yek ji pêşengên herî serketî yên rêbaza “Pêla Nû ya Japonyayê” ye ku bi gelek berhemên sereke yên xwe re mora xwe li hunera heftemîn daye. Kurosawa, di fîlmên xwe de qala çîrokên jiyan ên bindest û mezlûmên cîhanê dike û hêvî û têkoşîna wan ên jiyanê nîşan dide, û atmosferên fîlmên wî wekî xewnan diherike.

Xelatgirtî yên Oscarê (Xelatên Akademiyê) û Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê Akira Kurosawa di jiyana xwe ya hunerê de, senaryoyên ji zêdetirî 70 fîlman nivîsandine û ji zêdetirî 30 fîlman birêvebiriye. Derhêner, li cîhanê herî zêde bi fîlmên xwe yên wekî; "Sanjiro Sugata”, "Rashomon" ,"Shichinin No Samurai", "Yojimbo", "Ran", "İkuru", "Dersu Uzala", “Yoidore Tenşi", "Yocimbo", “Rhapsody in August” re tê naskirin.

Lîsteya ku "Li gorî Akira Kurosawayî 100 fîlmên herî serketî yên dîroka sînemayê", di pirtûka bi navê "Yume wa tensai de aru" (A Dream is a Genius, 1997) ya derhêner Akira Kurosawayî de cih digrin ku ji aliyê kurê wî yê Kazuko Kurosawayî ve hatibû weşandin. Di lîsteya ku ji aliyê kurê wî hatibû parvekirin de ji gelek welatên cîhanê; gelek fîlmên klasîk û girîng ên dîroka sînemayê jî hene. (*Fîlmên ku di nava lîsteyê de cih digrin weke kronolojîk, sala kişandanên wan hatine rêzkirin.)

1. Broken Blossoms or The Yellow Man and the Girl (Griffith, 1919) USA
2. Das Cabinet des Dr. Caligari [The Cabinet of Dr. Caligari] (Wiene, 1920) Germany
3. Dr. Mabuse, der Spieler – Ein Bild der Zeit [Dr. Mabuse, the Gambler] (Lang, 1922) Germany
4. The Gold Rush (Chaplin, 1925) USA
5. La Chute de la Maison Usher [The Fall of the House of Usher] (Jean Epstein, 1928) France
6. Un Chien Andalou [An Andalusian Dog] (Bunuel, 1928) France
7. Morocco (von Sternberg, 1930) USA
8. Der Kongress Tanzt (Charell, 1931) Germany
9. Die 3groschenoper [The Threepenny Opera] (Pabst, 1931) Germany
10. Leise Flehen Meine Lieder [Lover Divine] (Forst, 1933) Austria/Germany

11. The Thin Man (Dyke, 1934) USA
12. Tonari no Yae-chan [My Little Neighbour, Yae] (Shimazu, 1934) Japan
13. Tange Sazen yowa: Hyakuman ryo no tsubo [Sazen Tange and the Pot Worth a Million Ryo] (Yamanaka, 1935) Japan
14. Akanishi Kakita [Capricious Young Men] (Itami, 1936) Japan
15. La Grande Illusion [The Grand Illusion] (Renoir, 1937) France
16. Stella Dallas (Vidor, 1937) USA
17. Tsuzurikata Kyoshitsu [Lessons in Essay] (Yamamoto, 1938) Japan
18. Tsuchi [Earth] (Uchida, 1939) Japan
19. Ninotchka (Lubitsch, 1939) USA
20. Ivan Groznyy I, Ivan Groznyy II: Boyarsky Zagovor [Ivan the Terrible Parts I and II] (Eisenstein, 1944-46) Soviet Union

21. My Darling Clementine (Ford, 1946) USA
22. It’s a Wonderful Life (Capra, 1946) USA
23. The Big Sleep (Hawks, 1946) USA
24. Ladri di Biciclette [The Bicycle Thief] [Bicycle Thieves] (De Sica, 1948) Italy
25. Aoi sanmyaku [The Green Mountains] (Imai, 1949) Japan
26. The Third Man (Reed, 1949) UK
27. Banshun [Late Spring] (Ozu, 1949) Japan
28. Orpheus (Cocteau, 1949) France
29. Karumen kokyo ni kaeru [Carmen Comes Home] (Kinoshita, 1951) Japan
30. A Streetcar Named Desire (Kazan, 1951) USA

31. Thérèse Raquin [The Adultress] (Carne 1953) France
32. Saikaku ichidai onna [The Life of Oharu] (Mizoguchi, 1952) Japan
33. Viaggio in Italia [Journey to Italy] (Rossellini, 1953) Italy
34. Gojira [Godzilla] (Honda, 1954) Japan
35. La Strada (Fellini, 1954) Italy
36. Ukigumo [Floating Clouds] (Naruse, 1955) Japan
37. Pather Panchali [Song of the Road] (Ray, 1955) India
38. Daddy Long Legs (Negulesco, 1955) USA
39. The Proud Ones (Webb, 1956) USA
40. Bakumatsu taiyoden [Sun in the Last Days of the Shogunate] (Kawashima, 1957) Japan

41. The Young Lions (Dmytryk, 1957) USA
42. Les Cousins [The Cousins] (Chabrol, 1959) France
43. Les Quarte Cents Coups [The 400 Blows] (Truffaut, 1959) France
44. A bout de Souffle [Breathless] (Godard, 1959) France
45. Ben-Hur (Wyler, 1959) USA
46. Ototo [Her Brother] (Ichikawa, 1960) Japan
47. Une aussi longue absence [The Long Absence] (Colpi, 1960) France/Italy
48. Le Voyage en Ballon [Stowaway in the Sky] (Lamorisse, 1960) France
49. Plein Soleil [Purple Noon] (Clement, 1960) France/Italy
50. Zazie dans le métro [Zazie on the Subway](Malle, 1960) France/Italy

51. L’Annee derniere a Marienbad [Last Year in Marienbad] (Resnais, 1960) France/Italy
52. What Ever Happened to Baby Jane? (Aldrich, 1962) USA
53. Lawrence of Arabia (Lean, 1962) UK
54. Melodie en sous-sol [Any Number Can Win] (Verneuil, 1963) France/Italy
55. The Birds (Hitchcock, 1963) USA
56. Il Deserto Rosso [The Red Desert](Antonioni, 1964) Italy/France
57. Who’s Afraid of Virginia Woolf? (Nichols, 1966) USA
58. Bonnie and Clyde (Penn, 1967) USA
59. In the Heat of the Night (Jewison, 1967) USA
60. The Charge of the Light Brigade (Richardson, 1968) UK

61. Midnight Cowboy (Schlesinger, 1969) USA
62. MASH (Altman, 1970) USA
63. Johnny Got His Gun (Trumbo, 1971) USA
64. The French Connection (Friedkin, 1971) USA
65. El espíritu de la colmena [Spirit of the Beehive] (Erice, 1973) Spain
66. Solyaris [Solaris] (Tarkovsky, 1972) Soviet Union
67. The Day of the Jackal (Zinneman, 1973) UK/France
68. Gruppo di famiglia in un interno [Conversation Piece] (Visconti, 1974) Italy/France
69. The Godfather Part II (Coppola, 1974) USA
70. Sandakan hachibanshokan bohkyo [Sandakan 8] (Kumai, 1974) Japan

71. One Flew Over the Cuckoo’s Nest (Forman, 1975) USA
72. O, Thiassos [The Travelling Players] (Angelopoulos, 1975) Greece
73. Barry Lyndon (Kubrick, 1975) UK
74. Daichi no komoriuta [Lullaby of the Earth] (Masumura, 1976) Japan
75. Annie Hall (Allen, 1977) USA
76. Neokonchennaya pyesa dlya mekhanicheskogo pianino [Unfinished Piece for Mechanical Piano] (Mikhalkov, 1977) Soviet Union
77. Padre Padrone [My Father My Master] (P. & V. Taviani, 1977) Italy
78. Gloria (Cassavetes, 1980) USA
79. Harukanaru yama no yobigoe [A Distant Cry From Spring] (Yamada, 1980) Japan
80. La Traviata (Zeffirelli, 1982) Italy

81. Fanny och Alexander [Fanny and Alexander] (Bergman, 1982) Sweden/France/West Germany
82. Fitzcarraldo (Herzog, 1982) Peru/West Germany
83. The King of Comedy (Scorsese, 1983) USA
84. Merry Christmas Mr. Lawrence (Oshima, 1983) UK/Japan/New Zealand
85. The Killing Fields (Joffe 1984) UK
86. Stranger Than Paradise (Jarmusch, 1984) USA/ West Germany
87. Dongdong de Jiaqi [A Summer at Grandpa’s] (Hou, 1984) Taiwan
88. Paris, Texas (Wenders, 1984) France/ West Germany
89. Witness (Weir, 1985) USA
90. The Trip to Bountiful (Masterson, 1985) USA

91. Otac na sluzbenom putu [When Father was Away on Business] (Kusturica, 1985) Yugoslavia
92. The Dead (Huston, 1987) UK/Ireland/USA
93. Khane-ye doust kodjast? [Where is the Friend’s Home] (Kiarostami, 1987) Iran
94. Baghdad Cafe [Out of Rosenheim] (Adlon, 1987) West Germany/USA
95. The Whales of August (Anderson, 1987) USA
96. Running on Empty (Lumet, 1988) USA
97. Tonari no totoro [My Neighbour Totoro] (Miyazaki, 1988) Japan
98. A un [Buddies] (Furuhata, 1989) Japan
99. La Belle Noiseuse [The Beautiful Troublemaker] (Rivette, 1991) France/Switzerland
100. Hana-bi [Fireworks] (Kitano, 1997) Japan

Çavkanî: https://www.filmloverss.com/akira-kurosawanin-en-iyi-100-filmi/

Ji bo lînka nivîsa "Hosteyê vegotina dîtbarî û helbestkî: Akira Kurosawa"

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

Li gorî Ingmar Bergmanî 35 fîlmên favorî

Nivîs-Amadekar: Rûmet Med

Hin caran em di rûpelên platforma Sînemaya Serbixwe de, kurtejînenigariyên derhênerên sînemayê û li gorî wan lîsteyên fîlmên baştirîn an jî fovariyên wan amade dikin û ji bo sînemahezan parve dikin. Di dîroka sînemayê de lîsteyên fîlman ên wisa gelek girîng in, ji bo temaşevan û xwînerên sînemayê dibin rêyeke geş û ronî.

Yek ji pêşengên heri serketî yên rêbaza sînemaya helbestkî, derhêner û senarîst Ingmar Bergman bi gelek fîlmên xwe yên klasîk bandorên mezin li hunera sînemayê kiriye û mora xwe li dîroka sînemayê daye. Derhênerê navdar ê Swêdê Ingmar Bergman lîsteyeke fîlman ên ku herî zêde bandor li wî kirine amadekiriye û di nava lîsteyê de ji fîlmên gelek derhênerên navdar ên welatên cîhanê; gelek klasîkên sînemayê û fîlmên xelatgirtî jî cih digrin. Derhênerê nemir Ingmar Bergman di sala 2007'ê de çû dilovaniya xwe. (*Lîsteya fîlmên favorî, ji sala 1918'ê heta 2000ê li gorî dîroka kişandinên wan hatine rêzkirin)

Li gorî Ingmar Bergmanî 35 fîlmên favorî:

1. "Berg-Ejvind och hans hustru" (The Outlaw and His Wife, 1918) / Derhêner: Victor Sjöström û Senaryo: Victor Sjöström, Sam Ask

2. "The Phantom Carriage" (Körkarlen, 1921) / Derhêner: Victor Sjöström û Senaryo: Selma Lagerlöf (novel), Victor Sjöström

3. "Gösta Berlings Saga" (The Saga Of Gosta Berling,1924) / Derhêner: Mauritz Stiller û Senaryo: Mauritz Stiller , Ragnar Hylten-Cavallius

4. "Der letzte Mann" (1924) / Derhêner: F.W. Murnau û Senaryo: Carl Mayer

5. "Faust: Eine deutsche Volkssage" (1926) / Derhêner: Friedrich Wilhelm Murnau û Senaryo:  Johann Wolfgang Goethe , Gerhart Hauptmann , Hans Kyser

6. "Sunrise: A Song of Two Humans" (1927) / Derhêner: F.W. Murnau û Senaryo: Carl Mayer, Hermann Sudermann

7. "La Passion De Jeanne D'arc" (1928) / Derhêner: Carl Theodor Dreyer û Senaryo: Carl Theodor Dreyer , Joseph Delteil

8. "The Circus" (1928) / Derhêner û Senaryo: Charlie Chaplin

9. "Pépé le Moko" (1937) / Derhêner: Julien Duvivier û Senaryo: Jacques Constant

10. "Hôtel du Nord" (1938) / Derhêner: Marcel Carné û Senaryo: Henri Jeanson, Jean Aurenche, Eugène Dabit

11. "Le Quai Des Brumes" (1938) / Derhêner: Marcel Carné û Senaryo: Jacques Prévert

12. "Le Jour se Léve" (1939) / Derhêner: Marcel Carné û Senaryo: Jacques Prévert, Jacques Viot

13. "Rashômon" (Rashomon,1950) / Derhêner: Akira Kurosawa û Senaryo: Akira Kurosawa, Shinobu Hashimoto, Ryunosuke Akutagawa

14. "Sunset Boulevard" (1950) / Derhêner: Billy Wilder û Senaryo: Billy Wilder, Charles Brackett, D.m. Marshman Jr.

15. "Journal D'un Cure De Campagne" (1951) / Robert Bresson û Senaryo: Robert Bresson , Georges Bernanos

16. "Les vacances de Monsieur Hulot" (Mr. Hulot's Holiday, 1953) / Derhêner: Jacques Tatischeff û Senaryo: Jacques Tatischeff, Pierre Aubert, Jacques Lagrange, Henri Marquet

17. "La Strada" (1954) / Derhêner: Federico Fellini û Senaryo: Federico Fellini, Giulietta Masina, Richard Basehart

18. "Psycho" (1960) / Derhêner: Alfred Hitchcock û Senaryo: Joseph Stefano

19. "La Dolce Vita" (1960) / Derhêner: Federico Fellini û Senaryo: Federico Fellini, Ennio Flaiano, Tullio Pinelli, Brunello Rondi

20. "La Notte" (1961) / Derhêner: Michelangelo Antonioni û Senaryo: Michelangelo Antonioni, Tonino Guerra, Ennio Flaiano

21. "Kvarteret Korpen" (‎Raven's End, 1963) / Derhêner û Senaryo: Bo Widerberg

22. "The Raven's End" (1963) / Derhêner:Michelangelo Antonioni û Senaryo: Tonino Guerra, Michelangelo Antonioni, Edward Bond, Julio Cortázar

23. "Andrey Rublev" (Andrey Rublyov, 1966) / Derhêner: Andrey Tarkovski û Andrey Konchalovsky , Andrey Tarkovski

24."Syskonbädd 1782" (My Sister, My Love, 1966) / Derhêner: Vilgot Sjöman û Senaryo: John Ford, Vilgot Sjöman

25. "Utvandrarna" (The Emigrants, 1971) / Derhêner: Jan Troell û Senaryo: Bengt Forslund, Jan Troell, Vilhelm Moberg

26. "Edvard Munch" (1974) / Derhêner û Senaryo: Peter Watkins

27. "Ett Anständigt Liv" (A Respectable Life / A Decent Life, 1979) / Derhêner û Senaryo: Stefan Jarl

28. "Dyrygent" (The Conductor, 1980) / Derhêner: Andrzej Wajda û Senaryo: Andrzej Kijowski

29. "Die bleierne Zeit" (The German Sisters / Marianne and Juliane, 1981) / Derhêner û Senaryo: Margarethe von Trotta

30. "My Life As A Dog" (1985) / Derhêner û Senaryo: Lasse Hallström

31.  "Festen" (The Celebration, 1988) / Derhêner: Thomas Vinterberg û Senaryo: Thomas Vinterberg, Mogens Rukov

32. "Show Me Love" (1998) / Derhêner û Senaryo: Lukas Moodysson

33. "American Beauty" (1998) / Derhêner: Sam Mendes û Senaryo: Alan Ball

34. "Magnolia" (1999) / Derhêner û Senaryo: Paul Thomas Anderson

 
35. "Traffic" (2000) / Derhêner: Steven Soderbergh û Senaryo: Stephen Gaghan, Simon Moore
 

*Derhêner-senarîstê sînema û şanoyê mezin Ingmar Bergman yek ji derhênerên herî serketî yên dîroka sînemayê ye û li cîhanê herî zêde bi fîlmên xwe yên wekî; “Smiles of a Summer Night” (1955) "The Seventh Seal” (1957), “Wild Strawberries” (1957), “Through A Glass Darkly” (1961) , “Persona” (1966),  “Fanny and Alexander” (1982), "Summer with Monika" (1953), "The Virgin Spring" (1960), "Winter Light” (1963), "Tystnaden” (1963), "Shame (1968)", "The Hour of the Wolf" (1968), "En Passion" (1969), "Cries and Whispers" (1972), "Scenes from a Marriage" (1973), "Face to Face" (1976), "Höstsonaten (1978)" û rêzefîlmê "Sarabanda” (2003). re tê naskirin.

Çavkanî: https://mubi.com/lists/ingmar-bergmans-favorite-films

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com