Bu Blogda Ara

Slider

Tema resimleri sndr tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Cinema

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

Nûçe: Rûmet Med 

Nivîskarê Macar László Krasznahorkai îsal Xelata Wêjeyê ya Nobelê (2025) girt. Akademîya Swêdê ragihand ku, nivîskar ji ber "Berhemên wî yên bandorker û vîzyoner ku hêza hunerê ji nû ve teyîd dike" hêjayî Xelata Nobelê ya Wêjeyê hate dîtin. 

Hin berhemên László Krasznahorkai: "Sátántangó", "Az ellenállás melankóliája" (1989), "Az urgai fogoly" (1992), "Háború és háború" (1999), "Északról hegy, Délről tó, Nyugatról utak, Keletről folyó" (2003) "Rombolás és bánat az Ég alatt" (2004) "Seiobo járt odalent" (2008), "Báró Wenckheim hazatér" (2016),  Herscht 07769, (Ottilie Mulzet, 2021), "Zsömle odavan" (2024).*

Ji fîlmê Sátántangó (1994)

Wêjekar László Krasznahorkai senarîstîya fîlmên derhênerê hoste Béla Tarrî yên Kárhozat (1988), Sátántangó (1994), Werckmeister harmóniák (2000), A Londoni férfi (2007) û A torinói ló (2011) jî kirine. Nivîskar ji bilî romanan gelek pirtûkên çîrokan jî nivîsandine û heta niha gelek xelatên wêjeyê girtine.**

Wêjekar Krasznahorkai, xelata pereyê (nêzîkî 1 mîlyon dolar) û medalyaya zêrîn qezenc kir. Medalyaya zerîn a László Krasznahorkaiyî di 10ê meha Berfanbara 2025ê de li Stokholma Swêde dê bi merasimek bê dayîn. Sala par nivîskarê Koreya Başûr Han Kang Xelata Wêjeyê ya Nobelê girtibû. 

Ji destpêka hefteyê bi vir de Xelatên Nobelê yên tib, fizîk û kîmyeyê hatin eşkerekirin. Xelata Nobelê ya Aştî jî dê sibê bê ragihandin. Xelata Nobelê ya Aborî jî bi piştgirî û sponsorîya Bankaya Navendî ya Swêdê ve tê dayîn û di 13ê Cotmehê de dê bê eşkerekirin. 

Xelatên Nobelê, ji ber wesyeta zanyar û nûvekarê Swêdî Alfred Nobelî, ji sala 1901ê bi vir de her sal ji bo mirovên an jî sazîyên ku xizmetên girîng ên mirovahîyê dikin, têne dayîn. Xelatên Nobelê her sal di meha Cotmehê de têne eşkerekirin û di 10ê Berfanbarê de di salvegera mirina Alfred Nobelî de, li Stokholma Swêdê û li Osloya Norwecê bi merasiman têne dayîn. 

Xelata Nobelê ya Wêjeyê: Xelata Nobelê ya Wêjeyê an jî Xelata Nobelê ya Edebiyatê yek ji xelatên herî girîng ên wêjeyê tê qebûlkirin û ji sala 1901ê û vir ve tê dayîn. Xelata Nobelê di bin sîwana Akademiya Swêdê de, ji aliyê Komîteyeke Wêjeyê ya Nobelê ve tê hilbijartin. 

Lîsteya xelatgirên Xelata Nobelê ya Wêjeyê: https://en.wikipedia.org/wiki/List_of_Nobel_laureates_in_Literature 

Çavkanî: NobelPrize

https://www.bbc.com/turkce/articles/czjvxvzj0jro

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply