27 Nisan 2018 Cuma

Hêviyên Şînok û Zarokan...


Şînok, di hemû cîhanê de ji aliyên temaşevanên televîzyonê û piştre jî di perdeya sînemayê de gelekî hate ecibandin. Bi taybetî zarokan û mezinên hemû cîhanê, vê xêzefîlmê şêrîn û dilgerm pir hez kirin û kêfa wan gelekî pê Şînok'ê ve hat. Yekem televîzyona Kurdî ya Zarokan, jî "Zarok Tv"ê ji Xêzefîlmê "Şînok"hate weşandin.


Yekem beşa ya xêzefilmê Şînok'ê di sala 1981'ê de hate weşandin û ji gelek zimanên cîhanê de hate nîşandan. Afirener a Şînokê, Xêzkara Beljîkî Pierre Culliford e û Şînok di sala 1958'ê de wek Wêneçîrok hatî bû weşandin. Xêzefilmê Şînok li hin welatan de gelek salan bi hinceta propaxendeya Komûnîzmê ve hate qedexe kirin û hate asteng kirin. 

Şînok di zimanê Îngîlîzê de tê wateya Smurf. Ango vebûna vê peyvê "Small Men Under Red Flag" e, wateya Smurf'ê bi Kurdî "Mirovên Biçûk ên Li Binî Ala Sorê de dijîn" e. 


Di civaka Şînokan de dirav tune ye û jiyanên wan komûnal e, ango ji hestên, ramanên û helwestên wan de; Piştgirî, Hez, Aşîtî, Wekhevî, Biratî, Qencayî, Alîlkarî û bi tevahî Xweşahî bingeh in. Dilên wan, li dijî nebaşan û tarîtiyan têdikoşîn û hewlên didin. Xiyalên wan wekî hêvîyên wan mezin e, dilên wan tije evîn û hez e. Li ser weşandina yekem beşa Xêzefilmê Şînokê de 47 sal derbas bû lê kelacana vê niha jî wekî nû ye.



Em dema zarokatiya xwe de, Şînokan gelekî temaşe kirin û vê pir hez kirin. Pişt re ji ev bû fîlmê anîmasyon û di perdeya spî de hate nîşan dan, li wir de ji pir eleqeyan dîtî. Di ser de êpî dem derbas bû, pirî caran tê heş û bîra min, bîra wan rojan dikim. Ew salan zor zehmet û dijwar bûn û êşan û bêderfetiyan pir bû lê belê dîsan ji xweş û cuda bû. Ruhek ê wan salan hebû û ruhê wan jiyan bû... 

Nivîs: Rûmet Med 

4 Nisan 2018 Çarşamba

Strana "Çendî Geram Le Şaran..." (Birîndarim)


Di erdnîgariya cîhanê de hinek stranan hene ku peyv û awaz ên wan ji bo jiyanê dibin çirîska roniya hêvîyê... Deng û rengê vê jiyan e, hez û evîn ên rastîn e, hest û ramanên ên rastî mayînde ne..

Dengê wan wekî rengê demsala biharê dixuyin, di nav de qîrîna êşan û rûyê hêvîyan bi hev re têne bihîstin û di heman kêliyê de dibin raman û hesta hêvîyeke spî.. Li pey rastînan dimeşe, di demê de demsalekî nû ye, dibe bîhna kulîlkên rengîn û wekî gotinek nipînû vedike.. Dengê wan rengek resen e, mîna avên çem û robarên welatê diherîkin..

"Çendî Geram Le Şaran" (Birîndarim) ji stranek wisa ye, awaza vê hêvî ye û têde hilma xwezayê tê.. Peyv û awaz ên jî stranê mîna avên Robarên Dîjle û Firatê diherîkin.. Gotinên muzîkê Zaravaya Kurdî ya Soranî ye û ji aliyê Hunermendê navdarê Kurd Homer Dizeyî ve hatiye beste kirin û hatiye strîn. Strana "Çendî Geram Le Şaran" ji sehneyên fîlmên "Dol"- 2007 (Derhêner: Hiner Saleem) û "Nîvê Heyvê" - 2007 (Derhêner: Behmen Qubadî), ji radyoyê de tê bihîstin.  / Nivîs: Rûmet Med

Çavkaniya Wêneyê: Twitter.com/Sindiek8


Çandî Geram Le Şaran / Homar Dzayi Çandî Geram le Şaran Çandî Geram le Şaran Nemdî kes wek to ciwan bî Kîjola neşmîlnekey caran Çon debê nêwan man wa bê cane Be yadî seyranekî naw daran Birîndarim Birîndarim Kîjola neşmînekey caran Çon debê nêwan man wa bê Be yadî seyranekî naw daran Birîndarim Birîndarim Dêtewe bîrit cane Dêtewe bîrit cane Çaw çawaney ser banî Dest lemlaney bin dîwaran cane Maç û muçey êwarey ser kanî Be yadî ew hemu cêye ciwane Birîndarim Birîndarim Dest lemlaney bin dîwaran cane Maç û muçey êwarey ser kanî Be yadî ew hemu cêye ciwane Birîndarim Birîndarim Êstaj meylim her mawa Êstaj meylim her mawa Dil yeke û nawgurawa Êstaj deng danewey çirpey ciwanit Le cweyma weku xoy mawa Be yadî hemu cegeyî ciwanit Birîndarim Birîndarim Êstaj deng danewey çirpey ciwanit Le cweyma weku xoy mawa Be yadî hemu cegeyî ciwanit Birîndarim Birîndarim