E-kovara wêneyan "FotoDîmen" dest bi weşanê kir! - E-fotoğraf dergisi "FotoDîmen" yayına başladı!
Hejmara yekem a kovara "FotoDîmen"ê | "FotoDîmen" dergisi'nin ilk sayısı:
www.fotodimen.wordpress.com
Haber: Rûmet Med
"Wednesday" yek ji rêzefîlmên herî zêde temaşekirî yê platformên dîjîtal e ku li seranserê cîhanê girseyeke mezin a hezkerên rêzefîmê heye. Ji mêj ve ye hezkerên rêzefîlmê gotîk li benda sezona nû ne û di meha Gulanê de dest bi kişandina beşên nû yên sezona duyem kiribûn. Hat ragihandin ku sezona nû di sala 2025ê de dê derbikeve li pêşberî temaşevanan.
Çend meh berê ji sezona nû vîdyoyên danasînê hatin weşandin û Netflixê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihand ku pêvajoya kişandina sezona duyem a rêzefîlmê qediya. Hesabên fermî yên "Wednesday"ê jî diyar kir ku kişandina sezona nû temam bû. Li Îrlendayê dest bi kişandina rêzefîlmê kiribûn û hat ragihandin beşên sezona duyem di 2025ê de li ser platforma dîjîtal a Netflixê dê bêne nîşandayîn.
https://x.com/netflix/status/1864376392735207440?s=61
Sezona yekem a rêzefîlmê ji aliyê derhênerê navdar ê Tim Burton ê ku bi fîlmên xwe yên derasayî û gotîk tê naskirin ve hatibû kêşandin. Alfred Gough û Miles Millar di sezona yekem de wek afirîner cî girtin. Di sala 2022yê de beşên sezona yekem a rêzefîlmê derketin li pêşberî temaşevanan û piştî sê salan sezona duyem dê bê weşandin. "Wednesday" piştî rêzefîlmê "Stranger Things"ê duyemîn rêzefîlmê bi îngilîzî yê herî zêde temaşekirî yê Netflixê ye û ji sezona nû kurtevîdyoyên danasînê hatibûn weşandin. Ji sezona duyemîn a rêzefîlmê wêneya yekem jî hat weşandin.
Lîstikvanên wekî Jenna Ortega, Emma Myers, Catherine Zeta-Jones, Luis Guzmán, Steve Buscemi, Billie Piper, Noah Taylor, Evie Templeton, Joanna Lumley, Thandwie Newton, Frances O’Connor, Haley Joel Osment, Heather Matarazzo, Christopher Lloyd, Lady Gaga di sezona duyem a rêzefîlmê de lîstine. Al Gough û Miles Millar di rêzefîlmê de wek çêker cî digirin û ragihandin ku "Çîroka Malbata Addamsê di sezona nû de dê bêtir bê vegotin.*
Sezona yekem a "Wednesday"ê di dozdeh beşan de ji bo Xelatên Emmyê weke berendam hatibû nîşandayîn û çar xelat girtibû. Di sala 2023yê de kişandina sezona nû hatibû pejirandin û di meha Gulanê (2024) de jî dest bi kişandina sezona duyem a rêzefîlmê kiribûn. Dîroka sezona nû tam diyar nebû, lê belê tê texmînkirin ku beşên nû yên rêzefîlmê di dawîya havînê an jî mehên payîza 2025ê de dê bêne weşandin. Çîroka Wednesdayê, bi navê "The Addams Family" di salên 1991-1993yan de weke fîlmê sînemayê û di navbera salên 1964-1966an de jî weke rêzefîlmê televîzyonê derketibû li pêşberî temaşevanan.
Haber: Rûmet Med
Tüm dünyada dijital platformlar üzerinden en çok izlenen dizilerden biri olan gotik tarzındaki dizi "Wednesday"in ne zaman yayınlanacağı uzun zamandır merak ediliyordu. Bütün dünyada büyük bir hayran kitlesi oluşan dizinin 2. Sezon çekimlerine Mayıs ayında başlanmıştı ve merakla beklenen açıklama geldi.
Yeni sezona dair yayınlanan tanıtım videolarının ardından, Netflix'in ve dizinin resmi sosyal medya hesaplarından 2. sezon bölümlerinin çekimlerinin tamamlandığı açıklandı. Çekimleri İrlanda'da tamamlanan "Wednesday"in ikinci sezonunun 2025 yılı içerisinde Netflix dijital platformundan yayınlanacağı duyuruldu.
https://x.com/netflix/status/1864376392735207440?s=61
Wednesday dizinin ilk sezonu, sıra-dışı ve gotik tarzdaki filmleri ile tanınan ünlü sinema yönetmeni Tim Burton tarafından, Alfred Gough ve Miles Millar yaratıcılığı ile çekilmişti. 2022 yılı içerisinde ilk sezon bölümleri yayınlanan dizinin yeni sezonu 3 yıl aradan sonra hayranları ile buluşacak. Netflix'in "Stranger Things"in dizisinin ardından en çok izlenen ikinci İngilizce dizisi olan "Wednesday"ın yeni sezonuna dair kısa tanıtım videoları geçtiğimiz aylarda yayınlanmıştı ve 2. sezondan ilk görsel de yayınlandı.
Jenna Ortega, Emma Myers, Catherine Zeta-Jones, Luis Guzmán, Steve Buscemi, Billie Piper, Noah Taylor, Evie Templeton, Joanna Lumley, Thandwie Newton, Frances O’Connor, Haley Joel Osment, Heather Matarazzo, Christopher Lloyd, Lady Gaga gibi isimler dizinin 2. sezonu oyuncu kadrosunda yer alıyor. Dizinin yapımcılığını üstlenen Al Gough ve Miles Millar, ikinci sezonda Addams Ailesi'nin hikâyesinin daha çok işleneceğini ifade ettiler.*
"Wednesday"in yayınlanan ilk sezonu, on iki dalda Emmy Ödülleri'ne aday olarak gösterilmiş ve dört ödül kazanmıştı. 2023 yılında yeni sezon için onay verilen dizinin çekimlerine mayıs ayında başlanmıştı. Dizinin ikinci sezon bölümlerinin yayın tarihi için net bir tarih verilmedi ama 2025 yaz sonu veya sonbahar aylarında yayınlanacağı tahmin ediliyor. Wednesday hikayesi "The Addams Family" adıyla 1991 ve 1993 yıllarında sinema filmi ve 1964-1966 yılları arasında ise Televizyon dizisi olarak izleyici ile buluşmuştu.
Berhevokeke ji çîrokên Edgar Allan Poeyî pêk tê, bi navê "Pisîka Reş" bi zaravayê Soranî yê Kurdî hate weşandin. Hin çîrokên wêjekarê navdar Edgar Allan Poeyî ji aliyê Hama Karim Arif ve ji bo zaravayê Soranî hatin wergerandin û berhem di meha Pûşperê (2024) de ji Weşanên Rahandê derket. Nivîskar û wergêr Hama Karim Arif heta niha gelek berhemên wêjeya cîhanê ji bo Kurdî wergerandine.
Weşanxaneya Rahandê li bajarê Silêmanîyê xebatên xwe didomîne û di gelek waran de pirtûkan diweşîne. Weşanên Rahandê heta niha berhemên wêjekarê hoste û xelatgirtî Bextiyar Elî jî tê de gelek berhemên bi Kurdî weşandine û gelek pirtûkên nivîskarên navdar ên wekî Fyodor Dostoyevskî, Aleksandr Pûşkîn, Lev Tolstoy, Sigmund Freud, Slovaj Zizek jî bi Soranî çap kirine.
Çavkanî: https://www.facebook.com/photo.php?fbid=1267380907565870&set=pb.100028819190715.-2207520000&type=3
Romana wêjekar û rewşenbîrê navdar ê kurd Bextiyar Elî ya "Hinara Dawî ya Dinyayê" ji bo lîsteya '100 Pirtûkên Herî Serketî yên Sedsala 21ê' ya rojnameya Neue Zürcher Zeitungê hat hilbijartin. Lîsteya '100 Pirtûkên Herî Serketî yên Sedsala 21ê' ji aliyê nivîskar û rexnegirên NZZ am Sonntagê ve ji nav bi sed hezaran pirtûkan hatin hilbijartin û tê de pirtûkên wêjeyî û zanistî cî digirin.
Romannûs, helbestvan û rewşenbîrê kurd Bextiyar Elî berhemên xwe bi zaravayê soranî dinivîsîne, heta niha gelek pirtûkên helbestan û roman nivîsandine ku gelek berhemên wî bi zaravayê kurmancî hatine weşandin û bi gelek zimanan hatine wergerandin. Nivîskarê hoste Bextiyar Elî bi gelek pirtûkên xwe; "Xelata Festîvala Wêjêyê Gelavijê" (2003) "Xelata Wêjeyê ya HARDIyê" (2009), "Xelata Wêjeyê ya Şêrko Bêkes" (2014), "Xelata Prestîjê ya Nelly-Sachsê" (2017), "Xelata Hilde Domin" (2023) girtin.
Romanên Bextiyar Elî yên "Êvara Perwaneyê", "Qesra Balindeyên Xemgîn", "Apê Min Cemşîd Xan Ku Hertim Bê Ew Li Ber Xwe Dibir", "Hinara Dawî ya Dinyayê", "Bajarê Mosîqarên Spî", "Deryas û Laş" ji Weşanên Avestayê û romana wî ya "Dagirkirina Tarîtîyê" ji Weşanên Neqşê & Weşanxaneya Şilêrê ve bi kurmancî hatin çapkirin, romana wî ya "Hinara Dawî ya Hinarê" bi navê "Dünyanın Son Narı" ji Weşanên Totemê bi tirkî hat weşandin.
Neue Zürcher Zeitungê rojnameya herî mezin a Swîsreyê ye û ji sala 1780ê bi vir de bi almanî tê weşandin. Rojnemaya Neue Zürcher Zeitungê di heman demê de yek ji rojnameyên herî qedîm a cîhanê ye.
Çavkanî: https://www.nzz.ch/nzz-am-sonntag/100-beste-buecher
https://www.instagram.com/bachtyar.ali/
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bextiyar_Elî
https://en.wikipedia.org/wiki/Bachtyar_Ali
Nûçe: Rûmet Med
Disneyê di dawîya hefteyê de li Brezîlyayê çalakîya D23yê li dar xist û ji fîlmê "Avatar 3"yê xêzên konsept weşandin. Fîlmê nû yê Avatar'ê bi navê "Avatar: Fire and Ash" di 19ê Berfanbara 2025ê de dê bikeve vîzyonê û derhênerê fîlmê James Cameron jî beşdarî konferansê bû.
Nivîs: Rûmet Med
Di herikîna dîrokê de hin nivîskar û wêjekar hene ku bi raman û berhemên xwe mohra xwe li edebiyatê dane, yek ji wan jî wêjekarê mezin Julio Cortázar e. Li ser bêhejmar nivîskar û wêjekaran bandorên diyarker û mezin hiştine, berhemên wî gihîştine xwînerên wêjeyê yên li seranserê cîhanê. Helbestvan û rewşenbîrê mezin Pablo Neruda li ser wêjeya Cortázarî dibêje, “Nexwendina berhemên Julio Cortázarî, wekî ku mirov di jîyana xwe de xox/şeftelî nexwarîye.”* Wêjekar û ramangêrê mezin Gabriel García Márquez jî di derbarê Cortázarî de wiha gotiye, “Ew mirovê herî bandorker bû ku bi nasîna wî bextiyar bûm.”*
Wêjekar û rewşenbîr Julio Cortázar yek ji nivîskarên herî serketî yê Arjantînê ye û bi taybetî romana xwe ya “Hopscotch” (Rayuela) û bi çîrokên xwe yên resen û bandorker ve li hemû cîhanê hate naskirin. Ji bilî roman û kurteçîrokan; helbest, nivîsên rexneyên çandeyî jî nivîsandine û li ser mijarên mîtolojî, antropolojî, derûnnasî, werzîş, sînema û wênekêşî jî xebitîne.
Dê û bavê wî ji Arjantînê ne, lê ji ber peywira dîplomatîk a bavê wî Julio Cortázar di sala 1914an de li Ixellesa Brukselê hatiye dinê û hê di 6 saliya xwe ligel malbata xwe vegeriyaye li Arjantînê. Li Zanîngeha Buenos Ariesê perwerdehîya wêje û mamostetî dîtiye û di heman zanîngehê de dersên fransizî daye. Cortázar di jîyana xwe de du caran zewac kiriye. Bi felsefevan, nivîskar û wergêr Aurora Bernárdez (navbera salên 1953-1967ê) re û bi nivîskar, wergêr, aktîvîst û wênekêş Carol Dunlop (navbera salên 1981-1982yê) re zewicîye.
Di sala 1938ê de pirtûka wî ya helbestan a bi navê “Presencia” hat weşandin, dema ku li zanîngehê wek akademisyen dixebitî, ji ber beşdarbûna xwepêşandaneke li dijî Peronî hat girtin û ket girtîgehê, piştre jî ji zanîngehê veqetî. Di 1950an de ji ber sedemên polîtîk ji Arjantînê çû Frensayê û li UNESCOyê wek wergêr û mamoste xebitî û berhemên xwe yên herî navdar li Parîsê dinivîsîne. Yekem pirtûka wî ya kurteçîrokan di sala 1951ê bi navê “Bestiario” hat çapkirin û bi vê pirtûkê hêdî hêdî tê naskirin. Di sala 1962an de berhema wî ya “Historias de cronopios y d famas” tê û piştî salekê jî bi romana xwe ya “Rayuela” (Hopscotch) derdikeve li pêşberî xwîneran, ku bi taybetî bi vê romana xwe tê naskirin û yek ji berhemên wî yên herî girîng tê qebûlkirin. “Rayuela” ji pêkhateyên vegotinê yên kevneşopîyê dûr dikeve û ji bo xwîner rêwîtîyeke resen e. Di 1979an de digel wênesazê Hollandî Pat Andrea re pirtûkeke bi navê “La Puñalada/El tango de la vuelta” dinivîsine ku tê de rexneya cuntayê kirine.
Cortázar, yek ji pêşengên rêbaza wêjeyî yê Amerîkaya Latînî ya Boomê ye, di çîrokên wî de bi giştî hêmanên fantastîk û surrealîst xwe didin der, jîyanên rastîn û deresiruştî di nav hev de ne. Di mijarên dad, civakî û polîtîk de nivîskarekî hestyarî ye. Nivîskar, herî zêde di bin bandorên wêjekarên wekî Edgar Allan Poe, Jorge Luis Borges, Pablo Neruda, Horacio Quiroga, Jules Verne, Oscar Wildeyî de dimîne. Gelek çîrokên Edgar Allan Poeyî ji bo zimanê îspanî wergerandine û senaryoyên gelek fîlmên sînemayê jî nivîsandine. Çîrok û romanên wêjekarê hoste Julio Cortázarî heta niha bi dehan zimanên cîhanê hatine wergerandin. Julio Cortázar di sala 1984ê de li Parîsê çû ser dilovanîya xwe.
7 kurteçîrokên nû yên Julio Cortázarî hatine dîtin
Di Cotmeha sala 2023yê de hatibû ragihandin ku 7 kurteçîrokên nû yên wêjekar Julio Cortázarî piştî bi dehan salan hatin dîtin. 7 kurteçîrok berî avêtina çopê hatibûn dîtin û piştî salekê jî fam dikin ku ji aliyê Cortázarî ve hatine nivîsin. Nivîskar, van kurteçîrokên xwe berî weşandina “Historias de cronopios y d famas”ê nivîsandine û lê belê piştî gelek salan, 7 kurteçîrokên wî yên nû jî hatin dîtin.
Kurê berhevokvanekî Uruguayî, di 2019ê de piştî mirina bavê xwe, guhertoyeke pirtûkê ya bi daktîloyê hatiye nivîsandin dîtiye. Berhem, ji 46 kurteçîrokên Julio Cortázarî ku ji hevalê xwe ve şandine pêk tê û 35 çîrokên vê pirtûkê di çapa 1962an ya “Historias de cronopios y d famas”ê de hatine weşandin û 4 çîrokên din ên pirtûkê jî di kovarên wê demê de hatibûn çapkirin. Malbata berhevokvanê, pirtûkê berî avêtina çopê dibînin û dixwazin bizanin ka berhema Cortázarî ye yan na. Ji ber vê, bi akademîsyen û berhevokvanê pirtûkên antîkayê Lucio Aqulianti re dikevin têkilîyê. Piştî lêkolînê dibînin ku berhema wêjeyî pê daktîloya “Olivetti Letera 32″yê ya hevsara Cortázarî, Aurora Bernandezê hatiye temamkirin. Nivîskar, daktîloya “Olivetti Letera 32″yê heta sala 1966an jî bikar anîye. Di heman demê de, berhemên din ên Julio Cortázarî yên li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Arjantînê vedikolin û dibînin ku kurteçîrokên nivîskarê ne. Lucio Aqulianti di derbarê encama lêkolînê de gotibû: “Ez teqez dikarim bipejirînim ku ev berhemeke resen a nivîskarê ye ku bi daktîloyê hatiye nivîsandin û xwedî girîngîyeke mezin e.” **
Berhemên din ên girîng ên Julio Cortázarî: “The Winners” (Los premios), “Blow-Up and Other Stories” (Final del juego), “A Manual for Manuel” (62: A Model Kit), “The Book of Manuel” (Libro de Manuel).
Çavkanî:
*Ji pêşgotina “Mırıldandığım Öyküler”ê – Julio Cortázar. Weşanên Can (1997)
**https://rumetmed.blogspot.com/2023/10/7-kurteciroken-nu-yen-julio-cortazari.html
https://en.wikipedia.org/wiki/Julio_Cortázar
https://tr.wikipedia.org/wiki/Julio_Cortázar
-Ev nivîs cara yekem di hejmara 30emîn a kovara "The Hall Kurdî" de hat weşandin
Nûçe: Rûmet Med
Rojnameya The New York Timesê lîsteyeke bi navê "100 Pirtûkên Herî Serketî yên Sedsala 21emîn" weşand. Lîsteya "100 Pirtûkên Herî Serketî yên Sedsala 21emîn" ji aliyê 503 nivîskar, helbestvan, rexnegir û xwîner ve hate amadekirin û di pêveka pirtûkan a Book Reviewê ya Rojnameya The New York Timesê de hat weşandin. Romana wêjekara Îtalyayî Elena Ferranteyê ya "L'amica geniale" (My Brillian Friend) di lîsteya rojnameyê de bû yekemîn ku cara yekem di Cotmeha sala 2011ê de hatibû weşandin.
Pirtûkên ku di lîsteya rojnameyê de cî digirin ji 1ê Rêbendana 2000î heta îro hatine weşandin û herî zêde pirtûkên nivîskarên wekî George Saunders, Jesmyn Ward, Roberto Bolaño, Hilary Mantel, Alice Munro, Denis Johnson, Philip Roth û Zadie Smith jî di lîsteyê de hatin hilbijartin.
The New York Times Book Reviewê ji bo diyarkirina lîsteya pirtûkan anketeke çêkir û nivîskarên wekî Stephen King, Bonnie Garmus, Claudia Rankine, James Patterson, Sarah Jessica Parker, Karl Ove Knausgaard, Elin Hilderbrand, Thomas Chatterton Williams, Roxane Gay, Marlon James, Sarah MacLean, Min Jin Lee, Jonathan Lethem û Jenna Bush Hager beşdarî anketê bûn.*
1. My Brilliant Friend – Elena Ferrante
2. The Warmth of Other Suns – Isabel Wilkerson
3. Wolf Hall – Hilary Mantel
4. The Known World – Edward P. Jones
5. The Corrections – Jonathan Franzen
6. 2666 – Roberto Bolaño
7. The Underground Railroad – Colson Whitehead
8. Austerlitz – W.G. Sebald
9. Never Let Me Go – Kazuo Ishiguro
10. Gilead – Marilynne Robinson
11. The Brief Wondrous Life of Oscar Wao – Junot Díaz
12. The Year of Magical Thinking – Joan Didion
13. The Road – Cormac McCarthy
14. Outline – Rachel Cusk
15. Pachinko – Min Jin Lee
16. The Amazing Adventures of Kavalier & Clay – Michael Chabon
17. The Sellout – Paul Beatty
18. incoln in the Bardo – George Saunders
19. Say Nothing – Patrick Radden Keefe
20. Erasure – Percival Everett
21. Evicted – Matthew Desmond
22. Behind the Beautiful Forevers – Katherine Boo
23. Hateship, Friendship, Courtship, Loveship, Marriage – Alice Munro
24. The Overstory – Richard Powers
25. Random Family – Adrian Nicole LeBlanc
26. Atonement – Ian McEwan
27. Americanah – Chimamanda Ngozi Adichie
28. Cloud Atlas – David Mitchell
29. The Last Samurai – Helen DeWitt
30. Sing, Unburied, Sing – Jesmyn Ward
31. White Teeth – Zadie Smith
32. The Line of Beauty – Alan Hollinghurst
33. Salvage the Bones – Jesmyn Ward
34. Citizen – Claudia Rankine
35. Fun Home – Alison Bechdel
36. Between the World and Me – Ta-Nehisi Coates
37. The Years – Annie Ernaux
38. The Savage Detectives – Roberto Bolaño
39. A Visit From the Goon Squad – Jennifer Egan
40. H Is for Hawk – Helen Macdonald
41. Small Things Like These – Claire Keegan
42. A Brief History of Seven Killings – Marlon James
43. Postwar – Tony Judt
44. The Fifth Season – N.K. Jemisin
45. The Argonauts – Maggie Nelson
46. The Goldfinch – Donna Tartt
47. A Mercy – Toni Morrison
48. Persepolis – Marjane Satrapi
49. The Vegetarian – Han Kang
50. Trust – Hernan Diaz
51. Life After Life – Kate Atkinson
52. Train Dreams – Denis Johnson
53. Runaway – Alice Munro
54. Tenth of December – George Saunders
55. The Looming Tower – Lawrence Wright
56. The Flamethrowers – Rachel Kushner
57. Nickel and Dimed – Barbara Ehrenreich
58. Stay True – Hua Hsu
59. Middlesex – Jeffrey Eugenides
60. Heavy – Kiese Laymon
61. Demon Copperhead – Barbara Kingsolver
62. 10:04 – Ben Lerner
63. Veronica – Mary Gaitskill
64. The Great Believers – Rebecca Makkai
65. The Plot Against America – Philip Roth
66. We the Animals – Justin Torres
67. Far From the Tree – Andrew Solomon
68. The Friend – Sigrid Nunez
69. The New Jim Crow – Michelle Alexander
70. All Aunt Hagar’s Children – Edward P. Jones
71. The Copenhagen Trilogy – Tove Ditlevsen
72. Secondhand Time – Svetlana Alexievich
73. The Passage of Power – Robert Caro
74. Olive Kitteridge – Elizabeth Strout
75. Exit West – Mohsin Hamid
76. Tomorrow, and Tomorrow, and Tomorrow – Gabrielle Zevin
77. Bir An American Marriage – Tayari Jones
78. Septology – Jon Fosse
79. A Manual for Cleaning Women – Lucia Berlin
80. The Story of the Lost Child – Elena Ferrante
81. Pulphead – John Jeremiah Sullivan
82. Hurricane Season – Fernanda Melchor
83. When We Cease to Understand the World – Benjamín Labatut
84. The Emperor of All Maladies – Siddhartha Mukherjee
85. Pastoralia – George Saunders
86. Frederick Douglass – David W. Blight
87. Detransition, Baby – Torrey Peters
88. The Collected Stories of Lydia Davis – Lydia Davis
89. The Return – Hisham Matar
90. The Sympathizer – Viet Thanh Nguyen
91. The Human Stain – Philip Roth
92. The Days of Abandonment – Elena Ferrante
93. Station Eleven – Emily St. John Mandel
94. On Beauty – Zadie Smith
95. Bring Up the Bodies – Hilary Mantel
96. Wayward Lives, Beautiful Experiments – Saidiya Hartman
97. Men We Reaped – Jesmyn Ward
98. Bel Canto – Ann Patchett
99. How to Be Both – Ali Smith
100. Tree of Smoke – Denis Johnson
Çavkanî û wêne: NYTimes

We are a creative web design agency who makes beautiful websites for thousands of peoples.