Nivîs: Rûmet Med
Di herikîna dîrokê de hin nivîskar û wêjekar hene ku bi raman û berhemên xwe mohra xwe li edebiyatê dane, yek ji wan jî wêjekarê mezin Julio Cortázar e. Li ser bêhejmar nivîskar û wêjekaran bandorên diyarker û mezin hiştine, berhemên wî gihîştine xwînerên wêjeyê yên li seranserê cîhanê. Helbestvan û rewşenbîrê mezin Pablo Neruda li ser wêjeya Cortázarî dibêje, “Nexwendina berhemên Julio Cortázarî, wekî ku mirov di jîyana xwe de xox/şeftelî nexwarîye.”* Wêjekar û ramangêrê mezin Gabriel García Márquez jî di derbarê Cortázarî de wiha gotiye, “Ew mirovê herî bandorker bû ku bi nasîna wî bextiyar bûm.”*
Wêjekar û rewşenbîr Julio Cortázar yek ji nivîskarên herî serketî yê Arjantînê ye û bi taybetî romana xwe ya “Hopscotch” (Rayuela) û bi çîrokên xwe yên resen û bandorker ve li hemû cîhanê hate naskirin. Ji bilî roman û kurteçîrokan; helbest, nivîsên rexneyên çandeyî jî nivîsandine û li ser mijarên mîtolojî, antropolojî, derûnnasî, werzîş, sînema û wênekêşî jî xebitîne.
Dê û bavê wî ji Arjantînê ne, lê ji ber peywira dîplomatîk a bavê wî Julio Cortázar di sala 1914an de li Ixellesa Brukselê hatiye dinê û hê di 6 saliya xwe ligel malbata xwe vegeriyaye li Arjantînê. Li Zanîngeha Buenos Ariesê perwerdehîya wêje û mamostetî dîtiye û di heman zanîngehê de dersên fransizî daye. Cortázar di jîyana xwe de du caran zewac kiriye. Bi felsefevan, nivîskar û wergêr Aurora Bernárdez (navbera salên 1953-1967ê) re û bi nivîskar, wergêr, aktîvîst û wênekêş Carol Dunlop (navbera salên 1981-1982yê) re zewicîye.
Di sala 1938ê de pirtûka wî ya helbestan a bi navê “Presencia” hat weşandin, dema ku li zanîngehê wek akademisyen dixebitî, ji ber beşdarbûna xwepêşandaneke li dijî Peronî hat girtin û ket girtîgehê, piştre jî ji zanîngehê veqetî. Di 1950an de ji ber sedemên polîtîk ji Arjantînê çû Frensayê û li UNESCOyê wek wergêr û mamoste xebitî û berhemên xwe yên herî navdar li Parîsê dinivîsîne. Yekem pirtûka wî ya kurteçîrokan di sala 1951ê bi navê “Bestiario” hat çapkirin û bi vê pirtûkê hêdî hêdî tê naskirin. Di sala 1962an de berhema wî ya “Historias de cronopios y d famas” tê û piştî salekê jî bi romana xwe ya “Rayuela” (Hopscotch) derdikeve li pêşberî xwîneran, ku bi taybetî bi vê romana xwe tê naskirin û yek ji berhemên wî yên herî girîng tê qebûlkirin. “Rayuela” ji pêkhateyên vegotinê yên kevneşopîyê dûr dikeve û ji bo xwîner rêwîtîyeke resen e. Di 1979an de digel wênesazê Hollandî Pat Andrea re pirtûkeke bi navê “La Puñalada/El tango de la vuelta” dinivîsine ku tê de rexneya cuntayê kirine.
Cortázar, yek ji pêşengên rêbaza wêjeyî yê Amerîkaya Latînî ya Boomê ye, di çîrokên wî de bi giştî hêmanên fantastîk û surrealîst xwe didin der, jîyanên rastîn û deresiruştî di nav hev de ne. Di mijarên dad, civakî û polîtîk de nivîskarekî hestyarî ye. Nivîskar, herî zêde di bin bandorên wêjekarên wekî Edgar Allan Poe, Jorge Luis Borges, Pablo Neruda, Horacio Quiroga, Jules Verne, Oscar Wildeyî de dimîne. Gelek çîrokên Edgar Allan Poeyî ji bo zimanê îspanî wergerandine û senaryoyên gelek fîlmên sînemayê jî nivîsandine. Çîrok û romanên wêjekarê hoste Julio Cortázarî heta niha bi dehan zimanên cîhanê hatine wergerandin. Julio Cortázar di sala 1984ê de li Parîsê çû ser dilovanîya xwe.
7 kurteçîrokên nû yên Julio Cortázarî hatine dîtin
Di Cotmeha sala 2023yê de hatibû ragihandin ku 7 kurteçîrokên nû yên wêjekar Julio Cortázarî piştî bi dehan salan hatin dîtin. 7 kurteçîrok berî avêtina çopê hatibûn dîtin û piştî salekê jî fam dikin ku ji aliyê Cortázarî ve hatine nivîsin. Nivîskar, van kurteçîrokên xwe berî weşandina “Historias de cronopios y d famas”ê nivîsandine û lê belê piştî gelek salan, 7 kurteçîrokên wî yên nû jî hatin dîtin.
Kurê berhevokvanekî Uruguayî, di 2019ê de piştî mirina bavê xwe, guhertoyeke pirtûkê ya bi daktîloyê hatiye nivîsandin dîtiye. Berhem, ji 46 kurteçîrokên Julio Cortázarî ku ji hevalê xwe ve şandine pêk tê û 35 çîrokên vê pirtûkê di çapa 1962an ya “Historias de cronopios y d famas”ê de hatine weşandin û 4 çîrokên din ên pirtûkê jî di kovarên wê demê de hatibûn çapkirin. Malbata berhevokvanê, pirtûkê berî avêtina çopê dibînin û dixwazin bizanin ka berhema Cortázarî ye yan na. Ji ber vê, bi akademîsyen û berhevokvanê pirtûkên antîkayê Lucio Aqulianti re dikevin têkilîyê. Piştî lêkolînê dibînin ku berhema wêjeyî pê daktîloya “Olivetti Letera 32″yê ya hevsara Cortázarî, Aurora Bernandezê hatiye temamkirin. Nivîskar, daktîloya “Olivetti Letera 32″yê heta sala 1966an jî bikar anîye. Di heman demê de, berhemên din ên Julio Cortázarî yên li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Arjantînê vedikolin û dibînin ku kurteçîrokên nivîskarê ne. Lucio Aqulianti di derbarê encama lêkolînê de gotibû: “Ez teqez dikarim bipejirînim ku ev berhemeke resen a nivîskarê ye ku bi daktîloyê hatiye nivîsandin û xwedî girîngîyeke mezin e.” **
Berhemên din ên girîng ên Julio Cortázarî: “The Winners” (Los premios), “Blow-Up and Other Stories” (Final del juego), “A Manual for Manuel” (62: A Model Kit), “The Book of Manuel” (Libro de Manuel).
Çavkanî:
*Ji pêşgotina “Mırıldandığım Öyküler”ê – Julio Cortázar. Weşanên Can (1997)
**https://rumetmed.blogspot.com/2023/10/7-kurteciroken-nu-yen-julio-cortazari.html
https://en.wikipedia.org/wiki/Julio_Cortázar
https://tr.wikipedia.org/wiki/Julio_Cortázar
-Ev nivîs cara yekem di hejmara 30emîn a kovara "The Hall Kurdî" de hat weşandin
Hiç yorum yok: