İllustration: Steve Messing
Nûçe: Rûmet Med
Disneyê di dawîya hefteyê de li Brezîlyayê çalakîya D23yê li dar xist û ji fîlmê "Avatar 3"yê xêzên konsept weşandin. Fîlmê nû yê Avatar'ê bi navê "Avatar: Fire and Ash" di 19ê Berfanbara 2025ê de dê bikeve vîzyonê û derhênerê fîlmê James Cameron jî beşdarî konferansê bû.
İllustration: Dylan Cole
Derhênerê rêzeya fîlmên "Avatar"ê James Cameron wek online beşdarî çalakîya D23yê bû û ragihand ku xebatên post produksiyonê yên fîlmê didome. Di xêzên konseptê de qebîleyên nû yên fîlmê "Avatar: Fire and Ash"ê hatin nîşandayîn.Britain Dalton (Lo'ak) wê bibe vebêj û Oona Chaplin jî dê bi rola rêbera gelê Ashê (Varang) di fîlmê "Avatar Fire And Ash"ê de cî bigire.
Hiç yorum yok: