Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

Yek ji derhênerên pêşeng û herî serketî yên Sînemaya Kurdî: Behmen Qubadî


 Nivîs: Rûmet Med

Derhêner, senarîst û çêkerê navdar ê kurd Behmen Qubadî di sala 1969ê de li bajarê Baneyê ya Rojhilatê hate dinê û yek ji sînemagerên pêşeng û girîng ên Sînemaya Kurdî ye ku bi fîlmên xwe ve li hemû cîhanê tê naskirin. Qubadî di fîlmên xwe de bi giştî mijar û pirsgirêkên netewî, civakî, zayendî, çînî, aborî, takekesî radixe ber çavan, û babet û têmayên wekî sînor, bêwarî, evîn, mirin, xizanî di fîlmên wî de derdikevin pêş.

Behmen Qubadî hêj di 12 saliya xwe de li bajarê Sineyê bi amatorî tevlî li koma derhenerên filman bû, di salên perwerdebûna xwe de di radyoyeke de xebitî û li Îranê ji Dibistana Çapdêrî perwerdehîya Derhênerîya Fîlman dît. Ji ber bûyerên wê demê mala xwe bar kir li Sîneyê, di 1992ê de ji bo perwerdehîya bilind çû li Tehranê ku ji sala 1998ê pê ve dest bi karê wênekarîya pişesazîyê kir û perwerdehîya wî ya sînemayê nîvçe ma. Di navbera salên 1989-1998an de bi kamereya xwe ya 8 mm’î re gelek kurtefîlm kişandin û fîlmên wî di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hatin nîşandan û xelat girtin.


Kurtefîlmê Behmen Qubadî yê “Jiyana li Mijê” (Life in Fog / Nîv-belgefîlm, 1997) li cîhanê deng veda, ji Festîvala Fîlman a Clermont-Ferrandê Xelata Taybet a Jurîyê girt û li gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn ku ji bo Sînemaya Îranê fîlmekî girîng e. Qubadî bi yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj ê bi navê “Dema Hespên Serxweş” (2000) re derket li pêşberî temaşevanên sînemayê ku mijara fîlmê li sînorê derbas dibe û rûyê mirin, xizanî û hêvîyê nîşan dide. “Dema Hespên Serxweş” ji Festîvala Fîlman a Cannesê Xelatên “Kameraya Zêrîn”, “Sînemagerê Ciwan” û “FIPRESCI” girtin. Behmen Qubadî, heman salê di fîlmê derhênerê navdar Abbas Kîarostemî yê “Bad ma ra khahad bord” de weke alîkarê sereke cih girt û di fîlmê Semira Mahmelbaf ê bi navê “Textê Reş” (2000) de bi rola mamoste, weke serlîstikvan lîst ku mijara vî fîlmê di dema komkujiya Helepceyê de diqewime. Fîlmê “Textê Reş” him qala atmosfera piştî Helepceyê û rewşa civakê ya wê demê dike him jî jiyanên kolberên Kurd ên ku piraniya wan zarok in tîne li ber perdeya spî.

Piştî vî fîlmê di sala 2002yê de fîlmê Qubadî yê “Awaza Dayîka Niştiman” (Stranên Welatê Dayika Min / Gomgashtei Dar Aragh) tê. “Awaza Dayîka Niştiman” di sîya şerê de derbas dibe û behsa çîroka stranbêjê kal Mîrza dike ku li Henareyê digere, fîlm, êş û janên gelê Kurd radixe ber çavan.  Di 2004ê de fîlmê wî yê “Kûsî Jî Dikarin Bifirin” ket vîzyonê. “Kûsî Jî Dikarin Bifirin” çîroka jiyanên xwişkeke û du birayên kurd tîne li ber perdeya sînemayê, fîlm Festîvalên Fîlman ên Berlîn, San Sebastian û Chicago jî tê de ji bernameya gelek festîvalên fîlman xelat girtin. Derhêner di derbarê fîlmê de gotibû “Ez dixwazim fîlmê xwe diyarî/îthaf li hemû zarokên bêguneh ên cîhanê bikim ku bûne qurbanî li polîtîkayên dîktator û faşîstan.”


Fîlmê derhênerê navdar Behmen Qubadî yê “Nîvê Heyvê” (2006) behsa çîroka muzîkjenê kurd Mamoyî dike ku dixwaze ji bo konserê biçe li Kurdistana Iraqê û di rê de rastî stranbêja kurd Heşoyê tê. Wê demê li Îranê qedexe ye ku jin li pêşîya mêran bistirin. “Nîvê Heyvê” li bernameya gelek festîvalên cîhanê hate nîşandayîn û ji Festîvalên Fîlman ên Stenbol û Ewrasyayê ya Qazaxistanê xelat standin. Derhêner piştî sê salan bi fîlmê “No One Knows About Persian Cats” (2009) û di 2012ê de bi fîlmê “Demsala Kerkedan” ve derket li pêşberî temaşevanan. Fîlmê “No One Knows About Persian Cats” ji beşa Nerîneke Diyar a Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê Xelata Taybet a Jurîyê girt.

“Demsala Kerkedenan” îlhama xwe ji çîroka jiyana helbestvanekî kurd Sadegh Kamangarê digire, atmosfer û bûyêrên wê çaxê nîşan dide ku tê de lîstikvanên navdar ên sînemaya cîhanê yên Monica Belluccî û Behruz Vusukî jî lîstine. Sahel Farzan û hevsara wî Mîna di fîlmê de têne heps kirin, Mîna piştî deh salan ji girtîgehê derdikevê û dibêjin mêrê te jiyana xwe ji dest daye. Mîna li dû vê bûyerê, du zarokên xwe digire cem xwe û bi hev re diçin li Stenbolê. Piştî 20 salan Sahel jî ji girtîgehê derdikeve û malbata xwe digere. Fîlm, ji Xelatên Filman a Asya Pasîfîkê di gelek beşan de xelat standin.

Derhênerê xelatgirtî yê kurd Behmen Qubadî di 2014ê de derhênerîya beşa ‘Kabokî’ ya belgefîlma “Words with Gods”ê kir ku ji aliyê 9 derhêneran ve hate kişandin û li bernameya Festîvala Fîlman a Venedîkê li derveyî pêşbazîyê hatibû nîşandayîn. Qubadî di sala 2015ê de bi belgefîlma xwe ya “Ala Bêwelat” (A Flag Without a Country) re bal kişand li ser jiyanên penaberên Kurd û rûyê şeran. Derhêner, herî dawî bi fîlmê xwe yê “Çar Dîwar” (2021) re derket li pêşberî sînemahezan ku qala çîroka muzîkjen Boranî dike. Gelek lîstikvanên navdar di fîlmê de lîstine.

(26.10.2022)

Bu makale: Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 13 / Aralık 2022 (PDF) yayınlanmıştır.

Kurtefîlmên wî: From Another Angle (1989), A Glance (1990), Golbajî (1991), Z like Zendegi (L like Life, 1991), From Other Point of View (1991), Balcony (1992), Private M. Hosseini (1992), Just a Glance (1992), Barbershop (Sartarash Khane / Barber’s, 1993), Pantol (1993), , The Pigeon of Nader Flew (Nader’s Pigeon Flew, 1994), Again Rain with Melody (1995), Life in Fog (1995), That Man Came Along (1995), Party (1996), Like Mother (1996), God’s Fish (1996), Notebook’s Quote (1996), Ding (1996), Telephone Booth (1997), Ballads of Plain’s Girl (1998), War is Over (2003), Daf (2003)

Çavkanî: 

Kürt Sineması: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm (Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin), Rûpel: 137-204. Nivîskar/Amadekar: Mizgîn Müjde Arslan. Weşanxane: Agora Kitaplığı.

Göçebe İmajlar: Bahman Ghobadi ve Sineması. (Nimayên Koçer: Behmen Qubadî û Sînemaya Wî). Nivîskar: Nîhat Nuyan – Weşanên Avesta

Devletsiz Bir Ulusun Sineması (Sînemaya Neteweyekî Bêdewlet), rûpel: 91-110. Nivîskar: Soner Sert – Weşanên Dipnot.

“Gemideki Hayalet: Türk Sinemasında Kürtlüğün ve Türklüğün Kuruluşu” (Spêleya di Keştî de: Sazkirina Kurdîtî û Tirkatî ya di Sînemaya Tirkî de), rûpel: 330-337. Nivîskar: Sebahattîn Şen – Weşanên Metis.

Hejmara 8emîn ya Kovara Zarema (2016)  

Kaplumbağalar da Uçar (Kûsî Jî Dikarin Bifirin). Nivîskar: Behmen Qubadî – Weşanên Avesta 

http://mijfilm.com/

https://ku.wikipedia.org/wiki/Behmen_Qubad%C3%AE

https://tr.wikipedia.org/wiki/Behmen_Kubadi

https://sinemayaserbixwe.com/di-dile-xwezaya-jiyane-de-ciroken-rastin-texte-res/

https://www.imdb.com/name/nm0315842/

https://iffr.com/en/persons/bahman-ghobadi

***


Rûmet Jî Digîre

Ewrekî di kanîya çavên te de

Hema hema barand û barî.
Tu wekî avê dixwînî

Ên ku di dilê min de derbas dibin.
Cîhanê dît,

Em qewixandin…

Rondikên xwe negirî,
Rûmet jî digîre…
Bihêle, bila rûyê esmanê bê şûştin,
Were şûştin tîrêjên roavabûnê
Yên ku lacîwerd, kesk, zer.

Va ye, em dîsa di berbangê de ne
Tiptazî
Û hêşîn.

Va ye, tu dibêjî qey bayê çiyayê ye
Û va ye, tu dibêjî qey bahor e…

Tu kes nikare, ew nênûka ku em jê dikin
Û ji davêjin re jî tiştekî bibêje.
Tu keça herî bedew
A hemû galaksîyan e,

Ez jî cewher im êdî,
Cewherê tirafê me,
Tirafa sewdaserîyê
A ku Prometheus dişewitand…

Ne di enîya me de şermek,
Ne di binçengê me de
Xaça veşartî.
Me ji vî gelê hez kir
Û ji vî welatê
Ev e sûcê me yê pîroz
Û ê nayê efûkirin…

Helbest: Ahmed Arif

Wergêr: Rûmet Med

*Ev nivîs û werger cara yekem di hejmara 13emîn a kovara Sosyalîst Mezopotamyayê de hate weşandin. (Berfanbar, 2022)

Li ser rojnamegerîyê fîlm û belgefîlmên balkêş | Gazetecilik üzerine izlenmesi gereken film ve belgeseller

Amadekar/Hazırlayan: Rûmet Med

Di dîroka sînemayê de heta niha di derbarê rojnamegerîyê de gelek fîlmên sînemayê, belgefîlm û rêzefîlm hatine kêşandin/têne kêşandin. Di vê lîsteya fîlman de li ser rojnamegerî û çapemenîyê gelek fîlmên sînemayê û belgefîlmên balkêş cî digirin, û yek jî rêzefîlm ji bo temaşevanan hate hilbijartin.   

Sinema tarihinde bugüne kadar gazetecilik hakkında bir çok film sinema film, belgesel film ve dizi film çekilmiştir/çekilmektedir. Bu film listesinde gazetecilik ve basın üzerinde çekilmiş bir çok sinema filmi ve belgesel film yer alıyor, ve bir de dizi film izleyici için seçildi. 

His Girl Friday (1940)

Meet John Doe (1941)

Citizen Kane (1941)

Ace in the Hole (1951)

Deadline - U.S.A. (1952)

La Dolce Vita (1960)

The Parallax View (1974)

Network (1976)

All The President's Men (1976)

The China Syndrome (1979)

Reds (1981)

Absence of Malice (1981)

Missing (1982) 

The Year of Living Dangerously (1982)

Under Fire (1983)

The Killing Fields (1984)

Salvador (1986) 

Broadcast News (1987)

Cry Freedom (1987)

Newsies (1992)

Quiz Show (1994)

Wag the Dog (1997)

The Insider (1999)

Almost Famous (2000)

City of God (2002)

Veronica Guerin (2003)

Shattered Glass (2003)

In My Father’s Den (2004)

Good Night and Good Luck (2005)

A Sunday in Kigali (2006)

Zodiac (2007)

Frost/Nixon (2008)

State of Play (2009)

Press (2010)

The Bang Bang Club (2010)

Page One: Inside the New York Times (2011)

The Newsroom (rêzefîlm, 2012)

La grande bellezza (2013)

Nightcrawler (2014)

Citizenfour (2014)

Kill the Messenger (2014)

Je-bo-ja (2014)

L’enquête (2014)

True Story (2015) 


Spotlight (2015)

Snowden (2016) 

Kaygı (2017)

The Post (2017)

Minamata (2020)

French Dispatch (2021)

Lyra (2022)

The Killing of a Journalist (2022)

She Said (2022)

Endangered (2022)

*(Fîlm û belgefîlmên ku di lîsteya fîlman de cî digirin li gorî salên çêkirinê hatine rêzkirin. / Film listesinde yer alan filmler ve belgeseller yapım yılllarına göre sıralanmıştır.)

Peyvên Rastînê / Gerçeğin Sözcükleri

 

Nivîs: Rûmet Med

Ji hevokên ku derîyên têgihanê dişkînin, perdeya reş a pêşdarazîyê radikin û rengên rastînê didin der gelek hez dikim. Hevokên rastînê neynika herî zelal a jîyanê ne ku derîyên nû vedikin û asoyan kûr dikin. Bi tenê ruhê deng û rengên rastînê dikarin biharên Bihuştê bînin.

Divê mirov ruhê dilê xwe ji hemû pûtan rizgar bike. Ango divê hemû pêşdarazî bişkîne, hesta empatîyê biafirîne û bihêz bike, jiyaneke aramdar divê. Replîka fîlmê Krzysztof Kieślowskîyî yê "Sê Reng: Sor"ê tê bîra min, "Bi tenê aramî dixwazim, jiyaneke aramdar."

*Ger mirov gotin û mafên xwe bi peyvên etîk, qenc, biwicdan, birûmet û xweş ve neynin zimên, wê demê tu ferqa mirov ji tiştên ku li dijî derdikevin namînin û dibin wekî dijberên xwe. Tu mafdarîya wan jî namîne.

Yên ku di dilên xwe de hezkirin, xweşbînî, etîk, wicdan, qencî nahewînin tu carî ne mafdar in. Hemû peyvên wan pûç, xapînok, vala û tew derew in.

*Divê mirov bêyî şert û merc û berjewendî her tim ji alîyê mafdaran bibe.

*****

Algı kapılarını kıran, önyargının karanlık perdesini kaldıran ve gerçeğin renklerini açığa çıkaran cümleleri çok seviyorum. Gerçeğin cümleleri, yeni kapılar ve ufuklar açan hayatın en net aynalarıdır. Yalnızca gerçeğin sesleri ve renkleri Cennetin baharlarını getirebilirler ve huzur verici bir yaşam olmalı. 

İnsan yüreğinin ruhunu putlardan kurtarmalı. Yani bütün önyargıları kırmalı, empati duygusunu yaratmalı ve güçlendirmeli. Krzysztof Kieślowski'nin "Üç Renk: Kırmızı" filminin bir repliği aklıma geliyor, "Sadece huzur istiyorum, huzur veren bir hayat."

*Eğer insanlar sözlerini ve haklarını etik, iyi, vicdanlı, onurlu ve güzel sözcüklerle dile getirmeseler, o zaman karşı çıktıkları şeylerden hiç bir farkları kalmaz ve karşıtları gibi olurlar. Hiçbir haklılıkları da kalmaz. 

Yüreğinde sevgi, hoşgörü, etik, vicdan ve iyilik barındırmayanlar hiç bir zaman haklı değiller. Bütün sözcükleri çürümüş, kandırmaca, boş ve hepten yalandır.

*İnsan şart, koşul ve çıkar olmaksızın her zaman haklılardan yana olmalı.

Wêne/Fotoğraf: pexels.com/markus-winkler-1430818/

Sinemanın ruhunu taşıyan 3 eşsiz dizi film

Yazı: Rûmet Med

Gerçek sevginin, aşkın, dostluğun, doğallığın, iyiliğin ve güzelliğin sözcükleri ile konuşan ve unutulmaz ezgileri ile sinemanın ruhunu taşıyan dizi ve filmler vardır; çağın ruhunu yansıtırlar, modern zamanların renksiz ruhsuzluğuna karşı ses olur akarlar. Her bir yeni hikayeleri mevsimsiz çiçekler gibi açar, insanın bilincinde yepyeni ve özgün ufuklar olup en parlak ışıklar gibi parlarlar. Ruhları vardır, bembeyaz gündüzlerinin ışıkları günümüzü de aydınlatan ve anlamlandıran, güzel olanı, iyi olanı, vicdanı hatırlatan.. Mavi ve yeşil boyalı, kenarındaki saksılardan çiçeklerin açtığı pencereler, gül desenli bembeyaz perdeler, sarı sokak lambalı sıcak yürekli mahalleler..

Nasıl ki her sinema filmi sanatsal değil ise, her dizi film de sanatsal bir nitelik taşımaz, ama tarihin akışında bir çok sanatsal dizi örneği vardır, renkleri ve sesleri ile sinemanın ruhunu taşırlar..

Yeditepe İstanbul (2001-2002), Yedi Numara (2000-2003) ve Sultan Makamı (2003-2004) dizileri; sinemanın ruhunu taşıyan en güzel dizilerden başlıcalarıdır. Sıcak insan ilişkilerinin olduğu mahalle kültürünü ekrana getiren bu eşsiz eserler; 20. yüzyılın son zamanları ile 2000’li yılların başlarındaki ara dönemin ruhunu en sade ve en güzel haliyle yansıtmaktadırlar, bizi çocukluk zamanlarımızın anılarına götürmektedirler, ruhumuzu dinlendirmekte, yüreğimize bir günışığı gibi doğmaktadırlar..  Dünyanın en güzel şehirlerinden birisi olan İstanbul’da geçen 3 dizi film de gerçek sevginin, aşkın, dostluğun, doğallığın, iyiliğin ve güzelliğin sözcükleri ile konuşup unutulmaz ezgileri ile sinemanın ruhunu taşıyan günışığından bembeyaz umutlar büyütüyorlar.. Ruhu olan zamanların ve anıların gittikçe yeşeren renkleri ve sesleri tüm sadeliğiyle hayatın akışında, mevsimsiz bir bahar misali kalıcıdır..

01.05.2022

Pirtûka "Li Ser Sînemayê" hate weşandin

Pirtûka min a duyemîn ya  "Li Ser Sînemayê" weke pdf/e-pirtûk hate weşandin. Naveroka pirtûkê; ji nivîs, gotar, nûçe, hevpeyvîn û lîsteyên fîlman ên sînemayê yên min ku di rûpelên gelek malper, kovar, fanzînan de hatine weşandin pêk tê. Hûn dikarin pirtûka min a nû, li ser vê lînkê daxînin û bixwînin.

Nivîskar: Rûmet Med

Cure: Lêkolîn / Rûpel: 171

Pêşengê sînemaya surrealîstê: Luis Buñuel Portolés  



Nivîs: Rûmet Med

"Sînema; riya baştirîn e ji bo ravekirina hest, xiyal û cîhanên xweajoyê..."*

 Derhêner û senarîstê navdar ê Îspanyayê Luis Buñuel Portolés (1900-1983) pêşengê rêbaza “Avant-garde” ye ku ji aliyê derdorên hunera sînemayê ve yek ji derhênerên herî bandorker ên dîroka sînemayê tê qebûl kirin. Buñuel fîlmên xwe bi piranî bi zimanên îspanî û fransî, bi awayekî surrealîst kêşandine, hin fîlmên wî jî bi îngîlîzî ne û di fîlmên xwe de piştî Şerê Duyemîn yê Cîhanê, li ser têkiliyên civakî yên bêedalet û bêexlaqiya burjiwayê disekine.

Luis Buñuel li bajarê Calandayê ku bi girêdayî parêzgeha Araganoya Îspanyayê hatiye dinê û li bajarê Madridê di beşên zanista zîraet, felsefe, wêje û zanistên siruştê de xwendine, li dû jî bi Federico Garcia Lorca, Salvador Dali û Josê Ortega re hev naskirine. Buñuel perwerdehiya xwe neqedaniye û li Parîsê beşdarî Academie du Cinemayê bûye û li vir weke alîkarê derhênerê xebitiye.

Derhêner, di sala 1929ê de kurtefîlma xwe ya “Un chien andalou” dikêşine ku ev fîlm bi wêne û  sehneyên surrealîst bandoreke metelhişt li temaşevanan kiriye.  Piştî salakê jî yekem metraj dirêj ê fîlmê wî yê “L’age d’or”ê tê ku ev fîlmê derhênerê ji ber sedemê rexnekirinê hat qedexe kirin û di her du fîlmên wî de Luis Buñuel û Salvador Dalî bi hev re xebitîne. Buñuel di 1933ê de belgefîlma “Las Hurdas/Tierra sin pan” kêşandiye û ev belgefîlm jî ji ber ku rexneyî xizanî û bêedaletiya civakî dike li sînemayan hatiye qedexe kirin.

Luis Buñuel di navbera salên 30an de ji bo çêkirina karê senkronizasyona fîlmên metraj direj diçe li Amerikayê û li wir fîlmên Hollywoodê dikêşîne. Di dema Francoyê de bêkar dimîne û di sala 1941ê de li Muzeya Huner a Nûjenê (Museum of Moderd) ya New Yorkê dest bi karê dike, lê belê hevalê wî yê Salvador Dalî weke komunîst tête îxbar kirin û ji ber vê derhêner ji karê xwe tê derxistin.

Derhêner, li DYAyê serîlêdan ji bo hin pargidaniya fîlman ên Hollywoodê dike, lê qebûl nakin û Buñuel di 1948ê de diçe Meksikayê. Piştî du salan jî li Mexico Cityê fîlmê xwe yê nû “Los Olvadidas” (1950) derdikeve li vîzyonê ku ev fîlm taxên xizan û rewşên ciwanan nîşan dide. Luis Buñuel di fîlmên xwe de dibêje ku divê şert û mercên civakî biguherin, ger ku şert û mercên jiyanê neguherîn alîkarî/xêrxwazî jî bêkêr e û bi vê fîlmê xwe li Festîvala Fîlman a Cannesê dibe derhênerê baştirîn. Derhêner piştî salekê bi fîlmê xwe yê “Susana”, dîsa li bernameya Cannesê xelata Fîlmê Pêşeng ê Baştirîn digire.

Di 1959ê de yek ji fîlmên wî yên girîngtir “Nazarîn”ê tê û behsa çîroka jiyana keşîşekî û têkiliya wî ya bi mirovan dike. Fîlmê “Nazarîn” yek ji mînakên herî bandorker û balkêş ên dîroka sînemayê ye û bandoreke mezin li hemû cîhanê kiriye û fîlm di heman demê de, di lîsteya “10 fîlmên baştirîn ên cîhanê” yê derhênerê nemir Anderi Tarkovskyî de jî cih digire.  Luis Buñuel piştî du salan fîlmekî nû yê bi navê “Viridiana”yê dikêşîne û di fîlmê de jineke ciwan berendama bûna raxîbeyê ye û ji bo xizan stargeh çêdike, fîlm li ser mijara fikr û îdealên olî ku  neanîne cih, disekine.

Sînemager Buñuel di nava salên 1960an de li Frensayê xebitiye û li wir jî di fîlmên xwe de cih dide mijarên wekî civakî-rexneyî û olî, û rewşên çînên civakî û burjuvaziyê nîşan dide. Fîlmên wî yên ku di vê demê de hatine kêşandin; “Le journal d’une femme de chambre” (1964), “Belle de jour” (1967), “La voie lacetee” (1969), “Tristana” (1970) û “Le charme discret de la bourgeoisie” (1972) ne. Derhêner bi fîlmê xwe yê “Le charme discret de la bourgeoisie” li Xelatên Akademiyê di beşa Fîlmê Biyanî yê Baştirîn de xelata Oscarê digire.

Derhênerê navdar di jiyana xwe ya hunerê de bi dehan fîlm bi rêve birin ku mora xwe da li hunera heftemînê û fîlmên wî li bernameyên festîvalên fîlman ên navneteweyî yên wekî, Cannes, Akademy Awards, Venedîk, Berlîn, BATFTAyê hatin nîşandan û di gelek beşan de xelat girtin. Derhênerê nemir Buñuel piştî ku kêşandina fîlmê  xwe yên dawî; “Le fantome de la liberte” (1974) û “Cet obscur objet du desir”ê (1977), dest ji karê derhêneriya sînemayê kişand. Lê Buñuel piştî vê dîrokê senaryoyên gelek fîlman nivîsandin û di sala 1983ê de ji ber nesaxiya sîrozê çû ser dilovaniya xwe.

Fîlmên din ên derhêner Luis Buñuelî; “Centinela, alerta”(1937), “Gran Casino”(1947), “El Gran Calavera” (1949), “La hija del engano” (1951), “Subida al cielo” (1952), “Una mujer sin amor” (1952), “El Bruto” (1953), “El” (1953), “La ilusion vivaja en tranvia” (1954), “Abismos de pasion” (1954), “Robinson Crusoe” (1954), “Ensayo de un crimen” (1955), “El rio y la muerte” (1955), “Cela s’appelle l’aurore” (1956), “La mort en ce jardin” (1956), “La fievre monte a El Pao” (1959), “The Young One” (1960), “El Angel Exterminador” (1962), “Simon del desierto”, (1965).

*Luis Buñuel

(04.06.2021)

Çavkanî:

 https://www.imdb.com/name/nm0000320/

 https://en.wikipedia.org/wiki/Juan_Luis_Bu%C3%B1uel

 https://tr.wikipedia.org/wiki/Luis_Bu%C3%B1uel

“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (Rûpel: 22, 23). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç. Afa Yayınları. (1999)

*Ev nivîs cara yekem di Hejmara Pêncemîn a Sînemaya Serbixwe'yê de hate weşandin.

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

Hevpeyvîna bi edîtorê kovar û malpera me


 Hevpeyvîna Remezan Haydaroglûyî ku bi min re kiribû.

 E-kovara bi kurdî “Sînemaya Serbixwe” ji sala 2018ê û pê ve weke şeş mehan carekê weşana xwe didomîne û nêzîkî du salan e jî malpera kovarê bi heman navê derdikeve li pêşberî sînemahezan. Min ji bo xwînerên hunera heftemîn, hevpeyvîneke li ser sînemayê bi edîtorê kovar û malpera “Sînemaya Serbixwe” re kir.

 Ez dixwazim pêşî bi te nas bikim. Rûmet Onur Kaya kî ye?

 Ez bi eslê xwe ji Geverê me û li bajarê Hekarî/Colemêrgê ji dayik bûme. Ji Zarokatîyê heta ciwantîya min, jiyana min bi giştî li bajarê Enqere û Wanê derbas bû. Li Zanîngeha Wanê ji beşa Bernamekarîya Radyo û Televîzyonê û li Zanîngeha Anadolê jî ji beşa Pêwendiyên Giştî û Reklamkarîyê de mezûn bûm. Hin ceribandinên min ên li ser beşên belgefîlm û kurtefîlman çêbûn, dema ku derfet dibînim senaryo jî dinivîsim. Nêzîkî 10 salane di gelek kovar, rojname, fanzîn û malperên çand-hunerê de; nivîs, kurteçîrok, nûçe û heyvpeyvînên min ên bi kurdî û bi tirkî hatin weşandin. Edîtorîya kovar û malpera “Sînemaya Serbixwe”yê dikim û nivîs û gotarên xwe li ser bloga xwe jî diweşînim. Di dawiya meha Gulana sala 2019’ê de pirtûka min a çîrok û helbestan a bi navê “Dilê Xwezayê” weke e-pirtûk hate weşandin. Di demeke nêz de pirtûka min a duyemîn a ku di derbarê sînemayê de ye, dîsa bi awayekî hejmarî(pdf) tê bête weşandin.

Kovara Sînemaya Serbixwe çawa dest bi jiyana xwe ya weşanê kir? Ew kîjan rê û rêyan dişopîne?

 Beriya fanzîna Sînemaya Serbixwe, min malpera “www.sinenuce.com”ê avakiribû û weşana wê malperê ji ber hin sedeman tenê salek berdewam kiribû. Piştî vê jî em li ser rûpela medyaya civakî de, di derbarê fîlmên sînemayê de nivîs û nûçeyên kurt diweşînin, danasîna fîlman dikin û hin replîkên wergerandinan ji bo Kurdî amade dikin. Piştî demekê jî em fikirîn ku weşanekê li ser sînemayê derbixin ku fikir, hest û ramanên xwe yên çand-hunerê bi vî awayî bînin ziman. Hejmara yekem ya e-fanzîna bi kurdî ya “Sînemaya Serbixwe” di dawiya sala 2018’an de bi dirûşmê “Ji bo Civakê, ji bo Hunerê, ji bo Jiyanê Sînema” derket. Fanzîna me piştî hejmara sêyem êdî weke e-kovar derdikeve li pêşberî xwînerên xwe. Herwiha xebatên me yên ku li ser sînema û çand-hunerê li malpera Sînemaya Serbixwe û li hesabên me yên medyaya civakî jî didome. Hejmara pêncemîn a kovarê jî di wan mehan de tê bê weşandin. "Fikr, hest û ramana kovara me bi tenê rastîn e, rastîn; rengên hezê û jîyanê ye, ji ber ku li jîyanê bi tenê rastîn dimîne. Ji ber vê jî dirûşmeya kovara Sînemaya Serbixwe, “Ji bo Civakê, ji bo Hunerê, ji bo Jiyanê Sînema” ye.

Pêvajoya hilberîna girêdayî sînemaya Kurdî bandoreke çawa li herikîna kovara we dike?

 Kovara me “Sînemaya Serbixwe” di rûpelên xwe cih dide xebatên derhênerên Kurd û sînemaya cîhanê. Heta ku ji destê me tê em hewl didin ku li ser fîlmên derhênerên Kurd û cîhanê nivîs, gotar û nûçeyan binivîsin û bi wan hevpeyvînên sînemayê, danasîna fîlman, naverok û lîsteyên sînemayê amade bikin. Herwiha em li malpera Sînemaya Serbixwe de nûçeyên festîvalên fîlman, nivîs, gotar û hevpeyvînên sînemayê diweşînin û hin caran naverokên sînemayê çêdikin.

Di weşandina kovara Sînemaya Serbixwe de hûn bi kîjan zehmetiyan re rû bi rû hatine? Têkilîya kovarê çawa ye?

 Du hejmarên Sînemaya Serbixwe weke e-fanzîn hatin weşandin û di hejmara sêyem de êdî weke e-kovar derdikeve. Kovara me wekî gelek kovarên Kurdî ji nivîskar heta sêwirînerê kovarê bi awayekî minêkarî tête weşandin. Em dixwazin kovara xwe weke çapkirî biweşînin, lê ji ber sedemên aborî û bêyî reklam û sponsorê em nikarin kovara “Sînemaya Serbixwe” weke çapkirî derxînin. Têkilîya xwîner û sînemahezan bi kovara me re gelek baş e, hejmarên me heta niha ji aliyê bi hezaran kes we hatine xwendin.

Hûn di derbarê pêşveçûna sînemaya Kurdî de çi difikirin?

 Ji nêzîkê sî salan û bi vir de, sînemaya Kurdî bi fîlmên derhênerên serbixwe ve, ji bo pêşveçûn û geşedena xwe derfetên mezin afirandîye û fîlmên Kurdî li seranserî hemû cîhanê, di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de têne nîşandan û di gelek beşên festîvalan de xelat werdigirin. Wekî ku li sînemaya cîhanê, fîlmên serbixwe yên bi kurdî jî di sînemaya Kurdî de bandorên erênî û pêşveber dike. Ji ber ku sektora sînemayê li gor hin dewletên cîhanê, di nava erdnigariya Kurdan de zêde pêşneketibû, lê di wan salên dawî de bi taybetî li Başûr endustriya fîlman hêdî hêdî pêk hatiye; ji bilî kişandina fîlmên nû, bi piranî dublaj û binnivîsên fîlm û rêzefîlmên biyanî têne bi zarava Soranî tê amade kirin, stûdyoyên fîlman û kanalên televîzyonê yên nû têne vekirin. Di dema dawî de di warê fîlmên anîmasyonê de jî hin xebatên nû hene. Bi taybetî li diasporayê de û di bajarên Kurdan de, festîvalên fîlman ên navneteweyî têne li dar xistin, di bernameya festîvalan de bi sedan kurtefîlm, belgefîlm, metraj dirêj û fîlmên animasyonê derdikevin li pêşberî bîneran. Ji ber pandemîyê li hemû cîhanê piraniya festîvalên fîlman weke online li ser înternetê têne temaşe kirin.  Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê îsal bi navê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global (Gerdûnî) hat li dar xistin, li bernameya festîvalê gelek fîlmên bi kurdî derketin li pêşberî sînemahezan. Wan mînakên hemû dilxweşker û hêvîdar e û ji bo pêşketina sînemayê hêmanên bingehîn in.

Di roja îroyîn de înternet û platformên dîjîtal ji bo derhêneran derfetên nû tîne berdestên wan. Divê ji bo fîlmên kurdî hejmarên salonên sînemayê zêde bibin. Pêşveçûna sînemayê bi girêdayî endûstrîya fîlman ango sektora sînemayê ye.

Di warê sînemayê de di navbera herêmên başur û bakurê Kurdistanê de cûdahiyên teknîkî û naverokî hene. Li gorî we sedemên vê yekê çi ne?

 Vê yekê bi girêdayî mijara endustrîya fîlman e. Li Başurê Kurdistanê şert û mercên endûstrîya fîlman li gor Bakur û parçeyên din ên Kurdan pêşketîtir e. Li Başur bi pêşketina sektora sînemayê re hejmarên fîlm, rêzefîlm, xêzefîlm û anîmasyonên nû, fîlmên dublaj, fîlmên  binnnivîs/jêrnivîs zêde û cûr bi cûr zengîn dibin û kanalên televîzyonê û platformên nû têne ava kirin. Li Bakur û bi taybetî li Başur hejmarên festîvalên fîlman ên navneteweyî yên Kurdî jî her ku diçe zêdetir dibe. Ji ber vê geşedan û pêşveçûna sektora sînemayê, ji aliyê teknîkî û naverokî ve derfet û cûdahiyan nû derdikevin holê. Sedemên sereke yên vê yekê jî pêşveçûna sektora ango endûstrîya fîlman e.

Di wan salên dawî de bi saya geşadana teknolojî gelek derhênerên ciwan bi awayekî resen û cuda fîlmên xwe yên nû dikişînin û li ser platformên vîdyo û dîjîtalê diweşînin, lewma fîlmên nû û cûrbicûr ên afirîner jî têne kişandin.

Li gorî we cihê sînemaya Kurdî di sînemaya cîhanê de çi ye? Hûn wê çawa dinirxînin?

 Ji aliyê dîroknas û rexnegirên sînemayê ve destpêka sînemaya Kurdî weke fîlma “Zarê” (1926) ye. Ji alîyê derhêner Hamo Beknazaryan hatî kişandin yekem film tê qebûl kirin. Li dû vê dîrokê heta îro li Ermenistanê, li Azerbaycanê, li welatên Sovyetan, li Ewropayê, li Tirkiyeyê, li Rojhilata navîn û li cîhanê de jî aliyê gelek derhênerên sînemayê ve li ser jîyan û çanda Kurdan gelek belgefîlm û fîlm hatine kişandin.

Di çar parçeyên erdnîgarîya Kurdan de, ji ber qedexe û paşdemayîna pîşesazîya/endustrîya  sînemayê, derhêner û sînemavanên Kurd li gor welatên ku endustrîyên wan hene di demeke paş de dest bi kişandina fîlman kirine. Fîlmê “Kilamek Ji Bo Beko” (1992) yê derhêner û hunermendê navdar ê kurd Nizamettîn Ariç e, yekem fîlma metraj dirêj e ku bi Kurdiya Kurmancî hatiye kişandin. Ev nêzîkî 30 salan e Sînemaya Kurdî geşedan û pêşveçûna xwe didomîne. Di van salên dawî de hejmarên fîlmên sînemaya Kurdî zêdetir dibin û kurtefîlm, belgefîlm, fîlmên dirêj û anîmasyonên bi kurdî têne kişandin. Di çarçoveya festîvalên fîlman ên navneteweyî de derdikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê û di gelek beşan de xelat hildigirin. Gelek derhênerên Kurd li hemû cîhanê tên naskirin.

Di salên dawî de bi taybetî li Başûrê welêt endustrîya fîlman hêdî hêdî pêk hatiye û li parçeyên din ên erdnigariya Kurdan de jî her ku diçe li sektora sînemayê pêşveçûnên nû derdikevin holê û gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî û rojên fîlmên Kurdî têne li darxistin.

Di dema dawî de di sînemaya Kurdî de bêdengîyek heye. Hûn vê yekê çava dinirxînin?

 Rast e di dema dawî de, ji ber nexweşiya koronayê jî li hemû cîhanê bêdengîyek heye û pêvajoya pandemiyê bandorek neyînî li sînemaya Kurdî jî dike. Vê yekê di welat û herêmên ku endustrîya fîlman tune an jî zêde pêşneketine de neyînîyek bêhtir xwe dide hîskirin. Li gor sektorên sînemayê yên pêşketî pirsgirêk jî zêdetir dibin.

Li gor salên berê di hejmarên fîlmên metraj dirêj ên bi kurdî de kêmbûnek heye, ji aliyekî din jî ji ber sedemên ku bi taybetî li Başur pêşveçûna sektora sînemayê, zêdebûna têkilîya sînemayê û derfetên tekonolojî yên nû jî dibe sedema kişandina fîlmên metraj dirêj ên nû, hejmarên kurtefîlm, belgefîlm, rêzefîlm û anîmasyonên bi kurdî zêde dibin. Derhênerên nû û serbixwe derdikevin; fîlmên xwe dikêşin û gor platforma amade dikin li platformên vîdyo û dîjîtal de diweşînin û li hemû cîhanê tên naskirin.

*Ev hevpeyvîn cara yekem di 2’ê Pûşpera 2021ê de li malpera www.gazeteisvec.com’ê û pişt re jî di Hejmara Pêncemîn a Sînemaya Serbixwe'yê de hate weşandin.

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

Derhênerê fîlmên nûjen û resentir: Jean-Luc Godard

Nivîs: Rûmet Med

Yek ji derhênerên herî bandorker ên Pêla Nû ya Fransî, sînemager, senarîst, lîstikvan, nivîskar-rexnegirê fîlman ê navdar Jean-Luc Godard bi eslê xwe ji Swîsreyî ye û di 3yê Berfanbara 1930ê de li bajarê Parîsê ji dayik bûye.

Jean-Luc Godard li Zanîngeha Sorbonneyê di beşa nîjadnasî (etnolojî) de xwendiye. Di navbera van salan de beşdarî li Cineclubê û Cinematequeyê bûye, wî û yek ji ramangêr û teorîsyenê herî girîng ê rêbaza "Nouvelle Vague" û rexnegirê fîlman ê navdar Andre Bazin hev dû naskirine.

                                                                                                 (Jean-Luc Godard û François Truffaut)

"Nouvelle Vague" Pêla Nû ye; sînemagerên vê rebazê, rê û rêbazên heyî ku heta wê demê hatine afirandin red dikin û ji van rê û qaideyên sînemaya berê dûr dikevin, dixwazin fîlmên nûjen bikişînin. Di rêbaza Pêla Nû ya Fransî de gelek derhênerên wekî; Jean-Luc Godard, Agnès Varda, François Truffaut, Jacques Rivette, Eric Rohmer ve Claude Chabrol derdikevin û van derhênerên sînemayê, di fîlmên xwe de dibêjin ku "Hemû kes dikarin derhêner bibin."

Jean-Luc Godard di heman demê de nivîs û gotarên sînemayê jî dinivîsine û bi Erich Rohmer û Jacques Rivette re kovareke bi navê "Gazette du Cinéma"yê derdixin û li dû ji bo kovara "Cahiers du Cinéma" rexneyên fîlman dinivîsine. Derhêner di navbera 1954 û 1958an de gelek kurtefîlm kişandine.

Nouvelle

Godard piştî kurtefîlmên xwe, dest bi kişandina fîlmên dirêj dike û di sala 1960ê de yekem fîlmê xwe yê dirêj ê bi navê "À bout de souffle" dikişîne, senarîstê vî fîlmê sînemagerê navdar François Truffaut e û tê de lîstikvanên navdar Jean-Paul Belmando, Jean Seberg weke serlîstkvan cih digirin ku ev fîlm bandoreke girîng li hunera sînemayê dike. Piştî vî fîlmê, "Le petit soldat" (1963) kişandiye û fîlm, li ser rexneya şerê Cezayîrê ye û lê li Frensayê hatiye qedexe kirin.

Godard, bi fîlmên xwe yên "Une femme est une femme" (1961) û "Le mépris" (1963) re serkeftina xwe didomîne. Li dû van fîlman, fîlmên wekî "Pierrot le fou" (1965) û Alphaville (1965) tên.

Derhênerê navdar Godard di dema Pêla Nû de fîlmên xwe yên; “Masculin Feminin” (1966), "Weekend" (1967), "One Plus One" (1968) dikişîne û di vê demê de xebatên ezmûnî dike ku tê de li ser mijarên nêrînên felsefî yên wê demê û bi taybetî jî li ser ramanên heyînparêzî yên di sînemayê de, disekine.

Derhênerên rêbaza Pêla Nû ya Fransizê dixwazin ku ji bo hunera sînemayê fikr û ramaneke nû ava bikin û bi vî awayî hewl didin ku; nivîsîna senaryoyê ji nû ve rave bikin, teoriya Bertolt Brechtî weke sînematîk bi cîh bînin, awayên pevxistinê/montaj yên kevn napejirînin, kamera û pergelên dengê bi awayên cûr bi cûr û weke ezmûnî bi kar tînin. Godard ji bo sînemaya nûjen riyeke nû vedike û di fîlmên xwe yên vê demê de, behsa qûtbûniya rahiganê/pevguhazî û têkiliya jiyanên mirovên nûjen û pergelên civakî yên dûrî aqil û nîqaş û bûyerên polîtîk kirine.

Gorin û Dziga Vertov

Godard, di vê demê de li bandorê tevgerên xwendekarên dawiya salên 60an û ramana Maoîzmê maye û nexwestiye ji bo pergela sînemaya burjiwayê fîlman çêke. Godard û Jean-Pierre Gorin bi hev re komeke bi navê "Dziga Vertov" ava dikin, gelek fîlm dikişînin û di van fîlman de qala nêrînên sîyasî yên vê demê dikin. Navê komê jî ji derhênerê fîlmên çînî û şoreşger, sînemagerê nemir ê rûs Dziga Vertovî tê, û ji ber vê ji bo vê demê 'Dziga Vertov Stage' dibêjin. Dema Gorin û Dziga Vertovê bi fîlmê "Le Gai Savoir" (1969) dest pê dike û heta li fîlmê "Tout Va Bien" (1972) didome. Fîlmên “La Chinoise” (1967) û "Letter to Jane" jî berhemên vê demê ne.  "Letter to Jane", li ser wêneyekî ku li Vîetnamê hatiye kişandin û bandorên wî yên polîtîk disekîne.

SonImage

Di vê dema “SonImage” de derhêner Godard ji cîhana nûjenê bi dûr ketiye û bi hevjîna xwe ya Anne-Marie Miéville re li bajarekî piçûk ê Grenobleyê bi cih bûne. Derhêner li vir dest bi xebatên subjektîf ên vîdyoyê kiriye û pargîdanîyeke fîlmên vîdyoyan a 'SonImage Film Company' ava kiriye. Godard bi riya vîdyoyan bi gelek kesî ve ketiye têkiliyê û ji zêdetirî bîrdozîya polîtik, li ser bûyerên giştî û mijara varrêtîya mirovan vekolaye. Di 1975ê de, fîlmê wî yê ku ji vîdyoyê pêk tê, "Numéro Deux" li sînemayan ketiye vîzyonê.

Jean-Luc Godard di sala 1979ê de ji nû ve vegeriyaye li cîhana sînemaya bazirganî. Derhênerê mezin di vê demê de; ji aliyê mijar û taybetmendiyên karakterîstîkê fîlmên cûr bi cûr kişandine û mirov nikare fîlmên vê demê kategorîze bike. Nêrîneke nû ya felsefîk, ceribandinên cûda yên sînematîk û kirûya hebûna mirovê û sînemagerî, di fîlmên wî yên vê demê de xwe didin der. Fîlmên din ên Godardî yên dema “SonImage"; "Sauve qui peut-La vie" (1980), "Passion" (1982), "Prénom Carmen" (1983), "Je vous salue Marie" (1984) ne.

Derhêner Godard di van 10 salên dawî de belgefîlm û fîlmên; "Film Socialisme" (2010), "Adieu au langage" (2014), “Ponts de Sarajevo” (Le pont des soupirs, 2014), "Le livre d'image" (2018) kişandine û heta niha ji bilî bi dehan fîlmên metraj dirêj, gelek fîlmên televîzyonê, belgefîlm, kurtefîlm û vîdyoyên kurt-dirêj kişandine. Jean-Luc Gıdard li bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî yên wekî; Cannes, Venedîk, Oscar (Xelatên Akademiyê) Lacarno, Berlîn, Cesar û British Film Institute, Komeleya Rexnegirên Fîlman a DYAyê, Xelatên Fîlman a Ewropayê xelat girtine.

Nîşe: Nivîskara sînemayê Fatoş Yildiz ji bo Podcast Kurdî, li ser sînemaya Fransayê û sînemageriya derhênerê navdar ê fransî Jean-Luc Godard podcasteke amade kiribû. Sînemahez dikarin podcasta Godardî li ser vê lînkê guhdarî bikin.

Çend gotinên Godardî:

"Divê berrahî/rastînî jî wekî jîyanê bibe û divê destpêk û dawiya wê nediyar bibe..."

"Ya ku di dawiya serdemekê de dimîne, huner e!..."

"Feylesof û derhêner, nerîna nifşa xwe didin der..."

"Wêne rastîn e.. Sînema, di çirkeyê de 24 caran rastîn e..."

“Êdî ragihan/pevguhazî tune.. Bi tenê navgînên ragihandinê hene...”

'Ma hewce ye ku mirov her gav biaxivin? Belkî jî divê em evqas nepeyivin û jiyanê di bêdengiyê de bijîn. Ku em çiqas biaxivin, peyv jî wateyên xwe ewqas winda dikin...' "Vivre sa vie: Film en douze tableaux" (1962)

Çavkanî:

Fîlmografiya Jean-Luc Godardî: https://www.imdb.com/name/nm0000419/

https://en.wikipedia.org/wiki/Jean-Luc_Godard

https://soundcloud.com/podcast-kurdi/fatos-yildiz-kadraja-kurdi-godard-u-rebaza-sinemaya-nujen-ya-fransaye

https://tr.wikipedia.org/wiki/Jean-Luc_Godard

“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (Rûpel: 68, 69). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç. Afa Yayınları. (1999)

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

Yek ji fîlmên ewil ên Kurdiya Kurmancî: “De Zwijgende Reiziger”

Nûçe: Rûmet Med

“De Xwijgende Reiziger” yek ji fîlmên ewil/yekem ên bi Kurdiya Kurmancî ye ku di sala 1994ê de ji aliyê derhênerê kurd Îbrahim Selman ve hatiye kişandin û li gor zemanê xwe fîlmekî serkeftî ye.

Fîlm, piştî ku yekem fîlmê bi Kurdiya Kurmancî yê “Kilamek Ji Bo Beko” (1992) yê hunermend navdar ê kurd Nîzamettîn Ariç, hatiye kişandin. Haya kêm kesî jê fîlmê heye û li gor zemanê xwe fîlmekî serkeftî ye. Senaryoya fîlmê “De Zwijgende Reiziger” ji aliyê Hugo Heinen, Rolf Orthel, Îbrahim Selman ve hatiye nivîsîn. Di lîstikvanên fîlmê de; Bangin Abdulkadir, Said Alî, Umet Alî, Walid Hadjî, Halîme Sadiq, Abdulkadir Yousif cih digirin û 92 deqe ye.

Derhênerê fîlmê Îbrahîm Selman (1952) ji xelkê bajarê Duhokê ye û ji sala 1972yê heta 1980ê li Bexdayê weke nivîskar, derhêner, derhênerê dîmenê, lîstikvan û pêşkêşker xebitî. Selman di sala 1981ê de li Holendayê bi cih bû û li vir hin produksiyonên lîstikên şanoyê nivîsandin û bi rêve birin. Îbrahîm Selam di gelek projeyên fîlman de cih girtiye, fîlmên wî di çarçoveya festîvalên fîlman ên navneteweyî de hatine nîşandayîn û gelek pirtûk nivîsandin. Derhêner, herî dawî belgefîlmeke nû ya bi navê “A Letter to My Dad’ -‘Namek bo Baboy’ (39 deqe) kişandiye û li ser belgefîlma nû îsal li çarçoveya 12’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Gerdûnî hevpeyvîneke hatibû li darxistin. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê îsal di navbera dîrokên 16-27ê meha Avrêlê de, bi navê “Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global” weke online derket li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Lînka fîlmê “De Xwijgende Reiziger”:

Çavkanî; 

http://www.ibrahimselman.nl/

https://m.imdb.com/title/tt0111851/

https://www.filmfestival.nl/archief/de-zwijgende-reiziger/

https://www.globalkurdishfilmfestival.com/film/qanda-ibrahim-selman-a-letter-to-my-dad/

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Dostoyevski ve Tarkovsky

 


Yazı: Rûmet Med

Edebiyatçılar ve edebiyat-sanat eleştirmenleri arasında on yıllardır Suç ve Ceza'dan sonra bu kadar derin ve büyük etkiler uyandıran başka bir romanın yazılıp yazılmadığı tartışması sürüp gider. Bu düşüncenin sebebi ise şimdiye değin hiç bir edebiyatçının Dostoyevski gibi insan ruhunu ve toplumun durumunu bu kadar derinden anlatamayışı olarak gösterilir. Roman türünün en çok okunan yazarı olan Fyodor Dostoyevski'nin eserleri 150 yıldan beri dünyanın her yerinde yüzlerce dile ve lehçeye çevrilmiştir.

Dostoyevski edebiyat yaşamında bir referans ve başlangıç noktasını ifade etmek için "Hepimiz Gogol'un Palto'sundan çıktık" der ve insanlığın genlerinin derinlerinde yatan ve benliğini şekillendiren koşulları romanlarında özelliklede ölümsüz romanı "Suç ve Ceza" da çok iyi ele almıştır. Yaşadığı çağın ruhsuzluğunu ve insan ruhunun tarihsel doğasının biçimlenişini anlatan yazar sadece iyiliğinin alfabesi ile yazılan sözcüklerin kalıcı olacağını dile getiriyor.

Sinema ve diğer sanatlar ile tüm hayat disiplinlerinde Suç ve Ceza kadar insanları etkileyen çok az roman vardır ve bunun en önemli sebebi ise yazarın hayatın acılarını ve insan ruhunu diyalektik bir bakışla derinlenmesine kavrayıp anlatması, hayattaki gerçek karakterler ve karekter tahlilleri ile psikolojik durumlarin altında yatan en temel nedenlerinin günlük yaşama kaygıları olduğunu resmetmesidir. Dostoyevski insan doğasını ve hayatını akışını bir yağlı boya tablo gibi resmetmiştir.

Sanat ve sinema kuramcısı Ulus Baker, bir söyleşisinde Dostoyevski'yi anlatırken der ki, "Acaba neden Dostoyevski edebiyatın en yüksek noktasında yer alıyor? Ve bir asır sonra Tarkovski başka bir alanda sinemada, en yüksek filmleri yapabiliyor? Rusların edebiyatlarını yok etmek için ellerinden geleni yaptıklarını artik biliyoruz. Bunu filmlerini yeraltına gömdükleri Eisenstein, Vertov ve Dovjenko için de yaptılar. Ama birdenbire Tarkovski çıkıverdi ve sadece tek şeyin garantisiyle --hayatın ifadesini Dostoyevski'nin yaptığı gibi yaparsanız onu siz ifade etmekle uğraşmak zorunda kalmazsınız, o gelir sizin ifade araçlarını doldurur, taşar, ve kendini sizin aracılığınızla ifade eder. Dostoyevski-Tarkovski bağının sırrı işte budur."

 (https://twitter.com/MedRumet/status/1313976948893323266?s=19)

* Mayıs 2021

Hevpeyvîna bi derhênerê kurd Hesen Demîrtaş re

Hevpeyvîn: Rûmet Med

"Sînema fersend dide me ku em pê xwe îfade bikin û ji ber vê ez ji sînemayê hez dikim."

Derhênerê xelatgirtî yê kurd Hesen Demîrtaşî heta niha gelek kurtefîlm û belgefîlman kişandine û fîlmên wî li gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî yên cîhanê yên wekî; Cannesê, Oscar Akademiyê, Atlantayê, Florîdayê û Selanîkê hatine nîşan dayîn ku ji gelek festîvalên fîlman xelat girtine. Sînemager Hesen Demîrtaş, perwerdehiya xwe ya lîsansê li Zanîngeha Marmarayê ya Stenbolê qedandiye û pişt re li Zanîngeha Northwesternê ya DYAyê (Amerîka), mastera li ser mijara Medyaya Belgefîlman amade kiriye. Derhêner Demîrtaş, di sala 2017ê de li Amerîkayê yekem belgefîlma xwe ya dirêj a bi navê "You Name It" kişandiye û herî dawî jî li Mêrdînê, fîlmekî nû yê bi navê "Veqetin" kişand ku ev fîlm di heman demê de yekem fîlmê dirêj ê derhênerê ye. Fîlm, qala çîroka jîyana malbatekê ku ji gundên xwe koç kirine, dike.

Me ji bo malpera "Sînemaya Serbixwe" li ser sînema û jîyana wî, bi derhênerê kurd Hasan Demîrtaş re hevpeyvîneke çêkirin û me pirsên xwe ji derhênerê pirsîn û wî jî bi dil û can bersivên me da.

Hesen Demîrtaş kî ye? Hûn dikarin hinek behsa jiyana xwe bikin?

Ez di sala 1990’ê de li Mêrdînê ji dayik bûm. Perwerdehiya xwe ya Lîsansê li Zanîngeha Marmarayê ya Stenbolê qedandim. Kurtefîlmên min xelat girtin û beşdarî li Festîvala Fîlman a Cannesê, Xelatên Akademiyê (Oscar) û 42’yemîn Festîvala Fîlman a Atlantayê û li hin festîvalên fîlman ên navneteweyî bûm. Li Zanîngeha Northwesternê ya DYA’yê mastera (Lîsansa Bilind) li ser mijara Medyaya Belgefîlman amade kirim û di heman zanîngehê de du salan weke erkedarê hîndekariyê xebitîm.

  Gelek kurtefîlm û belgefîlmên we heta niha di bernameyên gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hatin nîşandayîn û ji gelek festîvalan xelat girtin. Hûn herî dawî li Mêrdînê fîlmekî nû ya bi bavê "Veqetin"ê kişandin ku ev fîlm di heman demê de yekem fîlmê dirêj e ku ji aliyê we hatiye kişandin. Hûn dikarin qala çîroka pêvajoya kişandina fîlmê xwe yê nû bikin?

Yekem belgefîlma min a dirêj a bi navê “You Name It” li DYA’yê (Amerîka) di Festîvala Fîlman a Treasure Coastê, Festîvala Fîlman a The International TV Broadcasters and Independent Producersê de û li SIMFEST a Romanyayê û li Festîvala Belgefîlman a Selanîkê ya Yewnanistanê û li gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn û li DYAyê ji Festîvala Fîlman a Collected Voicesê Xelata Belgefîlma Baştirîn wergirt.

Li Mêrdînê nêzîkî mehekê bû, yekem fîlmê dirêj ê xwe yê bi navê “Veqetîn”ê kişandim. Pêvajoya kişandina fîlmê 10 rojan berdewam kir û ez li ser çîroka vê fîlmê xwe deh sal berê difikirîm. Tabî ez wê deman hêj nû dest bi fîlm çêkirinê kiribûm û ji bo ku bikarim çîroka fîlmê bikişînim li benda dema guncan dibûm. Di nava hin fîlmên ku derbarê koçberîyê de xebitîm. Wekî min got, çîroka fîlmê min ê “Veqetîn”ê çend sal berê hebû, lê min senaryoya fîlmê di wan salan de nenivîsand û li cihê wê min di derbarê fîlmê xwe de hin nîşe girtin. Salek berî kişandina fîlmê, min dest bi nivîsandin û pêşvebirina senaryoyê kir. Ez dizanibûm kişandina fîlmê min ê “Veqetîn”ê dê gelek dijwar derbas bibe, ji ber ku em li pişt kamerayê ji pênc kesî kêmtir dixebitin. Beriya kişandina fîlmê, xebatên min ên castê gelek zor derbas bû. Ji ber ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên sînemaya Kurdî, cast e. Ji bo min ev girîng bû ku ez bi lîstikvanên rast ve bixebitîm. Ez di pêwendiya xwe yên bi lîstikvanan ve, berî her tiştî dinêrim exlaqên wan. Pêşî li eleqe, helwestên wan û pişt re jî li lîstikvaniyên wan dinêrim. Ez bişens im ji ber ku di navbera lîstikvanên min de Halîl Demîr û Hamît Zorlû hebûn. Bi rastî, Hamît Zorlûyî ku di fîlmê de lîst, ji bo fîlmê tiştên xweş zêde kirin. Di navbera lîstikvanên me de, ji hêla lîstikvaniyê Halîl Demîr baştirîn bû û wî him alîkarî lîstikvanên din kirin him jî performanseke pir xweş derxist holê. Yek ji tiştên xweş ên Halîl Demîrî ev bû ku wî ji aliyê exlaqê kesekî baş bû. Ez dixwazim vê jî bibêjim, wî mirovekî lihevhatî bû û çi ji destê wî hat ew ji bo fîlmê kir. Yek ji serlîstikvanên fîlmê Hamît Zorlû bû, ji bo ku wî nêzîkî lîstikvaniya sînemayê bibe hewceya me wextê hebû, ji ber ku ew pirtir di rêzefîlman de leyîstine.

Ji bilî Halîl Demîrî, lîstikvanên fîlmê ez westiyam. Di dema kişandina fîlmê de min ji bo vê yekê çareyeke dît ku ew jî dubare kirin bû û bi vê min hewl da ku ji bo lîstikvaniyên fîlmê baştir bibe. Divê neyê ji bîr kirin ku derfeta min tune bû ez beriya kişandinê demo hilgirim. Bo nimûne ez di 12 saetan de tenê du sehne kişandim ji bo ku ji lîstikvanên fîlmê performansên baş derkeve holê. Ku em di derbarê lîstivanê zarok ê fîlmê yê Serbest Kalkanî de biaxivin, hebûna wî ji bo fîlmê hêja bû. Herçiqas yekem fîlmê Serbestî ye û tecrubeya wî tune bû, ji ber lîstikvaniya wî ez şaş mam.

  Hûn xwe nêzîkî sînemaya belgefîlman dibînin an nêzîkî sînemaya sêwirî dibînin? An jî nêzîkî her duyan in?.

Ji bo min cihê çêkirina belgefîlman cûda ye ji ber ku mirov di belgefîlman de jîyana rastînê tîne ser ekranê. Çêkirina belgefîlman li gor fîlmên sewirî dijwartir û hestyartir e. Lê belê ez naxwazim ji bo ku belgefîlman çêbikim xwe ji çêkirina fîmên sewirî dûr bixim, ji ber ku hin jîyan hene tu wan bi tenê dikarî bi riya fîlmên sewirî re rave bikî. Hin mirov naxwazin dijwariyên jîyanên xwe bikin belge.

  Li cîhanê gelek sînemager dema ku fîlmên xwe dikişînin, rûbirû gelek pirsgirêkan tên. Her wiha ji salekê zêdetir e li seranserî cîhanê nexweşiya koronayê didome û dibêjin ji ber xebatên parzakirinê (derzî) pêvajoya nesaxiyê li hin dewletan hêdî hêdî asayî dibe. Koronayê wekî her tiştî bandoreke neyînî li ser xebatên huner û sînemayê kir û dike. Rojên koronayê bi çi awayî bandorê li we û xebatên we yên sînemayê kir û hûn van rojên dijwar çawa derbas dikin?

A rast koronayê li pêşiya xebatên min nebû asteng û berevajî di mijara nivîsandinê de min zêdetir teşwîq kir. Di rojên koronayê de min zêde zêde pirtûk xwendin û pir pir fîlman temaşe kirim. Bi ya min ger mirov bizanibe nêyîniyên ku di jîyanê de derikevin holê bike erênî, wê demê pêşveçûn çêdibe.

  Me li jorê jî qala vê kir, piştî gelek kurtefîlm û belgefîlman, hûn yekem fîlmê xwe yê dirêj kişandin. Rêwîtiya we ya sînemayê piştî vî fîlmê, dê bi piranî bi fîlmên dirêj re berdewam bike, hûn di vê mijarê de çi difikirin? Projeyên we yên nû hene?

Piştî pevxistina fîlmê “Veqetîn”, ez ê dest bi fîlmê xwe yê nû bikim. Ev fîlmê min jî dê bi awayekî dirêj-sewirî bibe. Ez hêdî hêdi dest bi senaryoyê jî kirim. Mijara fîlmê min bila niha suprîz bimîne, lê belê dê ceribandineke nû û cûda bibe.

  Sînema ji bo weçi ye?

Ji bo min sînema tê vê wateyê ku derhêner ji axaftinê westiyaye û divê dest bi hilberînê bike. Yanê sînema alîkariya min dike ji bo ku ez di derbarê mijarekê de kêm biaxivim. Ji ber vê sînemayê parêzeriya min dike. Ji aliyekî ve jî dema ku ez li ser sînemayê difikirim, ez dibînim ku derhêneran her yek mîna çûkên postevan in. Civakên cîhanê bi saya sînemayê, nameyên xwe bi hev re dişînin.

Sînema fersend dide me ku em pê xwe îfade bikin û ji ber vê ez ji sînemayê hez dikim.

  Em ji ber hevpeyvînêgelek kêfxweş bûn û zor spas dikin. Herî dawî, hûn dixwazin ji bo sînemahez û sînemagerên ciwan çi bibêjin?

Şîreteke min ji bo ciwanên ku nû dest bi sînemayê kirine, heye. Li dibistanên fîlman ên îroyîn, bi taybetî jî li Tirkiyeyê, hin mirov hene karê sînemayê gelek pirole dikin, ji ber vê jî gelek derhênerên sînemayê dereng dest bi fîlmên xwe yên dirêj dikin û ji bo kişandina fîlman ditirsin. Halbûkî, ger hevalek ku dixwaze fîlman bikîşine, ku rojnivîskên Andrei Tarkovskyî bixwîne, ew ê têbigihêje ku di derbarê sînemayê de ketiye xetayê. Bi ya min di navbera mamosteyên sînemayê yên baş û mamosteyên sînemayê yên karê xwe baş nakin de ferqeke heye. Ez dikarim mamosteyên sînemayê ku karên xwe baş nakin terîf bikim; van nikarin xwendekarên xwe ji bo kişandina fîlman teşwîk bikin, û ev jî dibe sedema windabûna wextên xwendekaran.

Ango bila tu kes ji ber gotina kesek, kişandina fîlmên xwe taloq nekin.

Ez dixwazim li ser mijarekê din jî biaxivim ku li Tirkiyeyê saziyeke heye ku dibêjin em sînemaya Kurdî dikin, a rastî wan pêşî li ciwanên ku sînemaya Kurdî dikin, digirin. Ji ber vê jî ciwan bandorê li tu kesî nemînin û bila fîlmên xwe bikîşînin. Herî dawî jî ez zor spasî parêzer Metîn Serbestî ku li DYAyê dijî, dikim.

Ji bo agahî: https://www.instagram.com/ayrilikfilm/

Wergera ji tirkî bo kurdî: Rûmet Med

Yönetmen Hasan Demirtaş ile söyleşi - Söyleşi: Rûmet Onur Kaya

"Sinema bize kendimizi ifade edebilme fırsatı veriyor, bundan dolayı sinemayı seviyorum."

Kürt yönetmen Hasan Demirtaş’ın, şimdiye kadar çektiği kısa film ve belgeseller; Cannes, Akademi Ödülleri, Atlanta, Florida ve Selanik gibi dünyanın bir çok uluslararası film festivalinde gösterildi ve ödüller kazandı. Sinemacı Hasan Demirtaş, lisans eğitimini İstanbul Marmara Üniversitesinde tamamladıktan sonra ABD Northwestern Üniversitesinde Belgesel Sinema üzerine yüksek yaparak aynı üniversitede iki yıl öğretim görevliliği görevinde bulundu. Yönetmenin 2017 senesinde Amerika’da çektiği ilk uzun belgeseli olan “Adını Sen Koy” bir çok film festivalinde gösterilerek ödüller aldı. Hasan Demirtaş son olarak Mardin’de “Ayrılık” isimli ilk uzun metrajlı-kurmaca olan yeni filmini çekti. Film, köyünden göç eden bir ailenin hayat hikayesini anlatıyor.

Sînemaya Serbixwe sitesi olarak yönetmen Hasan Demirtaş ile sinema ve hayatı üzerine bir söyleşi gerçekleştirdik. Söyleşimizdeki soruları içten bir şekilde yanıtladı.

  Hasan Demirtaş kimdir? Hayatınızdan biraz bahsedebilir misiniz?

1990 senesinde Mardin’de doğdum. Lisans derecemi İstanbul Marmara Üniversitesinden aldım. Kısa filmlerim ödüller aldı ve Cannes Film Festivali ile Oscar Academy Ödülleri ile 42. Atlanta Film Festivali gibi uluslararası film festivallerine katıldım. Northwestern Üniversitesi’nde Belgesel Medya üzerine Yüksek Lisans tezimi yaparak ve aynı üniversitede iki dönem öğretim görevliliği görevinde bulundum.

  Çektiğiniz kısa film ve belgeseller şimdiye kadar bir çok uluslararası film festivalinde gösterildi ve ödüller aldı. En son Mardin’de, aynı zamanda ilk uzun metrajınız olan “Veqetîn” (Ayrılık) isimli bir film çektiniz. Yeni filminizin çekiliş sürecinin hikayesinden bahsedebilir misiniz?

İlk uzun belgesel filmim olan “Adını Sen Koy” ABD’de Treasure Coast Film Festivali, The International TV Broadcasters and Independent Producers Film Festivali, SIMFEST Romanya’da ve Selanik Belgesel Film Festivali olmak üzere bir çok film festivaline katıldı ve ABD’de de Collected Voices Film Festivalinden En İyi Uzun Belgesel Ödülünü aldı. Mardin’de yaklaşık bir ay önce “Ayrılık” adındaki ilk uzun kurmaca filmimin çekimlerini bitirdim. Filmimin çekimleri yaklaşık 10 gün sürdü ve “Ayrılık” filminin hikayesini 10 yıl kadar önce düşünmüştüm. Tabi o zamanlar film yapmaya yeni başlamıştım ve hikayeyi çekebilmek için doğru zamanı bekledim. Göçmenlik ile ilgili film çalışmalarında bulundum. Dediğim gibi “Ayrılık” filminin hikayesi yıllar önce vardı, ama senaryosunu o yıllarda yazmak yerine kısa kısa notlar alırdım hikaye ile ilgili. Çekimden yaklaşık bir yıl önce senaryoyu yazmaya ve geliştirmeye başladım. “Ayrılık” filminin çekimlerinin çok zorlu olacağını biliyordum çünkü kamera arkasında 5 kişiden az kişi çalışıyordu. Çekimlerden önce cast çalışmalarım çok zorlu geçti. Çünkü Kürt sinemasının en büyük sorunlarından biri casttır. Doğru oyuncular ile çalışmak benim için önemliydi. Bir oyuncu ile iletişimimde her şeyden önce ahlağına bakarım. İletişimine, yaklaşımına daha sonra oyuncunun performansına bakarım. Kendimi çok şanslı hissediyorum ki oyuncularımın arasında Halil Demir ve Hamit Zorlu vardı. Gerçekten Hamit Zorlu ile çalışmak filme o kadar artı bir şeyler kattı. Oyuncularımızın arasında sinema oyunculuğu en iyi olan Halil Demir diğer oyunculara yardım edercesine çok güzel bir performans ortaya çıkardı. Halil Demir’in en büyük artılarından biri de ahlak olarak iyi olmasıydı. Çevresiyle uyumu ve film için elinden geleni yapmasına değinmeden geçemeyeceğim. Başrollerden Hamit Dede daha çok dizilerde oynadığı için sinema oyunculuğu kıvamına getirmek zaman aldı. Halil Demir dışındaki oyuncular beni yormuştu. Çekimler esnasında bunun çözümünü tekrar yapmakla en iyi duruma getirmeye çalıştım oyuncuları. Çekimlerden önce demo alma imkanım olmamasını da unutmamak gerek. Mesela 12 saatte sadece iki sahne çekme nedenim de oyunculardan istediğim performansı alabilmek içindi. Çocuk oyuncumuz Serbest Kalkan hakkında konuşursak, Serbest’in filmde olması da film için bir artıydı. Serbest’in ilk tecrübesi olmasına rağmen oyunculuğu beni şaşırtmıştı.

  Kendinizi belgesel sinemaya mı daha yakın hissediyorsunuz yoksa kurmaca sinemaya mı? Ya da her ikisine mi?

Benim için belgesel yapmanın yeri bambaşka çünkü gerçek hayatı ekrana yansıtıyorsun. Belgesel film yapmak kurmaca filme göre daha zorlu ve daha hassastır. Ama belgesel film yapıyorum diye kendimi kurmaca film yapmaktan mahrum bırakmak istemiyorum çünkü bazı hayatlar vardır kurmaca film ile anlatabiliyorsun. Bazı insanlar hayatta yaşadıkları zorlukları belge haline getirmekten çekinir.

  Dünyanın coğrafyasında bir çok yönetmen filmlerini çekerken çeşitli sorunlarla karşı karşıya kalıyorlar. Ayrıca bir seneden fazla bir süredir tüm dünyaya yayılan korona virüsü devam ederken farklı aşıların kullanılmasıyla, bazı ülkelerde günlük hayatın yavaş yavaş normal döndüğü belirtiliyor. Her şeyde olduğu gibi korona, sinema ve kültür-sanata da olumsuz etkiler bıraktı ve bırakmaya devam ediyor. Korona günleri sizi ve üretimlerinizi nasıl etkiledi ve bu zor günleri nasıl geçiriyorsunuz?

Açıkçası korona benim çalışmalarımı engellemedi tam tersine oturup bir şeyler yazmam için beni daha çok teşvik etti. Korona günlerinde bol bol kitap okudum ve bol bol film izledim. Bence insanlar hayatta olan olumsuzlukları olumlu tarafa çekmesini bilirlerse, ilerleme olur.

  Yukardaki soruda da değindiğimiz gibi, bir çok kısa film ve belgesellerinizden ardından ilk uzun metrajlı filminizi çektiniz. Bu filmden sonra sinema yolculuğunuzu çoğunlukla uzun filmlerle mi devam ettirmeyi düşünüyorsunuz? Yeni projeleriniz mı?

”Ayrılık” filmimin kurgusundan sonra yeni uzun filmime başlayacağım. Bu yeni filmim de uzun kurmaca olacak. Yavaş yavaş senaryoya da başladım. Filmin konusu şimdilik sürpriz kalsın ama yeni ve farklı bir deneme olacak.

  Sinema sizin için ne ifade ediyor?

Benim icin sinema bir yönetmenin konuşmaktan yorulup üretime geçmesi demektir. Yani sinema benim herhangi bir konu hakkında daha az konuşmama yardımcı Bundan dolayı bir nevi sinema benim avukatlığımı yapıyor. Öte yandan sinemayı düşününce yönetmenleri birer postacı kuşu olarak görüyorum. Toplumlar sinema sayesinde mektuplarını birbirlerine göndermektedirler.

Sinema bize kendimizi ifade edebilme fırsatı veriyor, bundan dolayı sinemayı seviyorum.

  Söyleşiden dolayı çok memnun olduk, çok teşekkür ederiz. Son olarak, sinema severlere ve genç sinemacılara söylemek istediğiniz bir şeyler var mı?

Yeni yeni film yapmaya başlayan gençlere tavsiyem bu olacak. Günümüz, sinema okullarında özellikle Türkiye’de bir yönetmenin ilk uzun filme geç başlama sebebi insanların gereğinden fazla sinemayı abartmasıdır ve sinema yapmaya çalışan insanların çekimlerinden korkmasıdır. Oysaki, ben sinema yapacağım diyen bir arkadaş Andrei Tarkovsky’nin yazdığı günlükleri okursa aslında sinema hakkında ne kadar yanıldığının farkına varacaktır. Bence iyi sinema hocası ve işini iyi yapmayan sinema hocası arasında ince bir fark vardır. Kötü sinema hocasını bu şekilde tarif edebilirim. Öğrencilerini film çekmeye teşvik edememesi, ve böylelikle öğrencinin hayatında zaman kaybına neden olmasıdır. Yani bir aptalın sözüne kanıp film çekmeyi kimse ertelemesin. Değinmek istediğim başka konu da Türkiye’de Kürt sineması yapıyorum diyen bir kurum aslında Kürt sineması yapan bazı gençlerin önüne bir şekilde geçmeye çalışıyorlar. Bundan dolayı gençler kimsenin etkisi altında kalmayıp yapmak istediklerini yapsınlar. Son olarak da ABD’de avukatlık yapan Metin Serbest’e teşekkürlerimi iletmeden geçemeyeceğim.

https://sinemayaserbixwe.com/hevpeyvina-bi-derhenere-kurd-hesen-demirtas-re/

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com