Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » Derhênerê fîlmên nûjen û resentir: Jean-Luc Godard

Nivîs: Rûmet Med

Yek ji derhênerên herî bandorker ên Pêla Nû ya Fransî, sînemager, senarîst, lîstikvan, nivîskar-rexnegirê fîlman ê navdar Jean-Luc Godard bi eslê xwe ji Swîsreyî ye û di 3yê Berfanbara 1930ê de li bajarê Parîsê ji dayik bûye.

Jean-Luc Godard li Zanîngeha Sorbonneyê di beşa nîjadnasî (etnolojî) de xwendiye. Di navbera van salan de beşdarî li Cineclubê û Cinematequeyê bûye, wî û yek ji ramangêr û teorîsyenê herî girîng ê rêbaza "Nouvelle Vague" û rexnegirê fîlman ê navdar Andre Bazin hev dû naskirine.

                                                                                                 (Jean-Luc Godard û François Truffaut)

"Nouvelle Vague" Pêla Nû ye; sînemagerên vê rebazê, rê û rêbazên heyî ku heta wê demê hatine afirandin red dikin û ji van rê û qaideyên sînemaya berê dûr dikevin, dixwazin fîlmên nûjen bikişînin. Di rêbaza Pêla Nû ya Fransî de gelek derhênerên wekî; Jean-Luc Godard, Agnès Varda, François Truffaut, Jacques Rivette, Eric Rohmer ve Claude Chabrol derdikevin û van derhênerên sînemayê, di fîlmên xwe de dibêjin ku "Hemû kes dikarin derhêner bibin."

Jean-Luc Godard di heman demê de nivîs û gotarên sînemayê jî dinivîsine û bi Erich Rohmer û Jacques Rivette re kovareke bi navê "Gazette du Cinéma"yê derdixin û li dû ji bo kovara "Cahiers du Cinéma" rexneyên fîlman dinivîsine. Derhêner di navbera 1954 û 1958an de gelek kurtefîlm kişandine.

Nouvelle

Godard piştî kurtefîlmên xwe, dest bi kişandina fîlmên dirêj dike û di sala 1960ê de yekem fîlmê xwe yê dirêj ê bi navê "À bout de souffle" dikişîne, senarîstê vî fîlmê sînemagerê navdar François Truffaut e û tê de lîstikvanên navdar Jean-Paul Belmando, Jean Seberg weke serlîstkvan cih digirin ku ev fîlm bandoreke girîng li hunera sînemayê dike. Piştî vî fîlmê, "Le petit soldat" (1963) kişandiye û fîlm, li ser rexneya şerê Cezayîrê ye û lê li Frensayê hatiye qedexe kirin.

Godard, bi fîlmên xwe yên "Une femme est une femme" (1961) û "Le mépris" (1963) re serkeftina xwe didomîne. Li dû van fîlman, fîlmên wekî "Pierrot le fou" (1965) û Alphaville (1965) tên.

Derhênerê navdar Godard di dema Pêla Nû de fîlmên xwe yên; “Masculin Feminin” (1966), "Weekend" (1967), "One Plus One" (1968) dikişîne û di vê demê de xebatên ezmûnî dike ku tê de li ser mijarên nêrînên felsefî yên wê demê û bi taybetî jî li ser ramanên heyînparêzî yên di sînemayê de, disekine.

Derhênerên rêbaza Pêla Nû ya Fransizê dixwazin ku ji bo hunera sînemayê fikr û ramaneke nû ava bikin û bi vî awayî hewl didin ku; nivîsîna senaryoyê ji nû ve rave bikin, teoriya Bertolt Brechtî weke sînematîk bi cîh bînin, awayên pevxistinê/montaj yên kevn napejirînin, kamera û pergelên dengê bi awayên cûr bi cûr û weke ezmûnî bi kar tînin. Godard ji bo sînemaya nûjen riyeke nû vedike û di fîlmên xwe yên vê demê de, behsa qûtbûniya rahiganê/pevguhazî û têkiliya jiyanên mirovên nûjen û pergelên civakî yên dûrî aqil û nîqaş û bûyerên polîtîk kirine.

Gorin û Dziga Vertov

Godard, di vê demê de li bandorê tevgerên xwendekarên dawiya salên 60an û ramana Maoîzmê maye û nexwestiye ji bo pergela sînemaya burjiwayê fîlman çêke. Godard û Jean-Pierre Gorin bi hev re komeke bi navê "Dziga Vertov" ava dikin, gelek fîlm dikişînin û di van fîlman de qala nêrînên sîyasî yên vê demê dikin. Navê komê jî ji derhênerê fîlmên çînî û şoreşger, sînemagerê nemir ê rûs Dziga Vertovî tê, û ji ber vê ji bo vê demê 'Dziga Vertov Stage' dibêjin. Dema Gorin û Dziga Vertovê bi fîlmê "Le Gai Savoir" (1969) dest pê dike û heta li fîlmê "Tout Va Bien" (1972) didome. Fîlmên “La Chinoise” (1967) û "Letter to Jane" jî berhemên vê demê ne.  "Letter to Jane", li ser wêneyekî ku li Vîetnamê hatiye kişandin û bandorên wî yên polîtîk disekîne.

SonImage

Di vê dema “SonImage” de derhêner Godard ji cîhana nûjenê bi dûr ketiye û bi hevjîna xwe ya Anne-Marie Miéville re li bajarekî piçûk ê Grenobleyê bi cih bûne. Derhêner li vir dest bi xebatên subjektîf ên vîdyoyê kiriye û pargîdanîyeke fîlmên vîdyoyan a 'SonImage Film Company' ava kiriye. Godard bi riya vîdyoyan bi gelek kesî ve ketiye têkiliyê û ji zêdetirî bîrdozîya polîtik, li ser bûyerên giştî û mijara varrêtîya mirovan vekolaye. Di 1975ê de, fîlmê wî yê ku ji vîdyoyê pêk tê, "Numéro Deux" li sînemayan ketiye vîzyonê.

Jean-Luc Godard di sala 1979ê de ji nû ve vegeriyaye li cîhana sînemaya bazirganî. Derhênerê mezin di vê demê de; ji aliyê mijar û taybetmendiyên karakterîstîkê fîlmên cûr bi cûr kişandine û mirov nikare fîlmên vê demê kategorîze bike. Nêrîneke nû ya felsefîk, ceribandinên cûda yên sînematîk û kirûya hebûna mirovê û sînemagerî, di fîlmên wî yên vê demê de xwe didin der. Fîlmên din ên Godardî yên dema “SonImage"; "Sauve qui peut-La vie" (1980), "Passion" (1982), "Prénom Carmen" (1983), "Je vous salue Marie" (1984) ne.

Derhêner Godard di van 10 salên dawî de belgefîlm û fîlmên; "Film Socialisme" (2010), "Adieu au langage" (2014), “Ponts de Sarajevo” (Le pont des soupirs, 2014), "Le livre d'image" (2018) kişandine û heta niha ji bilî bi dehan fîlmên metraj dirêj, gelek fîlmên televîzyonê, belgefîlm, kurtefîlm û vîdyoyên kurt-dirêj kişandine. Jean-Luc Gıdard li bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî yên wekî; Cannes, Venedîk, Oscar (Xelatên Akademiyê) Lacarno, Berlîn, Cesar û British Film Institute, Komeleya Rexnegirên Fîlman a DYAyê, Xelatên Fîlman a Ewropayê xelat girtine.

Nîşe: Nivîskara sînemayê Fatoş Yildiz ji bo Podcast Kurdî, li ser sînemaya Fransayê û sînemageriya derhênerê navdar ê fransî Jean-Luc Godard podcasteke amade kiribû. Sînemahez dikarin podcasta Godardî li ser vê lînkê guhdarî bikin.

Çend gotinên Godardî:

"Divê berrahî/rastînî jî wekî jîyanê bibe û divê destpêk û dawiya wê nediyar bibe..."

"Ya ku di dawiya serdemekê de dimîne, huner e!..."

"Feylesof û derhêner, nerîna nifşa xwe didin der..."

"Wêne rastîn e.. Sînema, di çirkeyê de 24 caran rastîn e..."

“Êdî ragihan/pevguhazî tune.. Bi tenê navgînên ragihandinê hene...”

'Ma hewce ye ku mirov her gav biaxivin? Belkî jî divê em evqas nepeyivin û jiyanê di bêdengiyê de bijîn. Ku em çiqas biaxivin, peyv jî wateyên xwe ewqas winda dikin...' "Vivre sa vie: Film en douze tableaux" (1962)

Çavkanî:

Fîlmografiya Jean-Luc Godardî: https://www.imdb.com/name/nm0000419/

https://en.wikipedia.org/wiki/Jean-Luc_Godard

https://soundcloud.com/podcast-kurdi/fatos-yildiz-kadraja-kurdi-godard-u-rebaza-sinemaya-nujen-ya-fransaye

https://tr.wikipedia.org/wiki/Jean-Luc_Godard

“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (Rûpel: 68, 69). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç. Afa Yayınları. (1999)

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply