Bu Blogda Ara

Slider

Tema resimleri kevinruss tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Cinema

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » Sezona sêyem a rêzefîlmê "Silo"yê tê

Nûçe: Rûmet Med 

Yek ji rêzefîlmên xeyalê zanistî yê herî balkêş ê salên dawî "Silo" îsal dê bi beşên xwe yên nû ve derbikeve li pêşberî temaşevanan. Beşên sezonên sêyem û çarem ên rêzefîlmê di sala 2025ê de li pey hev hatibûn kişandin ku serlîstikvana "Silo"yê Rebecca Ferguson ragihand, sezona nû dê havîna îsal bê weşandin.

Rêzefîlmê "Silo" ji rêzeromana nivîskar Hugh Howeyî ya "Wool"ê, bi afirînerîya Graham Yost û bi derhênerîya Aric Avelino ve tê kişandin û li ser platforma dîjîtal Apple TV+ê tê weşandin. Mijara rêzefîlmê di gelek Siloyan de diqewime, ku piştî bobelateke mezin bi hezaran mirov mecbûr dimînin ku li binî cîhanê jiyanên xwe bidomînin. Sezona sêyem ji pirtûka duyem a rêzeya "Wool"ê ya bi navê "Shift"ê hatiye kişandin, lê hin beşên girîng ên pirtûka sêyemîn jî dê di sezona nû de cî bigirin. Sezona sêyem a rêzefîlmê dê li ser jêderka "Silo"yê û pêwendîyên wê yên bi Siloyên din re bisekine û dê behsa çîroka hewla lêgerîna rastînê ya Julietteyê bike.

Lîstikvanên wekî Rebecca Ferguson, Rashida Jones, David Oyelowo, Common, Tim Robbins, Harriet Walter, Avi Nash, Rick Gomez û Chinaza Uche di rêzefîlmê de cî digirin û hate ragihandin ku Jessica Henwick û Ashley Zukerman jî beşdarî sezona sêyem bûne.

Sezonên yekem û çarem ên rêzefîlmê di navbera salên 2023-2025 de wek 20 beşan hatin weşandin û li seranserê cîhanê elaqeyeke mezin dîtin. Hatibû ragihandin ku sezona sêyem û sezona çarem li pey hev hatine kişandin. Tê plankirin ku sezona sêyem dê havîna îsal bê weşandin û Apple TV+ê eşkere kir ku sezona çarem di heman demê de sezona fînalê ye. Sêbareya "Wool"ê ji pirtûkên "Silo", "Shift" û "Dust"ê pêk tê. 

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply