15 Mart 2020 Pazar

Li dijî lez û bêruhiya çaxê qîrîneke jidil: Andreî Tarkovsky

Nivîs: Rûmet Med

"Helbestvanek, ji bo giyanê bixe tevgerê dinivîsîne, ne ji bo ku pûtperestan xwedî bike..."*

Andreî Tarkovsky di 4’ê avrêla 1932’yan de hatiye dinê û di sala 1986’an de wefat kiriye. Tarkovsky, di dîroka sînemayê de derhênerekî navdar e û fîlmên wî nayên ji bîr kirin. Gelek sînemager û derhêner ketina bin bandora wî. Fîlmên wî li her derê cîhanê ji aliyê gelek temaşevanên sînemayê ve têne temaşe kirin. Tarkovsky xwendekarekî derhênerê navdar ê sînemaya Sovyetan Mihail İliç Rommî ye.

Derhêner Tarkovsky li welatê Rûsyaya Sovyetê hatiye dinê û perwerdehiya xwe ya sînemayê li dibistana fîlman a Rusyayê (VGIK) hilgirtîye. Derhênerekî auteur e û di nava pêşengên rêbaza sînemaya helbestkî de cih digire. Wî fîlmên xwe weke ramanê bi hestên civakî û hunerî kişandine. Sehneyên fîlmên Andrey Tarkovskî wekî xewneke diherikîn û bi awayekî surrealîst hatine kişandin. Zarokatî, rabirdû û bîranînên Tarkovskyî gelek bandorê lê jiyana wî kirine.

Yek ji derhênerên herî mezin û serketî yên hunera heftemînê Andreî Tarkovsky, di jiyana xwe ya hunerê de fîlmên bêhempa û mezin afirandine, û hest û ramanên xwe yên di derbarê mirovahî, jiyanê û xwezayê de anîne zimên. Di fîlmografiya wî de kurtefîlmên "Ubiytsy" (1956), "Segodnya Uvolneniya Ne Budet" (1959), "Katok i skripka" (1960) û belgefîlmeke bi navê  "Tempo di viaggio" (Derhêner: Tonino Guerra , Andrey Tarkovskî, 1984) jî cih digirin. Tarkovskî senaryoya fîlmê "Sergey Lazo" (1968) nivîsandiye, di fîlmekî de weke lîstikvan lîstiye û di heman demê de wenêkeşekî baş bû ku bi objektîfa xwe wêneyên xweş û rengîn girtine û lîstikên şanoyan bi rêvebirine. Derhênerê mezin, sê pirtûkên bi navê "Dem Di Nava Demê de", "Sînemaya Helbestkî", "Dema Morkirî" ku li ser hest û ramanên sînemayê amadekirine.

Her wiha li ser sînemaya Tarkovskyî belgefîlmên "Regi Andrej Tarkovskij" (der: Michal Leszczylowskî, 1988) û "Moscow Elegy" (der: Aleksandr Sokurov, 1988) hatine kişandin û projeya belgefîlmeke bi navê "Andrey Tarkovskiy. Vospominanie" (der: Aleksei Naidyonov) jî didome.

(Derhênerê nemir ê hunera sînemayê Andreî Tarkovsky û xwişka wî Marîna Tarkovskaya.. Mirov diçe rabirdû, zarokatî û bîranînên xwe...)

Sînema karê afirandina atmosferê ye û li sînemayê gotineke gelek tê zanîn heye û dibêje ku "Kesên ku xewn nabînin nikarin fîlm bikişînin." Bi rastî jî sînema karê xeyal, xewn û hêvîyan e, karê kesên ku derd û gotinên wan hene. Yek ji derhênerên herî serketî yên dîroka hunera sînemayê û pêşengê rêbaza sînemaya helbestkî Andreî Tarkovsky jî di jiyana xwe de filmên mîna xewnê kişandine û di filmên xwe de; êş, şadî, bêrîkirin û hêvîyên mirovahî û xwezayê nîşan dide, û bi hest û ramanên fîlmên xwe ve mohra xwe li sînemayê da. Di fîlmên Tarkovskyî de, mijarên jiyanî, zimanekî helbestkî, atmosfereke kûrahî xwe didin der, bi tevgerên kamerayê û nerînên kişandinê ve; bijartin û bikaranîna muzîkên fîlman jî ciyekî girîng digirin, û muzîk û fîlman bi hev re wekî hestî û çermî bedeneke ne, ruh û can didin herikîna çîrokê.. Yek ji pêşengên herî serketî yên hunera sînemayê û derhênerê navdar ê Swedê Ingmar Bergman ji aliyê derdorên sînemayê ve derhênerê herî mezin ê sînemaya cîhanê tê qebûl kirin. Derhêner Bergman di derbarê Tarkovskyê de dibêje, "Andreî Tarkosvky ji bo min derhênerê baştirîn e." (Çavkanî: https://andrei-tarkovsky.com)

Andreî Tarkovsky, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê Xelata Şêrê Zêrîn, li Cannesê xelata FIBRESCIyê û Xelata Taybet a Juriyê girtine. Derhêner, di sala 1990'ê de, ji ber "Tevkarîya bêhempa ya hunera sînemayê û fîlmên wî yên nûjenîxwaz ku nirxên gerdûnî yên mirovî û ramanên humanîst dipejirînin." Xelata Lenînê girt.

Derhêner Andreî Tarkovky, li dijî lez û bêruhiya bêreng a çaxî nûjenê qîrîneke jidil e. Min di vê lîsteyê de, çîrokên 7 berhemên sereke yên Tarkovskyê bi kurtasî nivîsandin û hin replîkên van fîlman bo zîmanê Kurdî wergerandim.

Fîlmê "Ivanovo detstvo" (Zarokatiya Îvanê, 1962) di salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de diqewime û qala çîroka zarokekî bi navê Îvanî ku gundê wî ji aliyê Nazîyan hatiye wêran kirin, malbata wî hatine kuştine û êsîr ketiye, dike. Îvan rojek ji wergeha dîlê direve. Serpelê Sovyetan Kholin û efserên din ên artêşê xwedî lê zarokê derdikevin. Wan dixwazin Îvanî rêkin li dibistanê û wî jî dixwaze biçe li eniya şerê.

Derhêner: Andrey Tarkovskî û Senaryo: Andrey Tarkovskî, Vladimir Bogomolov
 
 
"Di cihê ku zêdebûna zanatiyê de xem (keser) jî zêde dibe.. Û kesa/ê ku zanîna xwe zêde dike, ew derdê xwe jî zêdetir dike..." 
 
 
Fîlmê "Andrey Rublev" (1966) qala jiyana keşîş û wênesazê îkonê Andrey Rublevî dike û atmosfera salên sedsala 15'emîn û rewşa civakî ya wê demê nîşan dide... Mijara çîroka fîlmê li ser wateya jiyanê û dijwariya demê bi bîr tîne...
 
Derhêner: Andreî Tarkovsky û Senaryo: Andreî Tarkovsky, Andreî Konchalovsky
 
 

"Şerm/fedî, hesta ku dê mirovahiyê rizgar bike..." (Şerm wê mirovahîyê rizgar bike..")

"Em nizanin, em ê çi ji cîhanên din bikin.. Pêwîstiya me ji cîhanên din nîne.. Pêwîstiya me bi neynikê heye..." 

Di çavên evîn û xwezayê de ye, jêderka jiyanê û bi dilê hezê re mezin û şîn dibe qencayî û xweşikahî...

Rêwîtiyeke dipdirêj û rengîn e "Solarîs", tê de hevok, newa û dîmenên xwezaya jiyanê dihewîne.. Demsaleke nû ye û dişibe avên robarekî zelal û xewneke spî diherike... 

Fîlmê "Solarîs" (1972), qala rêwîtiyeke ku ber bi fezayê û gerstêrka Solarîsê dike, rewş û çîrokên mirovên ku ji bo lêkolînekê li wê derê çûne, nîşan dîde... 'Solarîs' fîlmekî helbestkî û felsefîk e...

Derhêner: Andreî Tarkovsky û Senaryo: Andreî Tarkovsky, Fridrikh Gorenshtein

"Peyv, hin caran têra ravekirina hestên me nakin.. Ew gelekî temirî/vemirî ne..."

"Helbestvanek, ji bo giyanê bixe tevgerê dinivîsîne, ne ji bo ku pûtperestan xwedî bike..."

"Bi tenê berrahî û ronî heye..."

Zimanekî helbestkî, çavên ruhê xwezaya jiyanê û dengê bayê û baranê...  Di nava bîranîn û newayan de, dilê rêwîtiyeke helbestkî, bêhna rengên xweza û demsalan... Bîrewerî; rabirdû û dahatû ne, wan ji bo mirovan her tişt in...

Derhênerê navdarê cîhanê Andreî Tarkovsky di fîlmê xwe yê bi navê 'Zerkalo' (1975) de qala malbat û jiyana xwe dike û rewş û atmosfera serdema xwe nîşan dide... Di nav herikîna filmê de helbestên bavê Andreî Tarkovskyî cih digirin... 'Zerkalo' di dîroka sînemayê de fîlmekî girîng û watedar e, wekî rengê xiyal û xewnê ye ku mîna avên robarekî zelal û spî diherike... Li dijî lez û bêruhiya çaxê qîrîneke ye "Zerkalo", bi peyv û newayên dilê xwe ve, di sînorên rastîn û xewnê de digere...

"Zekalo" (Neynik - The Mirror) / Derhêner: Andrei Tarkovsky û Senaryo: Andrei Tarkovsky, Arseniy Tarkovskiy, Aleksandr Misharin

Hemû tişt girêdayî bi vê yekê ye ku mirov wateya jiyana xwe li ku derê dibîne...

Rastîn, bi nîqaşan ve derdikeve holê...

Şopger, nivîskar, profesor û herêmeke tenya... Di dilê xwezayê de serpêhatiya rewîtiyeke helbestkî û olana muzîkan...  Rêwîtîyeke li pey dengê xeyal û hêvîyan.. Her sê jî li heman rê de ne, lê armanca wan cuda ye.. Yek ji fîlmên klasîk ên dîroka sînemayê "Stalker" li ser wateyên jiyanê, hunerê, ruha xwezaya mirovê û siriştê fîlmekî girîng û xweş e...

"Сталкер" (Stalker / Şopger) 1979 - Derhêner: Andrey Tarkovskî û Senaryo: Andreî Tarkovsky, Borîs Strugatsky

"Bi tenê li xwezayê binêre û tu yê bibînî ku jiyanê çiqas ji rêzê ye..."

"Dilopek û dilopeke din nakin du dilop, wan dikin dilopeke mezintir..." 

Andreî helbestvanekî navdar ê Rûsyayê ye û ji bo jiyana muzîkvanê Sosnovsky ku di sedsala 18'ê de hatiye jiyîn û li Bolonyayê çûye dibistanê, lêkolînek dike û ji ber vê yekê tê li Îtalyayê. Andreî û wergêra wî li Toskanayê digerin û rêwîtiya helbestvanê her ku diçe dibe serpêhatiyeke razdar û ronîdar...

Derhênerê baştirîn ê dîroka sînemayê Andrey Tarkovskî.. Dengbêj û çîrokbêjekî ye û stranên rastîn ên jiyanê distrîne...

"Nostalghia" (1983) / Derhêner: Andreî Tarkovsky û Senaryo: Andreî Tarkovsky, Tonino Guerra

"Pêşî gotin hebû..."

Alexander rojnamevan, lîstikvan û feylosofekî ye û hemû endamên malbata wî ji ber rojbûna wî hatine li cem hev. Alexander di nava rojê de digel kurê xwe yê piçûk re li ser wateya jiyanê diaxive û danê êvarê şerê nukleerê destpê dike. Piştî vê buyerê di jiyana Alexander de pêvajoya pirsyarîkirin destpê dike... Yek ji berhemên sereke yên derhênerê nemir ê hunera sînemayê Andreî Tarkovskyî "Offret" (1986) wekî fîlmên din ên derhênerê, temaşevanên xwe derdikeve rêwîtiyeke bêhempa û felsefîk...

"Offret" (Gorî, Qurban) - Derhêner û Senaryo: Andreî Tarkovsky

Çavkanî: https://andrei-tarkovsky.com/

https://www.imdb.com/name/nm0001789/?ref_=fn_al_nm_1

* Ji bo alîkariya wergera vê replîkê ez zor spasî hevalekî dikim.

Nivîs: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

Li ser huner û sînemaya Tarkovskyê du nivîsên kurt:

https://rumetmed.blogspot.com/2018/09/awazen-filmen-andrei-tarkovsky.html

https://rumetmed.blogspot.com/2018/08/niseyen-ku-li-ser-jan-keser-u-dile.html

https://rumetmed.blogspot.com/2019/01/li-gori-andrei-tarkovsky-10-filmen-heri.html

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

Belgefîlma “Jin” ket vîzyonê


Belgefîlma "Woman" (Jin) ku ji aliyê Yann Arthus-Bertrand û Anastasia Mikova ve hatiye nivîsandin û kişandin, vê hefteyê li salonên sînemayan ket vîzyonê.


Belgefîlma "Woman" (Jin), ji hevpeyvînên bi sedan jinên ku li seranserê cîhanê dijîn ve hatine kirin, pêk were. Qala gelek pirgirêkên keç û jinan dike û li ser mijarên jinatî, dayikatî, du standartî, cihêkarî, tenduristî, zayendî, tundî û pergela perwerdehî disekine. Belgefîlm, ji çîrokên serborî yên jiyanên jinan pêk tê û rûyê serweriya mêran (baviksalarî) û têkoşîna jinan, nîşan dide.


"Woman" sala par cara yekem li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî hate nîşandan û di dîroka 13ê meha Adarê de li hefteya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ket vîzyonê.

"Woman" / Derhêner: Yann Arthus-Bertrand, Anastasia Mikova û Senaryo: Yann Arthus-Bertrand, Anastasia Mikova

Beşdarvan: Norma Bastidas, Gabriela Melgoza, Aleksandra Orbeck-Nilssen, Virginie Raisson
Ji bo agahî: http://www.woman-themovie.org

Nûçe-Nivîs: Rûmet Med

12 Mart 2020 Perşembe

Di dilê xwezaya jiyanê de çîrokên rastîn; “Textê Reş”


Erdnîgariya jiyanê, ji çîrok û berrahîyan pêk tê.. Jiyan, di dilê xwezayê de rêwîtiyeke dipdirêj û domdar e; diherike, xwe nîşan dide û her ku diçe xuya dibe.. Hunera heftemîn “Sînema” jî van çîrokên rastînên jiyanê yên cur bi cur, ji nû ve diafirîne û bi awayekî dide der.

Çîroka fîlmê “Textê Reş” (2000) yê derhênera navdar a Îranê Samira Makhmalbaf, jî fîlmekî heman wisa ye ku rastînên jiyanê, bi awayekî resen û derasayî dide der. Fîlm, bi zaravayê Soranî ya zimanê Kurdî hatiye kişandin.

Komeke mamosteyên ciwan ên kurd, diwazin ku bi taybetî zarokan hînî xwendin û nivîsandinê bikin û bi vê mebestê, bi textê reş ên xwe danîne piştên xwe ve derdikevin rêwîtiyekê, mamoste gund bi gund diçin û li sînorên xwezaya welêt digerin. Piraniya van mamosteyên ciwan diyar e ku zanîngehê nû xelas kirine û bi nanzikî dibe jî mamostetî dikin û dizanin ku zarok û mezin ên vê herêmê ji ber şert û mercên jiyanê derbasî li têlên sînorê dibin û kolberî dikin ku wekî wan di jiyaneke xizan û dijwar de dijîn. Hewlên mamosteyan cih bi cih bêencam dimînin û ji ber ku zarok jî wekî wan derdê debarê xwe ne û di herikîna fîlmê de, rastî çîrokên rastîn ên jiyanê tên...

Mijara fîlmê “Textê Reş” li ser çîrokên du mamosteyên ciwan ên kurd didome û her mamoste diçin derekî din ku dixwazin ji xwe ve xwendekar peyda bikin. Her du mamoste, di rêwîtiyê de rastî gelek êş û birînan tên. Yek ji van mamosteyan ku di fîlmê de cih digire, derhênerê navdar ê kurd Behmen Qubadî ye. Mamosteyê yekem di rê de komeke koçberên qelebalix ku diwazin biçin Helebçeyê, dibîne û xuya ye ku mirovên qelebalix riya xwe winda kirine. Mamoste ji bo hînkirina xwendin û nivîsandinê pirsyarê wan dike, lê ji rûyê hemû kesan dilnerehetî diyar dibe û piştî demekê ji mamoste re dibêjin me bigihîne warê xwe, em ê 40 gûzan bidin te û ew jî şertên wan qebûl dike. Mamoste, di nav qelebalixê de keça kalekî nexweş dibîne û wî yek ji wan kalên koçber e, dibihîse ku kalî nesax ji bo keça xwe ya bi navê Haleleh, qelen naxwaze û pişt re kalên koçber bi bergîdana textê reş, wan dide zewicandin. Mamoste digel wan heta bajarê Helebçeyê diçe û li vir çi kes bawerîya wî nakin ku ew der Helepçe ye, ji ber ku bajêr wekî berê nema ye û hatiye hilweşandin. Û Mamosteyî duyem di rê de, rastî zarokên kolberî dikin tê û dixwaze wan hînî xwendin û nivîsandinê bike û heman dilrenehetî ji rûyên wan jî diyar e ku wan jî wekî mamoste ji ber derdê debarê xwe ketine rêwîtiyeke zor û dijwar. Tenê zarokekî dixwaze hînî xwendin û nivîsandinê bibe. Zarokan û mamoste di rêwîtiyê de, rastî gelek zextan tên û di dawiya fîlmê de hemû têne kuştin..

“Textê Reş” qala Komkujiya Helebçeyê; rewşa derûnnasî yên mirovên herêmê, jiyana kolberî û rûyê derdê debarê dike. Wekî fîlmên “Kusî Jî Dikarin Bifirin” û “Dema Hespên Serxweş” ên Behmen Qubadî, çîroka fîlmê “Textê Reş” yê Samira Makhmalbaf, li ser mijarên Zayendî, Netewî û Çînî disekine û hin sehneyên wê dişibe belgefîlm hatine kişandin. Samira Makhmalbaf di heman demê de, keça derhênerê navdar ê Îranê Mohsen Makhbalbafî ye.

Derhêner û senarîst Samira Makhmalbaf yekem fîlmê xwe yê bi navê “The Apple” (1998) di 17 saliya xwe de kişand û bi vê fîlmê xwe re li Cannesê Xelata Juriyê girt ku di fîlmê “Bicycleran” (1987) yê Mohsen Makhmalbafî de lîstiye. Fîlmên Samira Makhmalbaf, di bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî û navneteweyî de hatine nîşandan û li Festîvala Fîlman a Cannesê, xelatên Juriyê û Ekumenîk û ji aliyê Enstîtuya Fîlman a Îngîlîzê ve xelata Sutherland Trophy girtine.

https://www.youtube.com/watch?v=euwf2PpnC10

Fîlmografiya Samira Makhmalbaf: “The Apple” (1998), “Textê Reş” (2000), “At Five in The Afternoon” (2003), “Asbe Du-pa” (2008), “Sempember 11 / 11.09.01 (Digel 11 derhêneran kişandine, 2002)

Nivîs: Rûmet Med

(Ev nivîs di meha Rêbendana 2020'ê de, di Hejmara Duyem a Fanzîna "Sînemaya Serbixwe" de hate weşandin.)

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com