28 Temmuz 2022 Perşembe

David Fincher: Yek ji sînemagerên herî resen û girîngtir ên salên 90î û sedsala nû

 Sînemagerê navdar ê Amerîkî David Fincher yek ji derhênerên herî resen û girîngtir yê salên 90î û sedsala nû ye ku li seranserê erdnîgariya cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “Alien: 3, “Se7en”, “Fight Club”, “Zodiac”, “Panic Room” û “The Curious Case of Benjamin Button” ve tê naskirin û di heman demê de xelatên; Girovera Zêrîn (Golden Globe), Derhênerê Baştirîn û Xelata Akademiyê (Oscar) girtine.

David Fincher, di sala 1962yan da li bajarê Denverê yê girêdayî Parêzgeha Koloradoya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hate dinê û li Californiayê mezin bû. Tê gotin ku hêj di zarokatiya xwe de fîlmê “Butch Cassidy And The Sundance Kid” (1969) temaşe dike û bi bandora vî fîlmî biryar dide ku bibe derhêner. Fincher, di ciwantiya xwe da bi kameraya xwe ya 8mîlîmetreyê dest bi kişandina fîlman dike û di pargîdaniyeke anîmasyonê de dixebite. Di sala 1980yî da derbasî pargîdaniya fîlman a Industrial Light & Magicê (ILM) dibe, bi saya vê pargîdaniyê di mijara efektan de dibe pispor. David Fincher, di pêvajoya kişandina fîlmên wekî “Star Wars Episode IV” (1977)  û “Indiana Jones and the Temple of Doom”ê (1984) de jî cih digre. Di 1984an da ji karê xwe yê ILMyê derdikeve û ji bo Komeleya Pençeşerê ya Emerîkayê fîlmê reklamê dikişîne. Piştî salekê derhêneriya belgefîlma “The Beat of The Live Drum”ê dike ku tê de lîstikvan û muzîkvanê navdar Rick Springfield jî cî digre. Fincher Ji bo pargîdaniyên reklamê yên wekî; Revlon, Converse, Nike, Pepsi, Sony, Levi’sê gelek fîlmên reklamê kişandine û piştî sektora reklaman jî berê xwe daye kişandina klîbên muzîkan. Fincher ji bo hunermend û komên muzîkan ên wek Madonna, Billy Idol, Paula Abdul, Arerosmith, The Rolling Stones, Nine Inch Nails, A Perfect Circle, Jody Watley, Rammstein, Rick Springfiel, Steve Winwood, Neneh Cherry, George Michael, Michael Jackson, The Wallflowers, Wire Train û The Outfielê klîbên vîdyoyan kişandine.



Yek ji derhênerên fîlman ên herî resen û girîng ên salên 90î û sedsala nû David Fincher, di sala 1992yan da bi yekem metrajdirêjê xwe yê bi navê “Alien: 3” re derket pêşberî temaşevanên sînemayê. Fîlmê pevxistina zanistî bi efektên xwe yên taybet ve ji bo Xelatên Akademiyê bû berendam lê belê fîlm ji aliyê aborî û rexneyî bi serneket. Derhêner Fincher di belgefîlmeke ku bo rêzeya fîlmên Alienê hatiye amadekirin de ragihand ku derbarê budçeyê de bi pargîdaniya 20th Century Fox re hin pirsgirêkên wî hebûn. Di sala 1995an da fîlmê wî yê duyem ê bi navê “Se7en” (Heft) li salonên sînemayan kete vîzyonê û bandoreke mezin li dîroka hunera sînemayê kir. Senaryoya fîlmê Fincher û Andrew Kevin Walker bi hev re nivîsandin û li ser çîroka du dîdektîfan (Brad Pitt û Morgan Freeman) disekine ku dikevin pey kujerekî. Fîlmê “Se7en” li seranserê cîhanê 300 milyon dolar ji gîşeyan bi dest xist. Piştî du salan bi fîlmê “The Game” derket pêşberî sînemahezan.



Di sala 1999an da fîlmê David Fincher yê bi navê “Fight Club” (Serlîstikvan: Edward Norton, Helena Bonham Carter û Brad Pitt) kete vîzyonê, fîlm ji romana nivîskarê navdar Chunck Palahniukî ji bo perdeya spî hate kişandin û mohra xwe li salên 90î û li dîroka sînemayê xist. Fight Club, ji aliyê sînemahez û derdorên sînemayê ve yek ji fîlmên herî serketî tê qebûlkirin û di lîsteya “100 Fîlmên Pirxweş ên Hemû Deman” ku ji aliyê Total Filmê ve hatiye amadekirin de bû çaremîn. Di destpêka sedsala nû de fîlmê “Panic Room” (2002) yê derhêner Fincher dikeve  vîzyonê, piştî pênc salan jî fîlmê wî yê “Zodiac” tê. Fîlmê “Zodiac” (2007) ji pirtûka nivîskar Robert Graysmithî ji bo sînemayê hate kişandin û di fîlmê balkêş de lîstikvanên wekî;  Jake Gyllenhaal, Mark Ruffalo, Robert Downey Jr., Anthony Edwards û Brian Cox lîstin.



Derhêner di sala 2009an da bi fîlmê xwe yê “The Curious Case of Benjamin Button” ji nû ve derket pêşberî sînemahezan. Senaryoya fîlmê ji aliyê David Fincher û Eric Rothe ve hate nivîsandin ku ji romana wêjekar F. Scott Fitzgeraldî îlhama xwe girtiye. Fîlm, di heman demê de fîlmê herî dirêj ê Fincher e. Fîlm li Xelatên Akademiyê (Oscar) di 13 beşan de bû berendam û sê xelat (Derhênerê Hunerê yê Baştirîn, Kostûma Herî Serketî, Makyaja Herî Serketî) girt. Sînemagerê biserketî, bi vî fîlmî xwe cara yekem ji bo Xelata Derhênerê Baştirîn ê Xelatên Akademiyê xist berendam û di gîşeyê ji zêdetirî 300 milyon dolar pere bi dest xist. “The Curios Case of Benjamin Button” ji niha ve ji bo dîroka hunera sînemayê weke fîlmekî klasîk tê qebûlkirin.



Derhênerê hoste David Fincher di sala 2010î da bi fîlmê xwe yê “The Social Network” çîroka jiyana avakarê malpera sosyal a Facebookê Mark Zuckerbergê tîne ber perdeya sînemayê û bi vî fîlmî li Xelatên Akademiyê di 3 beşan de, li Xelatên Girovera Zêrîn di 4 beşan de xelat digre. Fincher di 2011an da dîsa bi lêanîneke wêjeyê derket pêşberî temaşevanên sînemayê. Fîlmê wî yê nû “The Girl With The Dragon Tattoo” ji romana navdar a nivîskar Stieg Larssonî ji bo hunera heftemîn hate kişandin. Fincher, herî dawî li sînemayê derhêneriya fîlmên “Gone Girl” (2014) û “Mank”ê (2020) kirin. Fîlmê “Gone Girl” li bernameya Xelatên Girovera Zêrîn, beşên Lîstikvana Baştirîn (Drama) û Derhênerê Baştirîn jî tê de di 4 beşan de bû berendam. David Fincher ji bilî fîlmên sînemayê, di hin projeyên rêzefîlm û rêzebelgefîlmên televîzyonê de jî weke derhêner û çêker xebitî. Derhêner li ser projeya xwe ya dawî ya bi navê “The Killer”ê dixebite û dîroka vîzyonê ya fîlmê nû hêj nehatiye eşkerekirin. Fîlmên David Fincher heta niha di çarçoveya gelek festîlvalên fîlman ên navneteweyî de hatin nîşandan û di gelek beşan de xelat girtin.


Çavkanî:

  • https://en.wikipedia.org/wiki/David_Fincher
  • https://www.imdb.com/name/nm0000399/
  • https://filmloverss.com/david-fincher-the-killer-adli-yeni-filminin-cekimlerine-kasim-ayinda-baslayacak/

22.06.2022


*Ev nîvîs di hejmara 7emîn a Kovara The Hall Kurdî de hate weşandin.

15 Temmuz 2022 Cuma

Romaneke ji zêdetirî 13.000 rûpelî

Nivîs: Rûmet Med

Romana nivîskara navdar Madeleine de Scudéryê ya bi navê "Clélie" di navbera dîrokên 1657-1661ê de weke 10 cîldî hate weşandin ku bi tevahî ji zêdetirî 13.000 (Sêzdeh hezar) rûpelan pêk tê. "Clélie", romaneke dîrokî ye ku bi fikr, hest û ramanên femînîst hatiye honandin. Wêjekara femînîst û praksîst Madeleine de Scudéry yek ji pêşengên jiyana entellektuel ên Frensaya sedsala 17an bû. 


Wêjakar û bestakarê navdar ê elman Ernst Theodor Amadeus (E.T.A) Hoffman, di romana xwe ya bi navê "Matmazel De Scudery"  (1819) de qala jiyana nivîskar Madeleine de Scudéryê dike û û behsa romana wê ya "Clélie" jî kiriye.


13 binden fazla sayfadan oluşan roman

Ünlü yazar Madeleine de Scudéry'ın "Clélie" isimli romanı, 1657-1661 tarihleri arasında 10 cilt halinde yayınlandı ve 13 binden fazla sayfadan oluşmaktadır. Tarihi roman "Clélie", feminist bir düşünce ve duygu ile yazılmıştır. Feminist ve praksist yazar Madeleine de Scudéry 17. yüzyıl Fransası entelektüel yaşamının öncü isimlerinden biriydi. 


Ünlü alman yazar ve besteci Ernst Theodor Amadeus (E.T.A) Hoffman, "Matmazel De Scudery"  (1819) isimli romanında yazar Madeleine de Scudéry'in hayatını anlatmakta ve "Clélie" romanından bahsetmektedir.

Çavkanî/Kaynak:

5 Temmuz 2022 Salı

Atom Egoyan: Derhênerê Navdar ê Ermen

 

Nivîs: Rûmet Med

Derhêner, senarîst, çêker û lîstikvanê navdar ê Kenedayî Atom Egoyan bi eslê xwe Ermenî ye û di 19ê Tîrmeha sala 1960ê de li bajarê Qahîreyê yê Misirê ji dayîk bûye.

Atom Egoyan yek ji nûnerên rêbaza Pêla Nû ya Torontoyê bû, ev rêbaza sînemayê ji salên 1980an destpê kir ku bi giştî ji çêkerên fîlman pêk hatibû. Derhênerê biserketî û yek ji derhênerên herî resen ên sînemaya cîhanê Egoyan, di fîlmên xwe de bi piranî qala mijarên têkiliyên mirovan, hîsên tenêtî û bêwelatîyê, jiyana piştî trawmayê, têgihana berrahiyê û bandorên teknolojîyê dike.


Jiyan û fîlmên wî:


Derhêner Atom Egoyan bi eslê xwe ji Ermenîyên Misirê ye û bi xwişka xwe ya Eveyê ku pîyanîsteke navdar e, li bajarê Victoriayê mezin dibin. Egoyan bi lîstikvana navdar Arsine Khanjian re zewiciye û du zarokên wan hene.


Di salên dibistanê de dest bi nivîsandina senaryoyê dike û di bin bandora her du wêjekarên navdar ên Samuel Beckett’in û Harold Pinterî de dimîne. Li Trinity Collegeê ya Zanîngeha Torontoyê xwendiye û bi kurtefîlmên xwe yên “Lust of a Eunuch” (1977) û “Howard in Particular” (1979) ve dest bi kişandina fîlman dike. Di 1984ê de jî yekem metrajdirêj ê xwe yê “Next of Kin”ê dikişîne.


Derhêner, di sala 1994ê de bi fîlmê xwe yê bi navê “Exotica”yê li seranserî cîhanê tê naskirin û fîlmê wî ji Festîvalên Fîlman ên Cannes, Sundance, Toronto û Locarnoyê xelat digire. Piştî vî fîlmî xwe, bi gelek fîlmên biserketî ve derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.



Di sala 1997ê de fîlmê wî yê “The Sweet Hereafter”ê dikeve vîzyonê ku mijara fîlmî li ser çîroka jiyana ajokereke otobûsê ye. Fîlm, ji bo Xelatên Oscarê bûbû berendam û ji Festîvala Fîlman a Cannesê 3 xelat girtibû. Piştî du salan jî fîlmê wî yê “Felicia’s Journey” (1999) tê kişandin, mijara fîlmî li herêma çolter a Îrlandayê diqewime. Fîlm, behsa jiyana Felicayê dike ku ji bo evîna xwe diçe Îngilistanê. Felicia’s Journey, li Festîvalên Fîlman ên Cannes, Toronto, Rotterdam, New York, Selanîk, Valladolid û li Xelatên Genie û Bodilê derketiye li pêşberî sînemahezan û gelek xelat wergirtine.


Derhênerê navdar, di fîlmê xwe yê “Ararat”ê (2002) de qala mijarên dîrokî kiriye, lê di fîlmên xwe yên din de bi giştî ji mijarên dîrokî dûr ketiye. Fîlmê “Ararat” li seranserê cîhanê gelek deng vedaye ku qala komkujiya Ermenîyan dike. Di navbera dîroknas û rojnamegeran de li ser vî fîlmî nîqaşên dîrokî derketine. Fîlm, li çarçoveya bernameya gelek festîvalên fîlman ên cîhanê hatî nîşandan, ji Yekîtiya Derhênerên Kenedayê û ji Festîvalên Fîlman ên Êrîvan, Durban û Genieyê di gelek beşan de xelat girtine.



Di 2005ê de bi fîlmê “Where the Truth Lies” û piştî sê salan jî bi fîlmê xwe yê “Adoration” (2008) ve ji nû ve derdikeve li pêşberî temaşevanan. Di fîlmê Adorationê de dê û bavê Simonî ji ber qedaya trafîkê jiyanên xwe ji dest dane, rojek Simon li dibistanê gotereke dixwîne û piştî wê çîroka dê û bavê xwe hêdî hêdî kifş dike. Derhêner bi vî fîlmî re jî li cîhanê deng vedaye û ji Festîvalên Fîlman ên Cannes, Toronto, Sao Paulo, Londonê xelat girtine.

Egoyan di sala 2009ê de bi fîlmê xwe yê “Chloe”ê de têkiliya jin û mêrekî dide ber çavan û ev fîlm di heman demê de di destpêka Festîvala Fîlman a San Sebastianê de hatiye nîşandan.



Di fîlmê xwe yê bi navê “Remember”ê (2016) de li ser jiyana mirovekî kal ê Zev Guttmanî ku li xweytîxaneyeke bajarê New Yorkê dimîne, disekine. Guttman, ji komkujiya Cihûyan rizgar bûye û piştî gelek salan kujerê malbata xwe peyde dike. Fîlm, ji Xelatên Ekranê yên Kenedayê xelata Senaryoya Resen girtiye.


Agoyan, herî dawî di sala 2019ê de fîlmekî bi navê “Guest of Honour” kişand û fîlmê wî ji bo xelata Şêrê Zêrîn a Festîvala Fîlman a Venedîkê bûbû berdendam.


Derhêner Atom Egoyan di sala 2015ê de bi Nîşaneya Governor Generalê hatibû xelatkirin ku xelata herî biprestîj a Kenedayê ye. Nîşaneya Governor Generalê ji aliyê nûnerê/a Şahitîya Îngilistanê û Governor General (Parêzgarê/a Bilind) ve têne dayîn û li Kenedayê nîşaneya herî girîng a xebatên hunerê tê qebûlkirin.*


Fîlmên din ên Atom Egoyanî:

  • Fîlmên Dirêj: Family Viewing (1987), Speaking Parts (1989), The Adjuster (1991), Calender (1993), Devil’s Knot (2013), “The Captive”
  • Fîlmên Televîzyonê: In This Corner (1985), Gross Misconduct (1993), Sarabande (1997), Krapp’s Last Tape (2000).
  • Kurtefîlm: After Grad with Dad (1980), Peep Show (1981), Open House (1982), Men: A Passion Playground (1985), Looking for Nothing (1988), Motreal Stories (1991), A Portrait of Arshile (1995), The Line (2000), Diaspora (2001), Close (Bi hunermend Julião Sarmento re, 2001) To Each His Cinema (2007), Festival du Nouveau Cinéma (2014).
  • Belgefîlm: Citadel (2003), Venezia 70 Future Reload (2013).
  • Vîdyo: Bluebeard’s Castle (2022)

Çavkanî:

  • https://en.wikipedia.org/wiki/Atom_Egoyan
  • https://www.agos.com.tr/tr/yazi/11804/egoyana-kanadadan-kraliyet-nisani
  • https://www.imdb.com/name/nm0000382/

(26.05.2022)


Ev nivîs di hejmara 6emîn a kovara The Hall Kurdî de hate weşandin. (Tîrmeh)

Stêrkê Geş Û Ronî Yê Hunera Heftemîn: Andrzej Wajda

Nivîs: Rûmet Med

Ya ku di dawiya serdemekê da dimîne, huner e.. Jean-Luc Godard

Sînema, wekî okyanûseke bêserî û binî ye ku ji dilopên bêdawî û bêhempa pêk tê. Germaniyên wan dilopên bêdeng û rengîn qor bi qor li xwezaya jiyanê diherikin û dilê mirovan ronî dikin…

Hunera sînemayê li gorî hunerên din ên qedîm, ciwan e û nêzîkî ev 125 salan e li erdnîgariya cîhanê, ji gelek qonaxên ramanî, afirandî û teknîkî derbas bû û di roja îroyîn da jî pir bi pêş ve çû. Di vê pêvajoya serpêhatiya bandorker da fîlmên mezin, girîng û hînker ji aliyê bi hezaran derhêneran ve hatin kişandin/têne kişandin, fîlmên gelek ji wan sînemageran ji bo hunera heftemîn û sînemahezan bûn klasîk. 

Derhêner û senarîstê navdar ê Polonyayê Andrzej Wajda jî yek ji van derhênerên mezin e ku berhemên wî di dîroka sînemayê da bûne stêrkên geş. Hem ji bo sînemaya Polonyayê hem jî ji bo parzemîna Ewropayê û hemû sînemaya cîhanê derhênerekî girîng û bandorker e.

Min nêzîkî deh sal berê hin fîlmên Andrzej Wajdayî temaşe kiribû û piştre jî hema hema hemû fîlmên wî temaşe kiribû. Derhêner Wajda di fîlmên xwe da atmosfereke wekî neynikeke spî a zelal diafirine, qala rastiya herîkina jiyanê dike û dengê xwe li dijî neheqiyê derdixe. Di fîlmên wî de; ronahiya hez û dostaniyê jî heye, rengê rizgarî û azadiyê jî heye.. û tê da dilê xwezayê jî xwe dida der…

Sînemagerê mezin Andrzej Wajda di 1926ê da li bakurê Polonyayê ji dayik bûye û li Akademiya Hunerên Bedew a Karakovê perwerdehiya wênê û paşê jî li Zaningeha Lodzê perwerdehiya derhêneriyê ya sînemayê dîtiye. Beşa Fîlman a Zanîngeha Lodzê yek ji dibistanên herî girîng ên sînemayê ye û derhênerê navdar ê Polonî Krzysztof Kieslowski jî di heman beşê da xwendiye.

Wajda, digel derhênerên navdar ên wekî Krzysztof Kieslowski, Edek Zebrowsk, Agnieszka Holland re tevgereke sînemayê ya bi navê “Sînemaya Şayîşên Rewiştî” (1) li dar xistin ku armanc û daxwaza wan jî kişandina fîlmên ku ji bo hêzdarkirina hiş û bîra civakî bû. 

Yek ji derhênerên baştirîn yên rêbaza Polonyayê Andrzej Wajda, dema ku hêj xwendekar bû sê kurtefîlm kişandine. Wajda bi alîkariya derhêner Aleksander Fordî, di sala 1955ê da fîlmê xwe yê yekem yê dirêj “Pokolenie” kişandiye. Di heman demê de, berhemên yekem yên sînemager Andrzej Wajda, Andrzej Munk û Jerzy Kawalerowiczî bûne destpêka “Rêbaza Polonyayê”. Di van fîlman da çîrok û travmayên Şerê Duyem yê Cîhanê hatine kişandin. Derhênerê ciwan Wajda, di fîlmê xwe yê duyem “Kanal”ê (1957) da jî balê dikişîne ser jan û trajediyên şerî. Andrzej Wajda bi fîlmê xwe yê bi navê “Popiol i Diament” (1958) ku li ser mijarên rêçên şer û neçariya nifşekê disekine li seranserê cîhanê tê naskirin. 

Sînemagerê navdar Wajda derhêneriya şanoyan jî kirine, piştî sala 1959ê li ser projeyên fîlmên dîrokî xebitiye. Di van fîlman da mijara girîngtir trajediya neteweyî ya Polonyayê ye. Sînemager di sala 1959ê da bi fîlmê “Lotna”yê li ser bêwatebûna şerî disekine. Di fîlmê “Popioly” (1965) da behsa lejyonerên Polonî yên di artêşa Napoleoni da dike.

Andrzej Wajda, di salên 1970an da di derbarê mijarên felsefî û heyînparêz da fîlm dikşîne. Di fîlmê xwe yê “Krajobraz po bitwie” (1970) da qala çîroka mirovên ku ji kampê rizgarbûyî, dike. Wajda di sala 1972yê da bû serokê Film Unit X’ê û Sendîkaya Sînemagerên Polonyayê lê di sala 1981ê da ji ber rewşa polîtîk ya Polonyayê dev ji herdu peywirên xwe berdide û li ser şanoyê dixebite.

Di fîlmê xwe yê “Brezina” (1970) da atmosfereke lîrîk afirandiye û qala hestên tenêtî, evîn û mirinê kiriye. Yek ji fîlmên vê demê “Dyrygen t” jî rewşa rewşenbîran nîşanî dide. Derhêner, di sala 1975an da bi fîlmê xwe yê “Ziemia obiecana” re jî li ser kapîtalizma pişesaziyî (endustriyî) û jiyana burjuvayî ya bajarê Londzê disekine. 

Derhêner Wajda di fîlmê xwe yê “Czlowiek z marmuru” (1977) da qala çîrok û rêwîtiya xwendekara sînemayê ya bi navê Agnieszkayê dike. Agnieszka biryar dide fîlmekî li ser jiyana lehengê karkeran yê Birkutî bikişîne û ev fîlm li bernameya Festîvala Fîlman ya Navneteweyî ya Cannesê Xelata FIPRESCIyê wergirtiye û ji aliyê nima û metaforan fîlmekî balkêş e.

Di sala 1981ê da berdewama fîlmê bi navê “Czlowiek z zelaza”yê dikişîne. Mijara fîlm li ser karberdanên (grev) karkeran yên tersaneyê yên girêdayî sendîkaya Solidarnoscê ne. Ev fîlm jî li Festîvala Fîlman ya Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn (Xelata Mezin) girtiye. 

Andrzej Wajda piştî destpêka salên 80yî ji ber sedemên polîtîk li Parîsa Fransayê bi cih dibe û li vir fîlmekî bi navê “Danton”ê (1983) dikişîne û tê da li ser çîrokeke dema Şoreşa Frensayê disekine. Derhênerê navdar 1986ê da vedigere Polonyayê û di sala 1988ê da ji romana wêjekarê mezin Dostoyevskyî, fîlmê xwe yê “Les Possedes”ê der dixe. Piştî salekê jî li Komara Gel ya Polonyayê weke senator tê hilbijartin. Derhêner di fîlmê xwe yê “Korczak”ê (1990) da qala jînenîgariya gerînendeyê Sêwîxaneya li getoyeke Cihûyan dike. Andrzej Wajda di sala 2000ê da li Xelatên Akademiyê (Oscar) Xelata Serketina di Hemû Jiyanê da wergirtibû. Derhênerê hoste, bi fîlmê xwe yê “Katyn” (2007) re li ser êşên Şerê Cîhanê yê Duyem disekine û fîlm ji bo xelata Oscarê bûbû berendam. Andrzej Wajda, di sala 2013ê da fîlmê xwe yê dawî “Walesa: Man of Hope” kişand ku mijara fîlmê li ser jiyana sendîkavanê tevgera karkeran yê Polonyayê Lech Walesayî ye û atmosfera wan salan nîşan dide. 

Derhênerê mezin Wajda di jiyana xwe ya hunerê da ji zêdetirî 30 fîlm kişandin û di fîlmên xwe da bi nerîneke rastîbîna civakî qala mijarên dîrokî, veguherînên civakî û rewş û mercên civakê kirin. Yek ji derhênerên herî serketî yên dîroka sînemaya cîhanê Andrzej Wajda di sala 2016an da li bajarê Varşovayê çû ser dilovaniya xwe.

Hin fîlmên din ên ku ji aliyê Andrzej Wajdayî ve hatine kişandin; 

Ziemia Obiecana (1975), 

Schuld und Sühne (1992), 

Nastasja (1994), 

Wielki Tydzien (1995),

Panna Nikt (1996), 

Pan Tadeusz (1999).

Çavkanî: 

Rıza Oylum, Dünya Yönetmenlerinden Sinema Dersleri, rûpel: 33-36. Amadekar:. Başka Yerler Yayınları (2013)

https://www.imdb.com/name/nm0906667/ (Dema Dîtinê: 05.05.2021)

Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann, Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni. (Rûpel: 188-189), Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç, Weşanxane: Afa Yayınları. (1999)

https://en.wikipedia.org/wiki/Andrzej_Wajda (Dema Dîtinê: 05.05.2021)

*Ev nivîs di hejmara çarem a Kovara Temaşeyê de hate weşandin. (Îlon)

Derhênerekî li Pey Hêza Hêvîyê û Rengên Xeyalan: François Truffau

Nivîs: Rûmet Med

“Jiyan ji me hîn bêhtir xwedî hêza xeyalê ye..”

“Bi tenê, tiştê ku dizanim ew e ku her ku diçe dixwazim nêzîktirî fîlman bibim..” François Truffaut

Derhêner, lîstikvan, senarîst û çêkerê navdar ê hunera heftemîn, François Truffaut; wekî sînemagerên Jean-Luc Godard, Agnès Varda, Éric Rohmer, Claude Chabrol û Jacques Rivette  yek ji nûnerên herî serketî yên Pêla Nû yê Fransayê (Nouvelle vague) ye. 

Lîstikvanê navdar ê cîhanê Jean-Paul Belmondo ku çend roj berê jiyana xwe ji dest dabû û lîstikvanên wê demê yên wekî; Anna Karina, Jean-Pierre Léaud, Jeanne Moreau, Claude Jade, Jean Seberg û Bernadette Lafont jî di nav vê rêbazê da cih girtibûn. Teorîsyenê herî girîng ê rêbaza Nouvelle vagueyê André Bazin e.

François Truffaut di sala 1932yê da hatiye dinyayê, tê zanîn ku di salên zarokatî û ciwantiya xwe da jî sînemahez bû. Ew kengê fersend bibîne diçû sînemayê û fîlman temaşe dikir. Truffaut di sala 1951ê da yek ji kovarên baştirîn yên sînemayê, di “Cahiers du Cinéma” da dest bi kar kiriye û bûye rexnegirekî serketî yê sînemayê. Sînemager di 1956ê da alîkariya derhênerê navdar Roberto Rosselliniyî kiriye û piştî salekê şîrketa xwe ya fîlman ava kiriye. 

François Truffaut derhênerekî “Auteur” e ku di fîlmên xwe da ji serpêhatî û tecrûbeyên jiyanê sûd wergirtiye û fîlmên wî hêmanên xwejînenîgariyî dihewîne. Di fîlmên Truffautî da herî zêde têkiliya takekesî û civakê xwe dide der. 

Derhêner, di sala 1959ê da yekem fîlmê xwe yê metraj dirêj yê bi navê “Les Quatre Cents Coups/Les 400 Coups”ê kişandiye ku ev fîlm ji bîranînên wî yên zarokatiyê pêk tê û ji bo dîroka sînemayê mînakeke gelek girîng e. Derhêner, fîlmê “Les Quatre Cents Coups”ê  di 27 saliya xwe da kişandibû ku li Festîvala Fîlman ya Cannesê Xelata ‘Fîlmê Baştirîn’ girtiye. Truffaut piştî vî fîlmê bi karakterê Antoine Doinel (Jean-Pierre Leaud) ra rêzeke xwejînenîgariyî  ji çar fîlmên bêhempa yên bi navên wan; “Antoine et Colette” (1961), “Baisers volés” (1968), “Domicile conjugal” (1970), “L’amour en fuite” (1979) ve pêk were, afirandine. 


Derhêner François Truffaut, di 1960î da fîlmê xwe yê duyem “Tirez sur le pianiste” dikişîne ku ev fîlm ji pirtûka “Down There” ya romannûs David Goodisî lê hatiye anîn. Piştî salekê jî fîlmê wî bi navê “Jules et Jim” tê kişandin û tê da li ser xweza û tevlîheviya evînê disekine. Piştî salên 1965an hêdî hêdî şêwaz û mijarên fîlmên wî diguhere û di sala 1966ê da romana pevxistina zanistî ya “Fahrenheit 451” ku  ji aliyê wêjekarê navdar Ray Bradburyî ve hatibû nivîsîn, weke fîlmê sînemayê kişandiye. Piştî salekê jî di bin bandora derhênerên navdar yên wekî Hitchcock û Chabrolî da dimîne û fîlmê wî yê bi navê “La Mariée était en noir”ê derdikeve pêşberî temaşevanên sînemayê ku di herikîna fîlmê da jinek (Jeanne Moreau) ji bo tola xwe bistîne pênc mêran dikuje. 

Di sala 1971ê da fîlmê wî yê bi navê “Les deux Anglaises et le continent”ê dikeve vîzyonê ku derhêner bi vî fîlmî ra şewazên nû û cuda afirandiye û ji nû ve vegeriyaye temaya evîna azwerî. Di fîlmê “L’histoire d’Adèle H.” (1975) da qala evîna jineke ciwan (İsabelle Adjani) dike. Piştî du salan fîlmê wî yê “L’homme qui aimait les femmes”ê tête kişandin û cureyê fîlmê komedî ye. Di 1978ê da bi fîlmekî felsefîk yê bi navê “La Chambre verte”yê derdikeve pêşberî temaşevanan û wekî ku gelek fîlmên xwe di nava vî fîlmê da jî dilîze.  

Derhênerê hoste di sala 1973ê da fîlmekî bi navê “La naut”ê kişandibû û ev fîlm rêzgirtineke ji bo hunera sînemayê bû. Truffaut di fîlmê xwe yê “Le dernier Métro” (1980) da jî qala çîroka şanoyekê û behsa bûyerên ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyem da pêk hatine, kir. Fîlmên wî li BAFTA, Cesar, Cannes, Xelatên Akademiyê (Oscar), National Board of Review jî tê da ne, ji gelek festîval û yekîtiyên pîşe yên sînemayê hatin xelat kirin.

Yek ji sînemagerên herî serketî yên hunera sînemayê François Truffaut piştî fîlmê xwe yê dawî yê bi navê “Vivement dimanche!” (1983), di sala 1984ê da çû li ser dilovaniya xwe. 

Fîlmên din ên derhêner: “La Peau douce” (1964), “La Sirène du Mississippi” (1969), “L’Enfant sauvage” (1969), “Une Belle fille comme moi” (1972), “La nuit Americaine” (1973), “L’Argent da poche” (1976), “L’Homme qui aimait les femmes” (1977), “La Femme d’a côté” (1981).

Çavkanî: 

https://en.wikipedia.org/wiki/Fran%C3%A7ois_Truffaut

https://sinemayaserbixwe.com/derhenere-filmen-nujen-u-resentir-jean-luc-godard/

https://tr.wikipedia.org/wiki/Fran%C3%A7ois_Truffaut

“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (100 Derhênerên Sed Salan. Rûpel: 182, 183). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç. Weşanên Afa. (1999)

https://tirsik.net/film/index.php?derhener=Fran%C3%A7ois+Truffaut

“Sinema Tarihi” (Dîroka Sînemayê. Rûpel: 81). Nivîskar: Gerard Betton. Wergêr: Şirin Tekeli. Weşanên İletişim. (1990)

“Sinemanın Yüzyılı” (Sed Salên Sînemayê. Rûpel: 132). Nivîskar: Giorgio Vincenti. Werger: Engin Ayça. Weşanên Evrensel. (2008)

https://www.imdb.com/name/nm0000076/

https://www.imdb.com/name/nm0000076/#director

*Ev nivîs di hejmara pêncemîn ya kovara Temaşeyê de hate weşandin (Rêbendan)

1 Temmuz 2022 Cuma

Li gorî derhênerê nemir Krzysztof Kîeślowskîyî: "11 Fîlmên Baştirîn"

                                   

Amadekar-Nivîs: Rûmet Med

Derhêner û senarîstê nemir ê dîroka hunera heftemîn Krzysztof Kîeślowskî yek ji sînemagerên herî serketî ye bi fîlmên xwe yên nejibîr û bêhempa ve mohra xwe li sînemayê da.

Krzysztof Kîeślowskî di navbera nûnerên herî serketî yên sînemaya helbestkî û hunerî de cih digire ku wî li seranserê cîhanê herî zêde bi fîlmên xwe yên wekî; Personel (Fîlmê TVyê, 1975),  The Calm (Fîlmê TVyê, 1980), The Scar (1976), Camera Buff (1979), No End (1985), Blind Chance (1987), A Short Film About Love (1988), A Short Film About Killing (1988), The Decalogue (Fîlmên Televîzyonê, 1989-1990) The Double Life of Veronique (1991), Three Colors: Blue (1993), Three Colors: White (1994), Three Colors: Red (1994) ve tê naskirin. Herwiha di fîlmografîya derhênerê de; gelek kurtefîlm, kurtebelgefîlm û belgefîlmên wî jî hene. Fîlmên Kîeślowskîyî ji gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî xelat girtin, di îroyîn jî li zanîngeh û dibistanên sînemayê yên cîhanê û ji aliyê sînemahezên ve bi hezkirineke mezin têne temaşekirin. Derhêner

Ji bo agahîyeke berfireh: https://sinemayaserbixwe.com/neynik-u-caven-xwezaya-jiyane-krzysztof-kieslowski/

Krzysztof Kîeślowskî li dîroka hunera sînemayê herî zêde ji fîlmên derhênerên Ken Loach, Orson Welles, Federico Fellini, Ingmar Bergman û Andrei Tarkovskyî hez dikir û di bandora wêjekarên wekî William Shakespeare, Dostoyewskî û Kakfayî de maye*. Di vê lîsteya jêr de li gorî Krzysztof Kîeślowskîyî 11 fîlmên baştirîn cih digirin ku di hejmara 163yan a Kovara Sînemayê ya Altyaziyê (rûpel: 93, sal: 2016) de hatibû weşandin. Lîsteya fîlman ji aliyê Krzysztof Kîeślowskîyî ve ji bo beşa "Fîlmên Baştirîn ên Hemû Deman" ya Kovara Sight & Soundê hatibû dayîn. Kovara fîlman a Sight & Sound di sala 1932yê de li Îngilistanê dest bi weşanê kir û ji 2021ê bi vir de ye weke mehane weşana xwe didomîne.

Li gorî derhênerê nemir Krzysztof Kîeślowskîyî: "11 Fîlmên Baştirîn":

"Citizen Kane" (1941) / Derhêner: Orson Welles û Senaryo: Orson Welles , Herman J. Mankiewicz

"The Kid" (1921) / Derhêner û Senaryo: Charlie Chaplin

"Kes" (1969) / Derhêner: Ken Loach û Senaryo: Ken Loach, Barry Hines

"La Strada" (1954) / Derhêner: Federico Fellini û Senaryo: Federico Fellini, Giulietta Masina, Richard Basehart

"The Loneliness of the Long Distance Runner" (1962) / Derhêner: Tony Richardson û Senaryo: Alan Sillitoe

"Un Condamné à Mort S'est échappé Ou Le Vent Souffle Où il Veut" (1956) / Derhêner û Senaryo: Robert Bresson

"İntimni Osvetleni" (Intimate Lighting, 1965) / Derhêner: Ivan Passer û Senaryo: Ivan Passer, Jaroslav Papoušek, Václav Šašek

"Muzykanci" (The Musicians, Belgefîlm, 1958) / Derhêner: Kazimierz Karabasz

"Ivanovo Detstvo" (Ivan's Childhood, 1962) / Derhêner: Andrey Tarkovskî û Senaryo: Andrei Tarkovsky, Vladîmîr Bogomolov

"Les Quatre Cents Coups" (1959) / Derhêner: François Truffaut û Senaryo: François Truffaut, Marcel Moussy

"Barnvagnen" (The Baby Carriage, 1963) / Derhêner û Senaryo: Bo Widerber

*Dünya Yönetmenlerinden Sinema Dersleri” (Ji Derhênerên Cîhanê Waneyên Sînemayê), rûpel: 79-83 Amadekar: Rıza Oylum. Başka Yerler Yayınları.

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com