Nivîs: Rûmet Med
Derhêner, senarîst, çêker û lîstikvanê navdar ê Kenedayî Atom Egoyan bi eslê xwe Ermenî ye û di 19ê Tîrmeha sala 1960ê de li bajarê Qahîreyê yê Misirê ji dayîk bûye.
Atom Egoyan yek ji nûnerên rêbaza Pêla Nû ya Torontoyê bû, ev rêbaza sînemayê ji salên 1980an destpê kir ku bi giştî ji çêkerên fîlman pêk hatibû. Derhênerê biserketî û yek ji derhênerên herî resen ên sînemaya cîhanê Egoyan, di fîlmên xwe de bi piranî qala mijarên têkiliyên mirovan, hîsên tenêtî û bêwelatîyê, jiyana piştî trawmayê, têgihana berrahiyê û bandorên teknolojîyê dike.
Jiyan û fîlmên wî:
Derhêner Atom Egoyan bi eslê xwe ji Ermenîyên Misirê ye û bi xwişka xwe ya Eveyê ku pîyanîsteke navdar e, li bajarê Victoriayê mezin dibin. Egoyan bi lîstikvana navdar Arsine Khanjian re zewiciye û du zarokên wan hene.
Di salên dibistanê de dest bi nivîsandina senaryoyê dike û di bin bandora her du wêjekarên navdar ên Samuel Beckett’in û Harold Pinterî de dimîne. Li Trinity Collegeê ya Zanîngeha Torontoyê xwendiye û bi kurtefîlmên xwe yên “Lust of a Eunuch” (1977) û “Howard in Particular” (1979) ve dest bi kişandina fîlman dike. Di 1984ê de jî yekem metrajdirêj ê xwe yê “Next of Kin”ê dikişîne.
Derhêner, di sala 1994ê de bi fîlmê xwe yê bi navê “Exotica”yê li seranserî cîhanê tê naskirin û fîlmê wî ji Festîvalên Fîlman ên Cannes, Sundance, Toronto û Locarnoyê xelat digire. Piştî vî fîlmî xwe, bi gelek fîlmên biserketî ve derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Di sala 1997ê de fîlmê wî yê “The Sweet Hereafter”ê dikeve vîzyonê ku mijara fîlmî li ser çîroka jiyana ajokereke otobûsê ye. Fîlm, ji bo Xelatên Oscarê bûbû berendam û ji Festîvala Fîlman a Cannesê 3 xelat girtibû. Piştî du salan jî fîlmê wî yê “Felicia’s Journey” (1999) tê kişandin, mijara fîlmî li herêma çolter a Îrlandayê diqewime. Fîlm, behsa jiyana Felicayê dike ku ji bo evîna xwe diçe Îngilistanê. Felicia’s Journey, li Festîvalên Fîlman ên Cannes, Toronto, Rotterdam, New York, Selanîk, Valladolid û li Xelatên Genie û Bodilê derketiye li pêşberî sînemahezan û gelek xelat wergirtine.
Derhênerê navdar, di fîlmê xwe yê “Ararat”ê (2002) de qala mijarên dîrokî kiriye, lê di fîlmên xwe yên din de bi giştî ji mijarên dîrokî dûr ketiye. Fîlmê “Ararat” li seranserê cîhanê gelek deng vedaye ku qala komkujiya Ermenîyan dike. Di navbera dîroknas û rojnamegeran de li ser vî fîlmî nîqaşên dîrokî derketine. Fîlm, li çarçoveya bernameya gelek festîvalên fîlman ên cîhanê hatî nîşandan, ji Yekîtiya Derhênerên Kenedayê û ji Festîvalên Fîlman ên Êrîvan, Durban û Genieyê di gelek beşan de xelat girtine.
Di 2005ê de bi fîlmê “Where the Truth Lies” û piştî sê salan jî bi fîlmê xwe yê “Adoration” (2008) ve ji nû ve derdikeve li pêşberî temaşevanan. Di fîlmê Adorationê de dê û bavê Simonî ji ber qedaya trafîkê jiyanên xwe ji dest dane, rojek Simon li dibistanê gotereke dixwîne û piştî wê çîroka dê û bavê xwe hêdî hêdî kifş dike. Derhêner bi vî fîlmî re jî li cîhanê deng vedaye û ji Festîvalên Fîlman ên Cannes, Toronto, Sao Paulo, Londonê xelat girtine.
Egoyan di sala 2009ê de bi fîlmê xwe yê “Chloe”ê de têkiliya jin û mêrekî dide ber çavan û ev fîlm di heman demê de di destpêka Festîvala Fîlman a San Sebastianê de hatiye nîşandan.
Di fîlmê xwe yê bi navê “Remember”ê (2016) de li ser jiyana mirovekî kal ê Zev Guttmanî ku li xweytîxaneyeke bajarê New Yorkê dimîne, disekine. Guttman, ji komkujiya Cihûyan rizgar bûye û piştî gelek salan kujerê malbata xwe peyde dike. Fîlm, ji Xelatên Ekranê yên Kenedayê xelata Senaryoya Resen girtiye.
Agoyan, herî dawî di sala 2019ê de fîlmekî bi navê “Guest of Honour” kişand û fîlmê wî ji bo xelata Şêrê Zêrîn a Festîvala Fîlman a Venedîkê bûbû berdendam.
Derhêner Atom Egoyan di sala 2015ê de bi Nîşaneya Governor Generalê hatibû xelatkirin ku xelata herî biprestîj a Kenedayê ye. Nîşaneya Governor Generalê ji aliyê nûnerê/a Şahitîya Îngilistanê û Governor General (Parêzgarê/a Bilind) ve têne dayîn û li Kenedayê nîşaneya herî girîng a xebatên hunerê tê qebûlkirin.*
Fîlmên din ên Atom Egoyanî:
- Fîlmên Dirêj: Family Viewing (1987), Speaking Parts (1989), The Adjuster (1991), Calender (1993), Devil’s Knot (2013), “The Captive”
- Fîlmên Televîzyonê: In This Corner (1985), Gross Misconduct (1993), Sarabande (1997), Krapp’s Last Tape (2000).
- Kurtefîlm: After Grad with Dad (1980), Peep Show (1981), Open House (1982), Men: A Passion Playground (1985), Looking for Nothing (1988), Motreal Stories (1991), A Portrait of Arshile (1995), The Line (2000), Diaspora (2001), Close (Bi hunermend Julião Sarmento re, 2001) To Each His Cinema (2007), Festival du Nouveau Cinéma (2014).
- Belgefîlm: Citadel (2003), Venezia 70 Future Reload (2013).
- Vîdyo: Bluebeard’s Castle (2022)
Çavkanî:
- https://en.wikipedia.org/wiki/Atom_Egoyan
- https://www.agos.com.tr/tr/yazi/11804/egoyana-kanadadan-kraliyet-nisani
- https://www.imdb.com/name/nm0000382/
(26.05.2022)
Ev nivîs di hejmara 6emîn a kovara The Hall Kurdî de hate weşandin. (Tîrmeh)
Hiç yorum yok: