Nivîs: Rûmet Med
“Jiyan ji me hîn bêhtir xwedî hêza xeyalê ye..”
“Bi tenê, tiştê ku dizanim ew e ku her ku diçe dixwazim nêzîktirî fîlman bibim..” François Truffaut
Derhêner, lîstikvan, senarîst û çêkerê navdar ê hunera heftemîn, François Truffaut; wekî sînemagerên Jean-Luc Godard, Agnès Varda, Éric Rohmer, Claude Chabrol û Jacques Rivette yek ji nûnerên herî serketî yên Pêla Nû yê Fransayê (Nouvelle vague) ye.
Lîstikvanê navdar ê cîhanê Jean-Paul Belmondo ku çend roj berê jiyana xwe ji dest dabû û lîstikvanên wê demê yên wekî; Anna Karina, Jean-Pierre Léaud, Jeanne Moreau, Claude Jade, Jean Seberg û Bernadette Lafont jî di nav vê rêbazê da cih girtibûn. Teorîsyenê herî girîng ê rêbaza Nouvelle vagueyê André Bazin e.
François Truffaut di sala 1932yê da hatiye dinyayê, tê zanîn ku di salên zarokatî û ciwantiya xwe da jî sînemahez bû. Ew kengê fersend bibîne diçû sînemayê û fîlman temaşe dikir. Truffaut di sala 1951ê da yek ji kovarên baştirîn yên sînemayê, di “Cahiers du Cinéma” da dest bi kar kiriye û bûye rexnegirekî serketî yê sînemayê. Sînemager di 1956ê da alîkariya derhênerê navdar Roberto Rosselliniyî kiriye û piştî salekê şîrketa xwe ya fîlman ava kiriye.
François Truffaut derhênerekî “Auteur” e ku di fîlmên xwe da ji serpêhatî û tecrûbeyên jiyanê sûd wergirtiye û fîlmên wî hêmanên xwejînenîgariyî dihewîne. Di fîlmên Truffautî da herî zêde têkiliya takekesî û civakê xwe dide der.
Derhêner, di sala 1959ê da yekem fîlmê xwe yê metraj dirêj yê bi navê “Les Quatre Cents Coups/Les 400 Coups”ê kişandiye ku ev fîlm ji bîranînên wî yên zarokatiyê pêk tê û ji bo dîroka sînemayê mînakeke gelek girîng e. Derhêner, fîlmê “Les Quatre Cents Coups”ê di 27 saliya xwe da kişandibû ku li Festîvala Fîlman ya Cannesê Xelata ‘Fîlmê Baştirîn’ girtiye. Truffaut piştî vî fîlmê bi karakterê Antoine Doinel (Jean-Pierre Leaud) ra rêzeke xwejînenîgariyî ji çar fîlmên bêhempa yên bi navên wan; “Antoine et Colette” (1961), “Baisers volés” (1968), “Domicile conjugal” (1970), “L’amour en fuite” (1979) ve pêk were, afirandine.
Derhêner François Truffaut, di 1960î da fîlmê xwe yê duyem “Tirez sur le pianiste” dikişîne ku ev fîlm ji pirtûka “Down There” ya romannûs David Goodisî lê hatiye anîn. Piştî salekê jî fîlmê wî bi navê “Jules et Jim” tê kişandin û tê da li ser xweza û tevlîheviya evînê disekine. Piştî salên 1965an hêdî hêdî şêwaz û mijarên fîlmên wî diguhere û di sala 1966ê da romana pevxistina zanistî ya “Fahrenheit 451” ku ji aliyê wêjekarê navdar Ray Bradburyî ve hatibû nivîsîn, weke fîlmê sînemayê kişandiye. Piştî salekê jî di bin bandora derhênerên navdar yên wekî Hitchcock û Chabrolî da dimîne û fîlmê wî yê bi navê “La Mariée était en noir”ê derdikeve pêşberî temaşevanên sînemayê ku di herikîna fîlmê da jinek (Jeanne Moreau) ji bo tola xwe bistîne pênc mêran dikuje.
Di sala 1971ê da fîlmê wî yê bi navê “Les deux Anglaises et le continent”ê dikeve vîzyonê ku derhêner bi vî fîlmî ra şewazên nû û cuda afirandiye û ji nû ve vegeriyaye temaya evîna azwerî. Di fîlmê “L’histoire d’Adèle H.” (1975) da qala evîna jineke ciwan (İsabelle Adjani) dike. Piştî du salan fîlmê wî yê “L’homme qui aimait les femmes”ê tête kişandin û cureyê fîlmê komedî ye. Di 1978ê da bi fîlmekî felsefîk yê bi navê “La Chambre verte”yê derdikeve pêşberî temaşevanan û wekî ku gelek fîlmên xwe di nava vî fîlmê da jî dilîze.
Derhênerê hoste di sala 1973ê da fîlmekî bi navê “La naut”ê kişandibû û ev fîlm rêzgirtineke ji bo hunera sînemayê bû. Truffaut di fîlmê xwe yê “Le dernier Métro” (1980) da jî qala çîroka şanoyekê û behsa bûyerên ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyem da pêk hatine, kir. Fîlmên wî li BAFTA, Cesar, Cannes, Xelatên Akademiyê (Oscar), National Board of Review jî tê da ne, ji gelek festîval û yekîtiyên pîşe yên sînemayê hatin xelat kirin.
Yek ji sînemagerên herî serketî yên hunera sînemayê François Truffaut piştî fîlmê xwe yê dawî yê bi navê “Vivement dimanche!” (1983), di sala 1984ê da çû li ser dilovaniya xwe.
Fîlmên din ên derhêner: “La Peau douce” (1964), “La Sirène du Mississippi” (1969), “L’Enfant sauvage” (1969), “Une Belle fille comme moi” (1972), “La nuit Americaine” (1973), “L’Argent da poche” (1976), “L’Homme qui aimait les femmes” (1977), “La Femme d’a côté” (1981).
Çavkanî:
https://en.wikipedia.org/wiki/Fran%C3%A7ois_Truffaut
https://sinemayaserbixwe.com/derhenere-filmen-nujen-u-resentir-jean-luc-godard/
https://tr.wikipedia.org/wiki/Fran%C3%A7ois_Truffaut
“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (100 Derhênerên Sed Salan. Rûpel: 182, 183). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç. Weşanên Afa. (1999)
https://tirsik.net/film/index.php?derhener=Fran%C3%A7ois+Truffaut
“Sinema Tarihi” (Dîroka Sînemayê. Rûpel: 81). Nivîskar: Gerard Betton. Wergêr: Şirin Tekeli. Weşanên İletişim. (1990)
“Sinemanın Yüzyılı” (Sed Salên Sînemayê. Rûpel: 132). Nivîskar: Giorgio Vincenti. Werger: Engin Ayça. Weşanên Evrensel. (2008)
https://www.imdb.com/name/nm0000076/
https://www.imdb.com/name/nm0000076/#director
*Ev nivîs di hejmara pêncemîn ya kovara Temaşeyê de hate weşandin (Rêbendan)
Hiç yorum yok: