Nivîs: Rûmet Med
Ya ku di dawiya serdemekê da dimîne, huner e.. Jean-Luc Godard
Sînema, wekî okyanûseke bêserî û binî ye ku ji dilopên bêdawî û bêhempa pêk tê. Germaniyên wan dilopên bêdeng û rengîn qor bi qor li xwezaya jiyanê diherikin û dilê mirovan ronî dikin…
Hunera sînemayê li gorî hunerên din ên qedîm, ciwan e û nêzîkî ev 125 salan e li erdnîgariya cîhanê, ji gelek qonaxên ramanî, afirandî û teknîkî derbas bû û di roja îroyîn da jî pir bi pêş ve çû. Di vê pêvajoya serpêhatiya bandorker da fîlmên mezin, girîng û hînker ji aliyê bi hezaran derhêneran ve hatin kişandin/têne kişandin, fîlmên gelek ji wan sînemageran ji bo hunera heftemîn û sînemahezan bûn klasîk.
Derhêner û senarîstê navdar ê Polonyayê Andrzej Wajda jî yek ji van derhênerên mezin e ku berhemên wî di dîroka sînemayê da bûne stêrkên geş. Hem ji bo sînemaya Polonyayê hem jî ji bo parzemîna Ewropayê û hemû sînemaya cîhanê derhênerekî girîng û bandorker e.
Min nêzîkî deh sal berê hin fîlmên Andrzej Wajdayî temaşe kiribû û piştre jî hema hema hemû fîlmên wî temaşe kiribû. Derhêner Wajda di fîlmên xwe da atmosfereke wekî neynikeke spî a zelal diafirine, qala rastiya herîkina jiyanê dike û dengê xwe li dijî neheqiyê derdixe. Di fîlmên wî de; ronahiya hez û dostaniyê jî heye, rengê rizgarî û azadiyê jî heye.. û tê da dilê xwezayê jî xwe dida der…
Sînemagerê mezin Andrzej Wajda di 1926ê da li bakurê Polonyayê ji dayik bûye û li Akademiya Hunerên Bedew a Karakovê perwerdehiya wênê û paşê jî li Zaningeha Lodzê perwerdehiya derhêneriyê ya sînemayê dîtiye. Beşa Fîlman a Zanîngeha Lodzê yek ji dibistanên herî girîng ên sînemayê ye û derhênerê navdar ê Polonî Krzysztof Kieslowski jî di heman beşê da xwendiye.
Wajda, digel derhênerên navdar ên wekî Krzysztof Kieslowski, Edek Zebrowsk, Agnieszka Holland re tevgereke sînemayê ya bi navê “Sînemaya Şayîşên Rewiştî” (1) li dar xistin ku armanc û daxwaza wan jî kişandina fîlmên ku ji bo hêzdarkirina hiş û bîra civakî bû.
Yek ji derhênerên baştirîn yên rêbaza Polonyayê Andrzej Wajda, dema ku hêj xwendekar bû sê kurtefîlm kişandine. Wajda bi alîkariya derhêner Aleksander Fordî, di sala 1955ê da fîlmê xwe yê yekem yê dirêj “Pokolenie” kişandiye. Di heman demê de, berhemên yekem yên sînemager Andrzej Wajda, Andrzej Munk û Jerzy Kawalerowiczî bûne destpêka “Rêbaza Polonyayê”. Di van fîlman da çîrok û travmayên Şerê Duyem yê Cîhanê hatine kişandin. Derhênerê ciwan Wajda, di fîlmê xwe yê duyem “Kanal”ê (1957) da jî balê dikişîne ser jan û trajediyên şerî. Andrzej Wajda bi fîlmê xwe yê bi navê “Popiol i Diament” (1958) ku li ser mijarên rêçên şer û neçariya nifşekê disekine li seranserê cîhanê tê naskirin.
Sînemagerê navdar Wajda derhêneriya şanoyan jî kirine, piştî sala 1959ê li ser projeyên fîlmên dîrokî xebitiye. Di van fîlman da mijara girîngtir trajediya neteweyî ya Polonyayê ye. Sînemager di sala 1959ê da bi fîlmê “Lotna”yê li ser bêwatebûna şerî disekine. Di fîlmê “Popioly” (1965) da behsa lejyonerên Polonî yên di artêşa Napoleoni da dike.
Andrzej Wajda, di salên 1970an da di derbarê mijarên felsefî û heyînparêz da fîlm dikşîne. Di fîlmê xwe yê “Krajobraz po bitwie” (1970) da qala çîroka mirovên ku ji kampê rizgarbûyî, dike. Wajda di sala 1972yê da bû serokê Film Unit X’ê û Sendîkaya Sînemagerên Polonyayê lê di sala 1981ê da ji ber rewşa polîtîk ya Polonyayê dev ji herdu peywirên xwe berdide û li ser şanoyê dixebite.
Di fîlmê xwe yê “Brezina” (1970) da atmosfereke lîrîk afirandiye û qala hestên tenêtî, evîn û mirinê kiriye. Yek ji fîlmên vê demê “Dyrygen t” jî rewşa rewşenbîran nîşanî dide. Derhêner, di sala 1975an da bi fîlmê xwe yê “Ziemia obiecana” re jî li ser kapîtalizma pişesaziyî (endustriyî) û jiyana burjuvayî ya bajarê Londzê disekine.
Derhêner Wajda di fîlmê xwe yê “Czlowiek z marmuru” (1977) da qala çîrok û rêwîtiya xwendekara sînemayê ya bi navê Agnieszkayê dike. Agnieszka biryar dide fîlmekî li ser jiyana lehengê karkeran yê Birkutî bikişîne û ev fîlm li bernameya Festîvala Fîlman ya Navneteweyî ya Cannesê Xelata FIPRESCIyê wergirtiye û ji aliyê nima û metaforan fîlmekî balkêş e.
Di sala 1981ê da berdewama fîlmê bi navê “Czlowiek z zelaza”yê dikişîne. Mijara fîlm li ser karberdanên (grev) karkeran yên tersaneyê yên girêdayî sendîkaya Solidarnoscê ne. Ev fîlm jî li Festîvala Fîlman ya Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn (Xelata Mezin) girtiye.
Andrzej Wajda piştî destpêka salên 80yî ji ber sedemên polîtîk li Parîsa Fransayê bi cih dibe û li vir fîlmekî bi navê “Danton”ê (1983) dikişîne û tê da li ser çîrokeke dema Şoreşa Frensayê disekine. Derhênerê navdar 1986ê da vedigere Polonyayê û di sala 1988ê da ji romana wêjekarê mezin Dostoyevskyî, fîlmê xwe yê “Les Possedes”ê der dixe. Piştî salekê jî li Komara Gel ya Polonyayê weke senator tê hilbijartin. Derhêner di fîlmê xwe yê “Korczak”ê (1990) da qala jînenîgariya gerînendeyê Sêwîxaneya li getoyeke Cihûyan dike. Andrzej Wajda di sala 2000ê da li Xelatên Akademiyê (Oscar) Xelata Serketina di Hemû Jiyanê da wergirtibû. Derhênerê hoste, bi fîlmê xwe yê “Katyn” (2007) re li ser êşên Şerê Cîhanê yê Duyem disekine û fîlm ji bo xelata Oscarê bûbû berendam. Andrzej Wajda, di sala 2013ê da fîlmê xwe yê dawî “Walesa: Man of Hope” kişand ku mijara fîlmê li ser jiyana sendîkavanê tevgera karkeran yê Polonyayê Lech Walesayî ye û atmosfera wan salan nîşan dide.
Derhênerê mezin Wajda di jiyana xwe ya hunerê da ji zêdetirî 30 fîlm kişandin û di fîlmên xwe da bi nerîneke rastîbîna civakî qala mijarên dîrokî, veguherînên civakî û rewş û mercên civakê kirin. Yek ji derhênerên herî serketî yên dîroka sînemaya cîhanê Andrzej Wajda di sala 2016an da li bajarê Varşovayê çû ser dilovaniya xwe.
Hin fîlmên din ên ku ji aliyê Andrzej Wajdayî ve hatine kişandin;
Ziemia Obiecana (1975),
Schuld und Sühne (1992),
Nastasja (1994),
Wielki Tydzien (1995),
Panna Nikt (1996),
Pan Tadeusz (1999).
Çavkanî:
Rıza Oylum, Dünya Yönetmenlerinden Sinema Dersleri, rûpel: 33-36. Amadekar:. Başka Yerler Yayınları (2013)
https://www.imdb.com/name/nm0906667/ (Dema Dîtinê: 05.05.2021)
Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann, Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni. (Rûpel: 188-189), Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç, Weşanxane: Afa Yayınları. (1999)
https://en.wikipedia.org/wiki/Andrzej_Wajda (Dema Dîtinê: 05.05.2021)
*Ev nivîs di hejmara çarem a Kovara Temaşeyê de hate weşandin. (Îlon)
Hiç yorum yok: