29 Eylül 2018 Cumartesi

Hejmara 7an a Kovara “Psychology Kurdî” Derket!


Hejmara nû ya Kovara Derûnnasî û Tenduristî “Psychology Kurdî” derket û bi hejmara xwe ya 7an derket li pêşberî xwendevanên xwe.

"Psychology Kurdî", yekem kovara Derûnnasî ya Kurdî ye. Di nav rûpelên kovarê de; nûçe, gotar, hevpeyîvîn û nivîsên li ser Derûnnasî û Tenduristî cih digirin.

Her hejmarê ya Kovarê; ji mijar û pirsgirêkên têvel ve balê dikişîne û di derheqê wan de nivîs û gotaran tê nivîsandin û hevpeyîvînan tê çêkirin.

Vê hejmara nû ya "Kovara Psychology" dîsa têr û tijî û watedar e, mijarê vê hejmarê "Kesayetî" ye. Nivîs û Hevpeyîvînên li ser mijarê "Kesayetî" di hejmara 7an a kovarê de cih digirin.

Kovara “Psychology Kurdî”, weşanê xwe di sala 2016an de dest pê kiribû û wek ji çar mehan carekê derdikeve. / Rûmet Med


Ji Edîtor:

Psychology Kurdî bû 3 salî…

Yekem kovara derûnnasiyê ya bi kurdî bi hejmara xwe ya 7em derket pêşberî xwendevanên xwe û bi vê hejmarê sala xwe ya duyem qedand. Edîtoryaya kovarê di nivîsa edîtoryayê de wisa behsa hejmara xwe ya 7em kiriye:

Me bi vê hejmarê sala xwe ya duyem qedand. Ji destpêka vê xebatê heya niha gelek kesan bi xwendin û nirxandinanên xwe kirin ku em kêmasiyên xwe ferq bikin û kovara xwe dewlemendtir bikin. Em spasiya we dikin û dixwazin hûn nirxandinên xwe ji me kêm nekin da ku em baştir bibin. Wekî din em dixwazin dîsa bînin zimên ku tenê ne derûnnas kesên din jî dikarin bi nivîs an wergerên xwe yên bi derûnnasiyê têkilda beşdarî vê xebatê bibin.

Bi vê hejmarê me weke dosyeyê berê xwe da "kesayetî"yê, me xwest ku bi hevpeyvîneke têr û tijî û gotarên cihêreng vê mijarê zelaltir bikin.

Di vê hejmarê de;

Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi gotara xwe ya bi navê “Ziman, Raman, Derûnî û Civak”ê bo derûnî û civakê girîngiya zimanê zikmakî û rola wî ya bingehîn bi xwendevanan re parve dike.

Derûnbijîşk Dr. Erdoğan ÖZMEN bi “Qêrîn”ê dixwaze deng û hawara “êdin” bigihîne hemû mirovên xwedî wijdan.

Fırat SÖZERİ bi vê hejmarê bi wergereke ji rûsî alîkariya me dike ku di vê nivîsê de Romanovîç T. L rola jinan di pêşketina psîkanalîzê de rave dike.

Prof. Dr. Doğan ŞAHİN di warê kesayetî, bêpergaliyên kesayetiyê û dermankirina bêpergaliyên kesayetiyê de bi xebat û lêkolînên xwe tê nasîn û me pê re bi berfirehî di warê kesayetiyê de bo xwendevanên xwe hevpeyvîneke têr û tijî kir da ku jê sûd wergirin.

Derûnnas Siyabend ASLAN bi nivîsa xwe ya “Alfred Adler û Derûnnasiya Takekesî”yê behsa Adler dike û bîrdozî û têgehên ku bi kar anîne dide nasîn.

Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi gotara xwe ya bi navê “Sullivan û Bîrdoziya Wî”yê bi awayekî berfireh bîrdoziya wî ya kesayetiyê radixîne ber çavan.

Derûnnas Samed DOĞAN bi nivîsa xwe ya “Bêpergaliya Kesayetiyê ya Sewesî û Zorlêkirî” ji xwendevanan re taybetmendî, nîşane û dînamîkên vê bêpergaliyê vedibêje.

Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya bi navê “Dem Dema Narsîsîzmê ye” li ser kesayetiya narsîsîstîk hûr dibe û bi hûrguli vê mijarê dinirxîne.

Derûnnas Rewşen REMAKÎ bi gotara xwe ya bi navê “Frantz Omar Fanon û Kesayetiya Bindestan” derûniya mirovên bindest dinirxîne.

Derûnbijîşk û Psîkoterapîst Dr. Bernhard Mäulen karê xwe li Almanyayê didomîne û di beşa xwe de jî supervîzor e. Me bi Mäulen re derbarê sînorderbaskirinên zayendî di terapiyê de hevpeyvînek kir. Di vê mijarê de bo terapîst û nexweşan pirsgirêkên sereke û çareseriya wan bi hûrgulî hatiye ravekirin.

Mamoste Xelîl SEMED bi nivîseke li ser edebiyat û psîkanalîzê tevlî me dibe û bi nivîsa “Aloziya Odîpus di Çîroka Eyloyê Pîr de” çîroka Kamiran Alî Bedirxan Eyloyê Pîr li gorî aloziya Odîpus şîrove dike.

Sînemager Ferat KEVIR bi nivîseke li ser sînemayê rengekî nû dide me û ji fîlmê Yılmaz GÜNEY “Rê” karakterekî dinirxîne.
Herwiha Derûnnasê Klînîkî û Terapîstê Pirsgirêkên Zayendî Murat CAYMAZ bi “Çîrok Çi Dibêjin”, Derûnnas Esra YILMAZ bi “Derûnnasî”, Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab ŞEHÎN bi “Perwerdehiya Entegrasyonê” bi me re ne

û mêvanê me yê beşa “Pirs û Bersiv”ê Prof. Dr. Celîlê Celîl e.

Heta hejmareke din bimînin di nav xêr û xweşiyê de.

Hûn dikarin Kovara Psychology Kurdî ji ajans jjyê, ji pirtûkfiroşan û herweha li ser malpera pirtukakurdi.com peyda bikin.

Twitter: @psychologykurdi
Facebook: @psychologykurdi
Instagram: @psychologykurdi

Awazên Filmên Andreî Tarkovsky...


Di nava dîrokê de hin muzîkan henin ku mirov dibêje qey newayên wan li gorî hin filman hatine afirandin û dengên wan ruh û rengê xwezaya jiyanê ne..


Fîlmên derhênerê cîhanê Andreî Tarkovsky, di dîroka sînemayê gelek girîng û watedar in û ji nav wan kurahiyeke felsefik û jîndarî xwe dide der.



Filmên Anderî Tarkosvky îroyîn jî wateya xwe winda nekirî ne û hest û ramanên mijarên hêj jî rojane ne. Filmên Tarkovsky ji aliyên temaşevanên sînemayê ve gelek eleqeyan dibînin û di gelek Zanîngehan cîhanê de weke mijarê têne xwendin û tên temaşe kirin.




Sînema karê afirandina atmosferê ye û di sînemayê de gotineke gelek tê zanîn heye, dibêje ku "Kesê ku xewn nabîne nikare filman bikişîne. Bi rastî jî sînema karê xiyal, xewn û hêvîyan e, karê kesên ku derd û gotinên wan hene ne. 




Derhêner Andreî Tarkovky jî di jiyanê xwe ya hunerî de filmên mîna xewnê kişandin û di filmên xwe de; êş, şadî, bêrikirin û hêviyên mirovahî û xwezayê nîşan dida û hest û ramanên xwe yên qencayî û xweşikahiyê anîn zimên..




Qasî mijar, kurahî, tevgerên kamera û nerînên kişandin ên di fîlman de, muzîkan jî ji bo afirandina atmosferê pir girîng in û bi hev re wekî hestî û çermê ruh û can didin herîkina çîrokê.

                                        



Muzîk, dîmen û replîkan (diyalog, helbest, gotin û hwd.) ruh û canê filman in û ji bo filman deng, reng û hilman dibin.



Derhênerê cîhanê Andreî Tarkosvky di jiyanê xwe de bi dehan film û şanoyan bi rêvebirin, senaryoyan nivîsandin, bi hunera wêneyê têkildar bû, wênekêşekî baş bû.



Ez ji bo hunerhez û sînemahezan hin muzîkan ku di nav filmên wî de hatine bikaranîn, hilbijartim û amadekirim..


Nivîs: Rûmet Med

Ji bo agahiya filmografiyê Andreî Tarkovsky:
https://m.imdb.com/name/nm0001789/

28 Eylül 2018 Cuma

Bihara bêdawî roniya hêviyê ye...


Ewqas/wisa giran û sar e ku erdnîgariya jiyanê; Rengê rûyê hêviyê jî ku nebe, her tişt nîv û nefambar dimîne û bihara bêdawî roniya hêviyê ye...

Di nav dîrokê de hin muzîkan hene ku mirov dibêjî qey newayên wan li gorî hin filman hatine afirandin û dengên wan ruh û rengê xwezaya jiyanê ne..

 Rûmet Med

27 Eylül 2018 Perşembe

"Antolojiya Çîrokên Kurdî" derçû!


Xebata "Antolojiya Çîrokên Kurdî" ku ji aliyê wêjekar û nivîskarê navdarê Kurd Firat Cewerî ve hatiye amede kirin, derçû. Antoloji wek 3 cild, ji aliyê weşanên Avestayê ve hate weşandin û tê de 153 çîrokên ji aliyê 153 wêjekar û nivîskarên Kurd ve hatine nivîsandin, cî digirin.

"Antolojiya Çîrokên Kurdî"; bo xwendevan, lêkolîner û wêjehezan çavkanî û xebateke girîng û watedar e. / Rûmet Med

- Ev antolojiya çîrokên hemû perçeyên welêt û hemû zaravayên zarê Kurdî ye. Di vê antolojiyê de, sînorên di navbera Kurdan de hatine rakirin, çîroknivîsên herçar perçeyên welêt, ên Sovyeta berê û Ewropayê bûne yek û bi hev re wêneyekî çîroka Kurdî yê giştî radixin ber çavan. (Çavkanî: Weşanên Avesta)

25 Eylül 2018 Salı

Ziman û ruhên hin peyv, newa û wêneyan hene...


Xwezaya jiyanê bixwe, ji hest û ramanan ve pêk tê û bi peyv, dîmen (wêne) û newayên zimanê ve watedar û xuya dibe.. Derbirinên wan ziman ruh û dilê jiyanê tînin zimanê û dengên wan çavkanî û sîtav e...



Şînbûna biharê xiyal û hêviyan bi dilên jidil û zelal ve qor bi qor mezin û xuya dibin, rengê rûyê wan cejn û bihuşt e...


Ba qulipî hîv tê werbû
havîn hişk bû stran kerr bû
madê payîzê re zer bû
şeqitî dem li dor û darê

hinar sor in bîhok zer e
li dû quling qaz koçber e
bi gûzê re j'gûn diwere
gewez bûn pel li çinarê


temaşê de lê guhdar im
nala xuşînê ez xwarim
dibêje hejke xembar im
dem payîz e'l sipîndarê

dem payîz e xem payîz e
dilînek bi dil dilîze
nola hemû daran zîz e
hinar û danê êvarê

temen li dû, payîzek tê
buhar biçê havînek tê
ha vê wextê ha vê wextê
kîşwer şaş bûn li min û yarê... 



Helbest: Arjen Arî - Helbesta "Dem Payîz e" 
Wêneyan: Leonid Afremov

18 Eylül 2018 Salı

"Pirtûkan Dil û Rihê Xwezaya Jiyanê ne" / Vê Hefteyê Çend Pirtûkan


Pirtûka "Memozîna Xanî" li ser nivîskarê navdarê Kurd Ehmedê Xanî ye û qala çîroka Mem û Zîn'ê dike.. Ev xebata girîng û watedar a rewşenbîrê Kurd Celadet Alî Bedirxan helbest û nivîsên din ên derbarê Ehmedê Xanî anîne ba hev...

Nivîskar: Celadet Alî Bedirxan
Weşanxane: Weşanên Avesta


Pirtûka "Zayend, Nîjad, Çîn", Ji Nivîsên rewşenbîr û aktîvîstê navdar Selma James'ê ku di navbera salên 1953-2005an de hatine nivîsandin ve pêk tê.. Lêkolîneke li ser jiyan û mafên jinan e û berhevokên nivîsên Nivîskarê îroyîn jî rojane û asoyan vedike...


"Hinkerê Zimanê Kurdî" yekem pirtûka hinbûna Kurdî ye û ji aliyê "Kürt Talebe - Hêvî Cemiyeti" ve di sala 1921'ê de li Stenbolê wek du zaravayên Kurdî, Kurmancî û Soranî hatiye weşandin. Xebata rêziman û hînbûnê ji aliyê weşanên bgst ve di sala 2008'ê de ji nû ve hatiye çap kirin.


Xebata "Bi Hemû Filmên Xwe Yilmaz Guney" hemû mijar û kurteyên çîrokên filmên Derhêner û sînemavanê navdarê  cîhanê Yilmaz Guney'ê berhev kiriye û bi wêneyên filmên yên derhênerê ve hatiye weşandin. Nivîskar / Amadekar: Agah Özgüç - Weşanxane: Agora


"Yeşim Ustaoğlu: Av, Mirin û Rêwîtî" xebateke li ser sînemayê "auteur" a derhênerê navdarê jin Yeşim Ustaoglu'yê ye û tê de lêkolîn û hevpeyîvîn ên ku der barê filmên derhêner Ustaogluyê hatine kirin cih digirin. Amadekarê pirtûkê Mizgîn Mujde Arslan jî derhêner û sînemavan e, gelek belgefîlm, kurtefilm û lêkolînên wê yên li ser sînemayê hene. Pirtûk ji aliyê Weşanên Agora'yê hate weşandin.


Pirtûka helbestê "Qeydan Kevn Kir Min Ji Hasreta Te" yê Helbestvan û Rewşenbîrê Navdar Ahmed Arîfê, di sala 1992'ê de ji aliyê Werger Felat Dilgeş re, bo Kurdî hate wergerandin û ev pirtûka mezin û girîng di warên wêje, huner û jiyanê de bandoreke mezin lê kir. Pirtûkê Helbestvanê Nemir Ahmed Arîf'ê, ji aliyê Weşanên Koralê hatibû weşandin.


"Heftê û Du Nefî" pirtûka helbestê yê Helbestvan û Rewşenbîrê Kurd Arjen Arî ye. Di nav pirtûkê de 57 helbest heye û helbestvanê nemir hest û ramanên xwe anîye ziman û wekî pirtûk û helbestên din  hêviya jiyanê mezin û şîn kiriye. /
Nivîskar: Arjen Arî
Weşanên Evrensel


Pirtûka "Kusî Jî Dikarin Bifirin" Senaryoya filmê derhênerê navdarê Kurd Behmen Qubadî ye û di heman demê de tê de nivîs û hevpeyîvînên li ser filmê cih digirin. Li ser Sînemayê Behmen Qubadî çavkaniyeke girîng e. Pirtûk ji aliyê Weşanên Avesta re hate weşandin.


Dilê hez û evînê û daxwaza dengê hêvî û rizgariyê...
"Spêleyek li Ewropayê digere - Spêleya Komunîzmê" bi vê hevokê ve dest pê dike pirtûka "Manîfestoya Komunîst" û tê de wiha nivîsibûn ramangêr û rewşenbîrên mezin Karl Marx û Friedrich Engels; "Hemû Karkerên Cîhanê û Gelên Bindest Bibin Yek", ev hevok banga dil û hêviya hemû mirovahiyê ye û xwezaya jiyanê ronî û germ dike... Pirtûk li ser têkoşîna çîna karker û kedkaran e û qala daxwaza jiyaneke nû û xweşê dike.. Behsa merc û şertên ji sedsala 19'emîn ve dike û pirtûkeke dîrokî, rojane ye û peyvên hevokên vê asoyan nû vedike û dibe şînbûna hêviya biharê...

Nivîskar: Karl Marx û Friedrich Engels
Werger: Samî Tan
Weşanxane: Yordam Kitap


Pirtûka "Ferhenga Somerî-Kurdî û Kurdî-Somerî" wek duzimanê hatiye amadekirin û bi qasî 1500 peyvên Somerî hene, wateya wan a bi Kurdî hatiye danîn. Ev xebat ji bo zimanzan, dîroknas û lêkolîneran çavkaniyeke girîng û watedar e.

Amadekarên Ferhengê: Suleyman Yıldırım, Mamê Elî / Weşanxane: Ajans J&J



Pirtûka "Di Sînemayê de Xewn" li ser têkilîya ên Sînema û Derûnnasî'yê ye û bi hin mînakên filman ve qala kirûya xewnê û bîr û binbîrê re dike...

"Xewnan xwediyê wateyekê ne. Ji ramanên wan ên xeyalê hene û ev ramanan di bingehê ku jiyanên me yên hişyarî de cuda nînin..." Şîroveya Xewnan / Sigmund Freud. "Di Sînemayê de Xewn / Sinema'da Rüya" - Nivîskar û Amadekar: Fîdan Ahmet. Weşanxane: Marjinal Kitap

*Xewnan Sîtava Rastîna Jiyanê ne.


"Nivîskaran, endezyarên ên ruhên mirovan in..."
Dibêje Stalîn.

Wêje, huner û felsefe; neynik û sîtavên çand û jiyanê mirovahî û xwezayê ne. Wêje, qala hest û ramanên civakan dike û şert û mercên jiyanê nîşan dide.. Wêje û hunerên ku hest û ramanên van ji aliyê ên gelên bindest û rêncberan de ne, ev ronahiya hêviya rizgariyê ne û hertim dê mayînde bimînin... Nivîskar û wêjenas Terry Eagleton, di Pirtûka lêkolîna xwe ya 'Marksîzm û Rexneya Wêje" ê de, bi pêwendiyeke diyalektik ve, qala wêje û hunerê dike û ji hest û ramanên xwe yên ku di warê wêje û hunerê de tîne zimanê.. Pirtûkek girîng û watedar e... Nivîskar: Terry Eagleton / Weşanên İletişim

17 Eylül 2018 Pazartesi

"Nizanim çi hebû di porên te de...*"


Helbestvanekî di bendê şiîrê xwe de wiha gotibû..
"Nizanim çi hebû di porên te de...*"

--- Bihuşt hebû, cejn hebû û bihareke mezin û bêdawî hebû.. Di wezîna bayê de, biskeke pirçên (por) te ku ji çît an jî benporkê xuya dibe, çavkanî û jiyan bû (e)... (*Ozdemîr Asaf)

Rûmet Med

--------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Xwezaya jiyanê bixwe, ji hest û ramanan ve pêk tê û bi peyv, dîmen (wêne) û newayên zimanê ve watedar û xuya dibe.. Derbirinên wan, ruh û dilê jiyanê tînin zimanê û dengên wan çavkanî û sîtav e...

Şînbûna biharê xiyal û hêviyan bi dilên jidil û zelal ve qor bi qor mezin û xuya dibin, rengê rûyê wan cejn û bihuşt e...

Rûmet Med

8 Eylül 2018 Cumartesi

Pirtûka "Kurdên Yarsan (Dîrok û Mîtolojî)" Derket!


Lêkolîneke li ser çand, huner û jiyîn ên Yarsanan (Xorasan), pirtûka "Kurdên Yarsan (Dîrok û Mîtolojî) yê akademisyen û lêkolîner Shahab Valî, bi wergerandina Sevda Orak Reşitoglu ji aliyê Weşanên Avestayê ve hate weşandin û derket.

Xebata lêkolîna akademîk ya lêkolîner Shahab Valî, "Kurdên Yarsan (Dîrok û Mitolojî)", li ser çand, dîrokî, bawerî, mîtolojî û jiyînê Yarsanan e û lêkolîneke girîng û watedar e. Kurdên Yarsanê (Xorasan, Yaresan) wek bawerî "Ehlî Heq" (Kakeyî, Elewî, Şiî) in û çand û jiyîn ên wan resen û felsefî ye û newayên muzîk û wêjeyên wan dewlemend in.

Pirtûk, di sala 2011an de bi Fransî hatibû çapkirin, ji aliyê Akademisyen û Wergêr Sevda Orak Reşitoglu ve ji Fransî bo Kurdî hate wergerandin û xebat bi Weşanên Avesta re derket.
 
"Kurdên Yarsan: Dîrok û Mîtolojî"
Nivîskar: Shahab Vali
Wergera ji fransî: Sevda Orak Reşitoğlu
Weşanxane: Weşanên Avesta
464 rûpel

Çavkanî: https://www.instagram.com/p/Bnaj__PBXV1/?utm_source=ig_share_sheet&igshid=1rfhtuz1pwyj8

5 Eylül 2018 Çarşamba

Hozan û Dengbêjê Cîhanê: "William Shakespeare"


Helbestvan, şanoger, nivîskar û lîstikvanê navdar ê ingilîz William Shakespeare, di navbera sedsalên 16 û 17'emîn de li Îngîlistanê dijiyaye.

Wêjekar û helbestvanê cîhanê William Shakespeare, li gor hin çavkanî tê zanîn ku merivekî xwendewar nebû, bi salan ve li şanoyeke ji girêdayî bajarê Londonê xizmetkariyê kiriye û vê yekê di heman demê de, ji bo helbestvanê rêya dibûna ya nivîskar û helbestvanê baştirîn ê cîhanê vekirî ye û peyvên hevokên William Shakespeare bûne nemir.


Helbest û lîstikên ku ji aliyê William Shakespeare ve hatine nivîsandin bi sedan zimanan ve hatine wergerandin û berhemên wî di şanoyên hemû herêmên cîhanê de hatine temaşe kirin, peyvên wî bûne stran û kilam û lawje, û lîstikên nivîskarê navdar ji bo gelek filman bûne mijar û di jiyana çand, wêjê û hunerê de "asoyên nû" kûr kirine.


Soneyên helbestvan û nivîskarê navdar ê cîhanê William Shakespeare, di 2010'ê sala de, ji aliyê nivîskar, wergêr û helbestvanê navdarê Kurd Kawa Nemir ve, bi navê "Hemû Soneyên William Shakespeare" ji bo Kurdî hatibû wergerandin. Di nava Pirtûkê de, 154 Soneyên Shakespeare ê cih digirin û ji aliyê Weşanên Lîs'ê ve hate weşandin. Wergera soneyan di demeke kurt de ji aliyên xwendavanên wêjeyê ve gelek eleqeyan dîtin. Helbestvan, nivîskar, û wergêrê kurd Kawa Nemir heta niha ji 7000'ê zêdetirî berhemên ên wêjeyên ingilîz, emerîkî, îrlandî û tirkî wergerandine ji bo kurdî

Hin Soneyên William Shakespeare:

Sone 18

Çi bikim, çi? Te bidim ber rojeke havînê?
Delaltir î ji wê, xulqê te jê firehtire hîn.
Bayên kur dikujin delalbişkojên Gulanê,
Qewlê havînê zêde zû tê, dewrana wê nîn.
Car heye pirr germ diçirûse çavê esmanan,
Zor caran zêrînbegzê wî bi şewq û şemal e,
Her kej ji dadê dadikeve ji text carinan,
ji bext, an jî ji çerxa siruştê ya kumral e;
Lê havîna te ya nemir dê çu neçilmise,
Dê ne ew milkê bedewiya te winda bibe,
Ne Mirin qure be siya wê li ser te lîs e,
Her li van risteyan bî, dê mezinî para te be.
      Ta ku ruh li ber mirov be, an jî çav bibînin,
      Wê ev çend bijîn, ev ê tim jînê bo te bînin
Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir
rûpel:89 weşanên LÎS

Sone 25

Bila yên ku sahibrewac in, bi xeml û xêzan,
Bi text û tacan, nîşanên fêzan fortan bikin,
Bext textekî wiha nedabe jî minê xizan,
Şad im bi şanên pê re min şadê şadan dikin,
Perîmîr vedidin perên pelên xwe yên bedew,
Lê wax gidî, wekî mexmorkan in li ber tavê,
Di wan de wer xef dimîne kawiya wan û hew,
Te dî rû tirş kirin, mirêsa wan çû ji navê.
Şervanê zor î navdar î di şêr de pêşîkêş,
Ku piştî hezar serkeftinan te dî bû şemo,
Navê wî'j sînemdeftera rûmetê dikin rêş,
Ji keda wî çi mabe, tê jibîrkirin hemû.
Nexwe şad im minê ku evand, hatim evandin,
Bi war, bê war, ne diqedim, ne jî têm qedandin.

Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir
rûpel:103 weşanên LÎS

Sone 66

Bê zar im ji dinyaligê, dilzar, bimirama, -
Dibînim, merd kirin parsek li Kuçe-Kolanan,
Rûtik û Behle bi xeml û xêz, nabêjî çima?
Baweriya pak kuştiye şerê xwarzê-zalan,
Şerm çûye, şoreta bi xeml û xêz hatiyê cî,
Xamatiya dilpakî bi zorê danê amê,
Serpakî peymala kir qanûna axa hecî,
Hêz bû Kurdcehş, bi biratî derket ji Tehmê,
Zordest zimanê Hunerê best bi heft werîsan,
Hişsivik hefsar kir Şarezatî bin nezanî,
Te got, Rastiya saf, gotine te, Dilsaf, dîsan,
Pakî dîlê nepakiyê, Binzîn bû’b hêsanî:
      Bê zar im ji dinyayê, lê xim herim mirinê,
      Lê ez ê dildarê xwe çawa bihêlim tenê.

Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir
rûpel:185 weşanên LÎS

William Shakespeare, di nava helbest, sone û lîstikên şanoyên xwe de; qala hez, êş, hesret, êş, hêvî, jan, derd û xemên ên civaka xwe û hemû mirovahiyê û xwezayê kiriye, bû dengê qîrîna serdema xwe û dengê wî dê hertim rojane bimînin. Ew hozanekî gerdûnê ye, Helbestvan Shakespeare wekî dengbêjên mezin û nemir ên kurd Evdalê Zeynikê, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Yaşar Kemal,  wekî dengbêj Homerosê û gelek hozan, helbetvan, feylesof û ramangerên ên din , hozaneke mezin e û dengbêjê cîhanê ye.