25 Şubat 2019 Pazartesi

Pirtûka "Rêbera Rastnivîsînê" hate weşandin!


Komxebata "Rêbera Rastnivîsînê" ku ji aliyê 18 Zimanzanên Kurd ve hatibû amadekirin, weke pirtûk ji Weşanên Weqfa Mezopotamyayê hate weşandin.


Zimanzanên Kurd ên li çar parçeyan û li gelek welatan dijîn li ser pirtûka "Rêbera Rastnivîsînê" 2 salan xebitîn û komxebata girîng, ji bo yekîtiya zimên û standartkirina zaravayê Kurmancî hate amadekirin. Komxebat di destpêka meha Reşemî de ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê hate çap kirin.


Amadekarên pirtûka "Rêbera Rastnivîsînê":

Samî Tan, Zana Farqînî, Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şûcaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Malmisanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mikaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Şoreşvan Adil û Zulkuf Ergun.

Nûçe: Rûmet Med

22 Şubat 2019 Cuma

Hejmara 4emîn a "Kovara Kund" derket!


Hejmara 4emîn a Kovara Kitêb, Huner û Çandê "Kund" bi mijara dosyeya Rewşenbîr û Nivîskarê Kurd Celadet Alî Bedirxan re, di Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de derket.

Kovara Kund, bi hejmara xwe ya nû, di 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de, pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovar; nivîs, hevpeyivîn û gotarên ku li ser Kitêb, Huner û Çandê, bi Kurdî diweşîne.


Hejmarên din ên Kovara Kund'ê bi dosyeyên; "Baxtiyar Elî", "Berken Bereh" û "Ferhat Pîrbal", derketin.

Nûçe: Rûmet Med

16 Şubat 2019 Cumartesi

"Filmmor" Mîhrîcana Fîlmên Jinan, Adarê dest pê dike!


"Filmmor" 17emîn Mîhrîcana Navnetewiya Fîlmên Jinan, di dîroka 7'ê meha Adarê de li Stenbolê dest pê dike û bernameya festîvalê, heta dîroka 7'ê meha Gulanê, dê di bajarên Îzmîr, Amed, Antalya, Mersîn, Giresûn û Edeneyê de berdewam bike.

"Filmmor" Mîhrîcana Navnetewiya Fîlmên Jinan, ji aliyê 'Kooperatîfa Jinan a Filmmor'ê tê li darxistin û tê de nîşandayînên filmên derhênerên jinan û xebatên din ên li ser sînemayê cih digrin.


 Her salî, filmên û jinên ên 7 parzemînên cîhanê beşdarî festîvalê dibin û di çarçoveya bernameya festîvala guhêzbarê de, di gelek bajaran de; nîşandayînên fîlman, forûm, xebatên atolye, panêl û hevpeyvinînên li ser sînemayê tê kirin. Îsal di festîvalê de, 33 fîlmên Derhênera Femînîst Agnés Varda'yê jî bên nîşandayîn.


Temaşevanên sînemayê dikarin hemû nîşandayînên fîlman û çalakiyên din bêmişe temaşe bikin û beşdarî dibin. Bernameya Mîhrîcanê weke bikitekit li ser malper û medyaya civakî ya Filmmor"ê dê dîroka 27'ê meha Reşemî (Sibat) de bê eşkere kirin.

Ji bo Têkîlî û Agahî: http://filmmor.org
Twitter: Filmmor_
İnstagram: Filmmor
Facebook: Filmmor

Nûçe: Rûmet Med

8 Şubat 2019 Cuma

Hejmara 4emîn a Kovara "POPKURD" derket!


Hejmara nû ya e-Kovara Çand û Hunera Kurdî "POPKURD" bi dirûşmeyê 'Va ye kulîlka ewil a biharê hat' re derçû!

Di rûpelên hejmara çaremîn a kovarê de; hevpeyivîn, nivîs û nûçeyên li ser mijarên ên muzîk, rêwîtî, şano, sînema, wêje, dîlan (reqis), weşangerî û mîzahê cih digrin.


E-Kovara Populer Kulturê "POPKURD" weşana xwe di meha Gulana 2018ê de dest pê kir û weke dijîtal derdikeve.

Ji bo hejmara nû bitikînin:
https://popkurd.wordpress.com/2019/02/08/popkurd-4/

Nûçe: Rûmet Med

7 Şubat 2019 Perşembe

Yekem Derhênera Jin: Alice Guy-Blaché


Di dîroka mirovahiyê de Keç û Jinan, bi piranî di siya Baviksalarî de mayîne, ked û xebatên jiyanên wan nehatine dîtin an jî bi temamî hatine veşartin û zext û tundên giran dîtine.

Di hemû warên jiyanê de; ramangêr, wêjekar, hunermend, zanyar, fîlozof û sînemavanên Jin ên mezin derketine, xebat û kedên Jinan ji bo jiyanê bûne jêderk û jiyan. Yek ji wan Jinan jî yekem derhênera Jin Alice Guy-Blaché ye û heta niha tê zanîn ku wê bi sedan fîlm (Kurtefîlman/Fîlmên dirêj) kişandine.

Sînemavan, di heman demê de di dîroka sînemayê de, yekem fîlmê çêkirî-biçîrokî (sêwirî) jî kişand û Stûdyoyên filman vekir. Derhêner Alice Guy-Blaché Blaché, di 1’ê meha Tîrmehê sala 1873’ê de li Parîsê ji dayîk bûye, Dayîka wê di saziyekê alîkarî de xebitî, bavê wê jî pirtûkfiroş bû, çar zarokên wan hebûn.

Alice Guy-Blachê, di sala 1897’ê de di pargîdaniyeke (şîrket) ku kamêra û ekîpmanên fîlman çêdike û difiroşe de weke daktîlograf û sekretêr xebitî û pişt re heman pargîdanî dest bi karên fîlm kişandinê kirin û vê derê ji bo Alice derfetên mezin anî. Alice Guy Blaché, di dîrokên 1897 û 1906’ê de produktorî kir û bi tenê di navbera van salan de (navên hin filman wiha ne; “La Fée aux Choux (1900)”, “Lumière’in Arroseur Arrosé filmi (1897)”, “La Vie du Christ’in (1898-99)” ) nêzî sed fílman kişandine.

Yekem Derhênera Jin Alice Guy Blaché, di sala 1906’ê de kameravanekî bi navê Herbert Blaché re zewicî û bi hev re çûn New York’ê. Piştî dayîkbûna keça xwe, Alice di sala 1910’ê de li DYAyê pargîdaniya xwe ya produksiyonê ava kir û filmê wê yê bi navê “Solax” ji aliyê temaşevanên sînemayê ve gelek eleqe dît.

Derhêner Alice di van salan de “Guy Blancé da A Child’s Sacrifice (1910)” û “Dick Whittington and his Cat (1913)” jî tê de gelek fîlm kişandin û ji ber qeyrana aboriyê şîrketa xwe girt, di sala 1913’ê de pargîdanîyeke nû ya bi navê “Blaché Features” ava kir û filmên nû bi rêvebirin. Alice, di sala 1922’ê ji hevsera xwe veqetî û digel keça xwe çûn Fransayê û li vê derê endustriya filman wê qebûl nekirin û ji ber van sedeman nikarîbû karê xwe yên sînemayê berdewam bike.

Derhêner piştî demekê dest bi nivîsandina pirtûkên zarokan dikir. Di sala 1953’ê ji Hikûmeta Fransayê, “Legion d’Honneur” (Nîşenaya Rûmetê), dan wê. Di dîroka 1964’ê dîsan vegerî DYA’yê, li cem keçeke xwe de jiyana xwe berdewam kiriye û piştî wê demê jî li New Jerseyê di Aramxaneyekî de ma û di 95 salî xwe de jiyana xwe dest da.

Filmê bi navê “La Fêe Aux” yê derhênera Jin Alice Guy Blaché’yê yekem fîlmê çêkirî ye. Li gorî hin çavkanî, di 1906’ê de “La Fée Printemps” ku yek ji fîlmên bireng ên dîroka sînemayê kişandiye.

Mirina derhênera Jin Alice bêdeng bûye û filmên wê di cîhana baviksalarî de nehatine dîtin. Sînemavan Alice, di jiyana xwe ya huner û sînemayê de, li gorî agahiyên fermî nêzî 350 filman kişandiye (li gorî hin jêderkan ev hejmar zêdetirî 1000 in).

https://www.youtube.com/watch?v=dQ-oB6HHttU

Derhêner Alice wek fikr û ramanê nêzî nêrînên femînîzmê bû, bi fîlmên xwe ve bû dengê qîrîn û têkoşîna mafên Jinan, xebat û kedên ên jiyanên jinan di perdeya spî de nîşan dida.

“Bi hêviya şînbûna jiyaneke û dahatuyeke xweştir û qenc, “8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê Pîroz Be!”

Hin filmên Yekem Derhênera Jin Alice Guy-Blaché:

La Fée Aux Choux (The Cabbage Fairy) – (1896)

Chirurgie Fin De Siècle – (1900)

The Consequences of Feminism (In the Year 2000) – (1906)

Tarnished Reputations – (1920)

Fîlmên din ên Derhener Alice: Google.com/Alice Guy-Blachè Films

Jêderkan: “Sinema Tarihinin Ilk Kadını: Alice Guy-Blache” / Ceyda Canbey

“Derhênerên Sînemayê Jin ên Cîhanê” (Dünya Kadın Sinema Yönetmenleri)

Nivîskar/Amadekar: Gabrielle Kelly û Cheryl Robson / Wergêr: Nazli Pakkan - Weşanxane: Agora Kitaplığı (400 Rûpel)

http://m.bianet.org/biamag/toplumsal-cinsiyet/184363-kurmaca-film-ceken-ilk-yonetmen-bir-kadindi-alice-guy-blache

Dîrok: 7’ê Reşemiya 2019

Nivîs: Rûmer Med (Rûmet Onur Kaya

6 Şubat 2019 Çarşamba

Fîlmê "At Eternetiy's Gate" dê bikeve vîzyonê


Fîlmê "At Eternetiy's Gate" (Di Deriyê Bêdawîtiyê de) ku qala rojên dawî yên jiyana Wênesazê mezin Vincent Van Gogh'ê re dike, dê di dîroka 15'ê meha Reşemî (Sibat) de bikeve vîzyonê.


Derhênerê fîlmê "At Eternetiy's Gate"yê Julian Schnabel e û Senaryoya vê ji aliyê Julian Schnabel, Jean-Claude Carrière û Louise Kugelberg ve hatiye nivîsandin.


"At Eternetiy's Gate" promiyera xwe ya cîhanê di 75'emîn Mîhrîcana Filman a Venedîkê de kir. Fîlm, di xelatên Oscarê de, di beşa lîstikvanê mêr ê herî serketî de wek berendam hate nîşan dan.

Nûçe: Rûmet Med

Qîrîna Bêdengiyê û Hêviyê: “Gavê Leglegê Ku Biderengî”


Çîrokbêjekî nûjen e Derhênerê navdarê Yewnanîstanê Theodoros Angelopoulos, qala çîrokên û stranên qedîmê ve dike û bi kamera xwe re, me di sînor û asoyên cîhanê de digerine.

Wekî filmên; “Nerîna Ulîsê” (1995), “Bêdawî û Rojekî” (1998), “Mêrga Digirî” (2004), û “Xubara Demê” (2008), filmên yên Theodoros Angelopulos, “Gavê Leglegê Ku Biderengî” (1991) jî gelek bandoran bi min kirin.

Derhênerê navdar, di dilê jiyanê û xwezayê de qala çîrokên qedîm û rojaneyê ve dike û rewş û sîtavên ên Rojhilatanavîn, Herêma Balkanan, Egeyê û hemû erdnîgariya cîhanê nîşan dide.

Çîroka filmê “Gavê Leglegê Ku Biderengî”, di nav sînorekê de dest pê dike û qala jiyanên Penaberan, Rojnamevanekî û Siyasetmedarekî ve dike.. Di rêwîtiyê de, bi nêrîna Rojnamevanekî ciwan re; ji aliyekî rûyê hêviyê û windakirinê û ji aliyekî jî dilê êşan û hezê xuya dibin..

Dengên atmosfera newayan, xwezaya jiyanê û rengê qîrîn û hêviya hemû mirovahiyê mezin dibin...

Di stasyoneke Trênê de, zêmar û girînên Dayîkên Kurdan tên bihîstin û li dû dengekî nêzîk dibêje “Em ê Bi Serkevin”, ev qîrîna ku têne bihîstin dengê hemû Mirovahiyê ye... Jiyanên Penaberî, rengê sînorê, windakirin û lêgeran, newayên stran û kilaman, dengê bêdengiyê, robarê û kolanan bi hev re diçe...

Sehneya veqetaneke jandar û derketina dîrekên elektrîk qor bi qor xuya dibin...

Di herikîna ruhê demê de, li dû dawiya çîrokan; rêwîtî û dest pê kirinên nû hene.. Jiyan bixwe rêwîtiyeke dirêj û westiyayî ye, di dawiyê de rojek rengê şînbûna biharê vedibe..

Di nav filmên Theodoros Angelopulosê de; kirûya sînor, penaberî, azadî, bêdengî û evîn ciyekî gelek girîng digirin. Ji ber ku sînor; êş e, hesret e û birîn e, di avên behrekê de mirovên tenê mayînê ne û rûyê penaberiyê ye... Hez; hestekî çavkanî û jiyan e, a ku dilê mirovan mezin dike hez e û evîn e, ramanên rastîn û nemir bi hezê re şînbûna biharê xwe tînin... Bêdengî qala gelek tiştan ve dike, di navbera ruhê jiyanê de bêdengî bi xwe deng û rengên ên nû berhev dike, mirov di bêdengiyê de dikare dengên jiyanê û xwezayê bibihîse, ango bêdengî hilmên dengan xuya dike û dilê hêviyê ye...

Filmên Theodoros Angelopulosê di hemû cîhanê de dengvedan û bûn klasîk. Derhênerê mezin di nav sînemayê de zimanekî helbestkî û taybetmend afirand û bi peyv, dîmen û newayên xwe bû nemir. Ev filmên bîrawer, bûn germa hêviya hemû Bindest û Rencberên Mirovahiyê û Xwezayê, di rê de hertim dê roniyeke bêdawî bibin...


“To Meteoro Vima Tou Pelargou” (Gavê Leglegê Ku Bi Derengî / Leyleğin Geciken Adımı / The Suspended Step of the Stork) - 1991 - Derhêner: Theodoros Angelop-
ulos û Senaryo: Theodoros Angelopulos, Tonino Guerra, Petros Markaris

Nivîs: Rûmet Med

Ev Nivîs, di hejmara yekemîn a E-Fanzîna "Sînemaya Serbixwe" de hate weşandin / Hejmar 1 - Berfanbar - 2018

Rêç û êşên jiyanê: “Demsala Kergeden”

Behmen Qubadî yek ji derhênerên herî serketî yên Sînemaya Kurdî ye û di sala 1969’ê de li Banê, bajarekî girêdayî Rojhilatê hate dinê. Di salên xwendina xwe de di radyoyeke de xebitî û li dû bi komeke sinemayê ve kurtefîlman kişandin. Perwerdehiya xwe ya Zanîngehê nîv hêla.

Behmen Qubadî wekî Cafer Panahî û gelek derhêner û hunermendan ji ber hin sedeman Îranê terk kir. Di nav filmên Behmen Qubadî de, axaftinan (diyalog) kêm in, zimanê dîmenê xurte û alegoriyan gelek in û derhêner, di sînemaya xwe de bi giştî qala jiyana çîrokên rastînên ên Kurdan ve dike û hilma rengê sînoran nişan dide.

Qubadî filmên xwe bi awayî nû-rastîbînê û weke belgefîlman kişandine. Bikaranîna kameraya milan, dengên xwezayî, kişandinên cihên derveyî, lîstikvanên amator, şêweya derhênerê nîşan didin. Di filmên wî de gelek aliyên hevpar hene; xweza, sînor û rêwîtî ciyekî girîng digirin.

Di navên filmên wî de bi giştî, navên heywanan û xwezayê; ‘Hesp’, ‘Kûsî’, ‘Pisîng’ û ‘Hîv’, “Demsal’, ‘Mij’ hene, di heman demê de, di navê fîlmê “Demsala Kergeden” de jî navekî heywanê ‘Kergeden’ heye.

Derhêner, bi navên filman ve jî hest û ramanên xwe tîne zimên. Dibe ku jî navê filmê “Demsala Kergeden” ji navê lîstika “Kergedenan” ya nivîskarê navdar ê Frensayê Eugène Lonesco tê..

Belkî jî navê cureyeke heywanan ê ku ji holê rabû ye.. An jî qala qurfbariyekê ku li binî çermeke stûrê de ye, dike..

Filmê “Demsala Kergeden” (2012) yê Behmen Qubadî, îlhama xwe ji jiyana helbestvanekî navdar ê Kurd Sadegh Kamangarê girtî ye, atmosfer û bûyêrên wê çaxê nîşan dide.

Fîlm "Demsala Kergeden" li Stenbolê hatibû kişandin, tê de gelek lîstikvanên navdar ên cîhanê lîstine. Di filmê de, Sahel Farzan (Behruz Vusukî) û hevsara wî Mîna (Monica Belluccî) têne heps kirin, Mîna piştî deh salan ji girtîgehê derdikeve û ji wê re dibêjin ku mêrê te miriye.

Mîna li dû vê bûyerê, bi hev du zarokên xwe ve diçin Stenbolê. Piştî 20 salan Sahel jî ji hepsê derdikevê û malbata xwe digere. Di atmosfera fîlmê de, rêç û êşên ên jiyanê xuya ne û her ku diçe xwe dide der, fîlmê “Demsala Kergeden” di Xelatên Filman a Asya Pasîfîk’ê de di gelek waran de xelatan wergirtin.

NÛÇE: Derhênerê navdar ê Kurd Behmen Qubadî, di nav sala 2019’ê de dê dest bi kêşana filmê xwe yê nû yê bi navê “Let The Dogs Go Home”yê bike. Film, qala çîroka Boksorekî Îranê ku di nefî de, li Amerîkayê jiyana xwe didomîne, dike. Kêşana filmê dê li Stenbolê û New Yorkê bibe.

Fîlmografiya Behmen Qobadî;
https://m.imdb.com/name/nm0315842/

Nivîs: Baran Haco
Wergêr: Rûmet Med

(Ev Nivîs, di hejmara yekemîn a E-Fanzîna "Sînemaya Serbixwe" de hate weşandin û ji bo malpera Sînemaya Serbixwe hat sererastkirin / Hejmar 1 - Berfanbar - 2018)

“Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sinor û Mirin”


Di van salên dawiyê de, pêwendiya mirovan bi pirtûkên hunerî û çandî ve zêde dibe û bi taybetî jî pirtûkên li ser sînemayê hatine nivîsandin gelekî eleqe dibînin.

Li gorî salên dawî, pirtûkên sînemayê ji aliyê weşanxaneyên huner û çandê ve bêtir têne çap kirin û wergerandin, hejmarên pirtûkên bîrdoz û senaryoyê her ku diçe zêdetir dibe û ev rewş jî dilên sînemahez û hunerhezan kêfxweş dike.

Çapa duyem a pirtûka “Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin”, di dawiya meha Gelawêj a 2017’ê de ji hêla Agora Kitalığı ve derketî û du mehan paşê jî çapberiya pirtûkê derçû.

Ev xebata girîng û watedar ji aliyê derhêner û sînemavana Kurd Mizgîn Mujde Arslan ve hate amade kirin ku cara yekem di sala 2009’ê de hatibû çap kirin û di demeke kurt de gelek eleqeyan dît.

Ji “Brayên Lumierê” û “Alice Guy-Blaché”, bi vir de Sînema ango “Hunera Heftemîn” ji gelek qonaxan derbas bû, geşedan û pêşveçûna xwe didomîne.


Destpêka Sînemaya Kurdî, wek filmê “Zerê” (1926) yê Derhênerê Ermen Hamo Beknazaryanî tê qebûl kirin û di sala 1926’ê de li Ermenistana Sovyetê hate kişandin. Li dû vê dîrokê, bi taybetî li Ewropayê û li gelek welatan de fîlm û belgefîlmên Kurdî hatin kişandin.

Di pênc parçeyên Kurdan de, ji ber qedexe û ne pêşketina pîşesaziya sînemayê (di wateya Endustrî de), derhêner û sînemavanên Kurd di dîrokeke nêzîkî 30 salan e xebatên xwe dest pê kirin.

Di ev salên dawî de hejmara filmên Kurdî zêdetir dibe, filmên Kurdî di mîhrîcanên filman de têne nîşan dayîn û xelat wergirin. Derhênerên wekî Yilmaz Guney, Behmen Qubadî, Hiner Saleem, Samira Mahmelbaf, Shawkat Amin Korkî, Kazim Oz, Mizgîn Mujde Arslan, Huseyin Karabey, Orhan Eskîkoy û gelek derhêner û sînemavanên navdar ên din derdikevin.

Derhênerê navdarê Kurd Yilmaz Guney  bandoreke mezin li sînemaya Kurdî, li ser sînemavanên Kurdan û sînemaya cîhanê kir, Guney bi hest û ramanên xwe di sînemayê de dê hertim riyeke ronî bibe.

Pirtûka “Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin”, geşedana dîrokî ya Sînemaya Kurdî vekolîne.

Nivîskar û derhêner Mizgîn Mujde Arslan, gotar û nivîsên ku li ser sînemaya Kurdî hatine nivîsandin; ji bo temaşavan, sînemavan û xwendevanan berhev kiriye û pirtûk ji bo sînemahezan çavkaniyeke girîng e.

Nivîs: Rûmet Med

Ev Nivîs, di hejmara yekemîn a E-Fanzîna "Sînemaya Serbixwe" de hate weşandin / Hejmar 1 - Berfanbar - 2018

“Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin” (Kürt Sineması: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm”)

Nivîskar/Amadekar: Mizgîn Mujde Arslan
Weşanxane: Agora Kitaplığı
400 Rûpel

Pirtûkên din ên Mizgîn Mujde Arslan:

“Rejîsor’ Atîf Yılmaz” / Weşanxane: Agora Kitaplığı, 220 Rûpel (2007)

“Yeşîm Ustaoglu: Av, Mirin û Rêwîtî” (Yeşim Ustaoğlu: Su, Ölüm ve Yolculuk)

Weşanxane: Agora Kitaplığı, 164 Rûpel (2010)

Belgefîlm û Kurtefilmên Derhêner Mizgîn Mujde Arslan:

Belgefîlman: “Kirasê Mirinê: Hewîtî”(2009). “Dana Bayramı” (2010). “Ez Firiyam Tu Mayî Li Cî” (2012).

Kurtefilman: “Lîstika Dawî” (2006). “Tov” (2009). “Şare” (2010) - Derhêner: Mizgîn Mujde Arslan, İrfan Taşkin. “Asya” (2012).“Melek” (2015). “Arîn” (2017).


3 Şubat 2019 Pazar

Di dilê xwezaya demê de peyvên hêvîdar û jidil...


Pirtûka nû ya helbestvana Kurd Fatma Savci bi navê "Danê Baranê" di dawiya meha Berfanbarê 2018'ê de ji aliyê Weşanên Avesta ve hate weşandin.

Pirtûka "Danê Baranê" jî wekî pirtûkên din ên helbestvan Fatma Savci, ji aliyê xwînerên wêjeyê ve eleqeyeke mezin dît.

Helbestvana jin Fatma Savci yek ji helbestvanên herî serketî yên Zimanî Kurdî ye û ligel Yildiz Çakar, Semra Çelebî, Bêrî Bihar, Jana Seyda, Kejal Ahmed, Nahîd Huseynî, Gulîzer, Dîlber Hêma ve di nav helbesta nûjen ya Zimanê Kurdî de yek ji helbestvanên jin ên pêşeng de ye. Helbestên wê di gelek kovaran de hatine weşandin û weke pirtûkan hatine çap kirin.

Fatma Savci di helbestên xwe de; êş, birîn, bêrîkirin, hez, şadî, jan, hêviyên ên xwezaya jiyanê û keçan û jinan anî ziman.

Di dilê xwezaya demê de, peyvên qedîm û nû şîn dibin... Mîna taverojeke zelal e helbestên hêvîdar û jidil û newayên hevokên wan bihara jiyanê tîne...

“Min bêriya payizê kiriye, pelkên gwîzê hilîne di ber singa xwe de,
Destên min keçên darebiyê ne wê şax bidin li pey te,
Çavên min du stêrikên şîn wê ji azadiyê re şiyar bimînin.
xema nexwe qufle nakim vî derî zanim tu yê di berbangekê de
Li takên porê min vegerî.” - Danê Baranê / Fatma Savci


Pirtûkên din ên helbestvan Fatma Savci:
 “Gulên Qasid”, “Xewnên Zîvîn”, “Bîra Birînê” û “Dotmara Lal”; “Ristika Morîkan (çîrok), “Şewq û Payiz” (pexşan) û “Ber bi Binxetê ve - Rojnivîska Rojava” / Jêderk: Weşanên Avesta

Çavkaniya wêneyan: Ji Rûpela Medyaya Civakî ya Weşanên Avesta

Rûmet Med
Dîrok: Meha Rêbandanê / 2019

2 Şubat 2019 Cumartesi

Pirtûka "Anatomîya Bedena Mirovan"


Pirtûka "Anatomîya Bedena Mirovan", ji aliyê Doç. Dr. Huseyin Bektaş ve hatibû amadekirin û di sala 2004'ê de ji Weşanên Dengê derketîbû.


Pirtûka "Anatomîya Bedena Mirovan"; ji bo zimanê Kurdî û zaravayê Kurmancî, bi taybetî ji bo zanist û warê Bîyolojî û bo hemû zanistên jiyanê, ji bo Tenduristiyê jêderk, xebat û lêkolîneke gelek girîng e. Nivîskar Doç. Dr. Huseyin Bektaş di pirtûkê de qala pergala Anatomîya Bedena Mirovan dike, ango fonksîyonên pergal û lebatên ên bedenên mirovan bi Kurdî rave dike û van agahiyan li ser wêneyan  nîşan dide. / Rûmet Med

"Bêja anatomîyê ji zimanê Yewnanî ji bêja "anatemnein"ê tê û mena wê perçekirin e. Anatomî jî dibe îlmê perçekirinê.Lê îro mirov ji bêja anatomîyê, îlma tevhevkirina perçeyên bedenê ji bo avakirina organîz- mayekibi fonksiyon famdike." (Ji Pêşgotina Pirtûkê) 

"Anatomîya Bedena Mirovan" 
Nivîskar: Doç. Dr. Huseyin Bektaş
Weşanxane: Weşanên Deng / 2004
Rûpel: 68



1 Şubat 2019 Cuma

Dilê çavên hezê û hêviyê; Fîlmê "Solarîs"


"Solarîs", di dîroka Sînemayê de yek ji filmên herî serketî ye û mijara vê li ser wate û xwezaya jiyanê ye... Çend wêneyan ji filmê "Solarîs"...



Di çavên evîn û xwezayê de ye, jêderka jiyanê û bi dilê hezê re mezin û şîn dibe qencayî û xweşikahî...




Fîlmê "Solarîs", qala rêwîtiyekî ku ber bi fezayê re dike û rewş û çîroka mirovên ku li wê derê dijîn, nîşan dîde... 'Solarîs' filmeke helbestkî û felsefîk e...

"Solaris" - 1972 / Derhêner: Andrey Tarkovskî û Senaryo: Andrey Tarkovskî, Fridrikh Gorenshtein

Nivîs: Rûmet Med

"Mîhrîcana Fîlmên Kurd ya Stenbolê" Destpê dike!


"1'emîn Festîvala Fîlmên Kurd ya Stenbolê" ji aliyê 'Kolektîfa Mezopotamya Sînema' ve di navbera dîrokên 6-10'ê meha Adarê de dê li Stenbolê bê lidarxistin.


"Kolektîfa Mezopotamya Sînema" xebatên xwe yên sînemayê 24 salin, di bin sîwana saziya Huner û Çandê 'Navenda Çanda Mezopotamya'yê (NÇM) de didomîne. "Mezopotamya Sînema", wek Kolektîf heta niha; gelek Belgefîlm, Kurtefîlm û Fîlmên Dirêj kişandine, danîşanên filman û hevpeyvînên li ser hunera sînemayê kirine û ji Sînemavanan ve bûye alîkar.

Ji bo têkilî û agahî: https://instagram.com/mezopotamyasinema

Nûçe: Rûmet Med