Bu Blogda Ara

Slider

Tema resimleri sndr tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Cinema

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

Jîyan û Mîtolojîya Sumeran


Nivîs: Rûmet Med


“Mîtolojî” peyveke ji zimanê Grekî ye, tê wateya destan, efsane û çîrokan. Peyva “Mîtolojî” ku wek etîmolojîk ji her du peyvên ‘mît’ û ‘logos’ê pêk tê, di herikîn û geşedana dîroka mirovahîyê de cîhekî gelek girîng, taybet û diyarker digire. Yek ji çavkanîyên bingehîn ên warê wêjeyê ye û di heman demê de bandorê li ser huner, ol û zanistên din û nivîsîna dîrokê kiriye.


“Mît” (Mîtos) him bi devkî, him bi nivîskî ne û him jî ji sembolên cur bi cur ên nîgarî û peykerî hwd. pêk tên. Mîtolojîyên Kurdan bi piranî bi devkî hatine gotin, wek mînak Kawayê Hesinkar, Gilgamêş, Memê Alan, Ristemê Zal, Şuşyant û Şahmaran di mîtolojîya Kurdan de cîhekî girîng digirin û paşê bi varyantên cuda hatine nivîsandin. Sumerîyan, Hurrîyan, Akadîyan, Asûrîyan, Babîlîyan, Misrîyan û Grekîyan di warê mîtên nivîskî de dewlemend bûn û bi taybetî çavkanîyên mîtolojîya Sumerîyan bandorê li ser hemû ol û mîtolojîyên cîhanê yên ku piştî dema Sumeran pêk hatine, kirine. Di navbera olan û mîtan de têkilîyeke xurt û diyarker heye; mîtan qala çîrokên serpêhatîyên kesayetî, mijarên olî, bûyerên metafîzîk û derasayî dikin, ku bandorên mezin û diyarker li ser olan kirine.


Vegotinên çîrokên mîtolojîyan li gorî bawerî, nerîn û rêwiştên civakan diguherin, mîtosên hemû netewe û gelên cîhanê hene, gelek caran heman çîrok li herêmên cuda yên erdnîgarîya dinyayê bi awayên cihê û resen ve hatine gotin û şîrovekirin. Naverokên mîtan bi vegotinên cuda yên nifşên çaxan û bi demê re diguherin û li gorî pêwîstîyên neteweyan teşe digirin ku her çîrokbêj jî bi form û awayên cuda ve dibêjin. Çîrokên mîtololojîk di nav xwe de leheng, karakter û gerdûnên cuda afirandine û li ser afirandina mirovan, gerdûnê û herikîn-guherîna xwezayê û jiyanê şîroveyên cuda pêk anîne, û hest, raman û fikrên mirovên wî çaxî didin der.



Mîtolojîya Sumeran


Şaristanîya Sumeran yek ji şaristaniyên Mezopotamyayê ye ku wekî gelek tiştên bingehîn ên jîyanê cara yekem nivîsandinê îcad kirine û di gelek warên jiyanê de berhemên nivîskî afirandine. Şaristanîya Sumeran di jiyana rojane, zanist, huner û warên din ên jiyanê de gelek pêşketine û li gorî demê xwe wêjeyeke bandorker afirandine ku çavkanîyên xwe bi piranî ji hêman, bûyer û serpêhatiyên dîrokî yên mîtolojîyê digire.


Mîtolojîya Sumeran, diçe heta dema hilweşandina Sumeran ku bi çanda olî û zanistî ve girêdayî ye. Di dîroka Sumeran de bi hezaran xweda û xwedawend cî digirin û çîrokên mîtolojîya Sumeran bi giranî ji bûyer, çîrok û serpêhatiyên wan pêk hatine. Destana Afiriş, çîroka Tofana Nûh, çîroka Adem û Hewa, Qabîl û Habîl, Şahmaran û gelek çîrokên mîtolojîk ên din cara yekem di berhemên wêjeyî û mîtolojîk ên Sumeran de bi awayekî hatine gotin. Sumeran cara yekem xweda û xwedawendên panteona Mezopotamyayê afirandine, di bawerîya wan de ji bo her kiryarek xwedayekî an xwedawendeke hebû û bi awayekî hîyearşîk cîhên xwe digirtin.


Qral-xwedê Enlîl (di zimanê Akadî de Ellîl) di nav hîyearşîyê de di serî de bû û piştre serokwezîrê wî Enkî (di zimanê Akadî de: Ea) cî digirt. Xwedayê rojê Utu dikaribû her tiştî bibîne, maf û dadê jiyanê diparast û alîkarî li mirovan kir. Xwedayê zanatî û avê Enkî bû û wek piştevanê mirov û sêrbazan tê zanîn. Xwedawend Înannayê sembola stêrka Gelawêjê bû û piştevanîya evîndar û şervanan dikir. Çanda Sumeran bandorê li çanda Samîyan jî kirine, ku navên Sumeran bi awayekî hatine guherîn û derbasî li çanda Samîyan bûne. Wek mînak; xwedawenda Sumeran Înannayê dayîka hemû xweda û xwedawendan bû, bihêz û weke derasayî hate dîtin ku di Akadan de wek Îştar hatibû binavkirin, xwedayê Sumeran Enkî di çanda Akadan de bi navê Ea hat binavkirin, xwedayê rûyê asîmanê yê Sumeran An bû û di Babîlan de wek Anu dihat binavkirin.



Ola Sumeran 


Sumeran xwedî bawerîyeke polîteîst (pirxwedêperest) bû û di perestgehên bi navê Zigguratan de îbadetên xwe dikirin. Zigguratan ji heft qatî pêk dihatin û bi tevahî sê beş bûn. Qatên ewil wek embera xwarinan hat bikaranîn, qatên navên dibistan û perestgeh bûn, û qatên dawîn jî wek nerîngeh (resedxane) hatibû bikaranîn. Serpêhatiya dahêna nivîsê digihîje perestgehên Sumeran.


Xanî û perestgehên li Mezopotamyayê ji ber kêmbûna keviran ji kerpîç û libinan hatine çêkirin û tevî ku pir caran rastî êrîş û dagirkirinê hatibin jî ji ber vê yekê gihîştine heta îro. Di Sumeran de ji bo her tiştî xweda û xwedawendan hebûn û bi sûreta mirovan dijîyan, lê belê li gorî bawerîya Sumeran xwedî hêzên sermirovî bûn û nemir bûn. Xweda û xwedawendan ji mirovan re nadibêjin ku ew çi dixwazin, lê mirovan bi tenê bi pirsyarkirinê fêrî xwestekên wan dibûn. Di Sumeran de rîtuelên olî bi giştî ji dia, qurban û merasiman pêk dihatin, piştî diayan di perestgehan de îbadetên borak û qurban dikirin. Qurbanên bixwîn û bêxwîn hebûn; qurbanên bixwîn ji bo dilxweşîyên xweda û xwedawendan, ji bo alîkarîya mirovan û ji ber parastina hin karesat û bobelatan dihatin kirin, û qurbanên bêxwîn jî ji mêwe, zebze, şênkatîyên cur bi cur, mey, av, rûnên zeytên, nektarên mêweyan, gîyayên bêhnên xweş, guliyên daran û bixuran pêk dihatin.


Navên Xweda û Xwedawendên bingehîn ên Sumeran ên di Destana Gilgamêşî (Yek ji destanên herî girîng a mîtolojîya Sumeran) de derbas dibin: 


Anu an jî An: Xwedayê esmanê, di destpêkê de serxweda bû û bi demê re xwedayê hewayê Enlîl cihê wî girtiye.

Enlîl: Xwedayê hewayê, bavê xweda û xwedawendan e, û perestgeha wî li herêma Ekur a bajarê Nîppurê cî digire.

Enkî: Xwedayê zanatî.

Nîmmah (Nînhursag): Xanima mezin, dayik-xwedawend û xwedawenda erdê.

Nanna (Sîn): Xwedayê heyvê.

Utu (Şamaş): Xwedayê rojê, kurê xwedayê heyvê Nannayî.

Ecem (Queen): Qralîçe, xwedawenda malmezinan.

Înanna (Îştar): Xwedawenda evîn û zêdehî.

Nîntî: Tî, di zimanê Sumerî de hem tê wateya ‘jiyandin’ û him jî tê wateya ‘hestiyê parsû’. Navê Nîntî jî tê wateya ‘xanima jiyandin’ û ‘xanima hestiyê parsûyê’. Nîntî yek ji heşt xwedawendan e ku ji aliyê Nînhursag ve ji ber başkirina bedena Enkîyî hatiye afirandin. Li gorî çîrokê Enkî, yek ji kulîlkên qedexe xwariye û ji ber vê yekê ji aliyê Nînhursag ve hatiye naletkirin. Nînhursagê ji bo başkirina Enkîyî ji aliyê xwedayên din hat qanekirin. Ev çîrok, wek çavkanîya çîroka afirandina Adem û Hewayê ya di beşa Genesis (Afiriş) a Tewratê de derbas dibe, tê nirxandin.



Mîtosa Afirişê


Li gorî bawerîya Sumeran di destpêkê de esman û erd yek bû, paşê esman û erd ji aliyê xwedayan ve hat veqetandin.

Li gorî bawerîya Sumeran jêderka gerdûnê bi vî awayî tê şîrovekirin:

  1. Di destpêkê de behra primordial hebû; di derbarê jêderk û pêkhatina wê de tu tişt nayê gotin û di bîra Sumeran de dibe ku her tim heye.
  2. Behra primordial, çiyayê kozmîk çêkir ku ji yekbûna esmanê û erdê pêk tê.
  3. Dema ku xwedayan bi şiklê mirovan dihatin kesandin, Anu (esman) nêr û Kî (ax) mê bûn. Ji yekbûna Anu û Kî xwedayê hewayê Enlîl hat dinê.
  4. Xwedayê hewayê Enlîl esman ji erdê veqetand û bavê wî Anu esmanê girt, û Enlîl dayika xwe Kî û erdê girtin. Yekbûna Enlîl û dayîka wî Kî bû sedema destpêka sererastkirina gerdûnê, afirişa mirovan û damezrandina şaristanîyê.

Helbesta li jêrê ya Sumeran a bi navê “Gilgamêş, Enkîdu û Dîyarê Mirîyan” di derbarê vê mijarê de hin agahîyan dide. Li gorî helbestê di destpêkê de esman û erd yek bû û paşê ji hev veqetandin. Bi vî awayî afirandina mirovan hat fermankirin. Piştre xwedayê esmanê Anu li esmanê û xwedayê erdê Enlîl li erdê serwer bûn.


“Piştî ku esman ji erdê dûr dikeve, 

Piştî ku erd ji ezmên veqetiya, 

Piştî ku navê mirovê tê dayîn, 

Piştî ku Anu ezmanê bi dest xist, 

Piştî ku Enlîl erdê girt, 

Piştî ku Ereshkigal hate girtin û wek xelata Kurê hate birin, 

Piştî ku ew ber bi behrê çû, 

Piştî ku bi keştîyê ber bi Baba Kur ve çû, 

Piştî ku Enkî bi keştiyê ber bi Kur ve çû; 

(Kur) kevirên piçûk avêtin ji qralê re, 

Wî, kevirên mezin avêtin ji Enkî re; 

Kevirên wî yên biçûk, kevirên bi qasî destan, 

Kevirên wî yên mezin,…. kevirên qamîşan, 

Stûna piştî ya keştîya Enkîyê, 

Di şerê dişibe bahozeke êrîşkar de têk çû; 

Li hemberê qralê, avên di tenişta keştîyê de, 

Ew mîna guran daqurtandibû, 

Li hemberê Enkî, avên li pişt keştîyê, 

Wekî şêran lêdixist.” ¹



Afirandina Mirovan 


Di çavkanîyên mîtolojîya Sumeran de mirovan ji bo xizmetkirina xwedayan hatine afirandin. Xwedayê hewayê Enlîl bi mebesta xizmetkirina xwedayan û bi pêşniyara Enkîyî xwedawenda dexlê Aşnan û xwedayê gamêşê Laharî afirandine, lê belê her du jî rojekê bi hev ketine û karên xwe nekirine. Xwedayên ku li benda xizmetan in, ji ber kar û barên rûyê esmanê westiyane û di derbarê vê mijarê de serî li Enkîyî dane û gilî kirine. Ji ber xewa wî haya Enkîyî jê çênebûye, lê wî ferman daye ku xwedawend Nammu û xweda Nîmmah divê bi hev re mirovan biafirînin. Nînmah û Nammu “bi cebilandina gilkan a li ser avên kûr”, “bi şiklê xwedayan” mirovan afirandine ku hêzên wan ên nemirîyê nîne. Xwedayan, ji bo pîrozkirina afirandina mirovan merasimeke li darxistine û serxweş bûne, ji ber serxweşîyê 6 mirovên ku ji aliyê Nînmah ve hatine afirandin biqisûr bûne û mirovê ku ji aliyê Enkî ve hatiye afirandin jî ji hêla aqil û fizîkî ve biqisûr bûye. Enlîlî ku ji bo sererastkirina xetaya xwe ji Nînmahê alîkarî xwestiye û ji ber xetaya xwe hatiye naletkirin.


Di mîtolojîya Sumeran de di derbarê afirandina mirovan de efsaneyeke din a bi navê Adapa hatiye vegotin û tê fikirîn ku çavkanîya bawerîya Ademî ye. Mewêya qedexe, bihuşt û qewirîna jiyana bêdawî, agahî û hunerên şaristanîyê ku di çîroka Ademî de derbas dibin di efsaneya Adapayî de dişibe hev in.


Bandorên Bawerî û Mîtolojîya Sumeran 


Bawerîya Sumeran di mijara têgihîştina olên Rojhilata Navîn de ligel ola Misrî çavkanîya bingehîn e. Li gorî lêkolîner û nivîskar Arîf Tekînî, gelek hêmanên mîtolojîya Sumeran bi hevbandorîyên wekî sirgûniya Babîlê ya Cihûyan û bi riyên din ve guherîne, li cîhanê belav bûne, di pirtûkên olî û vegotinên çandî de cihên xwe girtine û heta îro hatine. Efsaneyên afiriş û tofan derdikevin pêş. Têmayên sereke; veqetandina esman û erdê, afirandina hemû tiştî ji avê û li ser avê, afirandina mirovan a ji gilkan û bi şiklê xwedayan, bi bikaranîna peyva Tî (aîdê mêran e) – ya ku di zimanê Sumeran de tê wateya puxteya jiyanê û parsû- re afirandina jinan, mirovên pêşî ku hezar salan an jî bi hezaran salan jiyane, hewla mirovan a ji bo gihîştina agahîya li ser esmanê û ji ber vê yekê hêrsbûna xwedayan, çîroka Tofanê, çêkirina keştîyan û li keştîyê anîna cotek ji her afirîdên giyandar. Destana Gilgamêşê di vê mijarê de mînakeke herî baş, girîng û zelal e ku li gorî mîtolojîya Sumeran Ziusudra ji tofanê xelas bûye û li gorî destana Gilgamêşê ya li Babîlê Utnapiştim ji tofanê xelas bûye.*


Li gorî lêkolîner û nivîskar Orhan Hançerlîoglu; “Girîngiya herî mezin a xwedayê Sumeran Mardûkî ew e ku çavkanîya sê olên mezin ên yekxwedatî ye. Piranîya çîrokên li Tewrat û Încîlê efsaneyên Sumeran in. Efsaneya Sumeran ku eslê çîroka Nûh û Tofanê ye, çar hezar salan beriya Tewrat û Încîlê ye. Dîsa li heman herêmê, bûye çavkanîyên zagonên Qral Hamurabî ku di sedsala 18’an a B.Zyê (berî zayînê) jiyaye û qaydeyên Tewratê.”** Motîf û karakterên hin vegotinên Tewratê yên Samîyan ku tê gotin piştî esareta Babîlê hatine nivîsandin, dişibe çîrokên olî yên Sumeran in.***


Çavkanî: 


“Ferheng Somerî Kurdî & Kurdî Somerî”. Mamê Elî & Suleyman Yildirim. Weşanên J&J (2011)

“Destana Gilgamêşî”. Wergêr: Deham Evdilfetah. Weşanên Wardozê, Destan, (2019)

*”Sümerlerden İslam’a Kutsal Kitaplar ve Dinler”. Arif Tekin. Berfin Yayınları (2017)
**”Düşünce Tarihi”. Orhan Hançerlioğlu.

https://web.itu.edu.tr/~bulu/favorite_books_files/dusunce_tarihi_v01.pdf

***https://tr.wikipedia.org/wiki/Belgesel_hipotez

“Sümerler: Tarihleri, Kültürleri ve Karakterleri”. Samuel Noah Kramer. Alfa Yayınları (2024)

“Sümer Mitolojisi”. Samuel Noah Kramer. Kabalcı Yayınevi-Doruk Yayınları (2020)

“Tarih Sümer’de Başlar”. Samuel Noah Kramer. Kabalcı Yayınevi-Doruk Yayınları (2020)

“Sümerlerin Kurnaz Tanrısı Enki”. Samuel Noah Kramer. Kabalcı Yayınevi-Doruk Yayınları (2020)

https://ku.wikipedia.org/wiki/Mîtolojiya_Mezopotamyayê

https://en.wikipedia.org/wiki/Sumerian_religion

https://ku.wikipedia.org/wiki/Sumer

https://tr.wikipedia.org/wiki/Sümer_mitolojisi

¹ Helbest ji aliyê Rûmet Med (Onur Kaya) ve hate wergerandin.


*Ev nivîs cara yekem di hejmara yekem a e-kovara The Raising of Kurdsê de hate weşandin. (Rêbendana 2025ê)

Fîlmekî Mîtolojîk ê Li Ser Newroz û Evînê: “Mem û Zîn”


Nivîs: Rûmet Med 

“Nexmê we ji perdeyê derînim

Zînê û Memî ji nû ve vejînim.” Ehmedê Xanî


“Mem û Zîn”, berhema herî girîng a helbestvanê mezin ê kurd Ehmedê Xanî ye ku ji destana mîtolojîk a neteweyî Memê Alanê îlhama xwe girtiye. Berhema navdar li ser çîroka evîna Mem û Zînê disekine û di sedsala 17an de bi kurdîya kurmancî hatiye nivîsandin, di nava sedsalan de li gelek bajaran hate çapkirin, ji alîyê dengbêjan ve weke kilam hate strandin, bû stran û lîstikên şanoyê, weke fîlm hate kêşandin û ji bo gelek zimanên din hate wergerandin.

Di sala 1958ê de ji alîyê nivîskar, zimannas û helbestvanê navdar ê Yekîtîya Komarên Sovyet ên Sosyalîst Emînê Evdal ve bi navê “Mem û Zînê” guhertoyeke berhemê hate çapkirin, xebata zimannas, wêjekar û nivîskarê navdar ê kurd Celadet Ali Bedirxanî ku ji nivîsên wî, Mem û Zîna Hawarê, helbest û nivîsên din ên derbarê Ehmedê Xanî de pêk tê, bi navê “MemoZîna Xanî” ji alîyê Weşanên Avestayê ve weke pirtûk hate weşandin. Gelek guhertoyên din ên çîroka Mem û Zînê jî hene. Pirtûk, di sala 196an de bi tîpên latînî cara yekem ji aliyê rewşenbîr û nivîskarê kurd M. Emîn Bozarslan ve li Stembolê hate çapkirin û Heleb, Hewlêr, Şam, Bexda, Moskow, Ûrmiye, Dihok, Uppsalaya Swêdê jî tê de li gelek bajarên dinyayê hatiye çapkirin.


Newroz, bi kurdî tê wateya Nû Roz-Rojê û weke ‘Roja Nû’ tê bikaranîn. Mizgînîya demsala biharê, xilasbûna zivistanê, nûbûna xwezayê û bereketê dide, di pêvajoya herikîna dîrokê de ji alîyê gelek şaristanîyên wekî Med, Gutî, Hurî, Kassît, Mîtanî, Ûrartûyan, netewe û gelen din ve hatiye pîrozkirin û li dijî tarîyê bûye bîr û sembola hêvîyê. Newrozê di mîtolojî, huner, çand û felsefeyê de jî bi awayên cuda xwe daye der. Newroz û Mem û Zîn gelek caran bûne mijara fîlmên hunera heftem, lîstikên şanoyê û warên din ên hunerê.

Berhema helbestkî (menzûm) “Mem û Zîn” di sala 1991ê de ji alîyê derhênerê navdar ê tirk Umît Elçî ve bi heman navî weke fîlmê sînemayê derket pêşberî temaşevanên sînemayê, senaryoya fîlmê Hamza Ozbal nivîsîye û gelek lîstikvan û hunermendên navdar ên wekî Meltem Doganay, Halîl Ergun, Mûsa Anter, Fusun Demîrel, Betul Arim, Yalçin Dumer, Erdal Gulver, Levent Guner, Eser Gîray, Payrî Palta, Perîhan Doygun, Hayrî Alan, Handan Çapanoglu, Nurî Tug jî di fîlmê de lîstine. Fîlm, bi Kurdî û Tirkî derket pêşberî temaşevanan, kevneşopîya dengbêjî û çîrokbejîya çanda Kurdan tîne ser perdeya spî ku li herêmên Cizîr, Mêrdîn, Midyat, Nisêbîn, Heskifê hatibû kêşandin û muzîkê fîlmê ji alîyê hunermendê navdar ê kurd Mazlûm Çîmen ve hatiye çêkirin. Fîlm, li Amedê ketibû vîzyonê û gelek hate temaşekirin, lê piştî demekê li sînemayan hatiye qedexekirin.


Mijara fîlmê, bi axaftina rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerê kurd Apê Mûsa Anter re dest pê dike ku di 20ê Îlona sala 1992yan de li bajarê Amedê hatibû kuştin. Anter, li qada Newrozê qala dîroka mîtolojîk a Newrozê, Kawayê Hesinkar û destana Mem û Zînê dike. Li gorî çîrokê, berî sedsalan li herêma Botanê mîrekî bi navê Zeyneddîn û du xwişkên wî yên bi navên Zîn û Sitî dijîyan. Bihara salekê diçin mîhrîcana Newrozê, li wir rastî du xortên bi navên Mem û Tajdîn tên. Zîn û Mem, Sitî û Tajdîn dema ku hev dibînin, li qada cejna Newrozê evîndarê hev dibin. Evînên wan her ku diçe mezintir dibe. Tajdîn li herêma xwe ji alîyê hemû kesî ve gelek tê hezkirin, rojekê ji mîrî keça wî dixwaze û Tajdîn û Sitî dizewicin. Piştî vê zewacê, Mem jî ji mîrê Botanê Zeyneddînî keça wî Zînê dixwaze, lê Bekoyê ku alîkarî û kehyatîya mîr dike naxwaze Mem û Zîn bizewicin. Beko, di derbarê Mem û Tajdînî de derew û gotegotan belav dike û ji mîr re dibêje, Mem dixwaze li şûna te bibe mîr, bi van gotinên xwe mîr jî dixapîne. Li ser vê yekê mîr Zeyneddîn zewaca Mem û Zînê qebûl nake. Piştî vê bûyerê, evîna Mem û Zînê li her derê tê bihîstin û axaftin. Mem û Zîn rojekê bi nepenî hevûdû dibînin, lê belê Bekoyê ku naxwaze du ciwanên evîndar bizewicin, wan dişopîne û hevdîtina Mem û Zînê digihîne mîr. Piştî vê yekê Mem tê girtin û hepskirin. Mem û Zîn bi evîneke mezin û bi dilekî xwerû ji hev hez dikin, lê nikarin hevûdû bibînin û êşeke mezin dikişînin. Piştî demekê Mem di zîndanê de dimire, Zîn jî ji ber giranîya xemgînîyê ji cihekî bilind, xwe ber bi Çemê Botanê diavêje û jîyana xwe ji dest dide. Mirina Mem û Zîn li herêmê tê bihîstin, zêmarên gel olan didin. “Tirba Mem û Zîn”, li Cizîra Şirnexê cî digire.


Çîroka Mem û Zînê, çîroka evîneke xwerû û mezin e; çîroka xweşikahî, qencî, mirovahî, wicdan, ronahî û rastîyê ye. Beko jî bi rengê xirabî û tarîyê îfade dike. Li erdnîgarîya cîhanê weke çîroka Mem û Zîn, çîroka Leyla û Mecnûn, çîroka Sîyabend û Xecê, çîroka Tahir û Zuhre, çîroka Dewrêşê Evdî û Edûlê û çîroka Ferhad û Şîrîn gelek çîrokên evînê bûne destan, di demê re li seranserê cîhanê belav bûne û bi awayên cûda û bi hevokên gelek zimanan ve hatine vegotin.

Li erdnîgarîya dinyayê bi hezaran salan têkoşîneke di navbera mirovên qenc û xirab de didome. Ruhê qencîyê; bi dilên xwerû, rengên hêvî û rastîyê dê li hemû cîhanê belav bibe. Rengên qencî û xweşikahîyê rojekê wê li hemû dinyayê heta bi hetayê vebe û tim şîn bibe. (16. 02. 2024)


Fîlmên din ên derhêner û senarîst Umît Elçîyî: Hoşgeldin Hayat (2004), Kejê (Rêzefîlm, 2002), Garîp Karşilaşma (Fîlmê TVyê, 1996), Bocek (1995), Kuçuk Şeyler (Rêzefîlm, 1992), Fosforlu Cevrîye (Rêzefîlm, 1989), Bîr Avuç Gokyuzu (1987), Kurşun Ata Ata Bîter (1985), Bîr Yildiz Doguyor (Çêkerê fîlmê, 1984)

Çavkanî:

“MemoZîna Xanî” – Celadet Alî Bedirxan. Weşanên Avesta. (Çapa Yekem, 2016)
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mem_û_Zîn
https://ku.wikipedia.org/wiki/Emînê_Evdal
https://www.imdb.com/name/nm0255972/
https://tr.wikipedia.org/wiki/Emînê_Evdal#:~:text=Emînê%20Evdal%20veya%20Emin%20Abdal,nde%20çok%20sayıda%20çalışma%20üretti.
https://www.evrensel.net/haber/231290/yapimcisindan-mem-z-n-filminin-hikayesi#:~:text=Musa%20Anter%20renk%20kattı&text=Dolayısı%20ile%20Mem%20û%20Zîn,film%20yasaklandı%20ve%20sinemada%20oynamadı.

*Ev nivîs cara yekem di hejmara 33yemîn a kovara Dilopê de hate weşandin.

Hursag, Kur û Kurtî


Herêma çiyayî ya li bakur û bakurê rojhilatê Sumeran, erdnîgarîya qedîm a Kurdan e. Sumeran, ji vî welatê re digotin "Hursag". Di serdemên ewil de, Sumerîyan ji Hursag (Kursag) re digotin "Kur" û ji bo mirovên li vir dijîn jî digotin "Kurtî". "Kurtîyan" pêşîyên Kurdan e.

"Ninhursag" xwedawenda mezin e ku eslê wê kurd e, dîroka wê digihîje serdema Neolîtîk û di heman demê de xwedawenda erdê ya mîtolojîya Someran e. Ninhursag bi navê xwe yê din "Mama", bi zazakî tê wateya "May/Ma." 

Şahîtiya Hurrî (Beriya Zayînê: salên 2000-1900) bi navê "Şahitîya Mama" jî tê zanîn û li welêt bi navê "Mamagan/Mamakan" hin eşîrên Kurdan hene.

Çavkanî: Sümerlerin Etnik Kökeni, Dîroka Kurdan a Kevnar. 

Wergera çavkanîyê: Rûmet Med 

#Sumer #Kurd #Pirtûk #Weşanxane