Nivîs: Rûmet Med
“Mîtolojî” peyveke ji zimanê Grekî ye, tê wateya destan, efsane û çîrokan. Peyva “Mîtolojî” ku wek etîmolojîk ji her du peyvên ‘mît’ û ‘logos’ê pêk tê, di herikîn û geşedana dîroka mirovahîyê de cîhekî gelek girîng, taybet û diyarker digire. Yek ji çavkanîyên bingehîn ên warê wêjeyê ye û di heman demê de bandorê li ser huner, ol û zanistên din û nivîsîna dîrokê kiriye.
“Mît” (Mîtos) him bi devkî, him bi nivîskî ne û him jî ji sembolên cur bi cur ên nîgarî û peykerî hwd. pêk tên. Mîtolojîyên Kurdan bi piranî bi devkî hatine gotin, wek mînak Kawayê Hesinkar, Gilgamêş, Memê Alan, Ristemê Zal, Şuşyant û Şahmaran di mîtolojîya Kurdan de cîhekî girîng digirin û paşê bi varyantên cuda hatine nivîsandin. Sumerîyan, Hurrîyan, Akadîyan, Asûrîyan, Babîlîyan, Misrîyan û Grekîyan di warê mîtên nivîskî de dewlemend bûn û bi taybetî çavkanîyên mîtolojîya Sumerîyan bandorê li ser hemû ol û mîtolojîyên cîhanê yên ku piştî dema Sumeran pêk hatine, kirine. Di navbera olan û mîtan de têkilîyeke xurt û diyarker heye; mîtan qala çîrokên serpêhatîyên kesayetî, mijarên olî, bûyerên metafîzîk û derasayî dikin, ku bandorên mezin û diyarker li ser olan kirine.
Vegotinên çîrokên mîtolojîyan li gorî bawerî, nerîn û rêwiştên civakan diguherin, mîtosên hemû netewe û gelên cîhanê hene, gelek caran heman çîrok li herêmên cuda yên erdnîgarîya dinyayê bi awayên cihê û resen ve hatine gotin û şîrovekirin. Naverokên mîtan bi vegotinên cuda yên nifşên çaxan û bi demê re diguherin û li gorî pêwîstîyên neteweyan teşe digirin ku her çîrokbêj jî bi form û awayên cuda ve dibêjin. Çîrokên mîtololojîk di nav xwe de leheng, karakter û gerdûnên cuda afirandine û li ser afirandina mirovan, gerdûnê û herikîn-guherîna xwezayê û jiyanê şîroveyên cuda pêk anîne, û hest, raman û fikrên mirovên wî çaxî didin der.
Mîtolojîya Sumeran
Şaristanîya Sumeran yek ji şaristaniyên Mezopotamyayê ye ku wekî gelek tiştên bingehîn ên jîyanê cara yekem nivîsandinê îcad kirine û di gelek warên jiyanê de berhemên nivîskî afirandine. Şaristanîya Sumeran di jiyana rojane, zanist, huner û warên din ên jiyanê de gelek pêşketine û li gorî demê xwe wêjeyeke bandorker afirandine ku çavkanîyên xwe bi piranî ji hêman, bûyer û serpêhatiyên dîrokî yên mîtolojîyê digire.
Mîtolojîya Sumeran, diçe heta dema hilweşandina Sumeran ku bi çanda olî û zanistî ve girêdayî ye. Di dîroka Sumeran de bi hezaran xweda û xwedawend cî digirin û çîrokên mîtolojîya Sumeran bi giranî ji bûyer, çîrok û serpêhatiyên wan pêk hatine. Destana Afiriş, çîroka Tofana Nûh, çîroka Adem û Hewa, Qabîl û Habîl, Şahmaran û gelek çîrokên mîtolojîk ên din cara yekem di berhemên wêjeyî û mîtolojîk ên Sumeran de bi awayekî hatine gotin. Sumeran cara yekem xweda û xwedawendên panteona Mezopotamyayê afirandine, di bawerîya wan de ji bo her kiryarek xwedayekî an xwedawendeke hebû û bi awayekî hîyearşîk cîhên xwe digirtin.
Qral-xwedê Enlîl (di zimanê Akadî de Ellîl) di nav hîyearşîyê de di serî de bû û piştre serokwezîrê wî Enkî (di zimanê Akadî de: Ea) cî digirt. Xwedayê rojê Utu dikaribû her tiştî bibîne, maf û dadê jiyanê diparast û alîkarî li mirovan kir. Xwedayê zanatî û avê Enkî bû û wek piştevanê mirov û sêrbazan tê zanîn. Xwedawend Înannayê sembola stêrka Gelawêjê bû û piştevanîya evîndar û şervanan dikir. Çanda Sumeran bandorê li çanda Samîyan jî kirine, ku navên Sumeran bi awayekî hatine guherîn û derbasî li çanda Samîyan bûne. Wek mînak; xwedawenda Sumeran Înannayê dayîka hemû xweda û xwedawendan bû, bihêz û weke derasayî hate dîtin ku di Akadan de wek Îştar hatibû binavkirin, xwedayê Sumeran Enkî di çanda Akadan de bi navê Ea hat binavkirin, xwedayê rûyê asîmanê yê Sumeran An bû û di Babîlan de wek Anu dihat binavkirin.
Ola Sumeran
Sumeran xwedî bawerîyeke polîteîst (pirxwedêperest) bû û di perestgehên bi navê Zigguratan de îbadetên xwe dikirin. Zigguratan ji heft qatî pêk dihatin û bi tevahî sê beş bûn. Qatên ewil wek embera xwarinan hat bikaranîn, qatên navên dibistan û perestgeh bûn, û qatên dawîn jî wek nerîngeh (resedxane) hatibû bikaranîn. Serpêhatiya dahêna nivîsê digihîje perestgehên Sumeran.
Xanî û perestgehên li Mezopotamyayê ji ber kêmbûna keviran ji kerpîç û libinan hatine çêkirin û tevî ku pir caran rastî êrîş û dagirkirinê hatibin jî ji ber vê yekê gihîştine heta îro. Di Sumeran de ji bo her tiştî xweda û xwedawendan hebûn û bi sûreta mirovan dijîyan, lê belê li gorî bawerîya Sumeran xwedî hêzên sermirovî bûn û nemir bûn. Xweda û xwedawendan ji mirovan re nadibêjin ku ew çi dixwazin, lê mirovan bi tenê bi pirsyarkirinê fêrî xwestekên wan dibûn. Di Sumeran de rîtuelên olî bi giştî ji dia, qurban û merasiman pêk dihatin, piştî diayan di perestgehan de îbadetên borak û qurban dikirin. Qurbanên bixwîn û bêxwîn hebûn; qurbanên bixwîn ji bo dilxweşîyên xweda û xwedawendan, ji bo alîkarîya mirovan û ji ber parastina hin karesat û bobelatan dihatin kirin, û qurbanên bêxwîn jî ji mêwe, zebze, şênkatîyên cur bi cur, mey, av, rûnên zeytên, nektarên mêweyan, gîyayên bêhnên xweş, guliyên daran û bixuran pêk dihatin.
Navên Xweda û Xwedawendên bingehîn ên Sumeran ên di Destana Gilgamêşî (Yek ji destanên herî girîng a mîtolojîya Sumeran) de derbas dibin:
Anu an jî An: Xwedayê esmanê, di destpêkê de serxweda bû û bi demê re xwedayê hewayê Enlîl cihê wî girtiye.
Enlîl: Xwedayê hewayê, bavê xweda û xwedawendan e, û perestgeha wî li herêma Ekur a bajarê Nîppurê cî digire.
Enkî: Xwedayê zanatî.
Nîmmah (Nînhursag): Xanima mezin, dayik-xwedawend û xwedawenda erdê.
Nanna (Sîn): Xwedayê heyvê.
Utu (Şamaş): Xwedayê rojê, kurê xwedayê heyvê Nannayî.
Ecem (Queen): Qralîçe, xwedawenda malmezinan.
Înanna (Îştar): Xwedawenda evîn û zêdehî.
Nîntî: Tî, di zimanê Sumerî de hem tê wateya ‘jiyandin’ û him jî tê wateya ‘hestiyê parsû’. Navê Nîntî jî tê wateya ‘xanima jiyandin’ û ‘xanima hestiyê parsûyê’. Nîntî yek ji heşt xwedawendan e ku ji aliyê Nînhursag ve ji ber başkirina bedena Enkîyî hatiye afirandin. Li gorî çîrokê Enkî, yek ji kulîlkên qedexe xwariye û ji ber vê yekê ji aliyê Nînhursag ve hatiye naletkirin. Nînhursagê ji bo başkirina Enkîyî ji aliyê xwedayên din hat qanekirin. Ev çîrok, wek çavkanîya çîroka afirandina Adem û Hewayê ya di beşa Genesis (Afiriş) a Tewratê de derbas dibe, tê nirxandin.
Mîtosa Afirişê
Li gorî bawerîya Sumeran di destpêkê de esman û erd yek bû, paşê esman û erd ji aliyê xwedayan ve hat veqetandin.
Li gorî bawerîya Sumeran jêderka gerdûnê bi vî awayî tê şîrovekirin:
- Di destpêkê de behra primordial hebû; di derbarê jêderk û pêkhatina wê de tu tişt nayê gotin û di bîra Sumeran de dibe ku her tim heye.
- Behra primordial, çiyayê kozmîk çêkir ku ji yekbûna esmanê û erdê pêk tê.
- Dema ku xwedayan bi şiklê mirovan dihatin kesandin, Anu (esman) nêr û Kî (ax) mê bûn. Ji yekbûna Anu û Kî xwedayê hewayê Enlîl hat dinê.
- Xwedayê hewayê Enlîl esman ji erdê veqetand û bavê wî Anu esmanê girt, û Enlîl dayika xwe Kî û erdê girtin. Yekbûna Enlîl û dayîka wî Kî bû sedema destpêka sererastkirina gerdûnê, afirişa mirovan û damezrandina şaristanîyê.
Helbesta li jêrê ya Sumeran a bi navê “Gilgamêş, Enkîdu û Dîyarê Mirîyan” di derbarê vê mijarê de hin agahîyan dide. Li gorî helbestê di destpêkê de esman û erd yek bû û paşê ji hev veqetandin. Bi vî awayî afirandina mirovan hat fermankirin. Piştre xwedayê esmanê Anu li esmanê û xwedayê erdê Enlîl li erdê serwer bûn.
“Piştî ku esman ji erdê dûr dikeve,
Piştî ku erd ji ezmên veqetiya,
Piştî ku navê mirovê tê dayîn,
Piştî ku Anu ezmanê bi dest xist,
Piştî ku Enlîl erdê girt,
Piştî ku Ereshkigal hate girtin û wek xelata Kurê hate birin,
Piştî ku ew ber bi behrê çû,
Piştî ku bi keştîyê ber bi Baba Kur ve çû,
Piştî ku Enkî bi keştiyê ber bi Kur ve çû;
(Kur) kevirên piçûk avêtin ji qralê re,
Wî, kevirên mezin avêtin ji Enkî re;
Kevirên wî yên biçûk, kevirên bi qasî destan,
Kevirên wî yên mezin,…. kevirên qamîşan,
Stûna piştî ya keştîya Enkîyê,
Di şerê dişibe bahozeke êrîşkar de têk çû;
Li hemberê qralê, avên di tenişta keştîyê de,
Ew mîna guran daqurtandibû,
Li hemberê Enkî, avên li pişt keştîyê,
Wekî şêran lêdixist.” ¹
Afirandina Mirovan
Di çavkanîyên mîtolojîya Sumeran de mirovan ji bo xizmetkirina xwedayan hatine afirandin. Xwedayê hewayê Enlîl bi mebesta xizmetkirina xwedayan û bi pêşniyara Enkîyî xwedawenda dexlê Aşnan û xwedayê gamêşê Laharî afirandine, lê belê her du jî rojekê bi hev ketine û karên xwe nekirine. Xwedayên ku li benda xizmetan in, ji ber kar û barên rûyê esmanê westiyane û di derbarê vê mijarê de serî li Enkîyî dane û gilî kirine. Ji ber xewa wî haya Enkîyî jê çênebûye, lê wî ferman daye ku xwedawend Nammu û xweda Nîmmah divê bi hev re mirovan biafirînin. Nînmah û Nammu “bi cebilandina gilkan a li ser avên kûr”, “bi şiklê xwedayan” mirovan afirandine ku hêzên wan ên nemirîyê nîne. Xwedayan, ji bo pîrozkirina afirandina mirovan merasimeke li darxistine û serxweş bûne, ji ber serxweşîyê 6 mirovên ku ji aliyê Nînmah ve hatine afirandin biqisûr bûne û mirovê ku ji aliyê Enkî ve hatiye afirandin jî ji hêla aqil û fizîkî ve biqisûr bûye. Enlîlî ku ji bo sererastkirina xetaya xwe ji Nînmahê alîkarî xwestiye û ji ber xetaya xwe hatiye naletkirin.
Di mîtolojîya Sumeran de di derbarê afirandina mirovan de efsaneyeke din a bi navê Adapa hatiye vegotin û tê fikirîn ku çavkanîya bawerîya Ademî ye. Mewêya qedexe, bihuşt û qewirîna jiyana bêdawî, agahî û hunerên şaristanîyê ku di çîroka Ademî de derbas dibin di efsaneya Adapayî de dişibe hev in.
Bandorên Bawerî û Mîtolojîya Sumeran
Bawerîya Sumeran di mijara têgihîştina olên Rojhilata Navîn de ligel ola Misrî çavkanîya bingehîn e. Li gorî lêkolîner û nivîskar Arîf Tekînî, gelek hêmanên mîtolojîya Sumeran bi hevbandorîyên wekî sirgûniya Babîlê ya Cihûyan û bi riyên din ve guherîne, li cîhanê belav bûne, di pirtûkên olî û vegotinên çandî de cihên xwe girtine û heta îro hatine. Efsaneyên afiriş û tofan derdikevin pêş. Têmayên sereke; veqetandina esman û erdê, afirandina hemû tiştî ji avê û li ser avê, afirandina mirovan a ji gilkan û bi şiklê xwedayan, bi bikaranîna peyva Tî (aîdê mêran e) – ya ku di zimanê Sumeran de tê wateya puxteya jiyanê û parsû- re afirandina jinan, mirovên pêşî ku hezar salan an jî bi hezaran salan jiyane, hewla mirovan a ji bo gihîştina agahîya li ser esmanê û ji ber vê yekê hêrsbûna xwedayan, çîroka Tofanê, çêkirina keştîyan û li keştîyê anîna cotek ji her afirîdên giyandar. Destana Gilgamêşê di vê mijarê de mînakeke herî baş, girîng û zelal e ku li gorî mîtolojîya Sumeran Ziusudra ji tofanê xelas bûye û li gorî destana Gilgamêşê ya li Babîlê Utnapiştim ji tofanê xelas bûye.*
Li gorî lêkolîner û nivîskar Orhan Hançerlîoglu; “Girîngiya herî mezin a xwedayê Sumeran Mardûkî ew e ku çavkanîya sê olên mezin ên yekxwedatî ye. Piranîya çîrokên li Tewrat û Încîlê efsaneyên Sumeran in. Efsaneya Sumeran ku eslê çîroka Nûh û Tofanê ye, çar hezar salan beriya Tewrat û Încîlê ye. Dîsa li heman herêmê, bûye çavkanîyên zagonên Qral Hamurabî ku di sedsala 18’an a B.Zyê (berî zayînê) jiyaye û qaydeyên Tewratê.”** Motîf û karakterên hin vegotinên Tewratê yên Samîyan ku tê gotin piştî esareta Babîlê hatine nivîsandin, dişibe çîrokên olî yên Sumeran in.***
Çavkanî:
“Ferheng Somerî Kurdî & Kurdî Somerî”. Mamê Elî & Suleyman Yildirim. Weşanên J&J (2011)
“Destana Gilgamêşî”. Wergêr: Deham Evdilfetah. Weşanên Wardozê, Destan, (2019)
*”Sümerlerden İslam’a Kutsal Kitaplar ve Dinler”. Arif Tekin. Berfin Yayınları (2017)
**”Düşünce Tarihi”. Orhan Hançerlioğlu.
https://web.itu.edu.tr/~bulu/favorite_books_files/dusunce_tarihi_v01.pdf
***https://tr.wikipedia.org/wiki/Belgesel_hipotez
“Sümerler: Tarihleri, Kültürleri ve Karakterleri”. Samuel Noah Kramer. Alfa Yayınları (2024)
“Sümer Mitolojisi”. Samuel Noah Kramer. Kabalcı Yayınevi-Doruk Yayınları (2020)
“Tarih Sümer’de Başlar”. Samuel Noah Kramer. Kabalcı Yayınevi-Doruk Yayınları (2020)
“Sümerlerin Kurnaz Tanrısı Enki”. Samuel Noah Kramer. Kabalcı Yayınevi-Doruk Yayınları (2020)
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mîtolojiya_Mezopotamyayê
https://en.wikipedia.org/wiki/Sumerian_religion
https://ku.wikipedia.org/wiki/Sumer
https://tr.wikipedia.org/wiki/Sümer_mitolojisi
¹ Helbest ji aliyê Rûmet Med (Onur Kaya) ve hate wergerandin.
Hiç yorum yok: