Nûçe

    04:27 AM 5

Bu Blogda Ara

Slider

  1. 1
  2. 2
  3. 3
  4. 4
Tema resimleri sndr tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Cinema

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » Derhênera Fîlmên Efsûnî, Bandorker Û Psîkolojîk: Ildikó Enyedi
rumetmed

Nivîs: Rûmet Med

Macerîstan xwedî dîrokeke sînemayê ya 120 salî ye. Sînemaya Maceristanê him di sînemaya parzemîna Ewropayê de û him jî di sînemaya cîhanê de cihekî girîng û resen digire, ku heta niha gelek sînemagerên Maceristanî mohra xwe li dîroka sînemayê dane û yek ji wan jî derhênera hoste Ildikó Enyedi ye.


Yek ji sînemager û senarîstên herî serketî yên sînemaya nûjen a Macerîstanê Ildikó Enyedi di 1955an de li paytexta Macerîstanê, Budapeşteyê hate dinê. Piştî perwerdehîyên aborî û şanoyê, li Akademîya Fîlman perwerdehîya xwe ya sînemayê dît. Enyedi, li seranserê dinyayê herî zêde bi fîlmên xwe yên wekî “Vakond”, “Az én XX. századom”, “Büvös Vadasz”, “Tamás és Juli” û “Testről és lélekről”ê ve hat naskirin.



Di sala 1979ê de yekem kurtefîlmê xwe yê bi navê “Flirt: Hipnozis”ê kişand û bi vî fîlmê dest bi warê sînemayê kir. Di sala 1987ê de yekem fîlmê metrajdirêj ê wê yê bi navê “Vakond”ê ket vîzyonê û tê de behsa çîrokeke xiyalî û romantîk kir. Ildikó Enyedi, bi duyemîn fîlmê metrajdirêj ê xwe yê “Az én XX. századom”ê (1989) re li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê xelata Kameraya Zêrîn girt ku fîlm bi awayekî çîrokane qala jiyanên du xwişkên ku ji hev cihê bûne, dike. Di 1994ê de fîlmê wê yê “Büvös Vadasz”ê (1994) derket li pêşberî temaşevanan ku li ser çîroka jiyana nêçîrvanekî disekine, ev fîlm ji bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Sundanceyê xelata Senaryoya Herî Serketî girt.



Piştî sê salan, fîlmê wê yê bi navê “Tamás és Juli”ê (1997) ku behsa çîroka ciwanekî berbesvan û evîna wî ya havînê dike, ket vîzyonê. Di sala 1999ê de fîlmê wê yê bi navê “Simon Magus”ê tê, fîlmekî efsûnker e û li paytexta Frensayê, Parîsê derbas dibe û li ser bûyereke kuştinê disekine. Derhênera hoste Enyedi, di televîzyona Macerîstanê de dixebite, ji bo kanala HBOyê rêzefîlmekî bi navê “Terapia” (2012-2017) dikişîne, li zanîngehê waneyên sînemayê dide û piştî navbereke dirêj, ji nû ve vedigere warê sînemayê.



Ildikó Enyedi, di fîlmê xwe yê “Testről és lélekről”ê (On Body and Soul, 2017) de çîroka du mirovan tîne ser perdeya spî û li ser mijarên ragihanê, veganî, bêhestî, derûnnasî û xewnê disekine. Fîlmê “On Body and Soul” him ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê xelata Hirça Zêrîn girt, him jî ji bo Xelatên Akademiyê (Oscar) wek berendam hat nîşandayîn û di heman demê de di lîsteya “100 Fîlmên Baştirîn ên ku ji aliyê derhênerên jin ve hatine kişandin” (Beşa çandê ya malpera BBCyê) de cî digire.*



Sînemager, herî dawî di sala 2021ê de bi fîlmê xwe yê nû yê bi navê “Feleségem története”yê (The Story of My Wife) derket li pêşberî temaşevanan û ev fîlm bi hevparîya çêkerên welatên Frensa, Elmanya, Macerîstan û Îtalyayê ve hate kişandin. Enyedi, derhênerîya rêzefîlmê televîzyonê yê “Angyaltrombiták”ê (beşek, 2023) kir û fîlmê wê yê bi navê “Silent Friend” di pêvajoya post-produksiyonê de ye.


Ildikó Enyedi, di fîlmên xwe de ziman û atmosfereke efsûnî û bandorker diafirîne û dikeve li pey çîrokên nepenî yên mirovan. Di herikîna fîlmên wê de hêmanên pevxistina zanistî, xeyalê, razdar, mîtolojîya Yewnanî, çîrokên gelê cî digirin, û bi awayên cûda û resen xwe didin der. Derhêner, di sînemaya Macerîstanê de zimanekî nû û vegotinên resen anîne.


Kurtefîmên wê: The Spectator (1981), Rózsalovag (1984), NewBooks (1985), Mole (1985), Invasion (1986), Goblins (1988),A Gyár (1995), Európából Európába (2004), Első szerelem (2008).


Xelatên wê: Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê, Prima Primissima Award for Hungarian Theater and Film Awards, Xelatên Gopoyê.


Çavkanî:

https://www.imdb.com/name/nm0258221/

https://en.wikipedia.org/wiki/Ildik%C3%B3_Enyedi

https://tr.wikipedia.org/wiki/Ildik%C3%B3_Enyedi

https://rumetmed.blogspot.com/2022/03/derhenera-filmen-efsunker-u-derunnasi.html

*https://rumetmed.blogspot.com/2021/06/100-filmen-bastirin-en-ku-ji-aliye.html


*Ev nivîs cara yekem di hejmara duyemîn a e-kovara "The Raising of Kurds"ê hat weşandin.

«
Next
Modern Dünyada Stres ve Kaygıyla Başa Çıkmanın 5 Yolu
»
Paşve
Jîyan û Mîtolojîya Sumeran
Pages 22123456 »

Hiç yorum yok:

Leave a Reply