Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » Fîlmekî Mîtolojîk ê Li Ser Newroz û Evînê: “Mem û Zîn”


Nivîs: Rûmet Med 

“Nexmê we ji perdeyê derînim

Zînê û Memî ji nû ve vejînim.” Ehmedê Xanî


“Mem û Zîn”, berhema herî girîng a helbestvanê mezin ê kurd Ehmedê Xanî ye ku ji destana mîtolojîk a neteweyî Memê Alanê îlhama xwe girtiye. Berhema navdar li ser çîroka evîna Mem û Zînê disekine û di sedsala 17an de bi kurdîya kurmancî hatiye nivîsandin, di nava sedsalan de li gelek bajaran hate çapkirin, ji alîyê dengbêjan ve weke kilam hate strandin, bû stran û lîstikên şanoyê, weke fîlm hate kêşandin û ji bo gelek zimanên din hate wergerandin.

Di sala 1958ê de ji alîyê nivîskar, zimannas û helbestvanê navdar ê Yekîtîya Komarên Sovyet ên Sosyalîst Emînê Evdal ve bi navê “Mem û Zînê” guhertoyeke berhemê hate çapkirin, xebata zimannas, wêjekar û nivîskarê navdar ê kurd Celadet Ali Bedirxanî ku ji nivîsên wî, Mem û Zîna Hawarê, helbest û nivîsên din ên derbarê Ehmedê Xanî de pêk tê, bi navê “MemoZîna Xanî” ji alîyê Weşanên Avestayê ve weke pirtûk hate weşandin. Gelek guhertoyên din ên çîroka Mem û Zînê jî hene. Pirtûk, di sala 196an de bi tîpên latînî cara yekem ji aliyê rewşenbîr û nivîskarê kurd M. Emîn Bozarslan ve li Stembolê hate çapkirin û Heleb, Hewlêr, Şam, Bexda, Moskow, Ûrmiye, Dihok, Uppsalaya Swêdê jî tê de li gelek bajarên dinyayê hatiye çapkirin.


Newroz, bi kurdî tê wateya Nû Roz-Rojê û weke ‘Roja Nû’ tê bikaranîn. Mizgînîya demsala biharê, xilasbûna zivistanê, nûbûna xwezayê û bereketê dide, di pêvajoya herikîna dîrokê de ji alîyê gelek şaristanîyên wekî Med, Gutî, Hurî, Kassît, Mîtanî, Ûrartûyan, netewe û gelen din ve hatiye pîrozkirin û li dijî tarîyê bûye bîr û sembola hêvîyê. Newrozê di mîtolojî, huner, çand û felsefeyê de jî bi awayên cuda xwe daye der. Newroz û Mem û Zîn gelek caran bûne mijara fîlmên hunera heftem, lîstikên şanoyê û warên din ên hunerê.

Berhema helbestkî (menzûm) “Mem û Zîn” di sala 1991ê de ji alîyê derhênerê navdar ê tirk Umît Elçî ve bi heman navî weke fîlmê sînemayê derket pêşberî temaşevanên sînemayê, senaryoya fîlmê Hamza Ozbal nivîsîye û gelek lîstikvan û hunermendên navdar ên wekî Meltem Doganay, Halîl Ergun, Mûsa Anter, Fusun Demîrel, Betul Arim, Yalçin Dumer, Erdal Gulver, Levent Guner, Eser Gîray, Payrî Palta, Perîhan Doygun, Hayrî Alan, Handan Çapanoglu, Nurî Tug jî di fîlmê de lîstine. Fîlm, bi Kurdî û Tirkî derket pêşberî temaşevanan, kevneşopîya dengbêjî û çîrokbejîya çanda Kurdan tîne ser perdeya spî ku li herêmên Cizîr, Mêrdîn, Midyat, Nisêbîn, Heskifê hatibû kêşandin û muzîkê fîlmê ji alîyê hunermendê navdar ê kurd Mazlûm Çîmen ve hatiye çêkirin. Fîlm, li Amedê ketibû vîzyonê û gelek hate temaşekirin, lê piştî demekê li sînemayan hatiye qedexekirin.


Mijara fîlmê, bi axaftina rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerê kurd Apê Mûsa Anter re dest pê dike ku di 20ê Îlona sala 1992yan de li bajarê Amedê hatibû kuştin. Anter, li qada Newrozê qala dîroka mîtolojîk a Newrozê, Kawayê Hesinkar û destana Mem û Zînê dike. Li gorî çîrokê, berî sedsalan li herêma Botanê mîrekî bi navê Zeyneddîn û du xwişkên wî yên bi navên Zîn û Sitî dijîyan. Bihara salekê diçin mîhrîcana Newrozê, li wir rastî du xortên bi navên Mem û Tajdîn tên. Zîn û Mem, Sitî û Tajdîn dema ku hev dibînin, li qada cejna Newrozê evîndarê hev dibin. Evînên wan her ku diçe mezintir dibe. Tajdîn li herêma xwe ji alîyê hemû kesî ve gelek tê hezkirin, rojekê ji mîrî keça wî dixwaze û Tajdîn û Sitî dizewicin. Piştî vê zewacê, Mem jî ji mîrê Botanê Zeyneddînî keça wî Zînê dixwaze, lê Bekoyê ku alîkarî û kehyatîya mîr dike naxwaze Mem û Zîn bizewicin. Beko, di derbarê Mem û Tajdînî de derew û gotegotan belav dike û ji mîr re dibêje, Mem dixwaze li şûna te bibe mîr, bi van gotinên xwe mîr jî dixapîne. Li ser vê yekê mîr Zeyneddîn zewaca Mem û Zînê qebûl nake. Piştî vê bûyerê, evîna Mem û Zînê li her derê tê bihîstin û axaftin. Mem û Zîn rojekê bi nepenî hevûdû dibînin, lê belê Bekoyê ku naxwaze du ciwanên evîndar bizewicin, wan dişopîne û hevdîtina Mem û Zînê digihîne mîr. Piştî vê yekê Mem tê girtin û hepskirin. Mem û Zîn bi evîneke mezin û bi dilekî xwerû ji hev hez dikin, lê nikarin hevûdû bibînin û êşeke mezin dikişînin. Piştî demekê Mem di zîndanê de dimire, Zîn jî ji ber giranîya xemgînîyê ji cihekî bilind, xwe ber bi Çemê Botanê diavêje û jîyana xwe ji dest dide. Mirina Mem û Zîn li herêmê tê bihîstin, zêmarên gel olan didin. “Tirba Mem û Zîn”, li Cizîra Şirnexê cî digire.


Çîroka Mem û Zînê, çîroka evîneke xwerû û mezin e; çîroka xweşikahî, qencî, mirovahî, wicdan, ronahî û rastîyê ye. Beko jî bi rengê xirabî û tarîyê îfade dike. Li erdnîgarîya cîhanê weke çîroka Mem û Zîn, çîroka Leyla û Mecnûn, çîroka Sîyabend û Xecê, çîroka Tahir û Zuhre, çîroka Dewrêşê Evdî û Edûlê û çîroka Ferhad û Şîrîn gelek çîrokên evînê bûne destan, di demê re li seranserê cîhanê belav bûne û bi awayên cûda û bi hevokên gelek zimanan ve hatine vegotin.

Li erdnîgarîya dinyayê bi hezaran salan têkoşîneke di navbera mirovên qenc û xirab de didome. Ruhê qencîyê; bi dilên xwerû, rengên hêvî û rastîyê dê li hemû cîhanê belav bibe. Rengên qencî û xweşikahîyê rojekê wê li hemû dinyayê heta bi hetayê vebe û tim şîn bibe. (16. 02. 2024)


Fîlmên din ên derhêner û senarîst Umît Elçîyî: Hoşgeldin Hayat (2004), Kejê (Rêzefîlm, 2002), Garîp Karşilaşma (Fîlmê TVyê, 1996), Bocek (1995), Kuçuk Şeyler (Rêzefîlm, 1992), Fosforlu Cevrîye (Rêzefîlm, 1989), Bîr Avuç Gokyuzu (1987), Kurşun Ata Ata Bîter (1985), Bîr Yildiz Doguyor (Çêkerê fîlmê, 1984)

Çavkanî:

“MemoZîna Xanî” – Celadet Alî Bedirxan. Weşanên Avesta. (Çapa Yekem, 2016)
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mem_û_Zîn
https://ku.wikipedia.org/wiki/Emînê_Evdal
https://www.imdb.com/name/nm0255972/
https://tr.wikipedia.org/wiki/Emînê_Evdal#:~:text=Emînê%20Evdal%20veya%20Emin%20Abdal,nde%20çok%20sayıda%20çalışma%20üretti.
https://www.evrensel.net/haber/231290/yapimcisindan-mem-z-n-filminin-hikayesi#:~:text=Musa%20Anter%20renk%20kattı&text=Dolayısı%20ile%20Mem%20û%20Zîn,film%20yasaklandı%20ve%20sinemada%20oynamadı.

*Ev nivîs cara yekem di hejmara 33yemîn a kovara Dilopê de hate weşandin.

«
Pêşve
Ev şanda herî dawîye.
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply