10 Ocak 2018 Çarşamba

Yekem helbesta Kurdî "Bi Hevre" / Boraboz


Yekem helbesta Kurdî “Bi Hevre” di sala 330ê, Beriya Mîladî de, ji aliyê Keşîşeke Suryanî ya ji bajarê Hewremanê de dijiya, bi navê “Boraboz”ê hatiye nivîsandin. "Bi Hevre" li gorî îdiayên hin çavkanî û agahiyan; tê zanîn, helbesta herî kevnare ya bi Kurdî ye û mijara helbestê li ser evîndarî û hezê ye.
Li gorî hin agahiyan helbesta “Bi Hevre”, di dîroka 1950a de ji aliyê Arkeologên Îngilîzî ve, li hêrema Hewremanê de hatiye peydakirin û li ser gorîçeyê hatiye nivîsandin.

Ji Fîlmê Mem û Zîn re
Keşîş Boraboz, helbesta xwe ya “Bi Hevre”, ji bo heza evîna hevsera xwe dinivîse. Boraboz, hestên evîna xwe wek mayînde anîye zimên. Evîna Borabozê wekî evînên; Mem û Zîn, Memê Alan, Leyla û Mecnûn, Siyabend û Xecê, Tahîr û Zuhre, Dewrêş û Edûle, Ferhad û Şêrînê û Cembelî û Binevş û ên din nayê jibîrkirin. Peyvên hevokên helbestê, berîya bi hezar salan deng lê dikin.


Tê zanîn ku helbesta binavê “Hurmizgan” di sedsala 6’emîn an jî 7’emîn de bi zaravayê Kurdî Hewremanî, hatiye nivîsandin û di salên 1800an li bajarê Silêmanî hatîye dîtîn. Di dema nivîsandina helbestê de, Ola Zerdeştê di nav mirovan de bawerîyeke belavbûyî bû.
Hinek helbest û peyvan henin ku di ser van de sedsalan an jî bi hezar salan derbas dibin jî, wekî hestên hezê mayînde ne. Helbest sîtavên jî çandê ne, çavkanîya çîrok û şanoyan e, peyvên stranan bi piranî bi gotinên helbestan pêk tên.

Ji Herêma Hewremanê
Di herikîna dîrokê de, gelek keval û parşîmanên berî sedan û hezaran salan, hatine dîtîn. Ev pelên (belgenameyên) dîrokê, him li ser jiyana çand û hûnera wî çaxê agahîyan didin, him j^, di derbarê geşedanên awayên hilberanê û têkiliyên hilberînê de gelek hin agahîyên wê demê vediguhesin.
Bi taybetî ji sedsalê zêdetir e, bandorên helbestan li ser hunera sînemayê gelek hatiye dîtîn û îro jî bi awayekî cuda jî berdewam dikin. Rêbazeke bi navê “Sînemayê Helbestkî” ji aliyên derhênerên navdarê Andrey Tarkovskî, İngmar Bergman û gelek derhênerên yên din ve derketiye holê. Diyalogên fîlmên yên rêbaza “Sînemayê Helbestkî”, bi gelemperî bi helbestan pêk ên. Di vê rêbazê de, derhêneran fîlmên xwe wek mînîmal dikişînin û di heman demê de derhêneran bi piranî wek “auteur” ê têne qebûlkirin.


Ji Herêma Hewramanê
Feylesofên bêrî yên navdar, bi piranî helbestvan û hivîskar bûn. Ji çaxên herî kevnare, zanista Felsefe wek ramanê; bandorê li hemû qadên çandî, hunerî û zanistî, kiriye. Helbest, bi giştî di dîroka mirovahîyê de û di nav jiyana huner û wêjeyê de gelek girîng in.
Helbesta “Bi Hevre” ji aliyê nivîskar, helbestvan, akademîsyen û lêkolînerê Kurd Selîm Temo ve hatiye wergerandin. 

Not: li ser helbesta "Bi Hevre", nivîskar, lêkolîner û akademîsyenê Kurd agahî û daxuyanîyeke dabû, nivîsa daxuyanîyê li jêr e: 



 Rûmet Med – (Ev nivîs di hejmara sêyem a Fanzîna "Hawar"ê de hate weşandin û li dû weşandina wê, hin cihên nivîsî hate serastkirin.) 
BI HEVRE
Xwazdî ez tu hevre bin
Bi hevreherin xorînê
Wer dê bihêrin kotra bin
Bang dîn bi hevre narînê
Dwînî kotra hêra bûm
Awaz ji cir dixwînê
Fîrabîl û beyaban
Hawar ji dest evînê
Ez tu watu yek dil wîn
Hêzan cwadi wînê
Vêra pêkra hıfne wîn
Bircînê ya binvînê

Helbestvan: Boraboz 
(Türkçesi)
BİRLİKTE
Birlikte geçen günleri özlüyorum
Hele sabah çıkıp gidişimizi
Seninle dağlara çıkar dolaşırdık
Birlikte söylerdik şarkılarımızı
Ben o dağların ruhundan öğrenmiştim
Ta yürekten candan içli söylemeyi
Hem dağlarda hem kırlarda hem sahralarda
Ei aman, medet aşkın elinden yani
İkimiz tam da tek bir gönül olmuşken
Sonbahar gelip böyle ayırdı bizi
Ancak birlikte olunca küflenmez aşk
Ya bağır bir ses ver ya da uyu hadi

Şair: Boraboz 

8 Ocak 2018 Pazartesi

Şeveqan dirêj dibin di dengê bergehê de, xiyal a rastî bêdeng nabe...


Wext rêçên êşê dikişe
Di kolanên jiyanê de hemû pir in bîranînan
Wekî mirinê mezin dibe, rengê hêvîyê mîna rojeke yê germ
Şeveqan dirêj dibin di dengê bergehê de, xiyala rastînê bêdeng nabe...

(Acının izlerini taşır zaman
Yaşamın sokaklarında birer köprüdür anılar
Ölüm gibi büyür umudun sıcak bir gün gibi rengi
Sabahlar uzar ufkun sesinde, gerçeğin düşü susmaz...)

 Helbest: Rûmet Med

Meha Hezîrana 2016'ê

6 Ocak 2018 Cumartesi

Hejmara 12’emîn a Kovara Zarema derçû!


Hejmara nû ya (Çile-Sibat-Adar-Nîsan) Kovara Zarema derket.
Kovara Zarema ku di meha Gulana sala 2014’ê de dest bi weşanê xwe kiriye. Her hejmara Kovarê de bi mijarên taybe derdikeve û di hejmarên kovarê de mijarên cur bi cur jî cîh digirin.

Hejmara nû ya Kovara Zaremayê de, ji gelek mijaran; nivîs, gotar, lêkolîn, werger û hevpeyivînan cîh digirin. / Rûmet Med

Kovara Zarema li benda xwendavanên xwe:
Ji agahî û ragihandin:
www.kovarazarema.com
https://www.facebook.com/Kovara-Zarema-616627658409031
https://www.instagram.com/kovarazarema
https://mobile.twitter.com/kovarazarema

5 Ocak 2018 Cuma

Albûma nû ya Diljen Ronî, “Çile” derçû!


Albûma nû ya hunermenda muzîka Kurdî Diljen Ronî, bi navê “Çile, Klasîkên Kurdî” ji aliyê KOM Muzîkê ve derçû.
Guhdarên muzîkê albûmê dikarîn di platformên dijîtalê de, guhdarî bikin.
“Çile, Klasîkên Kurdî” albûma sêyemin a hunermendê navdar Diljen Ronî ye. Albûm, ji muzîkên klasîkên Kurdî ve pêk tê û di nav de heft muzîkan cîh digirin. Mijarên muzîkên ji albûmê bi piranî li ser evînê ne.
Stranek ji albûmê hate parve kirin: https://www.youtube.com/watch?v=dlKw5kPIhj4
Nivîs: Rûmet Med 
Diljen Ronî kî ye?
Diljen Ronî di sala 1981’ê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayik bûye. Xwendina xwe li Cizîrê qedandiye. Di zarokatiya xwe de bi muzîkê re eleqedar bûye. Yekem car di 12 saliya xwe de bi dest tembûrê kiriye.
Piştî demekê malbata wî koçî Amedê dike û perwerdeha xwe ya dibistanê li vir dewam dike. Hin demên cuda li NÇMê beşdarî dersên perwerdehê yên muzîkê dibe. Piştî ku dest bi xwendina tipê dike li vir bêtir xebatên xwe yên muzîkê didomîne.
Bi derfetên biçûk ve li malê studyoyeke biçûk çêdike û demoyan derdixe. Piştî demekê stranên dengbêjan li gorî muzîka îro şirove dike û albuma xwe ya dawî wiha derdixe. Ronî hê jî bijîşkiyê dike û li Stenbolê dijî.
Diljen Ronî heta niha du albumên bi navê “Çend Gotinen Evinê” û “Du Demsal” derxistine. (Çavkanîya Biyografî: Malpera facebooka fermî ya Diljen Ronî)

1 Ocak 2018 Pazartesi

Romana “Berbang” hate weşandin!



Pirtûka “Berbang” ya Nivîskarê Navdarê Kurd Ereb Şemoyî, ji aliyê Weşanên Lîs'ê ve hate weşandin.

Ereb Şemo (Erebê Şamilov) di wêjeya Kurdî de cîyekî gelek girîng digire û nivîskar romana yekem a Kurdî, bi nave “Şivanê Kurmanca” dinivîsê ye.
Notê Weşanxane:
“Berbang” guhertoyeke “Şivanê Kurmanca” ye. Çend serpêhatîyên ku di “Şivanê Kurmanca” de tinene lê hatine zêdekirin û çend serpêhatî yan hatine kurtkirin yan jî dirêjkirin. Bi vî awayî navên hin kesên ku navên wan di “Şivanê Kurmanca” de tinene jî di van serpêhatîyên lê zêde kirî de têne hildan. Zimanê berhemê heman ew zimanê “Şivanê Kurmanca” ye. Lê ji bilî ku peyv bêne guherandin, edîsyonê gelek tişt bi qaydeyê şêweyê yekgirtî sererast kirine. Sererastkirina daçekan û sererastkirina peyvên kurtkirî çend mînakên ji van guherandinan in. Wekî di dawîya berhemê de jî hatiye nivîsîn, sala jinûvenivîsîna wê 1957 e.
Berbang
Ereb Şemo
Roman, 200 rûpel
Çapa pêşîn, Berfanbara 2017’an
Weşanxaneya Lîs, Amed
--------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Berhemên din ên nivîskarê Ereb Şemoyî tên zanîn; "Kela Dimdim", "Şivanê Kurmanca", "Jîyana Bextewar", "Terîqa Rêvolûsîya Oktyabrê", "Hopo" û "Emrê Lenîn" (Jiyana Lenîn) in. Nivîskar û rewşenbîrê yê Yekîtîya Sovyetê Ereb Şemo, li welatê Ermenistanê ji bo derxistina rojnameya bi navê “Rêya Teze”yê xebitiye û rojname, heta di sala 2006’ê de jî weşana xwe berdewam kiriye. 
Nivîskarê Navdarê Maksîm Gorkî ji bo nivîskar û rewşebîrê navdarê Kurd Ereb Şemoyî gotî ye; “Gelê Kurd bi zimanê Nivîskarê xwe Ereb Şemoyî qise dike.. (diaxive)”. / Rûmet Med - 1'ê Meha Rêbendana 2018'ê
Çavkanî: http://www.wikiwand.com/ku/Ereb%C3%AA_%C5%9Eemo
http://wikisosyalizm.org/Ereb%C3%AA_%C5%9Eemo

Çîroka Rastîn a Jiyanê, Belgefîlma “Xanî Reş e”


Belgefîlma  bi navê “Xanî Reş e” ji aliyê Helbestvanê navdarê Furûx Ferroxzad ve, di sala 1962’an de hatiye kişandin.
Belgefîlm, behsa jiyanên nesaxên belweşîn ve dike û gelek agahî li ser vê nexweşiyê dide.


Furûx Ferroxzad, helbestvanê navdarê yê Îranê ye û di jiyana xwe de gelek êşan kişandiye, lê hêvîya dilê xwe herdem mezin kiriye. Pirtûkên helbestan yên Ferroxzad ê li gelek zimanan hatiye wergerandin.


Helbestvan; hunerên bi sînema, wênesazî, şanoyê ve jî eleqedar bûye.
Lînkê Belgefîlmê “Xanî Reş e”:

Rûmet Med / 1'ê Meha Rêbandana 2018'ê

Pirtûka Helbestê “Rê û Rêç” hate weşandin!



Pirtûka Helbestan a “Rê û Rêç” ya Helbestvan Narîn Yuklerê ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate çapkirin.
Helbestvanê ciwan Narîn Yukler xelatgira Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî ya li sala 017’an e. Yukler di wêjeya Kurdî de nivîskar û helbestvanek nû ye û gelek helbestên wê hatine weşandin. Rûmet Med / 31'ê Meha Berfanbara 2017'ê
Notê Weşanxaneyê:
Narîn Yukler (j. 1988) dengekî nû yê bedew ê helbesta nûjen a bi Kurdî ye ku bi vê berhema xwe ya bi Kurdî ya pêşîn ve bi gavine şidîyayî tê naverasta meydana helbesta bi Kurdî.
Ne cîyê şik û gumanê ye ku helbesta zimanê Kurdî ev bi sedan salan e her zindî ye û di serdema me de jî berê xwe dide asoyên dûrerêtir î nû. “Rê û Rêç”a Narîn Yuklera xelatgira Pêşbazîya Helbestan a Arjen Arî ya 2017’an jî di wê yekê de berdewam e û bi van helbestan ve di vê rêya dûr de rêçên kûr dihêle li pey xwe, bo xwînerên ku ruhên wan li ber helbesta berra perwerde bûne.
Weşanxaneya Lîs şanaz e ku “Rê û Rêç”a berhema Narîn Yuklera helbestkara nû ya girîng pêşkêşî xwînerên zimanê Kurdî dike, ew a ku dibêje:
“hişyar bûm
min li xwe kir fanêrê herî tenik ê                           asîmanî
ewrekî rapêça ew kesê di hinavê                        min de
wê hingê yek şil bû
yekî vekir sîwana xwe
min nekarî bibarim
min kom kirin peyv ji cîyê lê                                  rijîyayî
yekî devê merkaneyê girt”
Rê û Rêç / Narîn Yukler
Weşanxaneya Lîs, 72 rûpel / Amed 

Rûyeke Neveşartî: Furûx Feroxzad


Furûx Feroxzad di 5’ê Rêbendana 1935‘an de li bajarê Tehranê hatiye dinyayê. Keça malbateke dewlemend bû. Li Tehranê dest bi perwerdehiya xwe kir. Di 16 saliya xwe de bi Perwîz Şapûr re zewicî û li ba mêrê xwe li bajarê Ehwazê perwerdehiya xwe dewam kir. Ji vê zewacê kurekî wê bi navê Kamyar çêbû. Lê vê zewacê tenê du salan dewam kir. Dadgehê biryar da ku kurê wê li ba mêrê wê be. Mêrê wê jî careke din kurê wê nîşanî Furûxê nekir. Her çiqas bi hesreta kurê xwe biêşe jî wê bi dilekî narîn û paqij ji mirovan hez kiriye.
Jiyana Furûxê ya di nav tenêtiyê de jî zêde dom nekir û di 32 saliya xwe de, di qezayeke trafîqê de xatir ji jiyanê xwest.
Furûx 5 berhem li pey xwe hiştin. Furûx di helbesta Îranê ya sedsala 20.’de naveka pir girîng e. Ji xeynî helbestan bi sînema, şano, wênesazî, lîstikvanî û derhêneriyê re jî eleqedar bûye. Ew di nav helbestvanên cîhanê yên jin de xwedî cihekî taybet e. Wê helbestên xwe bi zimanê jinan nivîsandiye.
Furûxê di salên dibîstana seretayî de dest bi nivîsandina helbestan kir.Ev helbestên wê di kovara Rewşenbîr de hatin weşandin. Pirtûka yekem a bi navê Êsîr hê di 17 saliya xwe de weşand.
Wê gelekî êş û zehmetiyên jinîtiyê kişandiye û bi zimanê jinê jî helbestên xwe nivîsiye. Li gorî Furûxê jinitî mehrûmiyet e û mêrîtî jî xweperestî ye û xwe xwedî maf dibîne ku bibe xwediyê gelek tiştan. Furûx jî li hember vê derketiye; bi hişê xwe serî hildaye, bi zimanê xwe serî hildaye, di nivîs û vegotinên xwe de serî hilda ye. Ev serîhildana wê bûye sedem ku di wêjeyê de hejîneke nû çêbe û hişmendiya zelam hêrs bike. Her çiqas ji aliyê wêjenivîsên zelam ve bûbe hedef jî, kesî nekariyê li hember tufana helbestên wê xwe ragire û neyartiyê bidomîne. Di demek kurt de helbestên Furûxê li hemû cîhanê deng veda. Ew ên ku nedixwestin li ser cendekê wê telqîn jî bê xwendin, ew ên ku Furûx mîna efsûngerî nîşan didan li hember Furûxê ji rêzgiretinê pêve rêyek din ji wan re nema. Ji bilî Kurdî bi gelek zimanan helbestên wê hatin wergerandin. Di 8 ê adara 2013 an de me helbestên Furûx bi kurdî jî xwendin.




Furûx Feroxzadê tu hestên xwe nepenî nehiştin, di dilê xwe de veneşartin, bi ziravî nivîsîn, bi tenikî hûnandin, bi hosteyî lihev anîn û bi dilşêrî jî vegot. Dibe ku ya dilê hemû jinan jî gotibe bi hestên jinîtî, bi hestên jinane.
Civaka me bi gelek kesayetan re hevnas e. Kesên ku hindik be jî dibistan xwendîn di derbarê navdarên dinyayê de xwedî nêrînekî ne. Nexwasim di tevgera jinê de kesayetiyên ku di qada siyasî û teorî de pêşengî kirine ji nêzve nas dikin; Jiyana wan, daxwaziyên wan dişopînin, nas dikin û dişopînin û di gelek çalekiyan de jî bibîr tînin. Dibe ku ev jin ji welatê me be, yan jî ji welatekî din be. Ev ji bo tevgera jinê qet ferq nake. Ji bo wê welatê jinê hemû cîhan e. Dibe ku ev jin helbestvanek be yan jî siyasetmedarek be.
Furûx li hember zordariyê bi riya helbestên xwe serî hildaye, li hember kevneperestiya nav malbatê û nav civakê serê xwe netewandiye, bêtirs helbestên xwe hûnandiye. Hemû birînên ku ew pê diêşe mîna ku êşa hemû jinan be di helbestên xwe de vehûnandiye. Jin di civakê de di rewşeke neçar de ye, li hember mêr teslîmkar e, bêziman e, tu dibê qey lal bûye. Wek berdevkê jina kerr û lal bi jinane û bêyî ku hestên xwe veşêre, sansûrê li ser xwe çêke yan jî ji bandora zordar û kevneperestiyê bitirse ya dilê xwe gotiyê; dibe ku ya dilê hemû jinan û hemû mêran be jî. Dema ku mirov dixwînê pê dizane. Ne tenê jinekî nas dike jinê nas dike, hestên wê nas dike, dilnizmiya wê nas dike, kubariya wê nas dike. Bi çavê jinê, bi dilê jinê jinê nas dike. Ev venerîn bi mêr re jî çêbe dê ne baştir be gelo. Em xwe veneşêrin, her wekî Furûx xwe veneşartî. / Nivîsa Muhsîn Ozdemîr
Ez cîhana xwe bi xwe me
Wijdan dengê Xwedê ye
Xwezî dil ewqasî pak bûya
Ji bo gotina “ji te hez dikim”
Pêwistî bi sondxwarin nebûya
Nivîs: Muhsîn Ozdemîr 
Dîrok: Meha Rêbendana Sala 2015’ê
Çavkanî: http://ferhengaciyan.blogspot.com.tr

Pirtûkên din ên Nivîskar, Helbestvan û Wergêr Muhsîn Ozdemîrê hatine weşandin:


Muhsîn Ozdemîr bi romana binavê   SÊ TILÎLÎ  tevlî karwanê nivîsê bû.
Got:  ev roman
“Ji bo dayîkên zulm dîtîn ên serxet û binxet, bişxet û berxetên welatê dabeşkirî re” ye
Di sala 2012 ‘an ji weşanên ronahî derket.
Di berdewamiya xebatên xwe î wergerê de hin têkariyên nû tevlî pirtûkxaneye kurdî dike.
Çend ji van berheman em bi hevre bibînin.
Şêrko Bêkes êdî di kurmancî de ne bêkes e Bi kurmancîkirina helbestên Şêrko Bêkes ji aliyê rewşenbîrên hêja birêz Sîrwan Rehîm û Muhsîn Ozdemîr ve êdî mezintirîn dîwana Şêrko Bêkes di pirtûkxaneyên kurdî de ne. Weşanxaneya Ronahî vê berhema mezin diweşîne. Mihemed Ronahî edîtoriya vê berhemê kir.  Berhem jî 450 rûpelî pêk tê. Ev berhem rêyeke nû vedike li ber xwendeavan ku şa’rên xwe bi ku kurmancî nas bikin.


Her weha sala 2013 ‘an de jî bi kurmacîkirina Muhsîn Ozdemîr û Sîrwan Rehîm di bin navê Hemû Helbest de ji aliyê weşanxaneya Ronahî ve hatibû weşandin.
Muhsîn Ozdemîr, her weha berhema şairê xwezayê Sohrab Sepehrî ya bi navê Dengvedana Lingê Avê ji farsî wergerandiye zimanê kurdî-zaravayê kurmancî. Ev berhem di wergerê de, di qalib û danana kurî de gelek pêşketiye û ji aliyê weşanxaneya Ronahî ve hatiye weşandin.


Ji Weşanxaneya Ronahî hemû berhemên Furûx Ferroxzadê bi wergera Muhsîn Ozdemîr di dîwanekî de berhevkirî, bi kurdî derdikeve pêşberî xwendevanên kurdîhez , helbesthez û mirovdost. Bi xebateke du salî, hûrgilî û bi hostahî wergerandiye, Mihemed Ronahî edîtorya vê berhemê kiriye.


Muhsîn Ozdemîr di wergera pexşanê de jî têkariyeke nû dike.:
Jî weşanxaneya Na yê romaneke din bi wergera Muhsîn Ozdemîr
“ev roman, di tarîxa edebiyata vê sedsalê de merhaleyek e.” andré rousseaux wergera ji farsî: Muhsîn Ozdemîr Edîtor :H.Kovan Baqî
Weşanên na
Di roman û çîrokê de berhema ku wek merheleyekê tê nas kirin Bûmê Kor a  Sadiq Hidayet bi kurdiyeke dagirtî , hevoksaziyek herikbar  ji farsî wergerandiye zimanê kurdî. Ev berhem  hê nû ji aliyê weşanxaneya “na” yê ve hatiye weşandin.


Berhema herî dawî ya bi werger û berhevkariya Muhsîn Ozdemîr derketî  Şanoya Dayîka Niştiman –Şanoya Koşka Miradan e. Ji weşanê Na’yê derket


Muhsîn Ozdemîr: (z.1970), nivîskar û wergêrê kurd e. Di sala 1970î de li gundêZivinga Şikakan a ser Findika Botanê hatiye dinyayê.
Ozdemîr dibistana seratayî li Zivinga Şikakan xwend. Dibistana navîn û amadehî li bajarêWanê qedand. Piştî sala 1991ê tevlî tevgera Azadiya Kurd bû. Ji ber birîndariyê û sedemên siyasî bi salan li derveyî welêt ma. Di sala 2003yan de li Ûrmiyeyê hate girtin. Di zindanê de bi rêya çûyîna dibistanê hînî Farisî bû. Hin defetên wî çêbûn ku di zindanê de li ser dîrok û wêjeya kurd û farisan bixwîne. Her weha bi saya hebûna pirtûkên kurdî yên bi zaravayê soranî fêrî soranî bû.
Di sala 2005an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Heta gulana 2010an jî di zindanên wek Colemerg, Mûş, Wan, Sêrt, Kalkandere ya Rîzeyê û Licêya Amedê de ma. Di van salan de pirtûkên kurdî xwend. Romana xwe ya bi navê Sê tilìlî li zindana Licê nivîsî û di sala 2010an de ji Weşanên Ronahî derket.
Niha li Batmanê dijî. Piştî derketina ji zindanê, di bin navê “Ferhenga Çiyan” de dest bi nivîsandina gotaran kir. Ev gotar bi pirranî di rojnameyên herêmî û kovara Şaredariya Batmanê de derdiketin.
Berhem
Sê Tilîlî. Roman, Weşanên Ronahî, 2011.
Kitêbên ku Muhsin Özdemir wergerandine kurdî
Sohrab Sepehrî/Dengê Lingê Avê/Helbest/ Weşanên Ronahî/Diyarbekir
Furûx Ferroxzad/ Em Îmanê Bi Destpêka Demsala Sar Bînin/Hel-best/Weşanên Ronahî/Diyarbekir


Furûx Ferroxzad/Hemû Berhemên Furûx/Helbest/Weşanên Rona-hî/Diyarbekir
Şêrko Bêkes/Hemû Helbest(bi alîkariya Sîrwan Rehîm)/Helbest/ Weşanên Ronahî/Diyarbekir/2013
Sadiq Hidayet /Bûmê Kor/Wergera ji Farisî/Roman /Weşanên Na/Îzmîr /2013
Ji Başûr Barana Helbestê/Şêrko Bêkes /werger : Muhsîn Ozdemîr-Sîrwan Rehîm/. Weşanên Ronahî/Amed/2014
Şanoya Dayîka Niştiman û Şanoya Koşka Miradan. Lêkolîn -Şano/Werger û Berhevkirin: Muhsîn Ozdemîr /Weaşanên Na/Îzmîr/2015
Çavkanî: http://www.wikiwand.com/ku/Muhsin_%C3%96zdemir
Vîkî Kurdî 

Amadekar: Rûmet Med

Helbestên nû yên Mueyed Teyib hate weşandin


Helbestên nû yên helbestvanê navdarê Kurd jî Mueyed Teyibê, ji aliyê Weşanên Avestayê ve, pirtûka bi navê “Ne Şev Têra Xewnên Min Dike Ne Roj Têra Xemên Min”  hate çapkirin û benda li xwendevanên wêjeyê ye.
Ji pirtûkê
“Ez çi me?
Ne ez im
Ne ew im
Ne tu
Efsaneyeka seyr û
Bûnewerekê nîvero
Herdem mirîdê celladê xwe me û
Têhniyê xwîna xo
Ne erd min nas dike
Ne esman
Ne mirinê ez divêm
Ne min jiyan”
Ne Şev Têra Xewnên Min Dike
Ne Roj Têra Xemên Min / Mueyed Teyib
144 rûpel
29'ê Meha Berfanbara 2017'ê

Kurtefîlmê “Kızıl Çarşaf”


Kurtefîlmê bi navê “Kızıl Çarşaf” (2011) behsên zewacên zarokan, pirsgirêka jinan û trawmayên civakî yên din dike.
“Kızıl Çarşaf” ji aliyê derhêner û sînemavan Kudret Guneş ve hatiye kişandin û fîlm li gelek mîhrîcanên fîlman hatiye nîşandan û gelek xelat wergirtine. Rûmet Med / 28'ê Meha Berfanbarê 2017'ê
Derhêner û sînemavan Kudret Guneş, bi belgefîlm û kurtefîlmên xwe re tê nasîn.
https://www.youtube.com/watch?v=BynPypFvUAE
Kızıl Çarşaf (Le Drap Ecarlate) (The Scarlet Sheet) – 2011
(kısa metraj 2011, 22’ ortak yapım: 17 productions/Crrav, région Nord pas de Calais.)
TV5 MONDE aldı.
7. SineMardin Uluslararası Mardin Film Festivali, Kısa Film Dalı, Finalist. 2012
12. Uluslararası Bağımsız Filmler Festivali, Bedenim Savaş Alanı: Bir Seçki Bölümü Gösterim. 2013
16. Uçan Süpürge Uluslararası Kadın Filmleri Festivali, Olay Yeri: Aile Bölümü Seçkisi. 2013
Çavkanî: http://www.kameraarkasi.org/yonetmenler/kudretgunes.html

Çapa sêyem a Pirtûka ya Nivîskar Mehtap Ceyranê “Mevsîm Yas” derket!


Pirtûka yekem a ya Nivîskarê ciwan Mehtap Ceyranê “Mevsîm Yas (Demsal Şîn) jî aliyê xwendevanên wêjeyê we eleqeyek mezin dîtî. Ji wan rojên de, çapa seyam a Pirtûka “Mevsîm Yas” jî aliyê Weşanên Sel ve derket.
Romana “Mevsîm Yas” behsên ku jiyanên di salên 90’an dike û pirtûk, li bajarê Êlihê de derbas dibe.
Çapa yekem a romana “Mevsîm Yas” jî dîroka mehê adarê de derketî bû.
Agahî: http://www.selyayincilik.com/kitap/mevsim-yas-1373
Rûmet Med /18'ê Meha Berbanbara 2017'ê

Koma “Şanoya Zibare” li Stenbolê hate avakirin!


Di salên dawiyê de, zêdebûna hejmarên ku di qadên xebatên huner û çandî de, asteke dilxweşker de ye. Yek ji wan jî Koma Şanoyê “Şanoya Zibare” ye.
Koma Şanoyê “Şanoya Zibare” li bajarê Stebolê weke komekî şanoyê hate ava kirin. Xabatên xwe yên Şano û Muzîkalê jî berdewam dike.
Koma Şanoya Zibare xebatên xwe yên li ser Şanoyê 3 zaravayên zimanê Kurdî ji Kurmancî, Dimilî, Soranî ve dê dom bike.
Ji bo têkiliyê:
sanoyazibare@gmail.com
https://www.facebook.com/%C5%9Eanoya-Zibare-1426924427557797/
Rûmet Med / 14'ê Meha Berfanbara 2017'ê

Lorîyên 8 zimanên bû belgefîlm


Derhêner Arîn İnan Arslan, ji gelek herêmên li Enedolêyê geriyaye û li ser 8 zimanên ji lorîyên vê rû bi rû rewşa windabûyînê mayîne, belgefîlmeke kişandîye.
https://www.youtube.com/watch?v=MixWOR0HmKU


Belgefîlma “Lorîyên Enedolêyê” ji 30 lorîyan ve pêk tê. Zimanên lorîyên belgefîlmê; Kurdî, Zazakî, Tirkî, Lazî, Hemşînî, Erebî, Ermenkî û Gurcîkî ne. Ji bo projeya belgefîlmê, Wezareta Çand û Turîzmê jî piştgirî daye.
Derhênerê belgefîlmê Arslan, di  hevpeyîvîneke xwe de got ku, li gelek herêmên “lorîyan veguherîne li zêmaran”…
Rûmet Med / 7'ê Meha Berfanbara 2017'ê

Yeşîm Ustaoglu xelata xwe jibo zarok û jinan wergirt


Fîlmê dawî yê derhênerê navdarê Yeşîm Ustaogluyê “Teredût”, li Mîhrîcana Fîlman a Tirk ya Frankfûrtê de xelatên; ‘Fîlmê Herî Baş’, ‘Lîstikvana Jina Herî Baş (Ecem Uzun)’, ‘Derhênera Herî Baş’ û ‘Senaryoya Herî Baş’ wergirt. Ustaoglu xelata xwe ji bo zarok û jinên ku hatine kuştin ve wergirt.
Derhêner Yeşîm Ustaoglu di dema seramonîya xelat stendinê de axaftinek kir û got ku, “ez vê xelatê nezir dikim ji bona zarok û jinan ku mafên jiyanê wan hatine winda kirin.
Fîlmê “Teredût” wek herî dawî di berhevoka “Around the World” ve hatibû nîşan dayîn. 
https://www.youtube.com/watch?v=fq9HIylhZfI
Fîlmên din ên ku beşdarî li pêşbaziya mîhrîcanê beşdarî bûn û hatin nîşandan; Albûm, Baskên Bavê Min, Bana Git De, Beginner, Koca Dünya”, Müthiş Bir Film, Raûf, Salınan Nilüfer, Teredût, Toz.
Rûmet Med / 7'ê Meha Berfanbara 2017'ê

Çîrokeke ji nav jiyanê; fîlmê “Biryareke Zor”


“Biryareke Zor”, fîlmê duyemîn  ê derhêner Ender Ozkahramanî ye û li dû nîşandana mîhrîcanên fîlman, di dîroka 1’ê meha Berfanbarê de ket vîzyonê. 
Fîlm, li bajarê Colemêrgê derbas dibe û behsa çîroka jiyana jineke ciwan a ku di atolyêya xalîçeyê dixebitî û malbatê wê dike.


Çîroka fîlmê Biryareke Zorê, çîrokek ji nav jiyanê ye û rastîyên rojane yên jiyanê nîşan dide. / Rûmet Med / 4'ê Meha Berfanbara 2017'ê
https://www.youtube.com/watch?v=3tCP54geFTE
“Biryareke Zor” (Zor Bir Karar / Ugly Duckling) – Derhêner û Senaryo: Ender Ozkahraman
Lîstikvanên Fîlmê: Şukran Akti, Kemal Seven, Feyyaz Duman, Berîvan Biral, Rûgeş Kirici.
Xwêya Jiyanê (Hayatın Tuzu) – 2009:  Fîlmê Yekem a Ender Ozkahraman.