Yeşîm Ustaoglu xelatên xwe ji bo zarok û jinan girtin


Fîlmê dawî yê derhênera navdar Yeşîm Ustaogluyê yê “Teredût”, li 17emîn Festîvala Fîlmên Tirkan a Frankfûrtê ya Navneteweyî de xelatên ‘Derhênera Herî Baş’, ‘Fîlmê Herî Baş’, ‘Lîstikvana Herî Baş (Ecem Uzun) û ‘Senaryoya Herî Baş’ girtin. Ustaoglu xelatên xwe ji bo zarok û jinên ku hatine kuştin girtin.
Derhêner Yeşîm Ustaoglu di merasîma xelatdayînê de axaftinek kir û got ku, "Ez vê xelatê nezir dikim ji bona zarok û jinan ku mafên jiyanê wan hatine winda kirin."
Fîlmê “Teredût” herî dawî di berhevoka “Around the World”ê de hatibû nîşan dayîn. 
https://www.youtube.com/watch?v=fq9HIylhZfI
Fîlmên din ên ku beşdarî li pêşbaziya festîvalê bûn û hatin nîşandan; Albûm, Baskên Bavê Min, Bana Git De, Beginner, Koca Dünya”, Müthiş Bir Film, Raûf, Salınan Nilüfer, Teredût, Toz.
Rûmet Med / 7'ê Meha Berfanbara 2017'ê

Yorumlar