29 Kasım 2018 Perşembe

"Evîn hertim heye..." û "Mirov bêevîn nikare bijî..."


Derhênerê navdar ê cîhanê Abbas Kiarostemî di filmên xwe de dibêje ku "Evîn hertim heye..." û "Mirov bêevîn nikare bijî..." Derhêner Abbas Kiarostemî bi peyv, newa û dîmenên rastînê ve diaxive û bi bîr tîne, hebûna hezê; çavkanî, azadî, bihar û jiyan e...


Di çavên dilê de, vedike kulîlkên biharê, rengê rûyê wê dibe ronahî û çirîsk û bihareke bêdemsal... Rastîn; deng û reng e û pejinîn e... Ruh û canê wê, di xwezaya jiyanê de xuya ye û xwe derbirin dike...
Wêneyan: Ji Filmê "Copie Conforme" - 2010 / Derhêner û Senaryo: Abbas Kiarostemî

Nivîs: Rûmet Med


19 Kasım 2018 Pazartesi

Pirtûka "Kurdên Xoresanê" derçû!


Pirtûka "Kurdên Xoresanê / Horasan Kürtleri" ya Lêkolîner, Helbestvan û Rewşenbîrê Kurd Selîm Temo ji Weşanên Alfa derket. Pirtûk, qala jiyanên û çandê Kurdên Xoresanê dike û li ser koçên û dîrokên wan agahiyan dide.

Pirtûka "Kurdên Xoresanê", bi çavkaniyên ên zimanên; Almanî, Erebî, Farsî, Fransî, Îngîlîzî, Spanî, Kurdî (Kurmancî, Soranî, Zazakî), Rûsî û Tirkî ve pêk tê. Di nav pirtûkê de, gotar û nivîsarên ku bi alfabeya Aramî, Kirîlî û Latînê ve hatiye nivîsandin cih digirin.

Rûpelên pirtûka "Kurdên Xoresanê" xwendevanên xwe derdikeve rêwîtiyekê çandî, çîrokî, wêjeyî û dîrokî û qala rûyê jiyanê û xwezayê ve dike.

Çavkanî û ji bo agahî: https://www.alfayayinlari.com/kitap.php?id=369120


Kurdên Xoresanê / Horasan Kürtleri
Nivîskar û Amadekar: Selîm Temo
Weşanxane: Weşanên Alfa
Rûpel: 718

Nivîs: Rûmet Med

"Şeva Xîzê": Belgefîlmeke li ser Nesaxên Silikozisê!


Derhênerê belgefilmên ên "Metre" û "Dîroka Mirina Avê" Ali Ergul, belgefilmek bi navê "Şeva Xîzê" (Kumun Gecesi / The Night of the Sand), li ser jiyanên Karkerên xîzkirina kotê û qala sedemên û encamên ên nexweşiya Silikozisê dike, kişand. 


Di belgefilmê de, qala ku Karkerên xîzkirina kotê çawa ketine vê nexweşiya kujendeyê û ji sedemên vê nesaxiyê dike. Belgefîlma "Şeva Xîzê" li Gundê Taşliçayê (Çirik) yê girêdayî Navçeya Kanîreşa Çewlîgê (Bingöl) hate kişandin. 




Fragmana Belgefilmê:
https://twitter.com/aliergul_/status/1060802802769891328?s=19


Karkerên Xîzkirina Kotê; bi giştî li bajarên mezinan de dixebîtin, bi piranî Kurd in. Nesaxiya Silikozisê, di gelek beşên karê de têne dîtin û nesaxiyeke giran û kujende ye. Li gorî daneyên ên Sendika, Fermî û Saziyan, her salî ji ber Nesaxiya Silikozisê gelek karkeran jiyanên xwe ji dest didin û di rewşên xirabê de dijîn.


Ji bo agahî: http://kotiscileri.org/silikozis-nasil-bir-hastalik/

Nivîs: Rûmet Med

11 Kasım 2018 Pazar

Çavên dem û demsalan: "Zenit"


Makîneyên wêneyan ên bifîlm "Zenit", li YKSS'ê (Yekîtiya Sovyetan) ango li dewletên Karker û Rencberan hatine çêkirin ku demeke dirêj e di hemû erdnîgariya cîhanê de ji bo kişandina wêneyan,  makîneyên ku herî zêde tê bikaranîn bûn. Ev makîneyên wêneyan ên Zenitê, ji aliyê Kedkarên Sovyetê ve hatin hilberandin û bikaranîn. Zenit, li seranserê cîhanê wêneyên herî xweş û bikalîte girtin û hêj jî wêneyên bêhempa bi vê makîneyên wêneyan têne kişandin.


Ligel makîneyên wêneyan ên "Zenit", markeya "Zorki" (salên 1940 û 50'an) û gelek markayên din ên Soyvetan, di salên 1960, 70 û 80'an de weke reş-spî û rengîn hatibûn afirandin û ji hemû welatên cîhanê re hatine hinarekirin (Îxraç) û bi vî awayî berbelav bûne. "Zenitan"; sivik, pihêt û di heman demê de jî buhayê wan erzan bûn, ji ber vê yekê jî ji aliyê gelek kesan ve hatine bikaranîn. Hin modelên van makîneyan; "Zenit E", "Zenit122 ", "Zenit 12xp", "Zenit TTL", "Zenit EM", "Zenit ET", "Zenit 11" in.


Îroyîn jî li ser cîhanê gelek meraqdar û bikarînerên van makîneyên wêneyan hene.. Pêşveçûnên ku di warên teknolojî û zanîstî de, bandorê li hemû tiştî kir û di salên dawî de, makîneyên wêneyan ku cûr be cûr û ful bixwe (otomatîk) hatin çêkirin û hilberandinên wan bi awayekî bi lez û  bêrawest didome.


Bêguman van pêşveçûnên dawî, bandorên mezin û xweş li kesên ku wênekêşî dikin û bi meraqdarên weêneyan dike û hînbûna gelek tiştan hêsantir dibe. Bi saya telefonên berîkê û tabletan ve jî kişandina wêneyan zêdetir dibe û vê yekê ji bo wênekêşan gelek hêsanî û derfetên mezin tîne. Lê belê roja îroyîn piraniya mirovan ji van makîneyên wêneyan ên nû dûr in û ji ber buhayên wan jî bikaranînên wan gelek zêde nînin.

Bi giştî berbelavbûna amûrên wêne kişandinê (bi saya telefonên berîkê, tablet hwd.) ji bo wênekêşîyê him bandorên erênî him jî bandorên neyînî dike. Îroyîn bikaranîna poz û fîlmên makîneyan hêdî hêdî kêmtir dibe û kêm peyda dibin ku cihê xwe didin makîneyên wêneyan û telefonên bicamera yên nû. Lê belê makineyên wêneyan ên berê ti carî winda nabin û dê hertim bimînin ..

Wêneyan, demên ku em tê de dijîn didin sekinandin û dibin bîrewerên me yên zîndewer.. Wan mîna neynikeke bêmij û wekî çavên zelal dibînin, ji ruhê çax û demê didin der û dibin hişê dem û demsalan. Wêneyên ku berê hatine kişandin, bi rastî jî di wan de ruheke xweş û jidil hebûn. Mirov, bêrîya reng û ruhê wêneyên berê dike û ew rojên berê tên ber çavên mirov...

Nivîs: Rûmet Med
Dîrok: 01.11.2018

2 Kasım 2018 Cuma

"Televîzyon: Şahîniya Kujer" / Neil Postman


Pirtûka "Televîzyon: Şahîniya Kujer" li ser du tezan, qala jiyana nûjenê û ruhê (bêruhêtî) wê dike.. Ev xebata girîng û watedar; pêvajoya dîrokî ya Televîzyonê û ragihandinê rave dike, û raman û nerinên du pirtûkên ramangêr Aldous Huxley û George Orwellî dide ber hev...
Wek encam; fikr û nêrina Huxleyî mafdar derdikeve...


(Televizyon; Öldüren Eğlence" kitabı iki tez üzerinden, modern dünyayı ve ruhunu (ruhsuzluğunu) anlatıyor... Bu önemli ve anlamlı çalışma; Televizyonun ve iletişimin tarihsel sürecini anlatıyor ve düşünürler Aldous Huxley ve George Orwell'in kitaplarını karşılaştırıyor...
Sonuç olarak,  Huxley'in düşüncesi ve bakışı haklı çıkıyor...)


"Televîzyon: Şahîniya Kujer / Televizyon: Öldüren Eğlence" / Neil Portman
Rûpel: 224 - Weşanxane: Ayrıntı

Kurtenivîs: Rûmet Med