Bu Blogda Ara

Slider

Tema resimleri sndr tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Cinema

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

Hin peyvên Kurdî û Îngîlîzî yên ku nêzî hev in

Amadekar: Rûmet Med

Ziman û peyvan jî wekî her tiştî di nav guherîneke domdar de ne, weke encama xwezaya jiyanê diguherin û vediguherin, û li gorî şert û mercên cîhanê teşe digirin. Li ser cîhanê ti tiştî wekî berê namîne û encama dîyalekîkê ye ku her tişt bi demê re, wekî peleke payîzê na jî pitikeke/î nû hatiye cîhanê, diguhere û vediguhere, xwe nû dike û şikleke nû digire û geşedana xwe didomîne.

Zimanê Kurdî, yek ji zimanên qedîm ên malbata zimanên Hind-Ewropyayê (Aryan) û ên cîhanê ye û di navbera zimanên Arî yên Hindî de cih digire. Malbata Zimanên Aryan du beşa bingehin; Ewropa û Asyayê; bi sedan ziman û zaravayan pêk tê. Ev du beşa bingehîn jî di nav xwe de 4 komên zimanan; Zimanên Hînd û Ewropayê, Zimanên Latîn, Zimanên Germen û Zimanên Silav ve pêk hatiye. Zimanên Hînd û Ewropayê jî di nav xwe de weke du beşên bi navê "Zimanên Hindî" û "Zimanên Îranî" tê binavkirin. Li cîhanê ji zêdetirî 2.5 mîlyar kesan zimanên Hind-Ewropayê diaxivin.* Lewma zimanên Kurdî û Îngîlîzî di heman malbata zimanan de ango malbata zimanên Hind Ewropayê de ne, zimanê Kurdî di koma zimanên Arî/Îranî de û zimanê Îngîlîzî jî di koma zimanên Germenî de cih digirin. Ji ber vê yekê di nav her du zimanan de gelek peyv û lêker wek hev in an jî nêzî hev in.

Hin peyvên Kurdî û Îngîlîzî ku nêzî hev in:

Alfabe: Alphabet

Al: Flag

Avrêl: April

Ba: Blow

Baran: Rain

Bazar: Bazaar

Belek: Black

Bî: Beech

Bûyîn/Bûn: Being

Cihû: Jew (Ceu)

Cûn: Chew

Çar: Four

Çeng: Chin

Çerm: Derm

Çivîk/Çûk:Chick

Dem: Time Di (Destpêka Daçekê): The

Derî: Door

Dot: Daughter

Du: Two

Erd: Earth

Erk: Work

Êş: Ache

Eylo: Eagle

Firî: Fly

Gewr: Gray

Girîn: Cry

Hebûn: Have

Heşt: Eight

Hêvî: Hope

Hine: Henne

Hingiv: Honey

Hiş/Heş: Head

Hol: Home

Karker: Worker

Kiras: Dress

Kom: Community

Kort: Court

Ku Derê: Where

Kurt: Short

Lêkolîn: Calling

Lib: Pill

Mayîn: Remain

Mader: Mother

Mêrkirî: Morried

Min: My/Me

Mirî: Mortal

Navik: Navel

Neh: Nine

Neherdu/Neduya/Nedu: Neither

Neynûk: Nail

Nêgir/Negewr: Negro

Niha: Now

Nêzîk: Near

Nû: New

Penûs: Pencil, Pen

Pirtûk: Book

Pronav - Pronaun

Poz: Nose (Noz)

Qal/Kal: Call

Qetîn/Qet/Qutkirin: Cut

Rast: Right

Rica: Request

Rê: Road

Rûbar: River

Rût: Nude (Nut)

Sol: Shoe

Şandin: Send

Tarî: Dark

Ten: Deh

Tîre: Tribe

Tu: You

Vir, Vê derê: Here

We: We

Xezal: Gazalle

Xwedê/Xwodê: Good

Xwest: Request/Want

Hin peyvên Îngilîzî û Kurdî yên nêzî hev in:

Angry - Ingirî

Bear - Bîr anîn

Belive - Bilêv kirin

Better - Bêtir

Brisk - Brûsk

Brow - Birû

Commen - Kom

Core - Kor

Door - Der

Double - Du lib

Drop - Dilop

Egg - Hêk

Hair - Hirî

Held/Hold - Hildan

Horse - Hesp

Hush - Huş

Juvenile - Civan

Leg - Ling

Lip/Leb - Lêv

Man - Mêr

Name - Nav

No - Ne/Na

Nos/Nourishing - Noşik

Now - Niha

Paw - Pê

Peda - Pêda

Poly - Pir

Robbery - Rêbir

Rowdy - Revde

Shame - Şerm

Shrewd - Şured, Zana

Slide - Zelîn

Slop - Şlope

Star - Stêr

Tail - Dêl

Toll - Tol

Two - Du

Çavkanî: 

“Ferheng” / D. Îzolî – Weşanên Deng. (1992)

“Ferheng (Sözlük)” / Zana Farqînî – Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. (Çapa Nehemîn, 2015)

“Rêbera Rastnivîsînê: Komxebata Kurmancîyê” / Kolektîv – Weqfa Mezopotamyayê. (2019)

Ferhenga Kurdî – WQFerheng

https://ku.wikipedia.org

https://ku.wiktionary.org

“Comprehensive Turkish English Dictionary” / Dr. Pars Tuğlacı – Abc Kitapevi. (1991)

“Macmillan Dictionary” / Willam D. Halsey – Abc Kitapevi. (1988)

https://ku.wikipedia.org/wiki/Ziman%C3%AAn_hind_%C3%BB_ewrop%C3%AE

*https://rumetmed.blogspot.com/2019/12/peresin-u-gesedana-peyvan-peyva.html

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

Peresîn û Geşedana Peyvan: Peyva "Stêrk/Star"


Ziman û peyvan jî wekî her tiştî di nav guherîneke domdar de ne, weke encama xwezaya jiyanê diguherin û vediguherin, û li gorî şert û mercên cîhanê teşe digirin. Li ser erdnîgariya cîhanê tu tiştî wekî berî namîne û encama dîyalekikê ye ku her tişt bi demê re, wekî pelekî payîzê an jî pitikeke/î nû hatiye cîhanê, diguhere û vediguhere, xwe nû dike û şikleke nû digire û bi awayên cuda geşedana xwe didomîne.

Zimanê Kurdî, yek ji zimanên qedîm ên malbata zimanên Hind-Ewropyayê (Aryan) û ên cîhanê ye û di navbera zimanên Arî yên Hindî de cih digire. Malbata Zimanên Aryan, ji du beşên bingehîn; Ewropa û Asyayê; bi sedan ziman û zaravayan pêk tê. Ev du beşên bingehîn jî di nava xwe de ji 4 komên zimanan; Zimanên Hînd û Ewropa, Zimanên Latîn, Zimanên Germen û Zimanên Silav ve pêk hatiye. Zimanên Hînd û Ewropa jî di nava xwe de weke du beşên bi navên "Zimanên Hîndî" û "Zimanên Îranî" têne binavkirin. Li cîhanê ji zêdetirî 2.5 milyar kes bi zimanên Hind-Ewropayê diaxivin.

Li gorî hin Ziman û Zaravayên ên Hind-Ewropayê, Peresîn û Geşedana Peyva "Stêrk/Star"ê

Stêrk (Kurmancî / Kurdî)
Estêre (Soranî / Kurdî)
Estare (Zazakî / Kurdî)
Hesare (Hewramî / Kurdî)
Asare (Lekî / Kurdî)
Estrella (Îspanyolî)
Estrella (Katalanî)
Estrela (Portûgalî)
Sitaara (Hindî)
Sitāra (Ûrdûyî)
Stār (Sanskrîtî)
Star (Îngîlîzî)
Star (Farsî)
Star (Îskoçî)
Star (Îrlandî)
Ster (Avestayî)
Ster (Afrîkanî)
Ster (Flemanî)
Ster (Holendî)
Stern (Almanî)
Stora (Tacikî)
Stórey (Peştûyî)
Stjärna (Swêdî)
Stjarna (Îzlendî)
Stjerne (Norweckî)
Stjerne (Danmarkî)
Stea (Romenkî)
Stella (Îtalî)
Stilla (Maltayî)
Astgh (Ermenkî)
Aster / Stella (Latînî)
Astre (Fransî)
Astéri (Yewnanî)

(Nîşe: Histêrk/Hêstirk/Hêsir jî bi Kurdî tê wateya stêrk/stêr û maneya wê ava ji çavan tê, bi taybetî dema mirov digirî. (Çavkanî: WQFergeng)

Her wiha peyva "Stêrk" li zimanê Sumerî tê wateya "Aashtara" (Ronîya Rûyê Asîman).

Çavkanî: 

“Ferheng” / D. Îzolî – Weşanên Deng. (1992)

“Ferheng (Sözlük)” / Zana Farqînî – Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. (Çapa Nehemîn, 2015)

Ferhenga Kurdî – WQFerheng

https://ku.wikipedia.org

https://ku.wiktionary.org

“Comprehensive Turkish English Dictionary” / Dr. Pars Tuğlacı – Abc Kitapevi. (1991)

“Macmillan Dictionary” / Willam D. Halsey – Abc Kitapevi. (1988)

https://ku.wikipedia.org/wiki/Ziman%C3%AAn_hind_%C3%BB_ewrop%C3%AE


Nivîs-Amadekar: Rûmet Med

Hejmara duyemîn a Kovara "Piltan" derket!


Hejmara nû ya Perloda Zon û Zagoni (Kovara Ziman û Çandê) "Piltan" di dawiya meha Gulanê de hate weşandin û bi hejmara xwe ya duyem li pêşberî xwendevanên xwe.


Kovara "Piltan" weke Zazakî (Dimilî) derdikeve û di rûpelên xwe de; nivîs, gotar û xebatên li ser ziman, çand û hunerê diweşîne.

Hejmara Yekemîn a Kovara Piltanê

Hejmara yekemîn a Kovara Piltanê di meha destpêka Avrêlê de hatibû weşandin.

Ji bo têkilî: hegaejan@gmail.com
piltan1@outlook.de
Facebook/Piltann

Nûçe: Rûmet Med

Hûmara 59. ya Kovara Vateyî weşanîyaye!


Hûmara 59. ya Kovara Kulturî Vateyî weşanîyaye! / Hejmara 59'emîn a Kovara Çandê Vate hate weşandin!

Kovara Çand û Hunerê bi Zazakî "Vate" bi hejmara xwe ya nû (Zivistan) derket û li pêşberî xwendevanên xwe.


Kovara Vate di sala 1997'ê de dest bi weşana xwe kir û bi zaravayê Zazakî (Kirmanckî, Dimilî) ve, ji çar mehan careke derkekeve û nivîs, lêkolîn û gotaran diweşîne.


Nûçe: Rûmet Med

Pirtûka "Rêbera Rastnivîsînê" hate weşandin!


Komxebata "Rêbera Rastnivîsînê" ku ji aliyê 18 Zimanzanên Kurd ve hatibû amadekirin, weke pirtûk ji Weşanên Weqfa Mezopotamyayê hate weşandin.


Zimanzanên Kurd ên li çar parçeyan û li gelek welatan dijîn li ser pirtûka "Rêbera Rastnivîsînê" 2 salan xebitîn û komxebata girîng, ji bo yekîtiya zimên û standartkirina zaravayê Kurmancî hate amadekirin. Komxebat di destpêka meha Reşemî de ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê hate çap kirin.


Amadekarên pirtûka "Rêbera Rastnivîsînê":

Samî Tan, Zana Farqînî, Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şûcaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Malmisanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mikaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Şoreşvan Adil û Zulkuf Ergun.

Nûçe: Rûmet Med