Nivîs: Rûmet Med (Onur Kaya)
Don Kîşot bi serpêhatîyên xwe ve li seranserê cîhanê gelek hate naskirin û îro jî gelek navdar e. Yek ji romanên herî balkêş û girîng a wêjeyê Don Kîşot weke romana yekem a nûjen tê qebûlkirin. Bi metaforên xwe qala hin tiştan dike, mirovan dide fikirandin û dide kenandin ku dibe neynikeke di herikîna demê de.
Romana wêjekarê navdar Miguel de Cervantes Saavedrayî ya “Don Kîşot”, bi zimanê resen Spanî: “Don Quijote de la Mancha”, ji du beşan pêk tê ku yek ji berhemên damezirîner a wêjeya nûjen a Rojavayê (Ewropa) tê qebûlkirin. Cilda yekem a berhemê di sala 1605ê de û cilda duyem jî di sala 1615ê de hatine weşandin ku berhema navdar ji salên weşanê heta niha bandoreke mezin li ser wêjeya cîhanê kiriye û li seranserê dinyayê Kurdî jî têde ji bo ji zêdetirî 80 zimanan hate wergerandin, weke fîlmên sînemayê hate kişandin û bû lîstikên şanoyê. Don Kîşot, di sala 2007ê de bi wergera Serdar Roşanî (Du cild) ji Weşanên Dozê û di sala 2023yê de bi wergera M. Reşît Aktayî ji Weşanên Aramê bi Kurdîya Kurmancî hate weşandin.
Di romanê de, Alonso Quixano malmezinekî ji herêma Manchalî ye, xwînerekî baş e û di jiyana xwe de gelek roman xwendine. Bi taybetî jî ji ber tesîra romanên romantîk ên qala jiyanên şovalyeyan dike, bi demê re xwe weke şovalyeyek dibîne û wisa hîs dike. Dixwaze di nava civaka şovalyetîyê de bijî û ji bo vê xiyala xwe tevdigere. Lê xiyal û rastî êdî ne nêzîkî hev in, lê dema şovalyetîyê derbas bûye, ango civakeke wisa tune. Alonso Quixano di rastîya xwe de dîn e û hişê wî ne li cih e, wek şovalyeyekî tevdigere û henekên xwe bi pergalê dike.
Alonso Quixano di xiyalên xwe de cîhaneke nû afirandiye, li ser hespek bêhêz û lawaz diçe, li ser wî taseke kevn heye, di destê wî de çoveke dirêj, bi zirxek jengar girt, bi navê xwe yê nû Don Kîşot re derdikeve rê. Çîroka romanê di şatoyeke xeyalî de diqewime, lê şûna şatoyê xanîyek kevn heye, navê hespa wî ya xeyalî “Rossînante” ye. Piştî demekê ligel hevalê xwe Sancho Pancho re, her du “şovalye” jî li dijî tarîtîya xirabîyê dimeşin û dikevin qada şerê. Bi ser aşên bayî de diçin, di xiyalên wan de cengeke dijwar diqewime. Rastî nasên xwe û keşeyê dêrê tên, ligel wî diçin mala wî, hinek aram dibin.
Lê belê piştî demeke kin Don Kîşot û hevalê wî, di heman demê de alîkarî wî Sancho Pancho ji nû ve dikevin rê, ji ber ku divê ji bo wan serpêhatî hebe. Hemû kes hay ji çîrokên wan dibin, hin dewlemenên wê demê ji bo wan lîstikek amade dikin. Don Kîşot û Sancho Pancho gazî dikin û tînin şatoya xwe, weke şovalyeyan qîmet û hurmet didin wan. Sancho Pancho dikin parêzgerê giravekê (di rastîyê de ev der cotgeh e), piştî demekê Sancho Pancho têdigihêje ku ew nikare cotgehê bi rêve bibe û dest ji peywira xwe ber dide. Don Kîşot jî dikeve duelloyekê û têk diçe. Her du heval jî bi mecbûrî vedigerin gundên xwe. Piştî demeke kin Don Kîşot nexweş dikeve, lê êdî dîn nîn e, hişê wî li serê wî ye. Keşe diçe li mala wî û ji bo ku wî ji gunehên wî azad bike. Piştî vê yekê jî Don Kîşot diçe ser dilovanîya xwe.
Don Kîşot li gorî lêkolîna Xelata Nobelê ya Norwêcê romana herî hezkirî ya wêjeya nûjen e. Don Kîşot bi vegotineke alegorîk-metaforîk li dijî sitemkarî, neheqî, newekhevî, tarîtî, bêdadî, tirs û nezanîyê têdikoşe. Karakterê Don Kîşot bû sembolekî, sembolê qencî û ronahîyê, di dîroka wêjeyê de dê her tim rêya xwînerên wêjeyê ronî bike.
Ji bo fîlm û rêzefîlmên ji berhema Don Kîşotî hatine kişandin: https://m.imdb.com/find/?q=DonQuixote
Çavkanî:
https://ku.wikipedia.org/wiki/Don_Kîşot
https://tr.wikipedia.org/wiki/Don_Kişot
https://en.wikipedia.org/wiki/Don_Quixote
*Ev nivîs cara yekem di hejmara 8emîn a e-kovara "The Raising of Kurds"ê hate weşandin.
Hiç yorum yok: