Bu Blogda Ara

Slider

Tema resimleri sndr tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Cinema

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » Dengê Qencî Û Rastînê Û Rengê Şînbûna Biharê: Robîn Hood

Nivîs: Rûmet Med (Onur Kaya)

Karakterê navdar Robîn Hood, di çîrokên gelê Îngilîz û wêjeya dinyayê de ciyekî girîng digire ku bi texmînî di nava sedsalên 12-13-14an de derketîye holê/hatiye dîtin. Heta niha li ser çîroka jiyana Robîn Hoodî gelek pirtûkan hatine nivîsandin, serpêhatîyên wî bûne wêneçîrok û helbest û li seranserê cîhanê bi Kurdî jî têde bi dehan zimanan hatine wergerandin. Çîroka jiyana wî weke fîlmên sînema, rêzefîlm û xêzefîlman hatiye kişandin, li gelek herêmên cîhanê weke lîstikên şanoyê hatiye lîstin û bûye mijara lêkolînên akademîyê.

Çîroka Robîn Hoodî di wêjeyên zarok û ciwanan de jî cihekî girîng digire. Pirtûkên herî navdar û belavbûyî yên ku di derbarê çîroka jiyana Robîn Hoodî de ji aliyê du wêjekarên navdar Howard Pyle û Richard Brassey ve hatine nivîsandin. Hatibû ragihandin ku nivîskar-wergêr Idrîs Hiso, pirtûka Richard Brasseyî ya “Robîn Hood”ê bi navê “Robên Hûd”* ji Îngilîzî wergerand ji bo Kurdîya Kurmancî, û wergêr Sorgul Keskîn, pirtûka Howard Pyleyî ya bi navê “Robîn Hood” (Weşanên Aram, 2021) ji Îngilîzî wergerand ji bo Kurdîya Kurmancî.



Li gorî çîroka Howard Pyleyî ya “Robîn Hood”ê, Robîn Hoodî ligel gelek hevalên xwe li daristana Sherwoodê ku girêdayî Nottinghamsireyê dijîyan û wî tîravêjekî baş bû, her tim ji alî/li cem xizanan û rêncberan bûye, alîkarîya bindestan dikir û li dijî serwerên wî çaxê derketiye û di heman demê de jî romantîkekî jidil bû.



Serpêhatîyên Robîn Hoodî di dîroka hunera heftemîn de heta niha gelek caran weke fîlmên sînemayê hatin kişandin. Fîlmên “The Adventures of Robin Hood” (1938), “Robin Hood: Men in Tights” (1993), “Robin Hood: Prince of Thieves” û “Robin Hood” (2010) bi awayekî biserketî çîroka Robîn Hoodî didin der.


Çîroka Robîn Hoodî li hemû erdnîgarîyên cîhanê gelek hate hezkirin û çîroka wî ziman bi ziman belav bû. Di rastiyê de Robîn Hood kî bû? jiyana wî çawa derbas bû? û ew çawa dijîya? Di vê mijarê de heta niha gelek tişt hatin gotin. Dibe ku efsane be û belkî jî rast e, lê ruhê çîroka Robîn Hoodî bû sembola qencî, dadwerî, wicdanê û mirovahîyê, bi hezkirin û hêvîya dilê xwe bû dengê rastînê û rengê şînbûna biharê.


Çavkanî:

https://en.wikipedia.org/wiki/Robin_Hood

https://rumetmed.blogspot.com/2019/01/dile-robin-hood-u-jiyana-wi.html

https://www.imdb.com


*Ev nivîs cara yekem di hejmara 6emîn (Pûşper) a kovara "The Raising of Kurd"ê de hate weşandin.

«
Pêşve
Ev şanda herî dawîye.
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply