Bu Blogda Ara

Slider

Tema resimleri sndr tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Cinema

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » » Dilê Robîn Hood û Jiyana Wî...


Robîn Hood, di çîrokên gelê Îngilîz û wêjeya cîhanê de ciyekî gelek girîng û mezin digire û bi texmînî di sedsalên 12-13-14an de derketiye holê. Heta niha li ser jiyana Robîn Hoodî gelek pirtûkan hatiye nivîsandin, serpêhatiyên wî bûne wêneçîrok û helbest û bi dehan zimanan hatine wergerandin. Çîroka jiyana wî weke filmên sînema û xêzefilman hatiye kişandin û li gelek cihan weke lîstikên şanoyê hatiye lîstin û bûye mijara lêkolînên akademiyê.


Cihê çîroka Robîn Hoodê di wêjeyên zarok û ciwanan de jî pir girîng e. Pirtûkên herî navdar û belavbûyî yên di derbarê çîroka jiyanê Robîn Hoodê de, ji aliyê wêjekarên navdar Howard Pyle û Richard Brassey ve hatine nivîsandin. Nivîskar û wergêrê Kurd Idrîs Hiso pirtûka "Robin Hood" ya Richard Brasseyê, di sala 2016'ê de bi navê "Robên Hûd" ji zimanê Îngilîzî wergerandîbû bo Kurdî.


Robîn Hood, di hemû erdnîgarîya cîhanê de gelek hate hez kirin û çîroka wî ziman bi ziman belav bû. Di rastiyê de Robîn Hood kî bû? jiyana wî çawa derbas bû? û ew çawa dijiya? di vê mijarê de heta niha gelek tişt hatine gotin.


Li gorî çîroka "Robîn Hood" ya Howard Pyle, Robîn Hood bi gelek hevalên xwe ve li daristana Sherwoodê girêdayî Nottinghamsire'yê dijîyan û Robîn tîravêjekî baş bû, her tim ji alî/li cem xizanan û rêncberan bûye, li dijî serwerên wî çaxî bûye ew di heman demê de romantîkekî jidil e.


Robîn Hood bi hez û hêviya dilê xwe bûye dengê qencayî, rastîna jiyanê û şînbûna biharê.. Navê Robîn Hood li ser hemû cîhanê simbola dadwerî û mirovatiyê ye...

Nivîs: Rûmet Med

Wêneya Yekemîn: Ji Filmê "Robîn Hood" (2010) / Derhêner: Ridley Scott û Senaryo: Brian Helgeland

Wêneya Çaremîn: Ji Filmê " The Adventures Of Robin Hood" (1938) / Derhêner: Michael Curtiz, William Keighley û Senaryo: Norman Reilly Raine, Seton I. Miller

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply