29 Ağustos 2018 Çarşamba

Awazên Jidil ên Xwezaya Jiyanê: "Dilê Stranên Xorasanê"


Newa, qasî dîroka mirovahiyê kevnar û qedîm in û pêkhatin ên wan derbirineke herî xwezayî û jidil e. Stran, kilam, lawje, zêmar û bi giştî muzîk neynik û sîtavên ên çandê ne û newayêd wan dilê xwezaya jiyanên mirovan in..


Muzîk di her serdema dîrokê de, ligel helbestê re hunera herî berbelav e û ev her tim hebûna xwe bi awayên cur bi cur, ji nû ve pêk tîne. Kirûya (diyarde) muzîk, bi demê re bi hest û ramanên mirovan ve pêkhatiye û derketiye holê û di xwezaya jiyanê de bûye derbirin û vebêjanên ên cur bi curên ên ruhê can û dilên mirovahiyê. Muzîk encamê geşedana dîrokî ne û di bin bandora felsefe, wêje, efsane, mîtolojî, zanist, hunerên ên din û bi gelemperî bandora jiyanê de maye. Muzîk, di guherîn û veguherînên (diyalektik) zagona xwezayê de şêweyên (teşe) nû û cuda girtiye.


Ji aliyê pêkhatinê ve newayan; him çavkanî him jî sîtav in, xwe di herikîna jiyanê de ji nû ve nû dikin, muzîk ya herî girîng; ruhê mirovan û qîrîna xwezaya jiyanê ne, ev di heman demê de rewş û halê giyanê mirovan diguherînin û kesên ku wan guhdar dikin di bandorên awazên wan de dimînin. Bi kurtasî muzîk, newayên ruh û can û dilê jiyana bixwe ne û dengên wan qîrîn û hewarên jidil in.


Herêmê Xorasanê jî ji aliyên muzîk, wêje, huner, çand û jiyanê ve herêmeke resen û gelek dewlemend e. Xorasan di navbera sînorên li gelek welatan de maye, ji derveyî û nava herêmê heta niha gelek caran nefî û koçên mezin çêbûne. Xorasan erdnîgariyeke pirçandî û pirneteweyî (kozmopolît) e, îroyîn jî netewe û baweriyên têvel li ser axên herêmê jiyanên xwe didomînin. Li Herêmê bandorên mezheba Şiîtî zêdetir e û baweriya mirovên li vê derê; "Ehlî Heq", "Elewî" ango "Yarsanî", "Kakeyî" ne. Ji aliyên çand, rîtuel (cem) û jiyînê ve, xelkê Xorasanê mîna xelkên Elewiyên Rojhilatanavîn, Hewraman, Dêrsîm, Îlam, Lorîstan, Kirmaşan û gelek herêm ên din wek hev in û herêm ji gelek hêlan ve resen û dewlemend e. Xorasanê ji aliyên wêje, felsefe, çand, muzîk û jiyanê ve, di herêmê de bandoreke girîng û diyarker pêkanîye. Di van herêman de zaravayên Kurdî yên Soranî, Kurmancî, Zazakî, Goranî / Hewramî, Lorî têne axaftin.


Li gorî hin çavkanî, di pergela baweriya Xorasanê de bandorên çand, ol û ramana Zerdeştî jî xuya dibin, hin çavkanî jî dibêjin ku weke dîrokî, baweriya Êzidî ji gelek alîyan ve wek hev e. Baweriya helbestvan û ramangêrê mezin Baba Tahirê Uryanê (Hemedanî) jî "Ehlî Heq" e û gelek helbestvan, ramangêr û zanyar di bandora wî de mane..



Kurdên Elewî, li herêmê Xorasanê berî bi sedan salan hatine û bi demê re bicihbûne, bi çand û baweriya xwe dijîn. Hin lêkolîn dibêjin, Kurdan di salên 1300an de jî li vê herêmê dijiyabûn. Kurdên Xorasanê îroyîn jî li Bakurê Rojhilatê Îranê, li sînorê Tirkmenistanê dijîn û hejmara gelheyên wan ên tên zanîn nêzîkî 2 mîlyon e.


Muzîk, wêje, çand û xalîçeyên (mefhûr, mafir) Xorasanê navdar in û di muzîkê de erbane û setar û tembûr gelek têne bikaranîn. Bi taybetî di salên dawî de li ser muzîk û rîtuelên herêmê gelek xebat (belgefîlm, tez, pirtûk, lêkolîn) hatine kirin û hejmarên ev lêkolînên hatine kirin her ku diçe zêde dibin.


Li herêmê Xorasanê, weke dîrokî û kevneşopî gelek hunermend û muzîkvan derketine û nû jî derdikevin.


Hunermend û komên Xorasanê yên herî zêde tê zanîn; "Yalda Abbasî", "Koma Heray", "Kayhan Kelhor", "Sima Bina" ne. Di awazên stranên Xorasanê de; dengên hilm û rengên xwezaya jiyanê tê bihîstin, hest û ramanên êş, hez, hêvî, evîn, keser (hesret), bêrîkirin û jiyanê wekî avên çemê zelal diherikînin..

Nivîs: Rûmet Med
(Dîrok: Meha Gelawêjê / 2018)

Çavkanî: 





23 Ağustos 2018 Perşembe

Derhênerê Navdarê Cîhanê: Krzysztof Kieślowskî

Derhêner û Sînemavanê Polonyayê Krzysztof Kieślowskî, bi hest û ramanên fîlmên xwe ve asoyên nû vedike..


Di fîlmên Derhênerê de; ahenga ên reng, ronî û muzîkan û dengên xwezaya jiyanê diherikînin...


Wêne: Fîlmê Derhênerê "Trois Couleurs: Ble - 1993" (Sê Reng: Şîn / Üç Renk: Mavi / Three Colours: Blue)

#KrzysztofKieślowski

21 Ağustos 2018 Salı

Wêneya Gerdûnê Ya Herî Berfireh...

Ji aliyê stêrezanan ve, bi bikaranîna teleskopa fezayê "Hubble" wêneya herî berfireh ya Gerdûnê hatiye kişandin.


Ev wêneya taybet û xweş, di malpera fermî ya NASA'yê (Daîreya Feza û Hewavaniya Neteweyî ya DYAyê) de hate weşandin. Di nav vê wêneya panaromîk de 15.000 galaksî û stêrkan diyar dibin.

Teleskopê xwedî dîtineke ultraviyale ye û di peresana gerdûnê de, pêkhatin ên pergelên stêrk û galaksiyan dişopîne û dilekolîne. Li gorî vê wêneya fireh, 12.000 galaksiyên ciwan îro jî hilberîna stêrkan didomînin.

Di ev rêwîtiya demê de, mirovan dikarin bi saya "Hubble' peresana gerdûnê kişf bikin û ji ber 'sala roniyê', rewş û halên hin galaksiyan ku 11 mîlyar salan berê çawa ne, dikarin wan bibînin.

Stêrezanên ajansa fezayê, bi teleskopa 'Hubble' re çavdêriyên ultraviyole, ınfrared û roniya xuya bi yek kirine. Digel vê teleskopê, hebûn û tevgerên gerdûnê dişopînin û bi saya vê digihînin agahiyên nû.

Teleskopê bi navê "Hubble" ji aliyê esmannasê DYEyê Edwin Hubble ve, ji sala 1993'ê ve heta niha tê bikaranîn. Hubble, vegera xwe ya li dorê cîhanê di 97 deqîqeyan de xilas dike, leza vê ya di nav demjêmereke de kêmzêde 27 hezar kîlometre ye.

Li gorî agahiyên NASAyê, bi Teleskopê Hubble re, li ser 43 hezar û pêncsed cismên asmanî, ji zêdetirî 1.5 mîlyon çavdêrî hatine kirin û bi tevahî 153 terabayt dane hilberandine. Teleskopa taybet û bikitekit, li dorê dinyayê 163 hezar tûr avêtî ye.

Ji bûyera Big Bangê û sarbûnê bi vir de, qewimîn û pêvajoya geşedana gerdûnê bi mîlyaran salan e berdewam dike û her ku diçe di nav xwezaya diyalektikê de xwe nû dike û jiyanê vediguherîne..

Çavkaniyên Hin Agahiyan: Gazete Duvar
Çavkaniya wêneyê: https://www.nasa.gov/feature/goddard/2018/hubble-paints-picture-of-the-evolving-universe/

Nivîs: Rûmet Med

18 Ağustos 2018 Cumartesi

"Dîroka Kurt a Nijadî (Cure) ya Mirovan" / Jêza û Geşedanên 'Sapiensan'


Di xwezaya cîhanê de, pêşî yên mirovan (Sapiens) çawa pêkhatî ne û derketine holê? û jevbelaviyên wan ên li cîhanê çawa bûne?.. Dîroka cureyên Sapiensan, pêkhatina zimanên qedîm û yekem, jiyan û çandên erdnîgariya mirovahiyê... Bersivên van hemû pirsan dide pirtûka bi navê; "Dîroka Kurt a Nijadî (cure) ya Mirovan".


Pirtûk, ji aliyê lêkolîner, zanyar, dîroknas û nivîskarê navdar Yuval Noah Hararî ve hatiye nivîsandin. Di mijarê mirovnasî (antropolojî), dîroka mirovahî û xwezaya jiyanê de pirtûkeke zanistî û eşkereker e û yek ji çavkaniyên herî girîng e. Rûpelên pirtûkê têr û tije ye ku her agahiyên nû, di hiş û bîra mirovan de asoyan kûr dike..

  
Lêgerîn, qala pêvajoya qewimîna pêşî yên mirovan (Sapiens), rêwitiyên wan ên ji hemû parzemînên cîhanê, derketina jiyan, çandên wan û pêvajoya pêkhatina zimanên yekem dike. Pirtûka "Homo Sapiens", guherîn, veguherîn û geşedanên mirovahî û xwezayê, bi ramaneke nerîna diyalektîk re rave dike.

Pirtûk, li dû weşandina xwe li hemû cîhanê gelek zimanan ve hate wergerandin. Zimanê pirtûkê fehmbar, vekirî û zelal e ku rûpelên wê wekî belgefîlmeke herîkbar didome.


Berdewama vê lêkolînê, pirtûka duyemîn ya bi navê "Homo Deus, Dîroka Kurt a Sibeyê" jî di sala 2015'ê hate çap kirin. Pirtûka nû jî ji aliyê heman nivîskarê Yuval Noah Hararî ve hatiye nivîsandin û tê de qala îroyîn û pêşeroja mirovahî û xwezaya jiyanê dike. Nivîskar, di nav rûpelên pirtûkê de agahiyên zanistî dide û hest, fikr û ramanên xwe yên ku di derbarê jiyan û çandên mirovahiyê û geşedan û encamên nûjeniyê (modernîzmê) de tîne zimên..


Pirtûka nû ya Yuhal Noah Harari, bi navê "Ji Bo Sedsala 21'emîn 21 Ders" re di nav vê salê de derket li pêşberî xwînerên xwe.. Pirtûka sêyemîn, qala mijarên geşedanên teknolojîk û zanistî dike û li ser aborî û encamên vî çaxê disekine û rewşa îroyîn ên mirovahiyê, xwezayê û cîhanê rave dike...

Nivîs: Rûmet Med

12 Ağustos 2018 Pazar

Yekem Romana Kurdî :"Şivanê Kurd" (Şivanê Kurmanca)

Yekem Romana Kurdî "Şivanê Kurd" (Şivanê Kurmanca)", di sala 1935'ê de ji aliyê nivîskar, mamoste û rewşenbîrê Kurd Erebê Şemo re hatiye nivîsandin.


Pirtûka "Şivanê Kurmanca" jî wekî roman û berhemên din ên nivîskarê navdarê Kurd Erebê Şemoyî, deng û rengê hêviya jiyanê bilind dike û strana rastîna ji axên erdnîgariya hemû cîhanê distirîne.. Newa û peyvên vê stranê, dibe şînbûna hêviya biharên bêdawî yên gelên bindest û kedkaran û hemû xwezaya jiyanê..

Nivîskar Erebê Şemo di Romana xwe de; êş, şadî, hêvî û bêrîkirinên Gelê xwe, hemû mirovahiyê û xwezaya jiyanê tê de nivîsî ye û anîye zimanê, deng û peyvên wî bûne qîrîna hêviya rizgarî û stranên şînbûna biharê... Şemo nivîskarekî "Rastîbîniya Civakî" ango hest û ramanê wî Marksîzm (Zanîsta Sosyalîzm / Komunîzm / Meteryalîzma Diyalektik) e..


Li ser nivîsandina romanê "Şivanê Kurmanca", bi dehan salan derbas bûye lê mijar û qîrîna dengê vê îroyîn jî rojane ye... Mirov kengê vê romanê xweş, girîng û watedarê dixwîne, têr nabî û dixwaze ku careke din jî bixwîne.

Nivîskarê navdarê Yekîtiya Sovyetê û Cîhanê û Rêhevalê Erebê Şemoyî, Maksîm Gorkî ji bo nivîskar û rewşenbîrê Kurd Ereb Şemoyî wiha gotî bû, “Gelê Kurd bi zimanê Nivîskarê xwe Ereb Şemoyî qise dike.. (diaxive)”.

Romana "Şivanê Kurmanca"
Weşanxane: Weşanên Lîs
Rûpel: 152

Romana "Şivanê Kurd" (Şivanê Kurmanca), heta niha ji aliyê gelek weşanxaneyan ve hatiye çap kirin û weşandin.



Berhem û Romanên Erebê Şemoyî ên dîtir: "Kela Dimdim", "Berbang", "Jîyana Bextewar", "Kurdên Qefqasiya û Derwêşên Kurd", "Terîqa Rêvolûsîya Oktyabrê", "Hopo" û "Emrê Lenîn" (Jiyana Lenîn)

Nivîs: Rûmet Med

5 Ağustos 2018 Pazar

Berî bi 30 milyon salan Cotkarî..

Gêrikan (Mûrî, Morî), li ser axên erdnîgariya cîhanê ji bilî parzemîna Antartikayê, li hemû deveran jiyanên xwe didomînin. Tê zanîn ku ev candarên piçûk di nava heywanan de digel Mêşhingivan ve, giyandarên herî kedkar û jêhatî ne.

                               

Li gorî hin agahiyên zanistî, wan qet na razin, hin lêkolînan jî dibêjin wan ji bo demeke kurt dikevin xewê. Gêrikan, candarên gelek xurt in û wan dikarin tiştên ku ji giraniyên xwe 50 car mezin in, radikin û bar dikin. Gêrikan digel koloniyên xwe ve dijîn. Li axên dinyayê, heta niha bi deh hezaran cureyên Gêrikan hatine peyda kirin (hin çavkanî jî dibêjin ku ev hejmar zêdetir 13 hezar e).



Rengên Gêrikan cûr bi cûr in û navên cureyên van ên herî pir tê zanîn; Gêrikên Reş, Sor, Hingiv, Zer, Dartiraş, Şervan (Lejyoner), Agir, Palehî, Cûmker, Şivan, Pel Dibirî, Fîrewn, Xemirî (Mor), Bibask, Gêrikên Mezin û bi gelek cureyên din pêk tên.. Gêrikan di zincîra (rêz) peresanê de guherînin û van candarên piçûk hemû herêmên ko tê de dijîn, di ahenga siriştî van deran de cihê xwe digirin û jiyanên xwe wekî hemû can û xwezayê berdewam dikin.


Hejmara cureyên Gêrikan heta niha tê zanîn ku bi deh hezaran pêk tên û gelheyên wan jî hejmarên hemû mirovahiyê zêde ye.. Van heywanên piçûk û jêhatî, ji bilî jiyanên xwe yên siriştî; bi bandorên jiyanê nûjen (modern), îroyîn hîn bêhtir; di nava peyarêyan, rêyan, xaniyan û qatên herî jor ên balexaniyan de bi awayekî jiyanên xwe didomînin.


Li gorî lêkolîn û xebatên zanistî tê zanîn ku mirovan nêzîkî 12 hezaran salan e hînî cotkariya nûjenê bûne. Lê belê Gêrikan berî 30 milyon salan ji bo domandin û debara jiyanên xwe, karê Çandinî (Cotkarî) kirin e, di binî axan de bajarên hêlînan ava kirine. Bi pelên ku ji şaxên daran ve jêye kirine û bar kirine, bi van li binî axên xwe, xwe kivarikan (mantar) mezin kirine.



Gêrikan îro jî jiyanên xwe bi vî awayî û bi awayên cûr bi cûr berdewam dikin.. / Nivîs: Rûmet Med


Çavkanî: 

https://gazetekarinca.com/karincalar-insanlardan-30-milyon-yil-once-tarima-baslamis/

https://ku.wikipedia.org/wiki/Mor%C3%AE

https://tr.wikipedia.org/wiki/Kar%C4%B1nca