Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » Awazên Jidil ên Xwezaya Jiyanê: "Dilê Stranên Xorasanê"


Newa, qasî dîroka mirovahiyê kevnar û qedîm in û pêkhatin ên wan derbirineke herî xwezayî û jidil e. Stran, kilam, lawje, zêmar û bi giştî muzîk neynik û sîtavên ên çandê ne û newayêd wan dilê xwezaya jiyanên mirovan in..


Muzîk di her serdema dîrokê de, ligel helbestê re hunera herî berbelav e û ev her tim hebûna xwe bi awayên cur bi cur, ji nû ve pêk tîne. Kirûya (diyarde) muzîk, bi demê re bi hest û ramanên mirovan ve pêkhatiye û derketiye holê û di xwezaya jiyanê de bûye derbirin û vebêjanên ên cur bi curên ên ruhê can û dilên mirovahiyê. Muzîk encamê geşedana dîrokî ne û di bin bandora felsefe, wêje, efsane, mîtolojî, zanist, hunerên ên din û bi gelemperî bandora jiyanê de maye. Muzîk, di guherîn û veguherînên (diyalektik) zagona xwezayê de şêweyên (teşe) nû û cuda girtiye.


Ji aliyê pêkhatinê ve newayan; him çavkanî him jî sîtav in, xwe di herikîna jiyanê de ji nû ve nû dikin, muzîk ya herî girîng; ruhê mirovan û qîrîna xwezaya jiyanê ne, ev di heman demê de rewş û halê giyanê mirovan diguherînin û kesên ku wan guhdar dikin di bandorên awazên wan de dimînin. Bi kurtasî muzîk, newayên ruh û can û dilê jiyana bixwe ne û dengên wan qîrîn û hewarên jidil in.


Herêmê Xorasanê jî ji aliyên muzîk, wêje, huner, çand û jiyanê ve herêmeke resen û gelek dewlemend e. Xorasan di navbera sînorên li gelek welatan de maye, ji derveyî û nava herêmê heta niha gelek caran nefî û koçên mezin çêbûne. Xorasan erdnîgariyeke pirçandî û pirneteweyî (kozmopolît) e, îroyîn jî netewe û baweriyên têvel li ser axên herêmê jiyanên xwe didomînin. Li Herêmê bandorên mezheba Şiîtî zêdetir e û baweriya mirovên li vê derê; "Ehlî Heq", "Elewî" ango "Yarsanî", "Kakeyî" ne. Ji aliyên çand, rîtuel (cem) û jiyînê ve, xelkê Xorasanê mîna xelkên Elewiyên Rojhilatanavîn, Hewraman, Dêrsîm, Îlam, Lorîstan, Kirmaşan û gelek herêm ên din wek hev in û herêm ji gelek hêlan ve resen û dewlemend e. Xorasanê ji aliyên wêje, felsefe, çand, muzîk û jiyanê ve, di herêmê de bandoreke girîng û diyarker pêkanîye. Di van herêman de zaravayên Kurdî yên Soranî, Kurmancî, Zazakî, Goranî / Hewramî, Lorî têne axaftin.


Li gorî hin çavkanî, di pergela baweriya Xorasanê de bandorên çand, ol û ramana Zerdeştî jî xuya dibin, hin çavkanî jî dibêjin ku weke dîrokî, baweriya Êzidî ji gelek alîyan ve wek hev e. Baweriya helbestvan û ramangêrê mezin Baba Tahirê Uryanê (Hemedanî) jî "Ehlî Heq" e û gelek helbestvan, ramangêr û zanyar di bandora wî de mane..



Kurdên Elewî, li herêmê Xorasanê berî bi sedan salan hatine û bi demê re bicihbûne, bi çand û baweriya xwe dijîn. Hin lêkolîn dibêjin, Kurdan di salên 1300an de jî li vê herêmê dijiyabûn. Kurdên Xorasanê îroyîn jî li Bakurê Rojhilatê Îranê, li sînorê Tirkmenistanê dijîn û hejmara gelheyên wan ên tên zanîn nêzîkî 2 mîlyon e.


Muzîk, wêje, çand û xalîçeyên (mefhûr, mafir) Xorasanê navdar in û di muzîkê de erbane û setar û tembûr gelek têne bikaranîn. Bi taybetî di salên dawî de li ser muzîk û rîtuelên herêmê gelek xebat (belgefîlm, tez, pirtûk, lêkolîn) hatine kirin û hejmarên ev lêkolînên hatine kirin her ku diçe zêde dibin.


Li herêmê Xorasanê, weke dîrokî û kevneşopî gelek hunermend û muzîkvan derketine û nû jî derdikevin.


Hunermend û komên Xorasanê yên herî zêde tê zanîn; "Yalda Abbasî", "Koma Heray", "Kayhan Kelhor", "Sima Bina" ne. Di awazên stranên Xorasanê de; dengên hilm û rengên xwezaya jiyanê tê bihîstin, hest û ramanên êş, hez, hêvî, evîn, keser (hesret), bêrîkirin û jiyanê wekî avên çemê zelal diherikînin..

Nivîs: Rûmet Med
(Dîrok: Meha Gelawêjê / 2018)

Çavkanî: 





«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply