Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » "Dîroka Kurt a Nijadî (Cure) ya Mirovan" / Jêza û Geşedanên 'Sapiensan'


Di xwezaya cîhanê de, pêşî yên mirovan (Sapiens) çawa pêkhatî ne û derketine holê? û jevbelaviyên wan ên li cîhanê çawa bûne?.. Dîroka cureyên Sapiensan, pêkhatina zimanên qedîm û yekem, jiyan û çandên erdnîgariya mirovahiyê... Bersivên van hemû pirsan dide pirtûka bi navê; "Dîroka Kurt a Nijadî (cure) ya Mirovan".


Pirtûk, ji aliyê lêkolîner, zanyar, dîroknas û nivîskarê navdar Yuval Noah Hararî ve hatiye nivîsandin. Di mijarê mirovnasî (antropolojî), dîroka mirovahî û xwezaya jiyanê de pirtûkeke zanistî û eşkereker e û yek ji çavkaniyên herî girîng e. Rûpelên pirtûkê têr û tije ye ku her agahiyên nû, di hiş û bîra mirovan de asoyan kûr dike..

  
Lêgerîn, qala pêvajoya qewimîna pêşî yên mirovan (Sapiens), rêwitiyên wan ên ji hemû parzemînên cîhanê, derketina jiyan, çandên wan û pêvajoya pêkhatina zimanên yekem dike. Pirtûka "Homo Sapiens", guherîn, veguherîn û geşedanên mirovahî û xwezayê, bi ramaneke nerîna diyalektîk re rave dike.

Pirtûk, li dû weşandina xwe li hemû cîhanê gelek zimanan ve hate wergerandin. Zimanê pirtûkê fehmbar, vekirî û zelal e ku rûpelên wê wekî belgefîlmeke herîkbar didome.


Berdewama vê lêkolînê, pirtûka duyemîn ya bi navê "Homo Deus, Dîroka Kurt a Sibeyê" jî di sala 2015'ê hate çap kirin. Pirtûka nû jî ji aliyê heman nivîskarê Yuval Noah Hararî ve hatiye nivîsandin û tê de qala îroyîn û pêşeroja mirovahî û xwezaya jiyanê dike. Nivîskar, di nav rûpelên pirtûkê de agahiyên zanistî dide û hest, fikr û ramanên xwe yên ku di derbarê jiyan û çandên mirovahiyê û geşedan û encamên nûjeniyê (modernîzmê) de tîne zimên..


Pirtûka nû ya Yuhal Noah Harari, bi navê "Ji Bo Sedsala 21'emîn 21 Ders" re di nav vê salê de derket li pêşberî xwînerên xwe.. Pirtûka sêyemîn, qala mijarên geşedanên teknolojîk û zanistî dike û li ser aborî û encamên vî çaxê disekine û rewşa îroyîn ên mirovahiyê, xwezayê û cîhanê rave dike...

Nivîs: Rûmet Med

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply