Yekem Romana Kurdî :"Şivanê Kurd" (Şivanê Kurmanca)

Yekem Romana Kurdî "Şivanê Kurd" (Şivanê Kurmanca)", di sala 1935'ê de ji aliyê nivîskar, mamoste û rewşenbîrê Kurd Erebê Şemo re hate nivîsandin.


Pirtûka "Şivanê Kurmanca" jî wekî roman û berhemên din ên nivîskarê navdarê Kurd Erebê Şemoyî, deng û rengê hêviya jiyanê bilind dike û strana rastîn a hemû erdnîgariya cîhanê distirîne.. 

Nivîskar Erebê Şemo di Romana xwe de; êş, şadî, hêvî û bêrîkirinên gelê xwe, hemû mirovahiyê û xwezaya jiyanê tê de nivîsîye û anîye ziman. Şemo nivîskarekî "Rastîbîniya Civakî" ye, ango hest û ramanê wî Marksîzm (Zanîsta Sosyalîzm / Komunîzm / Materyalîzma Diyalektik) e..


Bi dehan sal li ser nivîsandina romana "Şivanê Kurmanca"yê derbas bûye lê mijar û qîrîna dengê berhemê îro jî rojane ye... Mirov kengê vê romanê xweş, girîng û watedar dixwîne, têr nabe û dixwaze ku careke din jî bixwîne.

Nivîskarê navdarê Yekîtiya Sovyetê û cîhanê û rêhevalê Erebê Şemoyî, Maksîm Gorkî ji bo nivîskar û rewşenbîrê Kurd Ereb Şemoyî wiha gotibû, “Gelê Kurd bi zimanê nivîskarê xwe Ereb Şemoyî qise dike.. (diaxive)”.

Romana "Şivanê Kurmanca"
Weşanxane: Weşanên Lîs
Rûpel: 152

Romana "Şivanê Kurd" (Şivanê Kurmanca), heta niha ji aliyê gelek weşanxaneyan ve hatiye çapkirin û weşandin.



Berhem û Romanên Erebê Şemoyî ên dîtir: "Kela Dimdim", "Berbang", "Jîyana Bextewar", "Kurdên Qefqasiya û Derwêşên Kurd", "Terîqa Rêvolûsîya Oktyabrê", "Hopo" û "Emrê Lenîn" (Jiyana Lenîn)

Nivîs-nûçe: Rûmet Med

Yorumlar