8 Ekim 2021 Cuma

Pêşengê sînemaya surrealîstê: Luis Buñuel Portolés  



Nivîs: Rûmet Med

"Sînema; riya baştirîn e ji bo ravekirina hest, xiyal û cîhanên xweajoyê..."*

 Derhêner û senarîstê navdar ê Îspanyayê Luis Buñuel Portolés (1900-1983) pêşengê rêbaza “Avant-garde” ye ku ji aliyê derdorên hunera sînemayê ve yek ji derhênerên herî bandorker ên dîroka sînemayê tê qebûl kirin. Buñuel fîlmên xwe bi piranî bi zimanên îspanî û fransî, bi awayekî surrealîst kêşandine, hin fîlmên wî jî bi îngîlîzî ne û di fîlmên xwe de piştî Şerê Duyemîn yê Cîhanê, li ser têkiliyên civakî yên bêedalet û bêexlaqiya burjiwayê disekine.

Luis Buñuel li bajarê Calandayê ku bi girêdayî parêzgeha Araganoya Îspanyayê hatiye dinê û li bajarê Madridê di beşên zanista zîraet, felsefe, wêje û zanistên siruştê de xwendine, li dû jî bi Federico Garcia Lorca, Salvador Dali û Josê Ortega re hev naskirine. Buñuel perwerdehiya xwe neqedaniye û li Parîsê beşdarî Academie du Cinemayê bûye û li vir weke alîkarê derhênerê xebitiye.

Derhêner, di sala 1929ê de kurtefîlma xwe ya “Un chien andalou” dikêşine ku ev fîlm bi wêne û  sehneyên surrealîst bandoreke metelhişt li temaşevanan kiriye.  Piştî salakê jî yekem metraj dirêj ê fîlmê wî yê “L’age d’or”ê tê ku ev fîlmê derhênerê ji ber sedemê rexnekirinê hat qedexe kirin û di her du fîlmên wî de Luis Buñuel û Salvador Dalî bi hev re xebitîne. Buñuel di 1933ê de belgefîlma “Las Hurdas/Tierra sin pan” kêşandiye û ev belgefîlm jî ji ber ku rexneyî xizanî û bêedaletiya civakî dike li sînemayan hatiye qedexe kirin.

Luis Buñuel di navbera salên 30an de ji bo çêkirina karê senkronizasyona fîlmên metraj direj diçe li Amerikayê û li wir fîlmên Hollywoodê dikêşîne. Di dema Francoyê de bêkar dimîne û di sala 1941ê de li Muzeya Huner a Nûjenê (Museum of Moderd) ya New Yorkê dest bi karê dike, lê belê hevalê wî yê Salvador Dalî weke komunîst tête îxbar kirin û ji ber vê derhêner ji karê xwe tê derxistin.

Derhêner, li DYAyê serîlêdan ji bo hin pargidaniya fîlman ên Hollywoodê dike, lê qebûl nakin û Buñuel di 1948ê de diçe Meksikayê. Piştî du salan jî li Mexico Cityê fîlmê xwe yê nû “Los Olvadidas” (1950) derdikeve li vîzyonê ku ev fîlm taxên xizan û rewşên ciwanan nîşan dide. Luis Buñuel di fîlmên xwe de dibêje ku divê şert û mercên civakî biguherin, ger ku şert û mercên jiyanê neguherîn alîkarî/xêrxwazî jî bêkêr e û bi vê fîlmê xwe li Festîvala Fîlman a Cannesê dibe derhênerê baştirîn. Derhêner piştî salekê bi fîlmê xwe yê “Susana”, dîsa li bernameya Cannesê xelata Fîlmê Pêşeng ê Baştirîn digire.

Di 1959ê de yek ji fîlmên wî yên girîngtir “Nazarîn”ê tê û behsa çîroka jiyana keşîşekî û têkiliya wî ya bi mirovan dike. Fîlmê “Nazarîn” yek ji mînakên herî bandorker û balkêş ên dîroka sînemayê ye û bandoreke mezin li hemû cîhanê kiriye û fîlm di heman demê de, di lîsteya “10 fîlmên baştirîn ên cîhanê” yê derhênerê nemir Anderi Tarkovskyî de jî cih digire.  Luis Buñuel piştî du salan fîlmekî nû yê bi navê “Viridiana”yê dikêşîne û di fîlmê de jineke ciwan berendama bûna raxîbeyê ye û ji bo xizan stargeh çêdike, fîlm li ser mijara fikr û îdealên olî ku  neanîne cih, disekine.

Sînemager Buñuel di nava salên 1960an de li Frensayê xebitiye û li wir jî di fîlmên xwe de cih dide mijarên wekî civakî-rexneyî û olî, û rewşên çînên civakî û burjuvaziyê nîşan dide. Fîlmên wî yên ku di vê demê de hatine kêşandin; “Le journal d’une femme de chambre” (1964), “Belle de jour” (1967), “La voie lacetee” (1969), “Tristana” (1970) û “Le charme discret de la bourgeoisie” (1972) ne. Derhêner bi fîlmê xwe yê “Le charme discret de la bourgeoisie” li Xelatên Akademiyê di beşa Fîlmê Biyanî yê Baştirîn de xelata Oscarê digire.

Derhênerê navdar di jiyana xwe ya hunerê de bi dehan fîlm bi rêve birin ku mora xwe da li hunera heftemînê û fîlmên wî li bernameyên festîvalên fîlman ên navneteweyî yên wekî, Cannes, Akademy Awards, Venedîk, Berlîn, BATFTAyê hatin nîşandan û di gelek beşan de xelat girtin. Derhênerê nemir Buñuel piştî ku kêşandina fîlmê  xwe yên dawî; “Le fantome de la liberte” (1974) û “Cet obscur objet du desir”ê (1977), dest ji karê derhêneriya sînemayê kişand. Lê Buñuel piştî vê dîrokê senaryoyên gelek fîlman nivîsandin û di sala 1983ê de ji ber nesaxiya sîrozê çû ser dilovaniya xwe.

Fîlmên din ên derhêner Luis Buñuelî; “Centinela, alerta”(1937), “Gran Casino”(1947), “El Gran Calavera” (1949), “La hija del engano” (1951), “Subida al cielo” (1952), “Una mujer sin amor” (1952), “El Bruto” (1953), “El” (1953), “La ilusion vivaja en tranvia” (1954), “Abismos de pasion” (1954), “Robinson Crusoe” (1954), “Ensayo de un crimen” (1955), “El rio y la muerte” (1955), “Cela s’appelle l’aurore” (1956), “La mort en ce jardin” (1956), “La fievre monte a El Pao” (1959), “The Young One” (1960), “El Angel Exterminador” (1962), “Simon del desierto”, (1965).

*Luis Buñuel

(04.06.2021)

Çavkanî:

 https://www.imdb.com/name/nm0000320/

 https://en.wikipedia.org/wiki/Juan_Luis_Bu%C3%B1uel

 https://tr.wikipedia.org/wiki/Luis_Bu%C3%B1uel

“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (Rûpel: 22, 23). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç. Afa Yayınları. (1999)

*Ev nivîs cara yekem di Hejmara Pêncemîn a Sînemaya Serbixwe'yê de hate weşandin.

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

Dilê Peyv û Hevokên Mezin; “Furûx Ferûxzad”

Nivîs: Rûmet Med

“Sînema ji bo min şêwazeke derbirinê ye. Min bi dirêjiya jiyana xwe helbestan nivîsandin û xwendin, û helbest, bi tenê rêyeke derbirinê ye. Ez ji sînemayê hez dikim û dikarim di hemû warên din de jî bixebitim. Ku helbest nebe di şanoyê de bilîzim, ku şano nebe ez fîlman bikişînim. Dewamkirina vê jî girêdayî berdewama gotinên min e. Helbet, ku gotinên min hebe..”*

Furûx Feroxzad yek ji helbestvanên baştirîn ên wêjeya cîhanê ye û di heman demê de bi hunerên sînema, şano û resm re jî eleqedar bûye. Di helbestên wê wekî straneke ahengdar û geş diherikin û tê de wateyên kûr û mezin xwe dide der. Yên ku peyv û hevokên Feroxzadê dixwînin kûrahiya zimanê risteyên (şewane) wê dibînin. Helbestvana navdar a cîhanê Furûx Ferroxzad di sala 1935’ê li Îranê hatiye dinyayê û di temeneke ciwan de (di sala 1967’ê) jiyana xwe ji dest daye. Ferroxzad di wêjeya cîhanê de rêçên mezin hiştiye û bandorên kûr û felsefî li hunerê kiriye..

“Pencereyek ji bo dîtinê, Pencereyek ji bo bihîstinê..”**

Pirtûk û helbestên helbestvana Îranê Furûx Ferroxzad, li ser cîhanê bi dehan zimanan hatine wergerandin. Helbestvan, di heman demê de bi hunerên sînema û şanoyê re jî eleqedar bûye, edîtorî, asîstanî, derhênerî û wênesazî kiriye û bi belgefîlma xwe ya bi navê “Khaneh Siyah Est” (Xanî Reş e / The House is Black, 26 deqîqe, 1963) re bi serketî ye, mijara vê belgefilmê li ser jiyanên nesaxên belweşînê ne ku di derbarê nexweşiyê de hin agahiyan dide, û belgefîlm, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Oberhausenê Xelata Belgefîlma Baştirîn girtiye.

Ferroxzad, di navbera salên 1961 û 1965an de edîtoriya gelek fîlm û belgefîlman kirine û di sala 1962ê de bi belgefîlma xwe ya “Agirek” li Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya li Îtalyayê Xelata Mezin (xelata Yekemînî) wergirtiye. Helbestvana mezin, pencereyeke nû û zelal vekir ji bo dîtin û ji bo bihîstinê, û gelek derhênerên sînemayê û hunermend ji helbestên Feroxzadê îlham girtin/digirin.

“Birînên Min Ji Ber Evînê ne..”***

Birînên Furûx Ferroxzadê ji ber evînê bûn û jiyana wê di nav gelek janên êşan de derbas bû, lê ew bi dileke birîndar, roniya hez û hêviya xwe hertim mezin û bilind kir. Helbestvan di berhemên xwe de bi zimanekî resen û metaforîk; qala êş û birînên jinan kirin û li ser rewş û pirsgirêkên civakê sekinî. Di helbestên Ferroxzadê de hest û ramanên hez, êş, keser, azadî, hêvî, evîn û veteqanê derdikevin pêş û hevokên wê mîna rûyê demsala biharê vebûn û bûn rojên cejnên bihuştê… Helbestvan Furûx Ferroxzad, di zeryaya helbestê de bi rengên peyv û hevokên xwe ve bû nemir û dengê newayên risteyên helbestên wê dê di dîrokê her tim bimînin..

Helbest û pirtûkên helbestvana navdar Furûx Feroxzad (1934 – 1967), li seranserî cîhanê bi dehan zimanan hatine wergerandin û weşandin. Nivîskar, lêkolîner û wergerên kurd Muhsîn Ozdemîr û Cewad Pale pirtûka helbestan a Furûx Feroxzad, bi navê “Em Baweriyê Bi Destpêka Demsala Sar Bînin” (2013) wergerandin bo Kurdî. Di sala 2014ê de, Muhsîn Ozdemîr hemû berhemên Furûx Feroxzadê, bi navê “Hemû Berhem” wergerandin ji bo zaravaya kurmancî ya Kurdî û du pirtûk ji aliyê Weşanên Ronahî ve hate weşandin. Di Meha Pûşpera 2020ê de hate ragihadin ku werger Hatîce Kiliç hemû helbestên Furûx Ferroxzadê ji bo Kurdî wergerandî ye û wergera berhemên helbestvanê ji aliyê Weşanên Avestayê bête weşandin.

Şanonivîs Şebnem Îşîguzel lîstikeke şanoyê ya li ser jiyana Furûx Feroxzad nivîsibû û lîstika bi navê “Yaralarım Aşktandır” (Birînên Min Ji Ber Evînê ne*) di sala 2019ê de bi derhêneriya Berfîn Zenderlîoğlu re û ji aliyê hunermenda şano û sînemayê Nazan Kesal ve hatibû lîstin. Herwiha hat ragihandin ku jiyana helbestvana navdar ji aliyê derhêner Cihnagir Kevserî ve ji bo sînemayê bête kişandin û senaryoya fîlmê Naîme Îslamî nivîsiye.

Çavkanî:

* Furûx Ferroxzad

* ** Ji Pirtûka “Hemû Berhem” ya Furûx Feroxzad. Ji Farsî: Muhsîn Ozdemîr. Weşanên Ronahî 2014.

https://www.imdb.com/name/nm1265720/?ref_=tt_ov_dr

https://rumetmed.blogspot.com/2018/01/ruyeke-nevesarti-furux-feroxzad.html

https://rumetmed.blogspot.com/2018/10/dile-peyv-u-hevoken-furux-ferroxzad.html

https://tr.wikipedia.org/wiki/F%C3%BCru%C4%9F_Ferruhzad

(Ev nivîs di meha Cotmeha sala 2018ê de hatibû nivîsandin ku hin beşên wê ji aliyê nivîskarê nivîsê ve bikitekit hat nivîsandin û serast kirin, di dîroka 17ê Berfanbara 2020ê de li malpera www.sinemayaserbixwe.com’ê de û pişt re jî di Hejmara Pêncemîn a hate weşandin)

Hevpeyvîna bi edîtorê kovar û malpera me


 Hevpeyvîna Remezan Haydaroglûyî ku bi min re kiribû.

 E-kovara bi kurdî “Sînemaya Serbixwe” ji sala 2018ê û pê ve weke şeş mehan carekê weşana xwe didomîne û nêzîkî du salan e jî malpera kovarê bi heman navê derdikeve li pêşberî sînemahezan. Min ji bo xwînerên hunera heftemîn, hevpeyvîneke li ser sînemayê bi edîtorê kovar û malpera “Sînemaya Serbixwe” re kir.

 Ez dixwazim pêşî bi te nas bikim. Rûmet Onur Kaya kî ye?

 Ez bi eslê xwe ji Geverê me û li bajarê Hekarî/Colemêrgê ji dayik bûme. Ji Zarokatîyê heta ciwantîya min, jiyana min bi giştî li bajarê Enqere û Wanê derbas bû. Li Zanîngeha Wanê ji beşa Bernamekarîya Radyo û Televîzyonê û li Zanîngeha Anadolê jî ji beşa Pêwendiyên Giştî û Reklamkarîyê de mezûn bûm. Hin ceribandinên min ên li ser beşên belgefîlm û kurtefîlman çêbûn, dema ku derfet dibînim senaryo jî dinivîsim. Nêzîkî 10 salane di gelek kovar, rojname, fanzîn û malperên çand-hunerê de; nivîs, kurteçîrok, nûçe û heyvpeyvînên min ên bi kurdî û bi tirkî hatin weşandin. Edîtorîya kovar û malpera “Sînemaya Serbixwe”yê dikim û nivîs û gotarên xwe li ser bloga xwe jî diweşînim. Di dawiya meha Gulana sala 2019’ê de pirtûka min a çîrok û helbestan a bi navê “Dilê Xwezayê” weke e-pirtûk hate weşandin. Di demeke nêz de pirtûka min a duyemîn a ku di derbarê sînemayê de ye, dîsa bi awayekî hejmarî(pdf) tê bête weşandin.

Kovara Sînemaya Serbixwe çawa dest bi jiyana xwe ya weşanê kir? Ew kîjan rê û rêyan dişopîne?

 Beriya fanzîna Sînemaya Serbixwe, min malpera “www.sinenuce.com”ê avakiribû û weşana wê malperê ji ber hin sedeman tenê salek berdewam kiribû. Piştî vê jî em li ser rûpela medyaya civakî de, di derbarê fîlmên sînemayê de nivîs û nûçeyên kurt diweşînin, danasîna fîlman dikin û hin replîkên wergerandinan ji bo Kurdî amade dikin. Piştî demekê jî em fikirîn ku weşanekê li ser sînemayê derbixin ku fikir, hest û ramanên xwe yên çand-hunerê bi vî awayî bînin ziman. Hejmara yekem ya e-fanzîna bi kurdî ya “Sînemaya Serbixwe” di dawiya sala 2018’an de bi dirûşmê “Ji bo Civakê, ji bo Hunerê, ji bo Jiyanê Sînema” derket. Fanzîna me piştî hejmara sêyem êdî weke e-kovar derdikeve li pêşberî xwînerên xwe. Herwiha xebatên me yên ku li ser sînema û çand-hunerê li malpera Sînemaya Serbixwe û li hesabên me yên medyaya civakî jî didome. Hejmara pêncemîn a kovarê jî di wan mehan de tê bê weşandin. "Fikr, hest û ramana kovara me bi tenê rastîn e, rastîn; rengên hezê û jîyanê ye, ji ber ku li jîyanê bi tenê rastîn dimîne. Ji ber vê jî dirûşmeya kovara Sînemaya Serbixwe, “Ji bo Civakê, ji bo Hunerê, ji bo Jiyanê Sînema” ye.

Pêvajoya hilberîna girêdayî sînemaya Kurdî bandoreke çawa li herikîna kovara we dike?

 Kovara me “Sînemaya Serbixwe” di rûpelên xwe cih dide xebatên derhênerên Kurd û sînemaya cîhanê. Heta ku ji destê me tê em hewl didin ku li ser fîlmên derhênerên Kurd û cîhanê nivîs, gotar û nûçeyan binivîsin û bi wan hevpeyvînên sînemayê, danasîna fîlman, naverok û lîsteyên sînemayê amade bikin. Herwiha em li malpera Sînemaya Serbixwe de nûçeyên festîvalên fîlman, nivîs, gotar û hevpeyvînên sînemayê diweşînin û hin caran naverokên sînemayê çêdikin.

Di weşandina kovara Sînemaya Serbixwe de hûn bi kîjan zehmetiyan re rû bi rû hatine? Têkilîya kovarê çawa ye?

 Du hejmarên Sînemaya Serbixwe weke e-fanzîn hatin weşandin û di hejmara sêyem de êdî weke e-kovar derdikeve. Kovara me wekî gelek kovarên Kurdî ji nivîskar heta sêwirînerê kovarê bi awayekî minêkarî tête weşandin. Em dixwazin kovara xwe weke çapkirî biweşînin, lê ji ber sedemên aborî û bêyî reklam û sponsorê em nikarin kovara “Sînemaya Serbixwe” weke çapkirî derxînin. Têkilîya xwîner û sînemahezan bi kovara me re gelek baş e, hejmarên me heta niha ji aliyê bi hezaran kes we hatine xwendin.

Hûn di derbarê pêşveçûna sînemaya Kurdî de çi difikirin?

 Ji nêzîkê sî salan û bi vir de, sînemaya Kurdî bi fîlmên derhênerên serbixwe ve, ji bo pêşveçûn û geşedena xwe derfetên mezin afirandîye û fîlmên Kurdî li seranserî hemû cîhanê, di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de têne nîşandan û di gelek beşên festîvalan de xelat werdigirin. Wekî ku li sînemaya cîhanê, fîlmên serbixwe yên bi kurdî jî di sînemaya Kurdî de bandorên erênî û pêşveber dike. Ji ber ku sektora sînemayê li gor hin dewletên cîhanê, di nava erdnigariya Kurdan de zêde pêşneketibû, lê di wan salên dawî de bi taybetî li Başûr endustriya fîlman hêdî hêdî pêk hatiye; ji bilî kişandina fîlmên nû, bi piranî dublaj û binnivîsên fîlm û rêzefîlmên biyanî têne bi zarava Soranî tê amade kirin, stûdyoyên fîlman û kanalên televîzyonê yên nû têne vekirin. Di dema dawî de di warê fîlmên anîmasyonê de jî hin xebatên nû hene. Bi taybetî li diasporayê de û di bajarên Kurdan de, festîvalên fîlman ên navneteweyî têne li dar xistin, di bernameya festîvalan de bi sedan kurtefîlm, belgefîlm, metraj dirêj û fîlmên animasyonê derdikevin li pêşberî bîneran. Ji ber pandemîyê li hemû cîhanê piraniya festîvalên fîlman weke online li ser înternetê têne temaşe kirin.  Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê îsal bi navê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global (Gerdûnî) hat li dar xistin, li bernameya festîvalê gelek fîlmên bi kurdî derketin li pêşberî sînemahezan. Wan mînakên hemû dilxweşker û hêvîdar e û ji bo pêşketina sînemayê hêmanên bingehîn in.

Di roja îroyîn de înternet û platformên dîjîtal ji bo derhêneran derfetên nû tîne berdestên wan. Divê ji bo fîlmên kurdî hejmarên salonên sînemayê zêde bibin. Pêşveçûna sînemayê bi girêdayî endûstrîya fîlman ango sektora sînemayê ye.

Di warê sînemayê de di navbera herêmên başur û bakurê Kurdistanê de cûdahiyên teknîkî û naverokî hene. Li gorî we sedemên vê yekê çi ne?

 Vê yekê bi girêdayî mijara endustrîya fîlman e. Li Başurê Kurdistanê şert û mercên endûstrîya fîlman li gor Bakur û parçeyên din ên Kurdan pêşketîtir e. Li Başur bi pêşketina sektora sînemayê re hejmarên fîlm, rêzefîlm, xêzefîlm û anîmasyonên nû, fîlmên dublaj, fîlmên  binnnivîs/jêrnivîs zêde û cûr bi cûr zengîn dibin û kanalên televîzyonê û platformên nû têne ava kirin. Li Bakur û bi taybetî li Başur hejmarên festîvalên fîlman ên navneteweyî yên Kurdî jî her ku diçe zêdetir dibe. Ji ber vê geşedan û pêşveçûna sektora sînemayê, ji aliyê teknîkî û naverokî ve derfet û cûdahiyan nû derdikevin holê. Sedemên sereke yên vê yekê jî pêşveçûna sektora ango endûstrîya fîlman e.

Di wan salên dawî de bi saya geşadana teknolojî gelek derhênerên ciwan bi awayekî resen û cuda fîlmên xwe yên nû dikişînin û li ser platformên vîdyo û dîjîtalê diweşînin, lewma fîlmên nû û cûrbicûr ên afirîner jî têne kişandin.

Li gorî we cihê sînemaya Kurdî di sînemaya cîhanê de çi ye? Hûn wê çawa dinirxînin?

 Ji aliyê dîroknas û rexnegirên sînemayê ve destpêka sînemaya Kurdî weke fîlma “Zarê” (1926) ye. Ji alîyê derhêner Hamo Beknazaryan hatî kişandin yekem film tê qebûl kirin. Li dû vê dîrokê heta îro li Ermenistanê, li Azerbaycanê, li welatên Sovyetan, li Ewropayê, li Tirkiyeyê, li Rojhilata navîn û li cîhanê de jî aliyê gelek derhênerên sînemayê ve li ser jîyan û çanda Kurdan gelek belgefîlm û fîlm hatine kişandin.

Di çar parçeyên erdnîgarîya Kurdan de, ji ber qedexe û paşdemayîna pîşesazîya/endustrîya  sînemayê, derhêner û sînemavanên Kurd li gor welatên ku endustrîyên wan hene di demeke paş de dest bi kişandina fîlman kirine. Fîlmê “Kilamek Ji Bo Beko” (1992) yê derhêner û hunermendê navdar ê kurd Nizamettîn Ariç e, yekem fîlma metraj dirêj e ku bi Kurdiya Kurmancî hatiye kişandin. Ev nêzîkî 30 salan e Sînemaya Kurdî geşedan û pêşveçûna xwe didomîne. Di van salên dawî de hejmarên fîlmên sînemaya Kurdî zêdetir dibin û kurtefîlm, belgefîlm, fîlmên dirêj û anîmasyonên bi kurdî têne kişandin. Di çarçoveya festîvalên fîlman ên navneteweyî de derdikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê û di gelek beşan de xelat hildigirin. Gelek derhênerên Kurd li hemû cîhanê tên naskirin.

Di salên dawî de bi taybetî li Başûrê welêt endustrîya fîlman hêdî hêdî pêk hatiye û li parçeyên din ên erdnigariya Kurdan de jî her ku diçe li sektora sînemayê pêşveçûnên nû derdikevin holê û gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî û rojên fîlmên Kurdî têne li darxistin.

Di dema dawî de di sînemaya Kurdî de bêdengîyek heye. Hûn vê yekê çava dinirxînin?

 Rast e di dema dawî de, ji ber nexweşiya koronayê jî li hemû cîhanê bêdengîyek heye û pêvajoya pandemiyê bandorek neyînî li sînemaya Kurdî jî dike. Vê yekê di welat û herêmên ku endustrîya fîlman tune an jî zêde pêşneketine de neyînîyek bêhtir xwe dide hîskirin. Li gor sektorên sînemayê yên pêşketî pirsgirêk jî zêdetir dibin.

Li gor salên berê di hejmarên fîlmên metraj dirêj ên bi kurdî de kêmbûnek heye, ji aliyekî din jî ji ber sedemên ku bi taybetî li Başur pêşveçûna sektora sînemayê, zêdebûna têkilîya sînemayê û derfetên tekonolojî yên nû jî dibe sedema kişandina fîlmên metraj dirêj ên nû, hejmarên kurtefîlm, belgefîlm, rêzefîlm û anîmasyonên bi kurdî zêde dibin. Derhênerên nû û serbixwe derdikevin; fîlmên xwe dikêşin û gor platforma amade dikin li platformên vîdyo û dîjîtal de diweşînin û li hemû cîhanê tên naskirin.

*Ev hevpeyvîn cara yekem di 2’ê Pûşpera 2021ê de li malpera www.gazeteisvec.com’ê û pişt re jî di Hejmara Pêncemîn a Sînemaya Serbixwe'yê de hate weşandin.

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com