28 Mayıs 2021 Cuma

Derhênerê fîlmên nûjen û resentir: Jean-Luc Godard

Nivîs: Rûmet Med

Yek ji derhênerên herî bandorker ên Pêla Nû ya Fransî, sînemager, senarîst, lîstikvan, nivîskar-rexnegirê fîlman ê navdar Jean-Luc Godard bi eslê xwe ji Swîsreyî ye û di 3yê Berfanbara 1930ê de li bajarê Parîsê ji dayik bûye.

Jean-Luc Godard li Zanîngeha Sorbonneyê di beşa nîjadnasî (etnolojî) de xwendiye. Di navbera van salan de beşdarî li Cineclubê û Cinematequeyê bûye, wî û yek ji ramangêr û teorîsyenê herî girîng ê rêbaza "Nouvelle Vague" û rexnegirê fîlman ê navdar Andre Bazin hev dû naskirine.

                                                                                                 (Jean-Luc Godard û François Truffaut)

"Nouvelle Vague" Pêla Nû ye; sînemagerên vê rebazê, rê û rêbazên heyî ku heta wê demê hatine afirandin red dikin û ji van rê û qaideyên sînemaya berê dûr dikevin, dixwazin fîlmên nûjen bikişînin. Di rêbaza Pêla Nû ya Fransî de gelek derhênerên wekî; Jean-Luc Godard, Agnès Varda, François Truffaut, Jacques Rivette, Eric Rohmer ve Claude Chabrol derdikevin û van derhênerên sînemayê, di fîlmên xwe de dibêjin ku "Hemû kes dikarin derhêner bibin."

Jean-Luc Godard di heman demê de nivîs û gotarên sînemayê jî dinivîsine û bi Erich Rohmer û Jacques Rivette re kovareke bi navê "Gazette du Cinéma"yê derdixin û li dû ji bo kovara "Cahiers du Cinéma" rexneyên fîlman dinivîsine. Derhêner di navbera 1954 û 1958an de gelek kurtefîlm kişandine.

Nouvelle

Godard piştî kurtefîlmên xwe, dest bi kişandina fîlmên dirêj dike û di sala 1960ê de yekem fîlmê xwe yê dirêj ê bi navê "À bout de souffle" dikişîne, senarîstê vî fîlmê sînemagerê navdar François Truffaut e û tê de lîstikvanên navdar Jean-Paul Belmando, Jean Seberg weke serlîstkvan cih digirin ku ev fîlm bandoreke girîng li hunera sînemayê dike. Piştî vî fîlmê, "Le petit soldat" (1963) kişandiye û fîlm, li ser rexneya şerê Cezayîrê ye û lê li Frensayê hatiye qedexe kirin.

Godard, bi fîlmên xwe yên "Une femme est une femme" (1961) û "Le mépris" (1963) re serkeftina xwe didomîne. Li dû van fîlman, fîlmên wekî "Pierrot le fou" (1965) û Alphaville (1965) tên.

Derhênerê navdar Godard di dema Pêla Nû de fîlmên xwe yên; “Masculin Feminin” (1966), "Weekend" (1967), "One Plus One" (1968) dikişîne û di vê demê de xebatên ezmûnî dike ku tê de li ser mijarên nêrînên felsefî yên wê demê û bi taybetî jî li ser ramanên heyînparêzî yên di sînemayê de, disekine.

Derhênerên rêbaza Pêla Nû ya Fransizê dixwazin ku ji bo hunera sînemayê fikr û ramaneke nû ava bikin û bi vî awayî hewl didin ku; nivîsîna senaryoyê ji nû ve rave bikin, teoriya Bertolt Brechtî weke sînematîk bi cîh bînin, awayên pevxistinê/montaj yên kevn napejirînin, kamera û pergelên dengê bi awayên cûr bi cûr û weke ezmûnî bi kar tînin. Godard ji bo sînemaya nûjen riyeke nû vedike û di fîlmên xwe yên vê demê de, behsa qûtbûniya rahiganê/pevguhazî û têkiliya jiyanên mirovên nûjen û pergelên civakî yên dûrî aqil û nîqaş û bûyerên polîtîk kirine.

Gorin û Dziga Vertov

Godard, di vê demê de li bandorê tevgerên xwendekarên dawiya salên 60an û ramana Maoîzmê maye û nexwestiye ji bo pergela sînemaya burjiwayê fîlman çêke. Godard û Jean-Pierre Gorin bi hev re komeke bi navê "Dziga Vertov" ava dikin, gelek fîlm dikişînin û di van fîlman de qala nêrînên sîyasî yên vê demê dikin. Navê komê jî ji derhênerê fîlmên çînî û şoreşger, sînemagerê nemir ê rûs Dziga Vertovî tê, û ji ber vê ji bo vê demê 'Dziga Vertov Stage' dibêjin. Dema Gorin û Dziga Vertovê bi fîlmê "Le Gai Savoir" (1969) dest pê dike û heta li fîlmê "Tout Va Bien" (1972) didome. Fîlmên “La Chinoise” (1967) û "Letter to Jane" jî berhemên vê demê ne.  "Letter to Jane", li ser wêneyekî ku li Vîetnamê hatiye kişandin û bandorên wî yên polîtîk disekîne.

SonImage

Di vê dema “SonImage” de derhêner Godard ji cîhana nûjenê bi dûr ketiye û bi hevjîna xwe ya Anne-Marie Miéville re li bajarekî piçûk ê Grenobleyê bi cih bûne. Derhêner li vir dest bi xebatên subjektîf ên vîdyoyê kiriye û pargîdanîyeke fîlmên vîdyoyan a 'SonImage Film Company' ava kiriye. Godard bi riya vîdyoyan bi gelek kesî ve ketiye têkiliyê û ji zêdetirî bîrdozîya polîtik, li ser bûyerên giştî û mijara varrêtîya mirovan vekolaye. Di 1975ê de, fîlmê wî yê ku ji vîdyoyê pêk tê, "Numéro Deux" li sînemayan ketiye vîzyonê.

Jean-Luc Godard di sala 1979ê de ji nû ve vegeriyaye li cîhana sînemaya bazirganî. Derhênerê mezin di vê demê de; ji aliyê mijar û taybetmendiyên karakterîstîkê fîlmên cûr bi cûr kişandine û mirov nikare fîlmên vê demê kategorîze bike. Nêrîneke nû ya felsefîk, ceribandinên cûda yên sînematîk û kirûya hebûna mirovê û sînemagerî, di fîlmên wî yên vê demê de xwe didin der. Fîlmên din ên Godardî yên dema “SonImage"; "Sauve qui peut-La vie" (1980), "Passion" (1982), "Prénom Carmen" (1983), "Je vous salue Marie" (1984) ne.

Derhêner Godard di van 10 salên dawî de belgefîlm û fîlmên; "Film Socialisme" (2010), "Adieu au langage" (2014), “Ponts de Sarajevo” (Le pont des soupirs, 2014), "Le livre d'image" (2018) kişandine û heta niha ji bilî bi dehan fîlmên metraj dirêj, gelek fîlmên televîzyonê, belgefîlm, kurtefîlm û vîdyoyên kurt-dirêj kişandine. Jean-Luc Gıdard li bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî yên wekî; Cannes, Venedîk, Oscar (Xelatên Akademiyê) Lacarno, Berlîn, Cesar û British Film Institute, Komeleya Rexnegirên Fîlman a DYAyê, Xelatên Fîlman a Ewropayê xelat girtine.

Nîşe: Nivîskara sînemayê Fatoş Yildiz ji bo Podcast Kurdî, li ser sînemaya Fransayê û sînemageriya derhênerê navdar ê fransî Jean-Luc Godard podcasteke amade kiribû. Sînemahez dikarin podcasta Godardî li ser vê lînkê guhdarî bikin.

Çend gotinên Godardî:

"Divê berrahî/rastînî jî wekî jîyanê bibe û divê destpêk û dawiya wê nediyar bibe..."

"Ya ku di dawiya serdemekê de dimîne, huner e!..."

"Feylesof û derhêner, nerîna nifşa xwe didin der..."

"Wêne rastîn e.. Sînema, di çirkeyê de 24 caran rastîn e..."

“Êdî ragihan/pevguhazî tune.. Bi tenê navgînên ragihandinê hene...”

'Ma hewce ye ku mirov her gav biaxivin? Belkî jî divê em evqas nepeyivin û jiyanê di bêdengiyê de bijîn. Ku em çiqas biaxivin, peyv jî wateyên xwe ewqas winda dikin...' "Vivre sa vie: Film en douze tableaux" (1962)

Çavkanî:

Fîlmografiya Jean-Luc Godardî: https://www.imdb.com/name/nm0000419/

https://en.wikipedia.org/wiki/Jean-Luc_Godard

https://soundcloud.com/podcast-kurdi/fatos-yildiz-kadraja-kurdi-godard-u-rebaza-sinemaya-nujen-ya-fransaye

https://tr.wikipedia.org/wiki/Jean-Luc_Godard

“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (Rûpel: 68, 69). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç. Afa Yayınları. (1999)

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

20 Mayıs 2021 Perşembe

Yek ji fîlmên ewil ên Kurdiya Kurmancî: “De Zwijgende Reiziger”

Nûçe: Rûmet Med

“De Xwijgende Reiziger” yek ji fîlmên ewil/yekem ên bi Kurdiya Kurmancî ye ku di sala 1994ê de ji aliyê derhênerê kurd Îbrahim Selman ve hatiye kişandin û li gor zemanê xwe fîlmekî serkeftî ye.

Fîlm, piştî ku yekem fîlmê bi Kurdiya Kurmancî yê “Kilamek Ji Bo Beko” (1992) yê hunermend navdar ê kurd Nîzamettîn Ariç, hatiye kişandin. Haya kêm kesî jê fîlmê heye û li gor zemanê xwe fîlmekî serkeftî ye. Senaryoya fîlmê “De Zwijgende Reiziger” ji aliyê Hugo Heinen, Rolf Orthel, Îbrahim Selman ve hatiye nivîsîn. Di lîstikvanên fîlmê de; Bangin Abdulkadir, Said Alî, Umet Alî, Walid Hadjî, Halîme Sadiq, Abdulkadir Yousif cih digirin û 92 deqe ye.

Derhênerê fîlmê Îbrahîm Selman (1952) ji xelkê bajarê Duhokê ye û ji sala 1972yê heta 1980ê li Bexdayê weke nivîskar, derhêner, derhênerê dîmenê, lîstikvan û pêşkêşker xebitî. Selman di sala 1981ê de li Holendayê bi cih bû û li vir hin produksiyonên lîstikên şanoyê nivîsandin û bi rêve birin. Îbrahîm Selam di gelek projeyên fîlman de cih girtiye, fîlmên wî di çarçoveya festîvalên fîlman ên navneteweyî de hatine nîşandayîn û gelek pirtûk nivîsandin. Derhêner, herî dawî belgefîlmeke nû ya bi navê “A Letter to My Dad’ -‘Namek bo Baboy’ (39 deqe) kişandiye û li ser belgefîlma nû îsal li çarçoveya 12’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Gerdûnî hevpeyvîneke hatibû li darxistin. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê îsal di navbera dîrokên 16-27ê meha Avrêlê de, bi navê “Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global” weke online derket li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Lînka fîlmê “De Xwijgende Reiziger”:

Çavkanî; 

http://www.ibrahimselman.nl/

https://m.imdb.com/title/tt0111851/

https://www.filmfestival.nl/archief/de-zwijgende-reiziger/

https://www.globalkurdishfilmfestival.com/film/qanda-ibrahim-selman-a-letter-to-my-dad/

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

10 Mayıs 2021 Pazartesi

Çavên Rastîn û Xiyalan: Edgar Allan Poe

Nivîs: Rûmet Onur Kaya (Rûmet Med)


 - Yek ji wêjekarên mezintir ên cîhanê Edgar Allan Poe (1809-1849), li Bajarê Bostona DYA'yê (Amerîka) ji dayîk bûye û di warê wêjeyê de; bi çîrok, helbest, û nivîsên xwe tê naskirin. Nivîskar di heman demê de di rojnameyan de weke rojnamager û çîroknivîs xebitiye, edîtorî û rexnegiriya wêjeyê kiriye û li ser zanistên derûnnasî û stêrezaniyê gotaran nivîsandine.


Çîroknûs Poe, yek ji nivîskarên herî serketî yên çîrokên nûjen (modern) ên Amerîkayê ye û berhemên wî bandoreke mezin li wêjeya fantastîk û pevxistina zanistî, şano, sînema û hunerên din xistine. Gelek çîrokên wî ji bo sînemayê hatine kişandin.

Jîyana nivîskarê nemir Egdar Allan Poe gelek trajîk e û umrê wî di nava nexweşî û xizaniyan de derbas bûye. Dê û bavê Poe, David û Elizabeth (Arnold) Poe her du jî lîstikvan bûn,  zarokên wan hatine dinyayê. Piştî ji dayîkbûna Edgar Allan Poe bavê wî terkî malê kiriye û li dû salekê jî dayîka wî ji ber nesaxiya jana ziravê jîyanê xwe ji dest da.


Piştî van bûyeran Edgar Poe bêkes ma, bazirganê tûtinê yê Skoçî  ji xwe re kir ewlad û weke zirkurê li cem xwe hilgirt. Êdî navê Edgarî bû Edgar Allan Poe. Poe ji bo xwendina xwe yên dibistana amadeyî (lîse) û zanîngehê çû Îngîltereyê û perwerdehiya xwe ya bilind berda û nîv hişt. Rojên jîyana Edgar Allan Poe di nav dijwarî û tevlîhevan de derbas bûn û wî ji bo wêjeyê hewl û bedelên mezin da.


Poe piştî berdana zanîngehê, biryar da ku dest bi wêjeyê bike û ji ber bê mebestê helbest û kurteçîrokan nivîsandin. Berhemên wî yên yekem gelek eleqe nedîtin û Poe têkiliya xwe jê wêjeyê nebirî. Li dû xebatên dirêj û bênavber navê Edgar Allan Peo hêdî hêdi di cîhana wêjeyê de hate bihîstin. Ji bo gelek rojnameyan kurteçîrok û nûçeyan nivîsandin û helbestên wî hatin weşandin.


Di nav rûpelên berhemên ên nivîskarê bêhempa û derasayî Edgar Allan Poeyî de, jîyanên cûr bi cûr û bûyerên razdar û nepenî xwe didin der. Por berhemên xwe, bi taybetî çîrokên xwe bi nerîneke surrealîst û nesiriştî nivîsandin û di heman demê de damezrînerê wêjeya gotîkê ye ku wêjeya pevxistana zanistî bi saya  dest pê kiriye. Poe, di bexçeyên çand û zimanên cîhanê de derbas dibe û berhsa erdnîgarî û atmosferên wan dike.Nivîskarekî wisa ye ku di cihên ku wî qet neçûye û nedîtiyê de digerîne û wekî ku wî li wan deran be teswîrî van dike.
 
Nivîskar û helbestvanê mezin ê Frensayê Charles Baudelaire di derheqê Edgar Allan Poe de dibêje ku "Nivîskarê herî xurt/bihêz ê serdema me (Sedsala 19'emîn)" ye*. Poe, hin caran li kolanên bajarekî mezin de ye, carinan di avên behreke de bêserî û binî de derdikeve ji serpêhatiyeke dirêj re. Ew hin caran di lûtkeya çiyayekî de ye, hin caran jî di rêlên daristaneke de xuya dibe û di kûrahiya çoleke cîhanê bi awayekî bêpesport digerîne. Nexşeya Poeyî dengê dil û hişê wî ye.. 


Nivîskarê navdar Edgar Allan Poe bi hêza xeyalê xwe, şêweya derbina xwe ya helbestkî bi yek kiriye, û bi gavên dil û bîrê xwe re li kolan û herêmên cîhanê, di cîh û demên da de geriyaye û li rêwîtiyên dipdirêj derketine.

Pêşengê wêjeya fantastîk Edgar Allan Poe, rê û sînorên dirêj derbas dike, ji bo xwendevanên xwe asoyên nû kûr dike û di sînorên aqil û xiyalê de digerîne. , ji rûyê rastînê ji wê jî wêdetir û kûrtir ava û rave dike. Mirov xwe hêdî hêdî di nava xuyabûna atmosfereke tarî, efsûnî, tirsê de dibînin, û reng û hilma roniyê qor bi qor mezin dibe.. Nivîskar, dilê berhemên xwe bi evîn û hêviyeke mezin afirandine û çavên dil û ruha wî her ku diçe dengên hevokên wî mezin kirine..

Berhemên çîroknûs û nivîskarê navdar ê Amerîkî Edgar Allan Poeyî li seranserî cîhanê heta niha ji zêdetirî 100 zimanan hatine wergerandin û helbestên wî ji aliyê nivîskar û wergerên kurd Samî Hêzil û Kawa Nemir ve û gelek çîrokên wî ji gelek wergerên kurd ve ji Îngilîzî ji bo Kurdî hatin wergerandin û weşandin. Helbestên Poeyî di sala 2004’ê de ji hêla Samî Hêzil ve bi navê “Qelareşk û Bîst Helbestên Din” ji bo Kurdî hatibû wergerandin û ji Weşanên Bajarê weşiyabû.


Pênc hevokên Edgar Allan Poeyî yên waterdar û jînî:

"Çavên te biheştekê ye ku ez wan di cihê pîroztir ê dilê xwe de vedişêrim..."- Ji Çîroka "The Raven"

"Min ji bilî çavên wê bihuştek nedît..." / Ji Pirtûka "Annabel Lee", Rûpel: 78. Weşanxane: Fantastik Kitap

 "Rastîn, dema ku hêj gîzmeyên xwe li xwe dike, derew li cîhanê belav dibe.."

"Ji nîvê dîtinên xwe bawer bikin, lê ji bihîstinên xwe qet bawer nekin.."

"Rastîn her tim di binî bîrekê de nîne.."  #EdgarAllanPoe #Wêje #Hevok #Pirtûk

*Ev nivîs di Cotmeha sala 2018ê de hate nivîsandin û ji aliyê nivîskarê vê nivîsê ve ji nû ve hate serast kirin û berfireh kirin.

Çavkanî:

https://en.wikipedia.org/wiki/Edgar_Allan_Poe

https://ku.wikipedia.org/wiki/Edgar_Allan_Poe

https://www.poemuseum.org/ 

Lîsteya Hemû Berhemên Edgar Allan Poe:

https://www.eapoe.org/

https://www.myenglishpages.com/site_php_files/reading-edgar-allan-poe-bilbliography.php

*Annabel Lee - Edgar Allan Poe / Fantastik Kitap (2016)

*Ev nivîs cara yekem di malpera Gazete İsveç'ê de hatibû weşandin. 

(26.03.2021)

 

 

Dostoyevski ve Tarkovsky

 


Yazı: Rûmet Med

Edebiyatçılar ve edebiyat-sanat eleştirmenleri arasında on yıllardır Suç ve Ceza'dan sonra bu kadar derin ve büyük etkiler uyandıran başka bir romanın yazılıp yazılmadığı tartışması sürüp gider. Bu düşüncenin sebebi ise şimdiye değin hiç bir edebiyatçının Dostoyevski gibi insan ruhunu ve toplumun durumunu bu kadar derinden anlatamayışı olarak gösterilir. Roman türünün en çok okunan yazarı olan Fyodor Dostoyevski'nin eserleri 150 yıldan fazladır dünyanın her yerinde yüzlerce dile ve lehçeye çevrilmiştir.

Dostoyevski edebiyat yaşamında bir referans ve başlangıç noktasını ifade etmek için "Hepimiz Gogol'un Palto'sundan çıktık" der ve insanlığın genlerinin derinlerinde yatan ve benliğini şekillendiren koşulları romanlarında özelliklede ölümsüz romanı "Suç ve Ceza" da çok iyi ele almıştır. Yaşadığı çağın ruhsuzluğunu ve insan ruhunun tarihsel doğasının biçimlenişini anlatan yazar sadece iyiliğinin alfabesi ile yazılan sözcüklerin kalıcı olacağını dile getiriyor.

Sinema ve diğer sanatlar ile tüm hayat disiplinlerinde Suç ve Ceza kadar insanları etkileyen çok az roman vardır ve bunun en önemli sebebi ise yazarın hayatın acılarını ve insan ruhunu diyalektik bir bakışla derinlenmesine kavrayıp anlatması, hayattaki gerçek karakterler ve karekter tahlilleri ile psikolojik durumlarin altında yatan en temel nedenlerinin günlük yaşama kaygıları olduğunu resmetmesidir. Dostoyevski insan doğasını ve hayatını akışını bir yağlı boya tablo gibi resmetmiştir.

Sanat ve sinema kuramcısı Ulus Baker, bir söyleşisinde Dostoyevski'yi anlatırken der ki, "Acaba neden Dostoyevski edebiyatın en yüksek noktasında yer alıyor? Ve bir asır sonra Tarkovski başka bir alanda sinemada, en yüksek filmleri yapabiliyor? Rusların edebiyatlarını yok etmek için ellerinden geleni yaptıklarını artik biliyoruz. Bunu filmlerini yeraltına gömdükleri Eisenstein, Vertov ve Dovjenko için de yaptılar. Ama birdenbire Tarkovski çıkıverdi ve sadece tek şeyin garantisiyle --hayatın ifadesini Dostoyevski'nin yaptığı gibi yaparsanız onu siz ifade etmekle uğraşmak zorunda kalmazsınız, o gelir sizin ifade araçlarını doldurur, taşar, ve kendini sizin aracılığınızla ifade eder. Dostoyevski-Tarkovski bağının sırrı işte budur."

 (https://twitter.com/MedRumet/status/1313976948893323266?s=19)

* Mayıs 2021