Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » Çavên Rastîn û Xiyalan: Edgar Allan Poe

Nivîs: Rûmet Onur Kaya (Rûmet Med)


 - Yek ji wêjekarên mezintir ên cîhanê Edgar Allan Poe (1809-1849), li Bajarê Bostona DYA'yê (Amerîka) ji dayîk bûye û di warê wêjeyê de; bi çîrok, helbest, û nivîsên xwe tê naskirin. Nivîskar di heman demê de di rojnameyan de weke rojnamager û çîroknivîs xebitiye, edîtorî û rexnegiriya wêjeyê kiriye û li ser zanistên derûnnasî û stêrezaniyê gotaran nivîsandine.


Çîroknûs Poe, yek ji nivîskarên herî serketî yên çîrokên nûjen (modern) ên Amerîkayê ye û berhemên wî bandoreke mezin li wêjeya fantastîk û pevxistina zanistî, şano, sînema û hunerên din xistine. Gelek çîrokên wî ji bo sînemayê hatine kişandin.

Jîyana nivîskarê nemir Egdar Allan Poe gelek trajîk e û umrê wî di nava nexweşî û xizaniyan de derbas bûye. Dê û bavê Poe, David û Elizabeth (Arnold) Poe her du jî lîstikvan bûn,  zarokên wan hatine dinyayê. Piştî ji dayîkbûna Edgar Allan Poe bavê wî terkî malê kiriye û li dû salekê jî dayîka wî ji ber nesaxiya jana ziravê jîyanê xwe ji dest da.


Piştî van bûyeran Edgar Poe bêkes ma, bazirganê tûtinê yê Skoçî  ji xwe re kir ewlad û weke zirkurê li cem xwe hilgirt. Êdî navê Edgarî bû Edgar Allan Poe. Poe ji bo xwendina xwe yên dibistana amadeyî (lîse) û zanîngehê çû Îngîltereyê û perwerdehiya xwe ya bilind berda û nîv hişt. Rojên jîyana Edgar Allan Poe di nav dijwarî û tevlîhevan de derbas bûn û wî ji bo wêjeyê hewl û bedelên mezin da.


Poe piştî berdana zanîngehê, biryar da ku dest bi wêjeyê bike û ji ber bê mebestê helbest û kurteçîrokan nivîsandin. Berhemên wî yên yekem gelek eleqe nedîtin û Poe têkiliya xwe jê wêjeyê nebirî. Li dû xebatên dirêj û bênavber navê Edgar Allan Peo hêdî hêdi di cîhana wêjeyê de hate bihîstin. Ji bo gelek rojnameyan kurteçîrok û nûçeyan nivîsandin û helbestên wî hatin weşandin.


Di nav rûpelên berhemên ên nivîskarê bêhempa û derasayî Edgar Allan Poeyî de, jîyanên cûr bi cûr û bûyerên razdar û nepenî xwe didin der. Por berhemên xwe, bi taybetî çîrokên xwe bi nerîneke surrealîst û nesiriştî nivîsandin û di heman demê de damezrînerê wêjeya gotîkê ye ku wêjeya pevxistana zanistî bi saya  dest pê kiriye. Poe, di bexçeyên çand û zimanên cîhanê de derbas dibe û berhsa erdnîgarî û atmosferên wan dike.Nivîskarekî wisa ye ku di cihên ku wî qet neçûye û nedîtiyê de digerîne û wekî ku wî li wan deran be teswîrî van dike.
 
Nivîskar û helbestvanê mezin ê Frensayê Charles Baudelaire di derheqê Edgar Allan Poe de dibêje ku "Nivîskarê herî xurttir/bihêz ê serdema me (Sedsala 19'emîn)" ye. Poe, hin caran li kolanên bajarekî mezin de ye, carinan di avên behreke de bêserî û binî de derdikeve ji serpêhatiyeke dirêj re. Ew hin caran di lûtkeya çiyayekî de ye, hin caran jî di rêlên daristaneke de xuya dibe û di kûrahiya çoleke cîhanê bi awayekî bêpesport digerîne. Nexşeya Poeyî dengê dil û hişê wî ye.. 


Nivîskarê navdar Edgar Allan Poe bi hêza xeyalê xwe, şêweya derbina xwe ya helbestkî bi yek kiriye, û bi gavên dil û bîrê xwe re li kolan û herêmên cîhanê, di cîh û demên da de geriyaye û li rêwîtiyên dipdirêj derketine.

Pêşengê wêjeya fantastîk Edgar Allan Poe, rê û sînorên dirêj derbas dike, ji bo xwendevanên xwe asoyên nû kûr dike û di sînorên aqil û xiyalê de digerîne. , ji rûyê rastînê ji wê jî wêdetir û kûrtir ava û rave dike. Mirov xwe hêdî hêdî di nava xuyabûna atmosfereke tarî, efsûnî, tirsê de dibînin, û reng û hilma roniyê qor bi qor mezin dibe.. Nivîskar, dilê berhemên xwe bi evîn û hêviyeke mezin afirandine û çavên dil û ruha wî her ku diçe dengên hevokên wî mezin kirine..

Berhemên çîroknûs û nivîskarê navdar ê Amerîkî Edgar Allan Poeyî li seranserî cîhanê heta niha ji zêdetirî 100 zimanan hatine wergerandin û helbestên wî ji aliyê nivîskar û wergerên kurd Samî Hêzil û Kawa Nemir ve û gelek çîrokên wî ji gelek wergerên kurd ve ji Îngilîzî ji bo Kurdî hatin wergerandin û weşandin. Helbestên Poeyî di sala 2004’ê de ji hêla Samî Hêzil ve bi navê “Qelareşk û Bîst Helbestên Din” ji bo Kurdî hatibû wergerandin û ji Weşanên Bajarê weşiyabû.


Pênc hevokên Edgar Allan Poeyî yên waterdar û jînî:

"Çavên te biheştekê ye ku ez wan di cihê pîroztir ê dilê xwe de vedişêrim..."- Ji Çîroka "The Raven"

"Min ji bilî çavên wê bihuştek nedît..." / Ji Pirtûka "Annabel Lee", Rûpel: 78. Weşanxane: Fantastik Kitap

 "Rastîn, dema ku hêj gîzmeyên xwe li xwe dike, derew li cîhanê belav dibe.."

"Ji nîvê dîtinên xwe bawer bikin, lê ji bihîstinên xwe qet bawer nekin.."

"Rastîn her tim di binî bîrekê de nîne.."  #EdgarAllanPoe #Wêje #Hevok #Pirtûk

*Ev nivîs di Cotmeha sala 2018ê de hate nivîsandin û ji aliyê nivîskarê vê nivîsê ve ji nû ve hate serast kirin û berfireh kirin.

Çavkanî:

https://en.wikipedia.org/wiki/Edgar_Allan_Poe

https://ku.wikipedia.org/wiki/Edgar_Allan_Poe

https://www.poemuseum.org/

Lîsteya Hemû Berhemên Edgar Allan Poe:

https://www.eapoe.org/

https://www.myenglishpages.com/site_php_files/reading-edgar-allan-poe-bilbliography.php

*Ev nivîs cara yekem di malpera Gazete İsveç'ê de hatibû weşandin. 

(26.03.2021)

 

 

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply