Bu Blogda Ara

Slider

Tema resimleri sndr tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Cinema

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

Avatar: Rêya Avê | Ronahîyeke mezin li dijî tarîtîyê


Nivîs: Rûmet Med 

Hezkerên “Avatar”ê, çend sal in, tijî kelecan û bi miraqeke mezin li benda fîlmê derhênerê navdar James Cameronî yê “Avatar: The Way of Water”ê (Avatar: Rêya Avê) bûn ku fîlmê duyem ê rêzeya “Avatar”ê di Berfanbara sala 2022yê de, piştî 13 salan ji fîlmê yekem, bi kalîteya 4Kyê li seranserê cîhanê ket vîzyonê.

Wekî fîlmê yekem ê “Avatar”ê, fîlmê duyem jî ji alîyê temaşevanên sînemayê ve gelek hate temaşekirin û ecibandin. “Avatar: The Way of Water” yek ji projeyên herî girîng a Disney Studiosê ye, him ji alîyê mijar û çîrokê ve, him ji alîyê herikîna dîmenan û teknîkê ve fîlmekî biserketî ye, ku tê de hêmanên anîmasyonê yên resen, bihêz, bandorker û balkêş jî dihewîne. Kêşana projeya fîlmê duyem ji ber pandemîya koronayê hatibû bi paş ve xistin û li Zelendaya Nû ji nû ve destpê kiribû. Ji ber şert û mercên koronayê, dîroka vîzyonê ya fîlmê jî sê caran hatibû guhertin û demekê diyar nebû.


“Avatar: The Way of Water” wekî ku fîlmê yekem bi derhênerîya sînemager, senarîst û çêkerê navdar ê Kenedayî James Cameronî re hate kêşandin, senaryoya fîlmê jî ji alîyê Cameron, Rick Jaffa, Amanda Silver, Josh Friedman û Shane Salerno ve bi hev re hate nivîsandin. Mijara fîlmê li gerstêrka Pandorayê (gerdûneke pevxistî), piştî bûyerên Avatarê diqewime, li ser çîroka gelê Na’vîyê têkiliyên kolonî û mêtingehê tîne li perdeya spî, li ser pirsgirêkên hawir û xwezayê disekine. Di herikîna fîlmê de Jake Sully tevlî gelê Na’vîyê dibe û ligel Neytîrî ji bo parastina ax û xwezaya gelê Na’vîyê dikevin têkoşîneke zor û dijwar. Xwezaya rengîn a gelê Na’vîyê bi taybetî bi amûrên teknolojî ve tê girtin û dixwazin av û axên wan û bi giştî hemû dewlemendîyên wan bi dest bixin, lê gelê Na’vîyê jî li dijî mêtingehîyê derdikevin, bi hemû hewlên xwe av û axên herêma xwe diparêzin. Rêwîtîyeke derasayî û rengîn ji daristanên gerstêrka Pandorayê destpê dike, ber bi herêmên binê avê û volkanîkê ve diçe. Xweza û atmosfera Pandorayê bêhempa ye, temaşevan xwe di cîhaneke efsûnî de dibînin. Fîlm nîv-anîmasyon e, bi zimanên Îngilîzî û Na’vî (zimanê pevxistî yê fîlmê) hate kêşandin, zimanê Na’vî zimanê xwecihî yê Na’vîyê ye.



“Avatar: The Way of Water” hin hefteyên sala 2023yê jî tê de çend hefte li vîzyonê ma û serketina xwe domand. Him li gîşeya Amerîkayê him jî li gîşeyên cîhanê çend hefte bû yekemîn û ji zêdetirî 2 milyar dolarî qezenc kir. Fîlm, di heman demê de bû yek ji fîlmên herî zêde temaşekirî yê hemû deman, derhêner James Cameronî jî bû derhênerê yekem ku sê fîlmên wî heta niha gihîştine 2 milyar dolarî.


Lîstikvanên navdar ên Zoe Saldana, Sam Worthington, Sigourney Weaver di fîlmê duyemîn ê Avatar’ê de weke serlîstikvan lîstin, CCH Pounder, Cliff Curtis, Jamie Flatters, Britain Dalton, Trinity Bliss, Bailey Bass, Filip Geljo, Duane Evans, Jr. Kate Winslet, Stephen Lang, Giovanni Ribisi, Joel David Moore, Matt Gerald, Edie Falco, Brendan Cowell û Michelle Yeoh jî tê de weke lîstikvan cî digirin. Jon Landau, David Valdes û Richard Baneham di “Avatar: The Way of Water”ê de weke çêker cih girtine û fîlm bi pargîdanîya fîlman 20th Century Studiosê ve hate afirandin. Muzîka fîlmê jî ji alîyê stranbêjê Kenedayî The Weeknd ve hate çêkirin.



Fîlmên din ên “Avatar”ê dê kengê bikevin vîzyonê?


Fîlmê yekem ê ‘Avatar’ê di 2009ê de li seranserê dinyayê bi kalîteya 3Dyê ketibû vîzyonê, ji alîyê bi milyonan temaşevanên sînemayê ve hatibû temaşe kirin. Fîlm, ji Xelatên Oscarê 3 xelat girtibû û di Îlona 2022yê de ji nû ve, weke 4Kyê derketibû li pêşberî temeşavanên sînemayê û li salonên sînemayê yên cîhanê heta niha bi tevahî 2.787.965.200 dolar qezenc kiriye. Rêzeya Avatarê weke 5 fîlman hate projekirin, çîrokên her fîlmê resen û cuda ne. Çêkerê Avatarê John Landau li ser projeya fîlmên Avatarê axaftibû û ragihandibû ku rêwîtiyên hemû fîlmên Avatarê dê bi hev ve girêdayî bibe û ew ê bibin beşeke dastaneke mezin.


Li înternetê hatibû îdia kirin ku navê fîlmê sêyem ê rêzeya ‘Avatar’ê bûye “Avatar: The Seed Bearer”. Lê belê çêkerê rêzeya Avatar’ê Jon Landau di danasîna lîstika vîdyoyê ya Avatar: Frontiers of Pandorayê de axaftibû û eşkere kiribû ku navê fîlmê hêj nediyar e.

Hate ragihandin ku dîrokên fîlmên din rêzeya Avatarê diyar bûne. Li gorî agahîya dawî, fîlmê sêyem ê rêzeyê dê di dîroka 19ê Berfanbara 2025ê de, fîlmê çarem di 21ê Berfanbara 2029ê de, fîlmê pêncemîn jî di 19ê Berfanbara 2031ê de derbikevin li pêşberî temaşevanan.


Çavkanî: 



8emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê Meha Mijdarê dest pê dike


 Nûçe-Nivîs: Rûmet Med

8emîn Festîvala Fîlman a Duhokê îsal di navbera dîrokên 11-18ê Meha Mijdarê de derdikeve li pêşberî sînemahezan.

Festîvala Fîlman a Duhokê yek ji festîvalên fîlman ên girîngtir ên sînemaya Kurdî ye û sala par wekî gelek festîvalên din ên cîhanê ji ber şewba nexweşiya coronayê hatibû paşxistin. Hate eşkere kirin ku îsal bernameya festîvalê dê di dîroka 11ê Meha Mijdarê de dest pê bike û dê 7 rojan bidome. Îsal mêvanên rûmetê yên bernameya festîvalê sînemagerên Efxanistanê ne ku fîlmên Efxanistanê yên klasîk û nûjen li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê bêne nîşandayîn. Fîlmê "Osama" (2003) yê derhênerê navdar ê efxan Siddiq Barmakî ku ji Xelatên Girover/Globe a Zêrîn xelata 'Di Zimanê Biyanî de Fîlmê Herî Serketî' girtibû û fîlm, li rojên Festîvala Fîlman a Duhokê bête nîşandan.

Ji bultena înternetê ya festîvalê:

Gera heştê ya Filmefestîvala Duhokê ya navdewletî, bi dilxweşî ve radigehîne; ku bala programê îsal dê li ser Cînema ya Efxanistanê be. komeka filmên kilasîk û sînemaya hevdem ya Efxanistanê, li gel filmên navdewletî li ser welatê Efxanistanê dê nîşan bide, Li gel dengên lokal, dîyaspora û navdewletî, herwisa panorama dê rengvedana mijarên civakî, sîyasî û hunerî be, dê demê borî û demê niha bi hevra girê bide.

Ji balkêşên programî, derhêner Sedîq Bermak ji Efxanistanê ku niha li mişextgehê li Parîsê dijî, dê filmê xwe yê navdar bi navê (Osame) nîşan bide,(Efxanistan/ Hollanda/ Japonya/ Îran 2004, Golden Globe ji bo filmê bîyanî yê herebaş). Filmekê din yê kilasîkî yê balkêş ji programî, filmê (Qendehar) yê derhêner Mohsen Makhmalbaf (Îran/ Fransa 2001/ Fêkşin/ berîkaneya Cannes).

Şewket Emîn Korkî (Rêveberê Hunerî): di van demên dijwar da, ji bo me giringtir e ku em flimsazên Efxanistanê mêhvan bikin Duhukê, ji bo lihevguherîn (danûstandin) û hevgirtinê nîşan bidin.

Mehmet Ektaş (Berpirsê Programên Navdewletî): Rastî sînemayê dirist dike, mîna ku sînemaya kurdî ji Yelmaz Goneyî ta îro. mijara mişextgehê (Menfa), penaberî û çavdêrî, bûne pişkeka mezin ji çêkirina filmên Efxanistanê. Ji bo me pir gring e ku em balê li ser dîmenên sînemaya Efxanistanî û rûbrûbûn û lêkguherîn û parverkirina serboran dabinin.”

Xwedîyê xelata Golden Globe Seddîq Bermek wê bejdarî filme fêstîval a duhok ê bibe

"Bi dilxweşî radgehînîn derhêner "SEDIQ BERMEK" xwedîyê xelata "Gulden Globe" hatîye helbijartin wek serokê jorîya filmên nêvneteweyî yên dirêj li filme fêstival a Duhokê,  ku ji 11 ta 18 î çirya duyê ya 2021ê hête encamdan, em bi navê filme fêstival ê pirr bi dilşadî bi xêrhatina derhêner û filmsazê navhatî dikeyîn, jêra dibêjîn, tu bixêrhatî bo gera heştemîn ya filme fêstivala Duhok ê ya nêvneteweyî."

#DuhokIFF #DuhokIFF2021

Li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê her sal di du beşên; “Sînemaya Kurdî” û “Sînemaya Cîhanê” de tête li darxistin û di çarçoveya festîvalê de gelek fîlmên dirêj, belgefîlm, kurtefîlm û fîlmên anîmasyon derdikevin li pêşberî sînemahezan û têne xelat kirin. Di rojên festîvalê de, bi beşdarî derhêner û lîstikvanên fîlman hevpeyvînan têne çêkirin.

Ji bo agahî: https://www.duhokiff.com/

(19.09.2021)

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com