Dirêjebelgefîlmê "Em Kurd in" (Wir sind Kurden) ji aliyê nîjadnas (etnolog), pispora dîroka olan, nivîskar, lêkolîner û derhêner Sabiha Bânu Yalkut-Breddermann ve di salên 1980-1981an de hatiye kişandin ku yekem belgefîlmê bi Kurdî ye.
Yekem belgefîlmê bi Kurdî "Em Kurd in" (1980-1981), bi du zaravayên Kurmancî û Zazakî ye hatiye kişandın û qala çand, jiyan û dîroka nêzîk a Kurdan, pêvajoya bişaftinê, dema derbeya leşkerî dike û xwezaya welêt, atmosfer û rewşa salên 1980-81an tîne ser ekranê. Yekem belgefîlmê ku bi tevahî bi Kurdî hatiye kişandin, li ser kanala Youtubeê ya derhênerê bi jêrnivîsa Elmanî jî hate weşandin.
Rojnameger û nivîskar Mirad Bayram di sala 2021ê de ji bo bernameya Pispor a plaforma Botan Internationalê hevpeyvîneke li ser Sînemaya Kurdî, bi lêkolînerê sînemayê Ekrem Yildiz re kiribû û di hevpeyvînê de Yildiz di derbarê Sînemaya Kurdî de hin agahiyên dîrokê dabû. Yildiz ragihandibû, "Dîroka Sînemaya Kurdî hêj zelal nebûye" û li gorî hin çavkanî "Yekem belgefîlma bi Kurdî; Nan û Azadî ye." li gor van agahiyên nû, Ekrem Yildiz ragihandibû, derhênerê kerkûkî Mehdî Omîd di sala 1989an de fîlmekî Kurdî yê bi navê "Tunel" û li Rojhilatê jî derhênerê kurd Teyfûr Bethayî di sala 1984an de belgefîlmeke bi Kurdî ya bi navê "Nan û Azadî" kişandine. Teyfûr Bethayî hin belgefîlm û kurtefîlmên Kurdî kişandine û Yildiz gotibû, "Nan û Azadî" yekem belgefîlma bi Kurdî ye û behsa çand û jiyana Kurdan dike ku lê ji ber hin sedeman ne li ber destê me ye." Lêkolînerê sînemayê Ekrem Yildiz di hevpeyvînê de eşkerekiribû, fîlmekî din ê derhêner Bethayî heye ku di sala 1982an de hatiye kişandin û ev fîlm niha li ber destan e. Bi vî awayî ev fîlm, destpêka dîroka Sînemaya Kurdî an jî yekem fîlmê bi Kurdî ye. *
Li gorî agahîya nû, dirêjebelgefîlmê Sabiha Bânu Yalkut-Breddermannê yê "Em Kurd in" yekem belgefîlm e ku bi tevahî bi Kurdî hatiye kişandin.
Derhênera belgefîlmê Sabiha Bânu Yalkut-Breddermann di 1952yê de li Enqereyê hate dinê, li beşa Arkeolojîyê ya Fakûlteya Wêjeyê ya Zanîngeha Stenbolê perwerdehî dît û beşa Nîjadnasî (Etnolojî) û Zanista Olî ya Zanîngeha Azad a Berlînê qedand. Yalkut-Breddermann, bi lêkolînên xwe yên li Êzîdîyan û mitbexa Tirkan tê naskirin. Sabiha Bânu Yalkut-Breddermann, du belgefîlmên din ên bi navê "Yaşamın Sürüklediği Yerde: Erol Güney'in Yaşam Öyküsü" (2010) û "Bella’nın Öyküsü" (Bella's Story, dirêjebelgefîlm, 2021) kêşandine. Bi belgefîlmê "Yaşamın Sürüklediği Yerde: Erol Güney'in Yaşam Öyküsü" ji Pêşbirka Belgefîlman a TRTyê 'Xelata Taybet a Wezareta Çand û Turîzmê' û bi belgefîlmê xwe yê "Bella’nın Öyküsü" ji 16emîn Pêşbirka Belgefîlm û Kurtefîlman a Bostonê (DYA) xelata 'Mansiyona Taybet' girtine.**
Platforma Netflixê, dirêjebelgefîlmê bi navê "Secrets of the Neanderthals" weşand. Belgefîlmê zanistî ji alîyê Ashley Gething ve hate kêşandin, çîroka skeletê herî saxlem ê Neanderthalan tîne ser ekranê, ku li Şikefta Şanederê ya herêma Barzanê ya bajarê Hewlêrê hatibû dîtin*.
Belgefîlm, qala sedemên nemana/ji navê windabûna Neanderthalan dike û li ser jîyana wan disekine. Rûyê skeletê neanderthalê ku weke “Shanidar Z” hatibû binav kirin, bi Rekonstruksîyona 3Dyê ji nû ve hate afirandin.
Hatibû ragihandin, skeletê Neanderthalan ê ku li dinyayê herî baş hatiye parastin 75 hezar sal berê jiyaye. Neanderthalan ji ber gelek sedeman 40 hezar sal berê li hemû cîhanê ji navê windabûne. Îro li dinyayê bi tenê Homo Sapiens weke cureyeke mirovan jiyana xwe didomîne.
“Tarîx xewnexofek e ku ez hewl didim jê hişyar bibim.”* (Jomes Joyce)
Nivîskar û wergêrê kurd Kawa Nemir berhema navdar a nivîskarê Îrlandî James Joyce ya bi navê “Ulysses”ê wergerand ji bo Kurdîya Kurmancî û ew di Adara sala 2023yê de ji alîyê Weşanên Avestayê ve hate weşandin. Werger di 101emîn salvegera xwe de bi Kurdî gihîşt li ber destê xwîneran.
“Ulysses” di warê wêjeyê de berhemeke gelek girîng e ku heta niha li seranserê dinyayê bi gelek zimanên cîhanê hate wergerandin. Kawa Nemirî ku heta niha berhemên wêjekarên mezin ên William Shakespeare, Walt Whitman, Edgar Allan Poe, William Butler Yeats, Sylvia Plath, T.S. Eliot, Tenesssee Williams, Emily Dickinson, Herman Melville, John Berger jî tê de 100 pirtûkên wêjeyî û ji zêdetirî 7000 helbestên Îngîlizî, Amerîkî, Îrlandî û Tirkî wergerandine bo Kurdî, gelek pirtûkên helbestan ên Kurdî nivîsîne, ku deh salan e jî li ser wergerandina berhema “Ulysses”ê dixebitî. Piştî ked û xebateke mezin romana “Ulysses”ê bi zaravayê Kurmancî derket li pêşberî wêjehezan. Belgefîlmê nivîskarên sînemayê Aylîn Kuryel û Firat Yucelî yê bi navê “Wergerandina Ulyssesê” (Ulysses Çevirmek/Translating Ulysses, 2023) li ser çîrok û pêvajoya wergerandina berhema navdar disekine.
“Ulysses” him romana herî xurt a Joyce ye, him jî di warê romana nûjen de weke şoreşek tê dîtin; berhemeke dijî kolonyalîst e. Mijara pirtûkê, li kûçe û kolanên bajarê Dublînê derbas dibe û behsa bi tenê rojekê dike. Beşên pirtûkê di navbera 1918-1920ê de di hejmarên kovara wêjeyî ya The Little Review’ê de û paşê jî wek pirtûk di 2yê Reşemîya 1922yê de ji alîyê nivîskar û weşangera navdar Sylvia Beach ve li Parîsa Frensayê hatibû weşandin, di 101emîn salvegera romanê de bi Kurdî derket pêşberî wêjehezan. Zanyar û nivîskarên wêjeyê dibêjin ku wergerandina Ulysssê ji alîyê ziman û teknîkê ve pir zor û zehmet e.
Min, belgefîlmê “Wergerandina Ulyssesê” di çarçoveya bernameya 14emîn ya Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan a TİHVê (Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê) de temaşe kir. Rojên belgefîlman bi piştgirîya Yekîtîya Ewropayê û Enstîtuya Frensîz ve, îsal di navbera rojên 10-17ê Berfanbarê (2023) de him bi rûbirû him jî weke onlineê hate lidarxistin û her sal bal dikişîne li ser mijarên mafên mirovan. Ji bilî “Wergerandina Ulyssesê” belgefîlmên “Ji Bo Edaletê” (Derhêner: Elîf Yîgît), “Dengê Radyoya Rewanê Li Ku ye?” (Derhêner: Mustafa Orman), “Boşlukta” (Derhêner: Somnur Vardar), “Herkes Toprağa Gömülür, Ben Suya” (Derhêner: Fettûllah Çelîk) jî îsal li bernameya rojên belgefîlman derketin li pêşberî temaşevanan.
Wergerandina Ulyssesê weke belgefîlmekî dirêj hatiye kêşandin û ji 7 beşên cuda pêk tê, ku her beşek behsa demên cuda yên nivîskar û wergêr Kawa Nemirî dikin. Kawa Nemir ev deh salan e li ser wergerandina romana “Ulysses”ê dixebitî, hewleke mezin û giranbiha ji bo zimanê Kurdî dide. Wergêr, di jiyana xwe ya wergêrî de ji bo wergerandina vê berhemê ji bi dehan ferhengên Kurdî, ji berhemên klasîk û nûjen ên gelek helbestvan û nivîskarên kurd sûd wergirtine, bêhejmar biwêj û gotin berhev kirine û ew hemû alîkarîya wî kirine. Nemir, di hevpeyvîneke xwe de dibêje, “Di qonaxên xebatên min ên wergerê de ferhengên heyî yên zaravayên kurdî hemûyan çu caran têra min ne kir wekî min bikariya wê luxeta bêserî û bêbinî ya Ulyssesê bi kurdî damezirînim.”** Nemir, ji zêditirî bîst salan e wergerî dike û gelek berhemên ku ew wergerandine bo Kurdî, hêj nehatine weşandin. Di herikîna belgefîlmê de, li ser wergerandina berhemê dibêje, “Min hemû wergerên xwe ji bo ku rojekê Ulyssesê wergerînim bo Kurmancî kirine.”
Berhama James Joyce ya Ulysses’ê di nava 10 salan de li bajarên Stenbol, Amed, Mêrdîn û Amsterdamê hatiye wergerandin. Belgefîlm, bi hevpeyvîna ligel Kawa Nemir ya li mala nivîskar Anne Frankê hatiye kirin re dest pê dike, li ser wergerandina berhema Ulyssesê disekine; ruhê biwêjên Kurdî, rewşa zimanê Kurdî, hin dîmenên ku ji alîyê hunermend û nivîskar Şener Ozmen ve li bajarê Mêrdînê hatine kêşandin, atmosfera civakî, rêwîtîya wergêr Kawa Nemirî ya ber bi Holendayê ve, pirsgirêka hewînê ya bajêr tîne li ser perdeya spî û bi sehneya çapxaneyê bi dawî dibe. Di sehneya dawî de dengên makîneyan û cîhana karkerên çapxaneyê têne dîtin û bihîstin, ku heta niha bi kedên xwe bi hezaran pirtûk amade kirine û şandine weşanxaneyan.
Kawa Nemir bi salan e ji bo wergerandina berhema “Ulysses”ê kedeke mezin da, ji zêdetirî 20 salan e bi hezaran helbest û bi dehan pirtûkên wêjeyê ji bo Kurdîya Kurmancî wergerandine/werdigerîne. Berhem û wergerên Nemirî ji bo jiyan û pêşveçûna zimanê Kurdî hewleke mezin û giranbiha ne, hêvîyeke bêdawî diafirînin, wergerandina “Ulysses”ê jî qîrîneke mezin e li dijî bişavtinê.
Kawa Nemir
Wergerandina Ulyssesê
Aylîn Kuryel û Firat Yucel ji sala 2019ê û bi vir de li ser belgefîlmê “Wergerandina Ulyssesê” dixebitin, guhertoya (varyant) kurt a belgefîlmê ya bi navê “Tiştê Ku Di Her Tiştî Re Derbas Dibe” (The Thing that Goes Through Everything) kêşandin ku li gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn û di sala 2022yê de li Dublîna Îrlandayê ji Festîvala Fîlman a Bloomsdayê ‘Xelata Baştirîn’ girtibû. “Wergerandina Ulyssesê” bi çêkerîya Ozgur Dogan, Aylîn Kuryel û Firat Yucel ve hate kêşandin û afîşa belgefîlmê jî nivîskarê kurd Şener Ozmen sêwirandiye. Belgefîlm, heta niha li 38emîn Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Munchenê, li 14emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê, li Dublin UNESCOyê, li navenda Sînematekê/Mala Sînemayê ya Şaredarîya Kadikoyê ya Stenbolê, li Berhevoka Belgefîlman a 16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê ya Documentaristê, li Nîşandanên Servekirî yên BU(S)Kê ya Zanîngeha Bogazîçîyê jî tê de, li gelek bajarên cîhanê derket li pêşberî temaşevanan, ji Festîvala Fîlman a Bloomsdayê li Dublîna Îrlandayê xelata ‘Fîlmê Herî Serketî yê Joyceî’, li 14emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê ‘Xelata Taybet a Jurîyê’, ji beşa Pêşbirka Navneteweyî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya UBAyê (Buenos Airesa, Arjantîn) xelata ‘Mansiyona Taybet’ girtin, rêwîtîya xwe ya festîvalên fîlman û çalakîyên fîlman didomîne.
Çêkera fîlman Aylîn Kuryel û nivîskarê sînemayê Firat Yucel, di sala 2019ê de bi hev re belgefîlmê bi navê “Baştan Başa” (Heads and Tails) kêşandin ku belgefîlmê wan di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hate nîşandayin û ji beşa Pêşbazîya Belgefîlma Neteweyî ya 38emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê Xelata Mansîyonê girt. Her du derhêner jî heta niha gelek belgefîlm kêşandine û xebatên xwe yên li ser sînemayê didomînin.
Şîrov