Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » Wergerandina Ulyssesê: Qîrîneke mezin a li dijî bişavtinê


Nivîs: Rûmet Med 

“Tarîx xewnexofek e ku ez hewl didim jê hişyar bibim.”* (Jomes Joyce)

Nivîskar û wergêrê kurd Kawa Nemir berhema navdar a nivîskarê Îrlandî James Joyce ya bi navê “Ulysses”ê wergerand ji bo Kurdîya Kurmancî û ew di Adara sala 2023yê de ji alîyê Weşanên Avestayê ve hate weşandin. Werger di 101emîn salvegera xwe de bi Kurdî gihîşt li ber destê xwîneran. 

“Ulysses” di warê wêjeyê de berhemeke gelek girîng e ku heta niha li seranserê dinyayê bi gelek zimanên cîhanê hate wergerandin. Kawa Nemirî ku heta niha berhemên wêjekarên mezin ên William Shakespeare, Walt Whitman, Edgar Allan Poe, William Butler Yeats, Sylvia Plath, T.S. Eliot, Tenesssee Williams, Emily Dickinson, Herman Melville, John Berger jî tê de 100 pirtûkên wêjeyî û ji zêdetirî 7000 helbestên Îngîlizî, Amerîkî, Îrlandî û Tirkî wergerandine bo Kurdî, gelek pirtûkên helbestan ên Kurdî nivîsîne, ku deh salan e jî li ser wergerandina berhema “Ulysses”ê dixebitî. Piştî ked û xebateke mezin romana “Ulysses”ê bi zaravayê Kurmancî derket li pêşberî wêjehezan. Belgefîlmê nivîskarên sînemayê Aylîn Kuryel û Firat Yucelî yê bi navê “Wergerandina Ulyssesê” (Ulysses Çevirmek/Translating Ulysses, 2023) li ser çîrok û pêvajoya wergerandina berhema navdar disekine. 

“Ulysses” him romana herî xurt a Joyce ye, him jî di warê romana nûjen de weke şoreşek tê dîtin; berhemeke dijî kolonyalîst e. Mijara pirtûkê, li kûçe û kolanên bajarê Dublînê derbas dibe û behsa bi tenê rojekê dike. Beşên pirtûkê di navbera 1918-1920ê de di hejmarên kovara wêjeyî ya The Little Review’ê de û paşê jî wek pirtûk di 2yê Reşemîya 1922yê de ji alîyê nivîskar û weşangera navdar Sylvia Beach ve li Parîsa Frensayê hatibû weşandin, di 101emîn salvegera romanê de bi Kurdî derket pêşberî wêjehezan. Zanyar û nivîskarên wêjeyê dibêjin ku wergerandina Ulysssê ji alîyê ziman û teknîkê ve pir zor û zehmet e. 


Min, belgefîlmê “Wergerandina Ulyssesê” di çarçoveya bernameya 14emîn ya Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan a TİHVê (Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê) de temaşe kir. Rojên belgefîlman bi piştgirîya Yekîtîya Ewropayê û Enstîtuya Frensîz ve, îsal di navbera rojên 10-17ê Berfanbarê (2023) de him bi rûbirû him jî weke onlineê hate lidarxistin û her sal bal dikişîne li ser mijarên mafên mirovan. Ji bilî “Wergerandina Ulyssesê” belgefîlmên “Ji Bo Edaletê” (Derhêner: Elîf Yîgît), “Dengê Radyoya Rewanê Li Ku ye?” (Derhêner: Mustafa Orman), “Boşlukta” (Derhêner: Somnur Vardar), “Herkes Toprağa Gömülür, Ben Suya” (Derhêner: Fettûllah Çelîk) jî îsal li bernameya rojên belgefîlman derketin li pêşberî temaşevanan.

Wergerandina Ulyssesê weke belgefîlmekî dirêj hatiye kêşandin û ji 7 beşên cuda pêk tê, ku her beşek behsa demên cuda yên nivîskar û wergêr Kawa Nemirî dikin. Kawa Nemir ev deh salan e li ser wergerandina romana “Ulysses”ê dixebitî, hewleke mezin û giranbiha ji bo zimanê Kurdî dide. Wergêr, di jiyana xwe ya wergêrî de ji bo wergerandina vê berhemê ji bi dehan ferhengên Kurdî, ji berhemên klasîk û nûjen ên gelek helbestvan û nivîskarên kurd sûd wergirtine, bêhejmar biwêj û gotin berhev kirine û ew hemû alîkarîya wî kirine. Nemir, di hevpeyvîneke xwe de dibêje, “Di qonaxên xebatên min ên wergerê de ferhengên heyî yên zaravayên kurdî hemûyan çu caran têra min ne kir wekî min bikariya wê luxeta bêserî û bêbinî ya Ulyssesê bi kurdî damezirînim.”** Nemir, ji zêditirî bîst salan e wergerî dike û gelek berhemên ku ew wergerandine bo Kurdî, hêj nehatine weşandin. Di herikîna belgefîlmê de, li ser wergerandina berhemê dibêje, “Min hemû wergerên xwe ji bo ku rojekê Ulyssesê wergerînim bo Kurmancî kirine.” 

Berhama James Joyce ya Ulysses’ê di nava 10 salan de li bajarên Stenbol, Amed, Mêrdîn û Amsterdamê hatiye wergerandin. Belgefîlm, bi hevpeyvîna ligel Kawa Nemir ya li mala nivîskar Anne Frankê hatiye kirin re dest pê dike, li ser wergerandina berhema Ulyssesê disekine; ruhê biwêjên Kurdî, rewşa zimanê Kurdî, hin dîmenên ku ji alîyê hunermend û nivîskar Şener Ozmen ve li bajarê Mêrdînê hatine kêşandin, atmosfera civakî, rêwîtîya wergêr Kawa Nemirî ya ber bi Holendayê ve, pirsgirêka hewînê ya bajêr tîne li ser perdeya spî û bi sehneya çapxaneyê bi dawî dibe. Di sehneya dawî de dengên makîneyan û cîhana karkerên çapxaneyê têne dîtin û bihîstin, ku heta niha bi kedên xwe bi hezaran pirtûk amade kirine û şandine weşanxaneyan.

Kawa Nemir bi salan e ji bo wergerandina berhema “Ulysses”ê kedeke mezin da, ji zêdetirî 20 salan e bi hezaran helbest û bi dehan pirtûkên wêjeyê ji bo Kurdîya Kurmancî wergerandine/werdigerîne. Berhem û wergerên Nemirî ji bo jiyan û pêşveçûna zimanê Kurdî hewleke mezin û giranbiha ne, hêvîyeke bêdawî diafirînin, wergerandina “Ulysses”ê jî qîrîneke mezin e li dijî bişavtinê.

Kawa Nemir

Wergerandina Ulyssesê 

Aylîn Kuryel û Firat Yucel ji sala 2019ê û bi vir de li ser belgefîlmê “Wergerandina Ulyssesê” dixebitin, guhertoya (varyant) kurt a belgefîlmê ya bi navê “Tiştê Ku Di Her Tiştî Re Derbas Dibe” (The Thing that Goes Through Everything) kêşandin ku li gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn û di sala 2022yê de li Dublîna Îrlandayê ji Festîvala Fîlman a Bloomsdayê ‘Xelata Baştirîn’ girtibû. “Wergerandina Ulyssesê” bi çêkerîya Ozgur Dogan, Aylîn Kuryel û Firat Yucel ve hate kêşandin û afîşa belgefîlmê jî nivîskarê kurd Şener Ozmen sêwirandiye. Belgefîlm, heta niha li 38emîn Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Munchenê, li 14emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê, li Dublin UNESCOyê, li navenda Sînematekê/Mala Sînemayê ya Şaredarîya Kadikoyê ya Stenbolê, li Berhevoka Belgefîlman a 16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê ya Documentaristê, li Nîşandanên Servekirî yên BU(S)Kê ya Zanîngeha Bogazîçîyê jî tê de, li gelek bajarên cîhanê derket li pêşberî temaşevanan, ji Festîvala Fîlman a Bloomsdayê li Dublîna Îrlandayê xelata ‘Fîlmê Herî Serketî yê Joyceî’, li 14emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê ‘Xelata Taybet a Jurîyê’, ji beşa Pêşbirka Navneteweyî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya UBAyê (Buenos Airesa, Arjantîn) xelata ‘Mansiyona Taybet’ girtin, rêwîtîya xwe ya festîvalên fîlman û çalakîyên fîlman didomîne.

Çêkera fîlman Aylîn Kuryel û nivîskarê sînemayê Firat Yucel, di sala 2019ê de bi hev re belgefîlmê bi navê “Baştan Başa” (Heads and Tails) kêşandin ku belgefîlmê wan di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hate nîşandayin û ji beşa Pêşbazîya Belgefîlma Neteweyî ya 38emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê Xelata Mansîyonê girt. Her du derhêner jî heta niha gelek belgefîlm kêşandine û xebatên xwe yên li ser sînemayê didomînin.

 *https://bianet.org/haber/kawa-nemir-james-joyce-bi-ulyssese-hismendiya-kolonizebuyi-tek-bir-276732

 ** Werger: Kawa Nemir

Çavkanî:

https://en.wikipedia.org/wiki/Ulysses_(novel)

https://ku.wikipedia.org/wiki/Ulysses_(pirtûk)

https://tr.wikipedia.org/wiki/Ulysses_(roman)

https://sinemayaserbixwe.com/wergerandina-ulyssese-we-li-edene-u-amsterdame-be-nisandayin/

*Ev nivîs cara yekem di hejmara 32yemîn a kovara Dilopê de hate weşandin. (Rêbendan, 2024)

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply