30 Mart 2022 Çarşamba

Neh pirtûkên çand-hunerê yên bingehîn ku ji bo Kurdî hatine wergerandin

 Nûçe: Rûmet Med

Bi taybetî di van salên dawî de warê weşangeriya Kurdî de bi gotina nivîskar û rexnegiran "Ronesanseke" diqewime, pêşveçûnên mezin çêdibe. Hejmarên pirtûk û kovarên Kurdî li gorî berê zêdetir dibin, klasîkên zimanê Kurdî ji nû ve têne weşandin û klasîk û berhemên zimanên din ên cîhanê hîn bêtir ji bo Kurdî têne wergerandin, berhemên Kurdî ji bo zaravayên din hîn bêtir têne wergerandin, weşanxaneyên nû û resen dest bi weşanê dikin. Lewma hejmara xwendevanên Kurdî her ku diçe digihîje asteke bilind û dilxweşker. Vê yekê jî bandorê li hemû warên din ên jiyanê dike.

Di salên dawî de gelek berhemên bingehîn ku li ser çand-huner û zanistê hatine amadekirin, hîn bêtir ji bo zimanê Kurdî têne wergerandin û weşandin, neh pirtûkên bingehîn û girîng di 2015'ê de bi Kurdî hatibûn weşandin.

Neh berhemên çavkanî û bingehîn ku li ser warên sînema, şano, wênesazî, muzîkê hatine nivîsandin, ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve ji bo zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî hatibûn wergerandin ku di sala 2015'ê de hatibû weşandin.

Pirtûkên ku ji bo zimanê Kurdî hatine wergerandin, li saziyên çand-hunerê û perwerdehiyên yên Kurdî şandibûn. Berhemên çand-hunerê, ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve û bi piştgiriya Navenda Çanda Cegerxwîn û Konservatura Bajêr a Aram Tigranê ji bo zaravayên Kurmancî û Zazakî yên zimanê Kurdî, di pêvajoyeke 22 mehan de hatibûn wergerandin.

Navên neh berhemên huner-çandê yên çavkanî û bingehîn:

"Sînemaya Bêdeng" - "Sînemaya Bêveng" (Bi Kurmancî û Bi Zazakî), Nîlgun Abîsel
"Sînematografî" (Cinematography), Blain Brown
"Belgefîlm" (Documentary), Erik Barnouw
"Hunerê Dramî" - "Hunera Dramê (Bi Zazakî û Bi Kurmancî), Ozdemîr Nutku
"Ji Duh Heta îro Ramana Şanoyê", Sevda Şener
"Şêweyên Dîtinê", John Berger
"Afirandina Karakterekê", Konstantin Stanislavski
"Dîroka Hunera Wêneyê, Sezer Tansug
"Dengê Paşerojê" (The Voice of The Past), Paul Thompson

Xebatên Atolyeyê, di çarçoveya projeya "Xebatên Zimanê Zikmakî û Çandî" de pêk hatibû û armancên projeyê wisa hatibû eşkerekirin; hilberîna hunerî ya li ser ziman û çanda Kurdî, dewlemendkirina lêkolînên li ser edebiyatê û warên din ên ramanî û pêşvebirina pratîkên Kurdî, wergerandina çavkaniyên bingehîn ku bi girêdayî dîsîplînên hunerî yên cuda ne, bihêzkirina bingehên hilberîna çandî û hunerî û pêşvebirina binesaziya sepanî û teorîk a zimanê zikmakî.

Proje, di çarçoveya bernameya Hîbeyê ya Amûra Ewropayê ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan (EIDHR) de, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatibû piştgirîkirin.

Çavkanî:

www.demokrathaber.org/sanat-kitaplari-kurtcede

Wêneyê bergê: Sînemaya Serbixwe 

Lînka wêneyê duyemîn:https://twitter.com/tumayarslan/status/1311200321952153603

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

27 Mart 2022 Pazar

Hin peyvên Kurdî û Îngîlîzî yên ku nêzî hev in

Amadekar: Rûmet Med

Ziman û peyvan jî wekî her tiştî di nav guherîneke domdar de ne, weke encama xwezaya jiyanê diguherin û vediguherin, û li gorî şert û mercên cîhanê teşe digirin. Li ser cîhanê ti tiştî wekî berê namîne û encama dîyalekîkê ye ku her tişt bi demê re, wekî peleke payîzê na jî pitikeke/î nû hatiye cîhanê, diguhere û vediguhere, xwe nû dike û şikleke nû digire û geşedana xwe didomîne.

Zimanê Kurdî, yek ji zimanên qedîm ên malbata zimanên Hind-Ewropyayê (Aryan) û ên cîhanê ye û di navbera zimanên Arî yên Hindî de cih digire. Malbata Zimanên Aryan du beşa bingehin; Ewropa û Asyayê; bi sedan ziman û zaravayan pêk tê. Ev du beşa bingehîn jî di nav xwe de 4 komên zimanan; Zimanên Hînd û Ewropayê, Zimanên Latîn, Zimanên Germen û Zimanên Silav ve pêk hatiye. Zimanên Hînd û Ewropayê jî di nav xwe de weke du beşên bi navê "Zimanên Hindî" û "Zimanên Îranî" tê binavkirin. Li cîhanê ji zêdetirî 2.5 mîlyar kesan zimanên Hind-Ewropayê diaxivin.* Lewma zimanên Kurdî û Îngîlîzî di heman malbata zimanan de ango malbata zimanên Hind Ewropayê de ne, zimanê Kurdî di koma zimanên Arî/Îranî de û zimanê Îngîlîzî jî di koma zimanên Germenî de cih digirin. Ji ber vê yekê di nav her du zimanan de gelek peyv û lêker wek hev in an jî nêzî hev in.

Hin peyvên Kurdî û Îngîlîzî ku nêzî hev in:

Alfabe: Alphabet

Al: Flag

Avrêl: April

Ba: Blow

Baran: Rain

Bazar: Bazaar

Belek: Black

Bî: Beech

Bûyîn/Bûn: Being

Cihû: Jew (Ceu)

Cûn: Chew

Çar: Four

Çeng: Chin

Çerm: Derm

Çivîk/Çûk:Chick

Dem: Time Di (Destpêka Daçekê): The

Derî: Door

Dot: Daughter

Du: Two

Erd: Earth

Erk: Work

Êş: Ache

Eylo: Eagle

Firî: Fly

Gewr: Gray

Girîn: Cry

Hebûn: Have

Heşt: Eight

Hêvî: Hope

Hine: Henne

Hingiv: Honey

Hiş/Heş: Head

Hol: Home

Karker: Worker

Kiras: Dress

Kom: Community

Kort: Court

Ku Derê: Where

Kurt: Short

Lêkolîn: Calling

Lib: Pill

Mayîn: Remain

Mader: Mother

Mêrkirî: Morried

Min: My/Me

Mirî: Mortal

Navik: Navel

Neh: Nine

Neherdu/Neduya/Nedu: Neither

Neynûk: Nail

Nêgir/Negewr: Negro

Niha: Now

Nêzîk: Near

Nû: New

Penûs: Pencil, Pen

Pirtûk: Book

Pronav - Pronaun

Poz: Nose (Noz)

Qal/Kal: Call

Qetîn/Qet/Qutkirin: Cut

Rast: Right

Rica: Request

Rê: Road

Rûbar: River

Rût: Nude (Nut)

Sol: Shoe

Şandin: Send

Tarî: Dark

Ten: Deh

Tîre: Tribe

Tu: You

Vir, Vê derê: Here

We: We

Xezal: Gazalle

Xwedê/Xwodê: Good

Xwest: Request/Want

Hin peyvên Îngilîzî û Kurdî yên nêzî hev in:

Angry - Ingirî

Bear - Bîr anîn

Belive - Bilêv kirin

Better - Bêtir

Brisk - Brûsk

Brow - Birû

Commen - Kom

Core - Kor

Door - Der

Double - Du lib

Drop - Dilop

Egg - Hêk

Hair - Hirî

Held/Hold - Hildan

Horse - Hesp

Hush - Huş

Juvenile - Civan

Leg - Ling

Lip/Leb - Lêv

Man - Mêr

Name - Nav

No - Ne/Na

Nos/Nourishing - Noşik

Now - Niha

Paw - Pê

Peda - Pêda

Poly - Pir

Robbery - Rêbir

Rowdy - Revde

Shame - Şerm

Shrewd - Şured, Zana

Slide - Zelîn

Slop - Şlope

Star - Stêr

Tail - Dêl

Toll - Tol

Two - Du

Çavkanî: 

“Ferheng” / D. Îzolî – Weşanên Deng. (1992)

“Ferheng (Sözlük)” / Zana Farqînî – Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. (Çapa Nehemîn, 2015)

“Rêbera Rastnivîsînê: Komxebata Kurmancîyê” / Kolektîv – Weqfa Mezopotamyayê. (2019)

Ferhenga Kurdî – WQFerheng

https://ku.wikipedia.org

https://ku.wiktionary.org

“Comprehensive Turkish English Dictionary” / Dr. Pars Tuğlacı – Abc Kitapevi. (1991)

“Macmillan Dictionary” / Willam D. Halsey – Abc Kitapevi. (1988)

https://ku.wikipedia.org/wiki/Ziman%C3%AAn_hind_%C3%BB_ewrop%C3%AE

*https://rumetmed.blogspot.com/2019/12/peresin-u-gesedana-peyvan-peyva.html

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

8 Mart 2022 Salı

Derhênera fîlmên efsûnker û derûnnasî: Ildikó Enyedi 

Nivîs: Rûmet Med

Yek ji derhêner û senarîstên baştirîn ên sînemaya nûjen ên Macerîstanê Ildikó Enyedi di sala 1955’ê de li bajarê Budapeşteyê hatiye dinyayê û li dû perwerdehiyên aborî û şanoyê, ji Akademiya Fîlman perwerdehiya sînemayê dîtine. Di sala 1979’ê de bi kurtefîlmê xwe yê bi navê “Flirt: Hipnozis”ê dest bi sînemayê kiriye ku li seranserê cîhanê herî zêde bi fîlmên xwe yên wekî “Vakond”, “Az én XX. századom”, “Büvös Vadasz”, “Tamás és Juli” û “Testről és lélekről”ê tê naskirin.

Di 1987’ê de bi fîlmê metraj dirêj ê xwe yê “Vakond”ê derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê û tê de qala çîrokeke xiyalî û romantîk dike. Derhêner Ildikó Enyedi, bi fîlmê xwe yê “Az én XX. századom”ê (1989) li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê Xelata Kameraya Zêrîn digire ku fîlm bi awayekî çîrokane li ser jiyanên du xwişkên ku ji hev cihê bûne, disekine. Li dû vî fîlmê, “Büvös Vadasz”ê (1994) dikeve vîzyonê û çîroka jiyana nêçîrvanekî tîne ber perdeya sînemayê, ev fîlm ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Sundanceyê Xelata Senaryoya Herî Serketî girtibû.

Piştî sê salan, fîlmê wê yê bi navê “Tamás és Juli”ê (1997) ku qala çîroka ciwanekî berbesvan û evîna wî ya havînê dike, derdikeve li pêşberî sînemahezan. Ildikó Enyedi, di 1999’ê de jî fîlmê xwe yê “Simon Magus”ê dikişîne, mijara fîlmê efsûnker e û li bajarê Parîsê, li ser bûyereke kuştinê ye. Derhênera navdar Enyedi  gelek salan di televîzyona Macerîstanê de dixebite, ji bo HBO’yê rêzefîlma bi navê “Terapia” (2012-2017) kişandiye, li zanîngehê dersên sînemayê daye û li dû navbereke dirêj, ji nû ve vedigere li sînemayê.

Ildikó Enyedi, piştî 17 salan bi fîlmê xwe yê nû yê “Testről és lélekről”ê (2017) derdikeve li pêşberî temaşevanên hunera heftemîn û bi vî fîlmê xwe yê “On Body and Soul”ê him ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê Xelata Hirça Zêrîn digire him jî ji bo Xelatên Akademiyê (Oscar) dibe berendam. Derhêner, di herikîna vî fîlmê xwe de qala çîroka du mirovan dike û li ser mijarên ragihandin, veganî, bêhestî, derûnnasî û xewnê disekine.

Derhêner Ildikó Enyedi herî dawî di sala 2021’ê de bi fîlmê xwe yê nû yê bi navê “Feleségem története”yê (The Story of My Wife) derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ev fîlm ji aliyê çêkerî û hevpariya welatên Frensa, Elmanya, Macerîstan û Îtalyayê ve hate kişandin.

Derhêner û senarîsta navdar a macar Ildikó Enyedi, di sînemaya xwe de ziman û atmosfereke efsûnker diafirîne û dikeve li pey çîrokên nepenî yên mirovan, di fîlmên wê de hêmanên pevxistina zanistî, razdar, mîtolojîya Yewnanî, çîrokên gelê cî digirin û bi awayên cûda û resen xwe didin der. Derhêner di sînemaya Macerîstanê de zimanekî nû û vegotinên nû anîne.

Kurtefîmên wê: The Spectator (1981), Rózsalovag (1984), New Books (1985), Mole (1985), Invasion (1986), Goblins (1988), A Gyár (1995), Európából Európába (2004), Első szerelem (2008).

Xelatên wê: Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê, Prima Primissima Award for Hungarian Theater and Film Awards, Xelatên Gopoyê.

Çavkanî:

https://www.imdb.com/name/nm0258221/

https://en.wikipedia.org/wiki/Ildik%C3%B3_Enyedi

https://tr.wikipedia.org/wiki/Ildik%C3%B3_Enyedi

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

Dîrokçeya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê


Bi kurtî, Dîrokçeya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê 

Nivîs: Rûmet Med

Dîroka 8'ê Adarê diçe heta 1857'ê, li New Yorka DYA'yê karkerên jin ên ku li fabrîqeyeke tekstîlê dixebitin, ji bo merc û şertên baştir dest bi karberdanê (grev) dikin. Bi rojan li wir weke kilîdkirî û girtî dimînin û ji aliyê "hêzên ewleyiyê" ve êrîş û tundî li wan tê kirin.

Di sala 1908'ê de li New Yorka Amerîkayê bi pêşengiya ku piraniya wan jinên karker ên sosyalîst in, ji bo mafên sendîkayî, civakî û dengdanê yên jinan civîneke li dar dixin. Têkoşîna wan ji bo afirandina cîhaneke qenc û baştir e ku îro jî li seranserê hemû cîhanê didome.

Partiya Sosyalîst a Amerîkayê di dîroka 28'ê Sibata 1909'ê de li New Yorkê "Roja Jinan" li dar dixe û Konferansa Jinên Sosyalîst a Nawneteweyî (Girêdayî 2'yemîn Enternasyonala Sosyalîst e) di sala 1910'ê de pêşniyar dike ku her sal weke "Roja Jinan" were li darxistin. 

Di dîroka 25'ê Adara 1911'ê de li New Yorkê di fabrîqeya gomlekê ya Triangleyê de şewateke derdikeve, piraniya wan karkerên penaber in, 123 karkerên jin û 23 karkerên mêr, di şewatê de jiyanên xwe ji dest didin.



Li Sovyetan di sala 1917'ê digel mafê dengdanê 8'ê Adarê Roja Jinan, weke cejna netewî tê qebûlkirin. Herwiha di 1921'ê de li Moskovayê Konferansa Jinên Komunîst (3'yemîn Enternasyonala Komunîst) tê li darxistin û roja 8'ê Adarê weke "Roja Jinên Kedkar a Cîhanê" tê pejirandin. 8'ê Adarê li hemû dewletên komunîst û sosyalîst de weke "Roja Jinên Kedkar a Cîhanê" tê îlankirin û pîrozkirin.

Roja 8'ê Adarê; ji aliyê Tevgera Femînîst ve ji sala 1967'ê û bi vir de weke "Roja Jinên Kedkar a Cîhanê"  hate pîrozkirin, û ji aliyê Civana Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve jî di sala 1977'ê de weke "Roja Jinên ya Cîhanê" hatibû qebûlkirin.  

2 Mart 2022 Çarşamba

Dijital dünyanın hızında bilgi akışına erişimin boyutları, unutma süreçleri ve çağın ruhsuzluğu üzerine

 Yazı: Rûmet Med

Fotoğraf neden paylaşılır? Bu soruya bir çok yanıt verilebilir elbette. Bir insan etrafındaki gördüğü, duyduğu ve hissettiği şeylerden bağımsız değildir, hem onlardan etkilenir hem de onları etkiler. Bu bağlamda fotoğraf da insanın gördüklerinin, hissettiklerinin, bakış açısının, düşüncesinin, tesadüflerin v.s. bir çok başka belirleyici etkinin birer toplamları bütünü ve sonucudur. Tüm bu nedenlerden ötürü insanların fotoğrafları paylaşmaları, kendi dünyalarından, düşüncelerinden ve hayata bakış açılarından kaynaklı değişiklik gösterir. Fotoğrafı insan neden paylaşır sorusu, bence hayatı yakalama ve anlamlandırma çabasının farklı şekillerinden birisidir.

Sinema tarihinin en büyük yönetmelerinden Andrei Tarkovsky’nin dediği gibi “Her şey, insanın hayatın anlamını nerede bulduğuna bağlıdır..”

En başa gidelim, fotoğraf; resim sanatı gibi, insanların, doğanın, canlıların ve nesnelerin hatta son yarım yüzyıldan fazla bir süredir uzayın derinliklerinin anlık yani çoğu kez 24’te birinin bir kağıda, günümüzde ise çoğunlukla dijital ortama ışık yolu ile aktarılmasıdır.


Bilimsel ve sanatsal olgular birikimli bir şekilde ve birbirini etkileyerek ilerler. Fotoğraf’ın tarihin akışında resim sanatından etkilenip özgün bir form halinde doğarak sinemanın oluşmasında da büyük ve belirleyici bir katkısı olmuştur. 125 yıldan fazladır sinema, hareketli görüntüleri, fotoğraf ise daha eski bir tarihten beridir (2. resimdeki "Point de vue du Gras / Pencereden Le Gras'a bakış" isimli fotoğraf: 1826-27 yılları arasında, Nicephore Niepce tarafından Fransa'nın başkenti Paris'in Saint-Loup-de-Varennes'i bölgesinde çekilmiştir.) tek kare görüntüleri ölümsüzleştiriyor.

Tarihsel sürecinde siyah-beyaz'dan renkli baskıya ulaşıncaya kadar, yüzlerce fotoğraf makinesi, ekipmanı ve teknik özellikler ile lensleri sürekli olarak geliştirildi ve günümüzde ise çok daha çeşitli ve şimdiye kadar eşi görülmemiş bir boyut kazandı.

Yakın tarihe kadar pozlu yani filmli analog makineler bir çok insan tarafından geniş bir alanda kullanılıyordu ve insanlar fotoğraflarını ya fotoğrafçılar ile fotoğraf stüdyolarından ya da evlerinde yaptıkları karanlık odalarında kendileri de çıkartabiliyordu. Teknolojinin hızla gelişmesi dijitale geçişle birlikte filmli fotoğraf makinelerinin kullanımını gittikçe azaltmaya başlayarak çok az insan tarafından kullanılmasına yol açtı ve akıllı telefonların yaygınlaşması ile var olan özelliklerinin her gün daha fazla gelişmesi, fotoğrafa yeni bir ivme kazandırdı. 36 adet fotoğraf filmi ve piller ile çekim yapabildiğimiz analog makineler ile az ve kompozisyonu görece daha sınırlı bir şekilde üzerine düşünüp ayarlayarak deklanşöre basıyorduk. Günümüzde ise yüksek görünen fotoğraf kalitesi, hafiflik, şarj avantajı ile neredeyse sınırsız fotoğraf çekebilmek insanlara gerçekten kolaylık sağlıyor, bir taraftan da farklı alternatifler yaratabiliyor.


(İlk manzara ve insan fotoğrafı, 1838 yılında Louis Daguerre tarafından Temple Bulvarı'ndan çekilmiştir*)

Ancak bir yandan da bu kadar çok fotoğrafın çekilebilmesi, bir kaç sene önce çekilen fotoğrafları hatta çok yakın bir zamanda çektiğimiz fotoğrafların hatırlanmamasına, unutma süreçlerine ve anılar arasında bağlantı kurmanın zayıflamasına, fotoğrafların dijital ortamdan kaynaklı saklanması ve kaybolabilmesi gibi bir çok sorunu ortaya çıkarmaktadır. Bilgi ve görüntü akışının hiç bir dönemde bu kadar hızlanmadığı günümüz modern dünyasında, medya, dijital mecralar ve bir çok alanda aynı sorunlar görünebilmektedir; daha bir fotoğrafı, haberi, yazıyı, görüntüyü, videoyu tam görüp ya da okuyup anlayamadan sayısız alternatifin ortaya çıkmakta olduğu sosyal medya platformlarda bilgi ve görüntü akışı dur durak demeden sürmektedir. Süreç bu şekilde neler getireceğini ve nasıl değişikliklerin olacağını kestiremeden devam etmektedir.

Her gün büyük bir hızla gelişen fotoğraf makineleri, telefonlar ve kameralar ile neredeyse sınırsız sayıda fotoğraf ve video çekebiliyoruz, lensler ve çekim kaliteleri hayal dahi edilemeyecek bir boyutlarda gelişiyor, tüm bunlar hayatı kolaylaştıran ve daha da derinleştiren şeyler, ama kullanımın biçimine göre bir yanı ile de bir çok olumsuzluğu, unutma süreçlerini ve hafızanın kaybolması gibi bir çok etkiyi de içinde barındırabiliyor maalesef.

Bir çok dalda olduğu gibi Fotoğraf’ın da eski ruhu yok doğal olarak ama, çağın dur durak bilmeyen hızının ruhsuzluğunun belirsiz gibi görünen aynasında, ruhunu tam olarak kaybetti mi, yoksa kendine yeni bir yol bulup farklı biçimlerde akacak mı onu zamanla belki daha iyi göreceğiz..

(Ocak ayı, 2022)

1. ve 3. fotoğraflar: Rûmet Med

2. fotoğraf: https://fr.m.wikipedia.org/wiki/Nic%C3%A9phore_Ni%C3%A9pce

*https://en.wikipedia.org/wiki/Louis_Daguerre