Nivîs: Rûmet Med
Dîroka 8'ê Adarê diçe heta 1857'ê, li New Yorka DYA'yê karkerên jin ên ku li fabrîqeyeke tekstîlê dixebitin, ji bo merc û şertên baştir dest bi karberdanê (grev) dikin. Bi rojan li wir weke kilîdkirî û girtî dimînin û ji aliyê "hêzên ewleyiyê" ve êrîş û tundî li wan tê kirin.
Di sala 1908'ê de li New Yorka Amerîkayê bi pêşengiya ku piraniya wan jinên karker ên sosyalîst in, ji bo mafên sendîkayî, civakî û dengdanê yên jinan civîneke li dardixin. Têkoşîna wan ji bo afirandina cîhaneke qenc û baştir e ku îro jî li seranserê hemû cîhanê didome.Partiya Sosyalîst a Amerîkayê di dîroka 28'ê Sibata 1909'ê de li New Yorkê "Roja Jinan" li dar dixe û Konferansa Jinên Sosyalîst a Nawneteweyî (Girêdayî 2'Yemîn Enternasyonala Sosyalîst e) di sala 1910'ê de pêşniyar dike ku her sal weke "Roja Jinan" were li darxistin.
Li Sovyetan di sala 1917'ê digel mafê dengdanê 8'ê Adarê Roja Jinan, weke cejna netewî tê qebûlkirin. Herwiha di 1921'ê de li Moskovayê Konferansa Jinên Komunîst (3'yemîn Enternasyonala Komunîst) tê li darxistin û roja 8'ê Adarê weke "Roja Jinên Kedkar a Cîhanê" tê pejirandin. 8'ê Adarê li hemû dewletên komunîst û sosyalîst de weke "Roja Jinên Kedkar a Cîhanê" tê îlankirin û pîrozkirin.
Hiç yorum yok: